Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 December 2008

Serok wezîrên Iraqa federal Nuri Malikî di 20.11.2008 de li Bexda di dema prêskonferansekê de ziman dirêjiyekî dijê Kurdistan û Serokatiya Kurdistan kirbu. Wî di wê rojêde bêku agah jixwe hebe dijê wê yasaya ku wî bixwejî deng dayiyê derketibu. Dijatiya xwe de behsa girêbestên Petrolê û bîrên petrolêjî kirîbu.Hukûmeta Kurdistan îro Bersivekî ragihand beramberê Serok wezî Nurî Malikî. Daxwiyaniya Hukûmetê lifjêre.
Îsmaîl Girikî

Redkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Ser Daxûyaniya Birêz Nurî Malikî Serok Wezîrê Hikûmeta Iraqa Federal

Birêz Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqa Federal li civîneke rojnamevaniya xwe ya dawî de li Bexdayê li roja 20 / 11 / 2008 çendîn pirsan behs kir, li demê bersîvdana xwe ya ji bo nameya Encumena Serokayetiya Komara Iraqa Federal, êrîş kir li ser helwêstên Herêma Kurdistanê sebaret bi hejmarek pirs û bi nedestûrî li qelem dabu.

Nameya Encûmena Serokayetiya Komar peywîst bûye bi pirsa bi navê (Encûmenên Piştgîrî), wan encûmenan wekî projeyekî Serok Wezîr bi diyar diket.

Ewê ku li vêdê balkêşe, Serok Wezîr bersîva xwe ji bo nameya Encûmena Serokayetiya Komar bi Herêma Kurdistanê ve girêdaye, wekî ku bibêje li benda derfetekî bike hemû torebûna xwe li ser Herêma Kurdistanê betal bike.

Bi navê danana xalê li ser pîtan û şîrovekirina paşxana hemû wan pirsên birêz Serokê Wezîr amajeyê pê kir, bi başî me zanî bi têr û tije bersîva wan tometan bidîn, heta wekî ku raya giştiya Iraqî li rastiya meseleyan agahdar be, helwêsta Herêma Kurdistanê jî li beramber tenê biryardana damezrandina bi navê "Encûmenên Piştgîriyê" ronahî û eşkereye.

"Encûmenên Piştgiriyê"

Nivîsîngeha Serok Wezîr hewl daye peywendî bi hejmarek kesên li Herêma Kurdistanê û wan navçeyan ve bike, ku dikevine li nav bi cîhkirina maddeya (140) û ew kes jî li serdema rejîma Bees beşek bûne ji hêzê nîzama wê demê ser bi dam û dezgehên ewlehî û muxaberatiyên rejîma berê.

Ew kesên "Hinek ji nav wan Serokê eşîran bûn li Kurdistanê" çek li dijî gelê xwe hilgirtin û li gel dam û dezgehên ewlehî û serbaziyên serûkutkerên serdema rejîma Bees, li kûştin û derkirina Kurd û rûxandina dahatan beşdar bibûn.

Piştî raperîna sala (1991) jî serkirdayetiya bereya Kurdistanî lêborînekî giştî ji bo derkirina bi wê mercê carekî din û heta hetayê venegerên ve bo nav rêzê xiyanetkarî.

Nivîsîngeha Serok Wezîr her wiha destê bi peywendîkirina kir tenê li gel xiyanetkarê Kurdan jî ku beşdarî rejîma ji nav çuyî kiribûn li proseya bi navê enfal û paşê jî li serûbendê raperîna adara sala (1991) helatin bo derve û wê biryara lêborîna giştî jî negirtin ku ji aliyê Serkirdayetiya Bereya Kurdistanî ve hatibû derxistin.

Biryara lêborîna giştî jî yekemîn hengav û bingeha aştivaniya (Niştimanî) bû li beşekî Iraq, û ezmûnekî pêşeng bû, karî rewşeke tendirûstî bingeh bike ji bo destxistina aramî û seqamgîriya li Kurdistana Iraqê.

Eve nevegerane ji bo çek û parastina Kurdistanê, ku li navbera salên (1991 – 2003) heta ku navçeyên rizgarkiriyên Iraqê bû, her wiha gûncan û têkilî li gel sercem runiştvanên nawçeyê li proseya siyasiyê da bûn, eve ezmûnêk bû, bûye demên qûlkirina keltûrî lêborînî û sûd wergirtin li helên paşarojê û dûbare nekirinê bûn.

Ji bo wê yekê mamelekirina li gel wan komên çekdarên Kurdan ku li qonaxekî diyarîkirî da xiyanet li doza Kurd û Iraqê kir, li ser bingeha ji holê rakirina paşarojê û hildana rûpelên nû bû, û hengavekî giringê gelê Kurdistanê jî bû ji bo parastina asayîş û aramiya Herêmê bû.

Bi xêra wê siyaseta hekîmaneyê, Kurdistan bû bi penagehek ji bo hejmarek ji wê serkirdeyê Iraqiyên opozîsyon bûn dijî bi rejîma berê, dîsa bû bû pêgeyekî jî ji bo encamdana çalakî û kirdeya hizbayetiya dijî bi rejîm, gelek ji wan hizban jî niha li proseya siyasî û Hikûmeta Iraqê da beşdarin.

Ji nû ve peywendîkirina bi hejmarek ji wê Serok eşîrên çekdarên li Kurdistanê û navçeyên dikevine sînûrê maddeya (140) a destûra Iraqê bi mebesta damezrandina Encûmenên Piştgîrî (Mecalîs El Îsnad), dibê demên:

1- Dirûstbûna naaramî û li barbirina tebayî û bingeha civata Kurdistanê, ew tebayî û bingeha li serdema rejîma berê de hebûna wan nebû.

2- Dirûstbûna kelên û dirzgelêk li cesteya aştivaniya nîştimanî li ser asta Herêmê, ku li destpêka sala (1991) ê ve bingeh ji bo wê hatibû darijtin li ser şengesteya wê lêborîna giştiya wê dema Serkirdayetiya Bereya Kurdistanî.

3- Dirûstbûna kelên û keleberê ewlehî li Herêmê, eve jî dibête demên asankarî bo bandên teror heta wekî ku ji wan ve diziyê bikin.

4- Dirûstbûna mîlîşiya li wan navçeyên dikevine sînûra maddeya (140) û li derencamê jî de barê asayîşê jî lê dijî û toya dû berekî û fitneyê li wan navçeyan diçîne.

