Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 29 October 2008

[center][size=x-large][color=#CC0000][b]KONFERANSA ŞÊX FEXRÊ ADIYAN[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://img518.imageshack.us/img518/1310/seyxadiuv0.jpg[/img][/center]

Ji bo derbasbûna 15 salan li ser demezirandina MALA ÊZÎDIYAN li bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) em konferansekî zanistî di bin navê: „Şêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî" de pêk tînin.
Armanca vî Konferansî ew e, ku edeba berî nehsedsalî, yaku ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên Êzdî ve, mîna Pîr Reşê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê al-Tewrî, Şêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Şeref û taca wan Şêx Fexrê Adiyan li Geliyê Lalişa Nûranî, bi kurmanciya resene xweş hatiye nûjenkirin û hûnandin, bi we hêjayan bidine naskirin. Jiberku heya niha kêm lêkolînî li ser vî mijarî hatiye kirin û jiber giringiya wî ya dîrokî, em dixwazin balkêşiya lêkolînvan, zaniyar û dîroknasên Kurd û Ne-Kurd bînine ser.

Em ji gelê Kurd wisa bi hêvî ne, ku ew çawa li helbestvanên xwe yên gewre mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xweyî derdikeve wisa jî li Şêx Fexrê Adiyan û hevalbendên wî xweyî derbikeve.
Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd dused heya bi sêsedsalî bi pêş ve bibe û di nava edebyetzaneyên cihanê de cihekî layîq û bilind bigre.
Ew edeb, heykeleke ji edebiyeta cîhanê yê kevnar e, lê mixabin di bin kelefên nerastiyê, niheqiyê û înkarkirinê de maye veşartî. Ji me rewşenbîran tê xwestin, ku wê toz û dûxana ji ser bidine aliyekî, daku cîhan rastiya wê bibîne.

Semînarvan:
Prof. Dr. Celîlê Celîl (Aûstirya), Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Reşîd (Avistraliya), Dr. Xanna Omerxalî (Rûsiya), Dr. Nûra Cewarî (Avstraliya), nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Duhok, Herêma Kurdistanê), Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babaşêx (Duhok), Şewqî Şemo Îssa, Xêrî Bozanî (Duhok), Hecî Elo, Kerîm Silêman (Duhok), Resen Hesen Cindî (Duhok), Bavê Azad, Se'îdê Silo (Duhok), Kovan Xankî (Duhok).

Dem:
31. 10, seat 18.00 – 22.00
01.11.2008, seat 11.00 – 19.00
02.11.2008, seat 11.00 – 16.00

Cî û têkilî:
Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan li Oldenburg
Eidechsenstraße 19, 26133 Oldenburg
www.yeziden.de, [email protected