Em li vir da destûrîbûn û nadestûriyeta wan encûmenan behs nakîn, ji ber ku ew babet desthilata encûmena nûnerên Iraq û encûmena Serokayetiya Hikûmeta Federal, an dadgeha bilinda federaliyê, lê belê ew encûmen bi bêyî tu bingehekî destûrî û bi bê biryarekî hevgirtiya encûmena wezîran ve hatiye pêkanîn.

Li vir da pêwîste bête gotin, erkê Serok Wezîr û nivîsîngeha wî ye keş û hewayek ji bo aştîvaniya nîştimanî pêkve çêbikin, neku ewê ji bo aştîvaniyê ve hatiye binyatnan birûxênin, erke wane atmosferek ji bo binyatnana karwana asayîş û aramiyê dirûst bikin, neku kar ji bo darûxandina her tişteke ku hatiye binyatnan bikin, li ser wane atmosferek ji bo binyatnana rêyeke lêborînê pêk bînin, neku anîna holeke bingehek ji bo dû berekî û fitneyan.

Ku wate ka pêgeya wan ya encûmenên li Kurdistanê li proseya aştîbûna nîştimaniya rasteqîne?, Bêguman ew encûmen rêk li dijî asayîş û aramiyê ne, an pêgeya wan encûmenane li ku pirsa cîgîr kirina tenêhî û aramiyê daye?, Li rastî da ew encûmen çend alavin ji bo têkdana rewşa aramiyê, an pêgeya wan encûmenane li Kurdistanê û "navçeyên kêşe li serin" dikevê kudera rêçke û proseya siyasiyêve?, encûmen li rastî da birîtîne ji ser li nû ve damezrandina fewcên hewar hatin û kuştin û birîn û kavilkariyê li Kurdistanê.

Gelo mebest ji wan armanc û hewldanan kirina Herêma Kurdistane, ji bo ji holê rakirina proseya binyatnan û avadanî û geşepêdana li vê beşa giringa Iraqe?,

Gelo erkê Hikûmeta Federal parastina asayîşe an têkdane?,

Gelo aramiya Kurdistanê li berjewendiya Iraq û proseya siyasî ya Iraqê û Hikûmeta Federal daye an na?,

Gelo erkekî Serkirdayetiya Kurdistanê nîne bergirî li wê bînaya bilinda aştîbûna nîştimanî bike ku li Herêmê hatiye holê dijî bi her kesek bixwaze bîrûxênê û têk bike?.

Ji ber wê yekê bi awayeke eşkere em dibêjin: Serdema ji hev cûdakirin û xiyanetkariya li nav rêzên gelê Kurdistanê bi serçûye û eger hewldanekî jî li vî derbarî ve bête dayîn, eve li aliyê wan hêzane ku dijî bi proseya siyasîne li Iraqê, lê belê mirov hewlekî bi vî awayî ji Serkirdayetiya (Hikûmeta Hevbeşî û îtîlaf) a Bexdayê pêşbînî û çaverê nake!.

Ji bo wê yekê sirûştiye berî ku ew hewldanên li Kurdistanê bi fermî ret bikin, li ser asta netewî retkirinê lê bike, ji ber ku ew hewldan bi rastî dibine demên fitnegeriyê.

Paşê jî dipirsîn: Gelo erkê nivîsîngeha Serok Wezîrê Hikûmeta Federal anîna fitne û cûdatiye li nav rêzên gel?, û li jêr perdeya aştîbûna nîştimanî?!.

Pirsgirêkên Destûrê

Li beşekî dinê civîna rojnamevaniyê da û li demên bersîvdana nameya Encûmena Serokayetiya Komar, Serok Wezîr êrîş kiriye li ser hejmarek li cumgehê dam û dezgehan û karê destûriyên welat, bi Herêma Kurdistanê ve.

Ewê ku balkêşe, Serok Wezîr dema êrîş dike û pelamara ewên din dide hêvî dibe ber destûr ku çi li dema kar yek aliyekî da daxwaza gûhertina destûrê dike. Her wiha ew bi xwe jî sund xwariye parêzgeriyê li destûrê bike. Bi awayeke eşkere eve jî Hikûmeta Kurdistanê bi komek kirdarên dijî bi destûrê tometbar dike.

Demekî jî Serok Wezîr tê li ser wê gotinê û dibêje (Ew kesê tiştekî bi dest ket, naxwaze beşê kesekî din lê bide), amaje bi qazanc û bexşînê dide li ser bingeha destûrê û sebaret bi destûr û destkeftên destûrê dibêje: "Ez rêz li destûrê digirim û pêve girêdayî diminîm bi hemû naverokan ve, li Federaliyetê ve heta ku digihe wê parêzgehên xwe li Herêmek da rênexistiye, heta digihe neft û heta rêxistina peywendiya li gel Herêma Kurdistanê, ez rêz li hemû digirim û bi hemuyan ve girêdayî dibim, lê belê daxwaza gûherînê dikim...".

Ku wate krokiya axaftinê li vir daye, ji ber ku Serok Wezîr li çarçêweyekî destûrî bi der li pê dengê nihayî muamele li gel rastiyê û proseya bi cîhkirinê de dike, bêyî ku axaftina wî dijî bi yekin, li demek de axaftin li ser girêdayîbûna bi destûrê dike û li heman demî de xwe jî bangeşeyî ji bo gûherînê dike.

Gelo rewaye kesê yekemê proseya bi cîhkirina li nav dema destûrê de hêviyê da reftarê bike?, neku li nav destûra rastiya holê da û destûrek hemûyan li serî rêkketibin?, Ew li vê karê da pişt bi destûrekî dibestê ku heye, an wê destûrê ji bo paşarojê amadesazî dike?.

Li vir de têkilheviyekî eşkere li aliyê Serok Wezîr ve tê dîtin li navbera kar û girêdayîbûna bi destûr û kar kirin û girêdayîbûna bi bîr û boçûneke hevdij bi destûr, ku rojane guzariştiyê lê dike, ku çi li rastiyê de destûr bi pê mekanîzmên destûrî û li rêya encûmena nûneran ve tê gûhertin û hemwar kirin, her bi vê rêyê jî Serok Wezîr li rêya hizba xwe ve mafê wî heye daxwazên xwe yên li ser destûrê bixe çarçêya nû, an jî dikare li derveyî destûrê da tevbigere û reftar bike, ji ber ku hezên xwe wiha bi serî da disepênê, eve jî şaşiyeke destûriye, ji ber wê yekê ew girêdayiye bi rêvebirina wê destûra ku heye.

Li vî rûyî ve behs li destkeftê destûriyên Herêmê dike û dixe çarçêweya (beşa xwe bi xwe û li wir tu jî dixûm), her wekî destkeftên Kurd bi destkeftê xwe nizane!, Bexda jî wekî Hikûmetekî Federal bi tenê bo wî be, lê belê em dûpat dikîn ku Bexda ji bo hemûyane û paytexta hemûyane û bi tenê yê komek nîne.

Gelek balkêşe Serok Wezîr bi vî awayî axaftin bike ku axaftina birêz Serok Wezîr û xwe bi navê berpirsên Herêma Kurdistanê ve derdibre.

Her yek ji Herêm û dewlet pişt bi sîstemekî destûrî dibestin, li maddeyê (1) ê dergehê yekema destûrê da ev destewajeye hatiye cîgir kirin: "Komara Iraq Dewletekî Federalî ye ... ev destûr yekparçeya Iraqê diparêzê".

Gelo birêz Serok Wezîran kok û tebaye li gel vê maddeya destûrê?.

Eger wisa be, wê demê destûr dikîne rê pîşander heta ku her yek ji desthilatên çarçêwekiriyên Hikûmeta Federal û Herêma me bi diyar bikevê.

Li maddeya (110)ê destûr, taybetmendiye çarçêwedarên desthilata me ya federalî ji bo wê hatiye cîgîr û dest nîşankirin ku (9) waran de li xwe digire: Siyaseta Derve, Asayîşa Nîştimanî, Siyaseta Darayî, pêwan kêş û qebareyan, mayîna wê û regezname û koç, siyaseta frekwansî pexş û post, budçekariya giştî û siyaseta peywîst bi çavkaniyên av û amer û serjimêriya rûniştvanan.

Desthilatên Herêman jî li maddeya (121) da bi vî awayî hatiye destnîşankirin: "Herêm dikarin li biwarên bi yasadanan, bicîhkirin û dadweriyê da desthilata xwe hebê, li gor fermanên vê destûr û bi derveyî li wê taybetmendiyê hatiye danîn ji bo desthilata federalî hatiye destnîşan kirin".

Peymanên Neft Û Xaz

Li heman çarçêweyê da cenabê Serok Wezîr pirsgirêka peymana nefta mohrkiriyê Herêma Kurdistanê xistiye rû, ku gelo li sînûra destûrê dane an na?.

Sebaret bi neft û gazê derxistî li kêlgehên niha ya maddeya (112) ê destûrê dibêje:

"Yekem: Hikûmeta Federal li gel Herêm û parêzgehên berhemanînên, neft û xaza berhemanî kêlgehên niha birêve dibe, bi mercekî ku dahatiyê wan bi awayekî dadperwerane û li gor dabeşbûna rûniştvanan li sercem navçeyên welat bête dabeş kirin, li gel diyarkirina beşek ji bo wê herêma ziyan lêketiyên ji destê rejîma berê ji bo demeke destnîşankirî û ew jî ku berê ziyan lêketiye, bi cûreyek ku geşesendineke hevseng ji bo navçeyê cûda cûdayên welat mîsoger bike, eve jî bi yasayek tê rêkxistin.

"Dûyem: Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêman û parêzgeh berhemhêneran bi pêkve hildestin bi dariştina plana stratejî pêwîst bo berevpêşbirina berûbûma neft û xaz, bi cûreyek ku bibête demên destxistina zêdetirîn sûd û kelk ji bo gelên Iraq, ew jî bi piştbestin bi nûtirîn teknîka bingehên bazar, û handana veberhênan".

Sebaret bi wê kêlgehên veberhem nehatin û dozîn û perepêdana paşaroja wê birgehê derbarê pêşîneya li maddeya (115) da li xwe digire ku dibêje: "Her tiştek li sînûrê desthilata taybetiyên Hikûmeta Federalî da amaje pê nekirabê, eve dibête desthilata herêman û ew parêzgehên ku nakevine sînûrê tû herêmek ve. Eger nakokî dirûstbû li ser desthilata hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêman, eve pêşîne ji bo yasaya herême."

Her wiha maddeya (141)ê destûr heye, dakokî li wê dike kar bi wan yasayan bête kirin ku li sala (1992) bi wî aliyê ve li Herêma Kurdistanê hatine danan, li gel wan biryaran jî ku li aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin, bi wan biryaran jî ku peywistin bi dadgeh û girêbestan kû kar pê tê kirin, eger hat û li gor yasayên Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar hemwar nekiribin û li kar nexistibin, û li heman demî de bi vê destûrê jî hevdij nebin".

Eger vegerêne ve li ser girêbestên neftê jî, ku krokî behseke, eve çend girêbestek hene berî li nivîsîna destûr hatine mohrkirin, û ew maddeye, wate maddeya (141), be rûn û eşkereyî wê girêbestan bi rewa li qelem dide, her çi wan girêbestan jî ku li piştî nivîsîna destûrê hatine mohrkirin û taybetin bi wan kêlgeyan veberhem nehatine, ewên maddeya (111 û 115 ) ê destûr digirin ku peywistin bi neft, li demek de yasayek bo neft û xaza Iraqê hebûna wê nîne.

Proje yasaya pêşniyazkirî neft û xaz ku li (15 ê Şubata 2007) rêkeftin li ser hatiye kirin, nameyek wekî paşko bi pêve hatiye hevpêç kirin bi rizamendiya Serokê Komar û Serokê Herêm li berwara (26ê Şubata 2007 ) û li aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin. Ew nameya têda hatiye: Li dema cîhbicîh nekirina birgeya (5), "bi wateya temamkirina pêdiviyên cîhbicîhkirina yasayê "Heta dawiya meha (5)ê sala 2007, her dû aliyan mafê mohrkirina girêbestên geşepêdan û berhemanîna wan heye li gor destûr û proje yasaya neft û xaz û bingehê giştiyên pêwerên nimûneya girêbestan".

Ku wate reşnivîsek ji bo yasa heye û rêkeftina li ser hatiye kirin û nameyekî hevpêçî jî li gel daye ku li ser ewên amaje pê kirine hinek merc û îltîzama gewherî digirête xwe ku hê jî nehatiye cîhbicîhkirin. Êdî li vir pirsiyar jî eveye çima?

Eger hat û li nêrîneke aborî û pîşesaziya neftê ve şîroveyek ji bo girêbesta petroliyên Kurdistanê bête kirin, ev derencamame ji bo wan bi diyar dikevin:

1- Ev girêbestên girêbesta pêşxistin û dozîn û binyatnana tiwaniste petroliyanin li Kurdistanê ku beşeke ji Iraq.

2- Berhemanîna petrola li Kurdistanê dibê demê zêdekirina asta berhemanîna li Iraqê.

3- Dahatiyêne petrol çi li Kurdistanê an Besre û her navçeyeke dinê Iraqê, dikeve sînorê dahatên dewleta Iraqê ve, gelo zêdekirina berhemanîn û tiwanistê petroliyan li paşarojê de xizmet bi Iraqê digihînin an na?.

4- Siyasetî petrol û jêrxana petrola Hikûmeta Federal li seranserê Iraq tozqalêke pêşve neçûye bi hoya siyaseta heleşe û karesat amêza bi warê petrol, sereray xerckirina (8) milyar dolar bo kertê pîşesaziya petrol, encam jî li berçavin û nêgetîvin, ku birîtîne li paşekêşkirina berhemanîn û dabezîna asta nardine derve û şilejana plandanan, eger eve doxa siyaseta petrol bê li Bexda, gelo divê em bibîne beşek li vê nişusthênane nahemware?, an pêwîste li siyaseta petrola xwe em li Herêma Kurdistanê berdewam bîn?, ku binyatnana tiwanste teknîkiyan û anîna pîsporî li xwe girtiye, heta weku bi têkirayî bibê paşkeft û destmayeyekî ayîndeyî, li pênav binyatnana siyasetekî petrola tendirûst bo hemû Iraq, me ewê li Kurdistanê kiriye bi pileya yekem li ber berjewendiya Hikûmeta Federal û paşê li berjewendiya Hikûmeta Kurdistanê daye, karên me li çarçêweya destûr da bûye û girêbestên me de li berjewendiya Iraq û têkraya gelên Iraqêda bûye.

Li gel wê yekê jî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêm çendîn car eve dûpat kiriye û gotiye, eger her karek li Kurdistan bi girêbestan ve dijî bi destûrbin, em amadene lêkolînek li ser bikîn lê paşgezbibîn û dan bi şaşiyan da binêyin, li ber wê yekê dawiya merca destûre, em û arasteyê me bi pê destûr birêve diçin.

Hêjayî gotinêye birêz Serok Wezîr li bernameyeke siyasi de li hezîrana 2006 cext kiribû ku ew girêdayiye bi "Rêxistina birêvebirina kerta neft û gaz (Haydrokarbonat) bi derkirina yasayê ji bo vê mebestê bi cûreyek garantiya mafên herêman bike li dema damezrandinê da û parêzgehan, her wekî ku çawa li destûrê da hatiye".

Li Herêma Kurdistanê Bingehê Serbaziyên Emerîkayê

Sebaret bi wê daxwazê jî ku çend kesekî serbazî Emrîkî li Kurdistanê hebûna wan hebê, dibe ku ev axaftin nadestûriye, eve jî ronahîkirinek pêwîst dike.

Dema li Washington pirsiyar li birêz Serokê Herêmê hate kirin eger Herêma Kurdistanê amade bê pêşwazî li yek ji serbaziyên Emerîka bike li Herêma Kurdistanê bingeha wan hebê, bersîva cenabê wan bi "Belê "bu, eve jî rûn û eşkere bu, ji ber wê yekê birêz Serokê Herêmê bi navê gelê Kurdistanê ve û berî ji gelek li siyasetmedarên Iraqê daxwaza wê yekê kiriye peymana di navbera Iraq û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka neyê red kirin û herdem ew daxwaza li berjewendiya petîya Iraqê da bûye, hemû aliyek jî dizane ku niha tu hêz û binkeyekî serbazî li Kurdistanê da hebûna wan nîne, û eger peyman nehate mohrkirin û eger daxwaz hebû binkeyek li vir damezrê, wê demê Herêma Kurdistanê jêre nabê asteng, gelo Serokê Hikûmetê dijî bi karekî bi vî awayî radiwestê?, ku ew bi xwe ji wan kesane piştgîrî li peymanê dike, helbet li encama peymanê jî belavkirineke nû ye ji bo hêzên Emrîka li Iraq bête birêvebirin, û eger daxwaz li Herêmê bête kirin pêşwazî li hinek ji serbazî an binkeyekî serbazî bike, wê demê Herêma Kurdistanê bi awayeke erênî muamele li gel daxwazê dike, başe li vir nadestûrî li kû ye û kijane?.

Seferkirina Herêma Kurdistanê

Her wiha le xalêke din da Serok Wezîr behsa li wê kote sepênrawan kiriye dibe ku dijî bi wan Iraqiyan birêvebibe ewên bixwazin sefer bikin û bêne Herêma Kurdistanê û pêwîst bi kefaletiya kesekî nîştecihê Herêmê dike ji ber li wê rêya pê bête dayîn bête jûrve.

Dibe ku kesek guh li van axaftinan bibê wisa bizanê ku Herêm dijî hatina xelke ji bo navçeyên xwe, destpêkê de gelek girînge hinek zanyarî sebaret bi wan xuşk û birayên Ereban diyar bikîn ku nîştecihî Herêmin û li navçeyekî dinê Iraq ve li tûşî dojeha terorê hatine.

Ew amarên li ber destê me daye amaje bi wê yekê dikin ku (10559) deh hezar û pênç sed û pencih û noh malbatên Ereb, Turkman, Kurd û Mesîhî li sinorê parêzgehê Hewlêrê nîştecîh bûne û (17980) hevdeh hezar û noh sed û heştih malbat jî li sinorê parêzgehê Dihokê nîştecihin û (6312) şeş hezar û sê sed û diwazdeh malbat jî li sinorê parêzgehê Silêmaniyê ne, li gel (1900) hezar û noh sed mamostayên zanîngehê û (3740) sê hezar û heft sed û çil xwendekarên ku ji Bexda û Musilê sercem navçeyên Iraqêve hatine, niha li zanîngehên Herêma Kurdistanê ne, her wiha (14543) çardeh hezar û pênç sed û çil û sê karker li sînorê parêzgehê Hewlêrê û (9500) neh hezar û pênç sed karker jî li sinorê parêzgehê Dihokin, ev rastiyên vê hejmarê têne derbirîn.

Sebaret bi hatina jûr jî bo bajarên dinên Herêmê dibêjîn hejmara xalên kontrol û pişkinîna ewên ku li Bexdayê hene, zêdetirin ji hemû xalên pişkinîna li seranserê Iraqê hene.

Wekî din birêz Serokê Wezîr dizane ku rewşa asayişê li Herêma Kurdistanê ji aliyê teroristan ve bûye armanc û li encama çend kiryareke teroristî jî da destbijêrekî gelek ji serkirde û hemwelatiyên Kurdistanê me ji dest daye.

Dema ku kesek jî tê, ew kese Kurd bê an Ereb, an ser bi her neteweyekî din bê û aliyê tu aliyeke naskirî nebê, wê demê em daxwaz lê dikîn xwe binasênê, eve jî rêkarên ewlehiyê ne û hemû têne peyrew kirin, gelo parastina asayiş û aramî û canê xelk karekî dijî bi destûre?.

Li havîna derbasbûyî otel û mîhvanxaneyên li bajarê geştiyariyên Dihok, Şeqlawe û Silêmaniyê hemû ji aliyê wan xelkê geştiyar ve hatibûn girtin ku ji Bexda û başûrê Iraqê ve hatibûn, gelo erkê me nîne jiyana wan biparêzîn ku dixwazin dûr ji dengê gulle û teqînan xweşiyek bibînin?.

Yasayên taybet bi Herêm û destûra Iraqa rêyame pê didin, ji ber ku em daxwazê jî lê dikîn parêzgerî li asayişa Herêmê bikîn, mesele li vir da peywendî bi aramiyê ve heye bi navê parastina jiyana hemûyan, û herdem jî Kurdistan penagehek buye ji bo ewên ku ji tirsa daplosîna rejîma berê helhatin û çiyayên Kurdistanê li hembêz girtin, hejmarek ji serkirdeyên Iraqiyan niha jî li nav wan kesane da bûn, navçeyên Herêmê îro jî bo hemuyan vekirîne, ew mesîhiyên ji Bexdayê ve hatine şandin gelek ji wan malbatan gihiştine Kurdistanê, Sabîî jî hest bi asayîş û aramiyê li himbêza gelê Kurdistanê de kirin. Ji wê yekê ku dergehên me ji derveyî teroristan ji bo hemû kesek vekirîne.

Rûbirûbûna Hêzên Herêmê Û Hêzên Federal

Di derbarê tevgera hêzên Herêmê jî ji bo rûbirûbûna hêzên Hikûmeta Federal, eve jî babetek bu ji aliyê cenabê Serok Wezîr ve hatiye rû xistin, wekî ku bibêjîn eve yaxîbûn bîn û xwe jî nûnerê şeriyet bê, li gel ewê cenabê Serok Wezîr baş dizane ku hêzên herêmê li xizmeta proseya siyasiya Iraqê dane, li destpêka proseyê jî heta ku hêzê nîzamî û dîsiplînkirî bûn ku karîn berengariya terorîstan û li yasayên derkirî û ji neyarên proseya siyasî bibin ve, eger birêz Serok Wezîr amaje bo wê yekê serbaziya Kurdan bike ku li çarçêweya artêşa Iraqê dane û cenabê wan wan hêzan bi hêzê Iraqî nizanê, eve tiştekî balkêşe, lê belê eger mebesta Serok Wezîr hêzên parastinên Herêmê bê, eve ev hêz jî hêzên destûrîne û li birgey pêncema maddeya (121) ê destûrê da hatiye: "Her çi peywendî bi birêvebirina Herêmê ve heye, li taybetmendiyên Hikûmeta Herêmê daye, bi taybetî jî pêkanîn û rêxistina hêzên asayişa navxwoya Herêmê wekî polîs û asayiş û pasevanên Herêm", ji bo wê hêzên ewlehiyan û pasevanê Herêmê (Pêşmerge) dezgehên destûrîne wekî her dam û dezgehekî dinê serbazî li her navçeyekî Iraqê, li doxêk da eger rû bi rûbûnek jî bête hole, eve peywendî bi wê yekê ve nîne dam û dezgehên destûriye an na, ji ber ku peywendî bi ferman û merca biryardanê ve heye, ewê li Xaneqîn jî rû da "ku Serok Wezîr bi bêyî ku bi nav bîne amajeyê pê kiriye "me digre ji bo gûftûgokirina babeta sinorên Herêmê û navçeyên kêşe li seran û pirsa cîh bicîhkirina maddeya (140).

Hokarê serekiya pirsgirêkan jî li wan navçeyan naciddiyet û bi pîrve nehatine bo cîhbicîhkirina wê maddeya destûrî, ku erkê cîhbicîhkirinê li stûyê Hikûmeta Federal daye wekî ku çawa li maddeya nav bihurî de hatiye gotin: "Yekem: Desthilata raperandin divê hengavê pêwîst bîne ji bo temamkirina cîhbicîhkirina pêdiviyên maddeya (58) li yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa veguhestina bi hemû birgeyan ve ".

Birgeya duyema maddeyê jî dibêje: "Ew berpirsiyariyetiya li ser şana desthilata raperandine li Hikûmeta Întîqalî da ku li maddeya (58) li yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa vegûhestinê da amajeyê pê kiriye, berdewam dibê û dikeve stûyê desthilata raperandina hilbijartî û li gor vê destûrêye, ji bo wê yekê bi temamî bête cîhbicîhkirin...".

Ji bo wê yekê birêvebirina maddeyê û kêmterxemiya Hikûmet, bûne demên ku ew navçe li navbera merceiyeta îdariyeyan da bibe nacîhgîrî û helpesêrdirawî bimînin.

Ku wate, li gor birgeya yekema maddeya (117)a destûrê, Herêmekî Federal heye û danîna birêvebirinê heye: "Ev destûre li berwarê birêvebirina danîna bi Herêma Kurdistanê û ew desthilata niha de dimîne wekî Herêmeke Federal ".

Dema axaftin jî li derbarê Herêmê an tenê parêzgehekî jî digire, ev Herêm û parêzgeh sînorê îdariyên xwe hene, pirsiyar jî eveye: Sînorê îdariya Herêm li kûve ye û çawa tê destnîşankirin û kî destnîşan dike?.

Bersîv li vir de ronahî û eşkereye û destûrêk heye û maddeya (143) ê destûrê amaje bi wê yekê dike û dibêje: "Yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa vegûhestinê ve û paşkoya li dawiya pêkanîna Hikûmeta nû ye hildiweşîne cîh li birgeya (L) ya maddeya (53) û maddeya (58) ".

Û eger vegerîne li ser birgeya (L) ya maddeya (53)ê ya destûrê, têda hatiye: "Dan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê da tê şandin bi sîfeta xwe wekî Hikûmeta fermî bi ser wê cihê ji aliyê Hikûmeta navbihûrî ve birêve hatiye birin li (19 Adara 2003) li sînorê parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyala û Nînowa.

Destewajeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li vê yasayê da hatiye bi manaya Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê û Encûmena Wezîrên Kurdistanê û Desthilata Herêmê li Herêma Kurdistanê tê".

Ku wate danpêdananêk heye bi wê yekê ku li rûyê destûriyêve heye, lê belê destûr xwe bi maddeya (140)a cîhgîr kiriye û dan bi wê yekê da nave ku çend pirsgirêkekî helawestî hene û pêwîste bi rêya destûrê jî ve bête çareser kirin, li vî derbarî ve maddeya (140) nexşeya rê bûye ji bo destnîşankirina sînorên Herêmê, lê belê cîhbicîhnekirina wê maddeyê ji aliyê Hikûmeta Federal ve, buye bi hoya ber yekkeftina merceiyeta îdariyan, û ji bo zanînê ew navçeyên dikevine sînorê maddeya (140) gelek bi sextî dûçarî proseyên paktawa nîjadî û kavilkariyê bûne li serdema rejîma berê.

Cîhbicîh nekirina maddeya (140) jî binpêkirina bernama siyasiya Hikûmeta Iraqê ye. Birêz Serok Wezîr li hazîrana 2006 an de cext kiriye ku "Hikûmet girêdayî dibê bi cîhbicîhkirina maddeya (140)a destûrê ve ku pişt bi maddeya (58) a yasaya birêvebirina dewletê ve dibêstê ku ew jî birîtîye li diyarkirina sê qonaxan: Asayî kirin, serjimêrî û lêpirsîna li Kerkûk û navçeyên pirsgirêk li serin, Hikûmet piştî pêkhatina dest bi hengav anîna pêwîst dike ji bo karê asayî kirinê û bi vegeriyana wê qeza û nahiyeyan ve ku li nûnertiyê de ser bi Kerkûkê ne û vê qonaxa li 29/3/2007 temam dibê û qonaxa serjimêrî li 31/72007 dest pê dike û qonaxa dawî jî ku lêpirsîne li 15/11/2007 temam dibê.

Em li vir dipirsîn çima birêz Serok Wezîr ji vê îltîzamê poşman bûye?

Hewldana şandina hêzên artêşê û dirûstkirina mîlîşiyayên bi navê (Encûmena Piştgîrî), hewleke ji bo danana lemper li ber birêvebirina maddeyê û ji holê rakirinê.

Mesele jî her cûle û bizavtekî serbazî nîne bi tenê û bes, ji ber ku mebest lê, paşqulgirtine li destûr û gûhertina rastiya ye, li gor dilê hinek berpirsên li Bexdayê.

Ji bo wê yekê em berengarê artêşa Iraqê nebûn, ji ber wê yekê ku artêşa Iraqê artêşa me hemûyane, em rûbirûyê wê rasparde û fermanan bûne ve ku taybetin bi artêşê û mebestekî siyasî li piştveye, eve jî metirsiyeke ji bo Iraqê û li ser artêşa Iraqê dirûst dike, arastekirina artêş ji bo navxwo û yek alîkirina ajandayekî siyasî li rêya bi karbirina artêşê ve dijî bi destûrin û binpêkirina destûre, li ber wê yekê ku destûr li birgeya yekema maddeya (9) de dibêje: "Hêzê çekdarên Iraqê û dezgehên asayiş, li pêkhatên gelê Iraq pêk tê bi li ber çav girtina hevsengî û rêjeya nûnertî kirinan bi bê cûdahî an dûr xistinê ve û dûr xistina wan, û divê stûxwariya Serkirdayetiya desthilata medenî bê, bergirî li Iraqê dike û nabê amarek ji bo çewsandina gelê Iraq û dest wernadê karûbarê siyasiyê ve û tu rolekî nîne li danûstandina desthilatê da".

Ku wate ji bo çi ferman bi artêşê tê dayîn ku biçê nav bajarekî aram û aramiya sînorê maddeya (140)ê ve, bi bêyî ku armancekî serbazî ronahî û eşkere hebê?.

Gelo sepandina sengîniya dewletê manaya destbilindiya serbaziyê digihîne?, Gelo "hevbeşiya destûrê "bi manaya binpêkirina destûrê tê?, gelo operasyona serbaziyên teror û teroristan dikine armanc, an dijî bi hevbeşên destûr û Hikûmet û proseya siyasî têne bikaranîn?.

Nûnertiyên Herêma Kurdistanê yên Li Derveyî Welat

Li birgeyekî din da daxûyaniya birêz Serok Wezîr, amajeyek ji bo vekirina baregeha nûnertiya diblomasiya Herêmê li derve heye û pirsiyar di derbarê destûrê ye ew baregehan vedike, bila carekî din em vegerîne ve li ser destûrê heta ku li navbera me de bibête dadwer.

Birgeya çarema maddeya (121) ê destûrê dibêje: "Nivîsîngeha taybet bi Herêm û parêzgehan li balyozxane û nûnertiya diblomasiyan da tê vekirin bi mebesta bi dûvdaçûna karûbara rewşenbîrî û civatî û geşepêdanê ".

Kû wate deqêkî destûrî heye rê bi damezrandina nivîsîngeha diblomasiyên Herêmê dide û karê wê nivîsîngehan jî hatiye diyar kirin.

Destewajeya "Nivîsîngehên Herêmê têne damezrandin... "ku li birgeya pêş da hatiye, bi wê manayêye ku "an bi destpêşxeriya Herêmê an Hikûmetî Federal dibê, û ji ber wê maddeyê amaje bi balyozxaneyan dike, ya rast eweye guzariştê "Nivîsîngehên Herêm bête damezrandin... "bi manaya karê hevbeşê di navbera Hikûmetî Federal û Herêm bêne cûdakirin.

Pêwîst bi wê axaftinê nake ku Hikûmeta Federal tû destpêşxeriyekî nebuye û tu hengavekî jî neavêtiye ji bo yarmetîdana vekirina van nivîsîngehan, eve jî wê yekê nagihîne ku em xwe bi kemterxemî nazanîn li wê rûyê ve, lê belê Hikûmeta Federal xwe parêzerê siyaseta derveye û pêwîste bi xwe destpêşxeriyê bike ji bo rêxistina kar û baran.

Sebaret bi pirsa vekirina nivîsîngehan jî nabê kêmek ji bo paşarojê venegerin.

Herêma Kurdistanê her li sala (1991) ê ve li rejîma Sedam hatibû rizgar kirin, eve bû dawiya çespandina navçeya aram bi biryara (688) ê Encûmena Asayiş û dawiya rabûna Hikûmeta Iraq bi vekişana hemû pêkhatê îdariyên xwe li Kurdistanê, bi deste û dam û dezgehên yasayiyên wekî Parlamen û Hikûmet li Kurdistanê hatine pêkanin, opozîsyona Iraqê jî û li navbera wan da hizba birêz Nurî Malikî muameleyan li gel rastiya Kurdistanê wekî beşeke rizgarkiriyê Iraqê dikir, eve bû Kurdistan li sala (1992) pêşwaziyê li mezintirîn komcivîneke opozîsyonê kir û prensîpa Federalîzm li nav dokumêntên fermiyan da cîhgîr kirin, wî demî peywendîkirina Herêmê û opozîsyona Iraqê li gel dinyaya derve li rêya kanalên diblomasiyên Hikûmeta Iraqê ve nebû, ji ber wê yekê ku hizbên opozîsyon nûnerayetiya xwe li çend welatan da hebû û Herêma Kurdistanê jî hewl da wekî Herêm nûnerayetiya xwe li hejmarek welatan da damezrîne. Nûnerên Herêm û hizbên Kurdistaniyan jî li derve, kadirê siyasî yê herî çalak bûn ji bo xizmetkirina doza Iraqê, bi hoya bûna revendekî mezinê Kurd jî li rojava û karameyî muamelekirina li tenê kûltûra rojavayî da, rolekî herî mezin hebu li rûyê goşkirina raya giştiya rojavayî dijî bi rejîma li navçûyî û herdem li xizmeta tênêtiya aliyên opozîsyonda bûye, bi hizba Serok Wezîr jî eve û bi hoya rastiya Iraqê û bûna revenda Kurd û karkirina li pênav handana raya giştiya li derve, hemû bi ser yekve bûna vê nûnerayetiyan pejirand, ji bo wê yekê ev nûnerayetiyên nû nînin û dibe ku li dawiya rûxandina rejîm û cîgîrkirina destûrê ev nûnerayetiyên li rûyê destûriyê ve diviya çarçêweyek ji bo wê bihata danîn, eve jî bi daxwaza karekî bi vî awayî dikîn û xwezî ev pirs gelek bi girîngî bihata çareser kirin, her wiha em amadene destpêşxeriyê bikîn û rênîşander bin ji bo çawayiya encamdana kar, bi taybetî piştî wê yekê Encûmena Nûnerên Iraqê yasaya karê rajeya derekî pejirand.

Girêdayîbûna Bi Destûr

Serokayetiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye bête nav gûftûgo û danûstandina bi navê çareserkirina pirsên helawestiyên li ser bingeha destûrê.

Li demên dawiya civinên Bexdayê jî biryara pêkanîna pênç lîjne hate dayîn ji bo lêkolînkirina proseya siyasî, ji ber wê yekê çend aliyek û li nav wan de hizba Deweya ji aliyê birêz Serok Wezîr jî, hest kirin prose berev arasteyeke nedirûst hengav tîne, ji ber wê yekê lîjneyek hate pêkanîn ji bo lêkolînkirina rewşa Hikûmet û çemkê hevbeş û pirsa wergirtina biryar û bingeha hevkarî û barê serbazî, asayiş û dezgehên artêşê û asayişê, li gel pêkanîna lîjneyekî pêwîst bi navçeyên xwedî pirsgirêkan, lîjneyek jî ji bo peywendiyên derve û lîjneyek ji bo lêkolînkirina pirsên neft û xaz û darayî.

Ev pênç lîjneyên ku hatin pêkanîn, li nûnerên her dû hizba Kurdistanê û Encûmena bilinda Hizba Îslamî û Hizba Dewe pêkhatiye û eve jî bi biryarên vê lîjneyan ve têne girêdan.

Lê belê mesele metirsîdare, ji ber wê yekê ku cenaba Serok Wezîr daxwaz ji xelkê din dike bi destûrê ve girêdayîbin, ev destûr bi xwe li sala (2006) li vê derbarê ve dibêje: "Kiryartirîn destûra cîhane, ji ber wê yekê ku kar ji bo cîhgîrkirina çemkên azadî û demokratî û rêzgirtina mafên mirov û binyatnana dezgehên dewlet û serweriya yasayê dike".

Niha jî tê û ji van axaftinên xwe poşman dibê, wekî çawa ku li gotara xwe de li roja (8/11/2008) dibêje: "Destûr li rewşeke pelê piroze û bi tirsa li paşarojê hatiye nivîsandin û têda kot û bendekî gelek xistine li ser desthilatên navendî û metirsiyê eve li holê daye Federaliyet dest bi ser dewletê da bigrê...".

Ku wate cenabê Serok Wezîr ku sond ji bo parastin û cîhbicîhkirina vê destûrê xwariye, niha dibîne destûr bûye girift û kêşe, li demek de rastiyê dûpat dike ku girêdayî nebûna bi destûr girift û pirsgirêk bi xweye.

Cenabê Serok Wezîr wisa dizane ku navendiyet çaresere "bi bê wê yekê ku nêrîneke ronahî bixe rû mebest çiye ji navendiyet ", li wê dema rastiya dîrokiya Iraqê ewê çespandiye her navendiyet bûbû bi hoya kurtkirina niştiman li grûpekî destnîşankirî û paşê jî li hizb û takekesekî diyarkirî da.

Ji bo wê yekê navendiyet nabête hoya bihêzkirina dewletê li Iraq da, ji ber ku dibê demê kontrol û sepandin, sepandin û kontrolkirinê jî, berdewam li demê kuştin û birîn û şerê navxweyî, li dijî hemûyan da bûye û hizba birêz Serok Wezîr jî li nav qurbaniyên vê awayê Hikûmraniya navendiyetê da bûye, xelkê başûr li perawêzê desthilatêda bûne û xelkê Kurdistanê jî hemwelatiyên pileya dû, navendiyet buye hoya li destdana baştirîn kesayetiyên hoza Dilêm û navçeyên rojavaya Iraqê.

Ji bo wê yekê araste ronahî eşkereye û ewê em ji helwêstên cenabê Serok Wezîr Nurî Malîkî encamgîrî û pêşbînî pê dikîn eve ne:

Pêxistina destûr, li ser wê yekê ku cenabê Serok Wezîr çendîn car behsa zerûreta gûhertina destûrê kiriye, em rojane wê rastiyê dibînîn û bi dûvdaçûnê jî pê dikîn, cihê daxê ye ku cenabê Serok Wezîr xwe beşdarî li nivîsîna destûrê de kiriye û pesnê destûrê kiriye, ku çi mixabin îro bizanîn an nezanîn bûye beşek ji proseya pêkxistina cîhbicîhkirina destûrê, ku proseyekî gelek metirsîdare, ji ber wê yekê ku pirsa hemwarkirinê karekî bicîhe li çarçêweya prosey destûrê û bi rêya Encûmena Nûneranve, lê belê ewê cenabê Serok Wezîr dixwaze, pekxistine nekû hemwarkirin, eve jî li aliyê sercem pêkhatan ve hatiye red kirin, tenê ji aliyê wan jî ve ku dijî bi destûr bûn.

Wergirtina biryaran li rêya rêxistina hizbiyan ve ji bo berjewendiya hizba Dewe (Bala cenabê Serok Wezîran) û çarçêwekirina biryaran, wekî ku bibêje biryara Hikûmetê bin, eve jî binpêkirina destûre û binpêkirina peymanan li gel hizbên din, li wê jî giringtir binpêkirina peyrewa xwedî Hikûmeta Federaliya Hevpeymaniye.

Hewldan ji bo bi serbazger kirina civat û pêkanîna çend qewareyek bi navê piştgîrîkirina li dewlet, lê belê li rastîda ew qewareyên yê yek take hizbin, karekî bi vî awayî mafê hizbe bîke, lê belê li çarçêweya rêxistinên civatî medenî û bi navê dewletê ve nebê.

Ji Bo wê yekê karê Hikûmet li gor yasayekî Encûmena Wezîran ve nebê û heta ku Encûmena Wezîran bi bê tû peyrewekî navxweyî û li ser pêkhat û karên rayî bike, bi vê jî biryarên destpêka li nivîsîngeha Serok Wezîr û li aliyê (Serkirdeyên Hizba Dewe) ve û pê dişînin û paşê jî dixin li ber Encûmena Wezîran.

Cenabê Serok Wezîr eve dûbare dike kû desthilata cîhbicîhkirinê heye, lê belê maddeya (66)ya destûr, desthilata cîhbicîhkirinê bi vî awayî ye ku diyar kirin: "Desthilata Federaliya cîhbicîhkirinê ji Serokê Komar û Encûmena Wezîran pêktê û desthilatên xwe li gor destûr û yasayê rave dikin".

Bi vê jî destûr desthilata cîhbicîhkirinê daye Encûmena Wezîran, birêz Nurî Malîkî jî Serokê wê Encûmenê ye, ku wate biryare nûnertiyên pêwîste ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi Serokayetiya Malîkî werbigrin, neku biryarên ji aliyê Malîkî bi xwe ve bête dayîn ji bo Encûmena Wezîran, ji bo wê yekê ji birêz Serokê Wezîr ronahî dikîn "Ewê Serokayetiya Encûmena Wezîran dike mafê wê yekê nîne biryara yek aliyek bide, eve jî dibêjin ku ew li encama hevpeymaniyekî siyasiyê ve posta Serok Wezîr xistiye stûyê xwe.

Eşkereye ku destûr daxwaza danana çend yasayekî kiriye ji bo çendîn babet û li bi warê cûda cûda de, Hikûmet jî dibê girêdayî bê bi amadekirina projeya wê yasayê, lê belê ji ber wê yekê ku Hikûmet proje yasayê pêşkêş nekiriye, ji bo wê yekê nivîsîngeha Serok Wezîr tê û li karên xwe de pişt bi wê yasayên kevin dibestê ku li serdema rejîma rûxayî da hemû desthilatekî yasadanan û cîhbicîhkirina daye Encûmena Serkirdayetiya Şoreş (Meclîsa Qiyadeya Sewre) pişt bestin bi wê yasayên kevin dijî bi destûre, ji ber wê yekê dezgehekî yasadanan li welat da heye.

Lê belê li vir da piştbestin bi wan yasayan, manaya wî eweye vegerana bo Encûmena Wezîran û Encûmena Nûneran nebê, bi wê yekê ku desthilat bi xêra wan yasayane bo Meclîsî Qiyadey Sewre û Serokê wê bûye, gelo cenabê Serok Wezîr xwe dixe cihê wan dam û dezgehan?!.

Li dawiyê jî da dûpat dikîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayiye bi destûra Iraqê û bingeha hevpeymaniyê û peymana mohrkiriya di navbera hizb û pêkhatên Iraqê, bi wî awayî xizmet bi berjewendiyên sercem pêkhatên gelên Iraqê bike, projeya me jî projeyekî demokratiye ji bo hemû Iraq, her wiha dibêjîn ku Iraq bi tenê pêkhatên xwe ve bi hêz dimîne û herdem li demên binyatnana stûna Federaliyan ve dimîne, bi dabeşkirina desthilat û samanan jî bi demokratî dimîne, eve jî li rêya pêkve anîna asayiş û aştiya navxweyiyê ve, berev pêşve hengavan diavêje û pêş dikevîn, eve jî bi baweriyê pêwîste bi bingehekî hevpeymanî wekî songeyek, li gel hevbeşiyê li Hikûmet û hevkarî li biryar dirûstkirin û biryardanê da.

Dîsa em dibêjîn ku mercên me destûre û li her karêkî jî da henayê pê dibîn û dikîn bi dadwer, cenabê Serok Wezîr tiştekî baş we kir, dema we keremkirî serdema pesindanê bi ser çuye, ji bo wê yekê jî em li aliyê xwe ve ji îro bi dawiyê de bi tiştek razî nabîn ku serpêçkirina destûrê têda bê, êdî serpêçî li berjewendiya me da bê, an jî li dijî me bê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
01/12/2008

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.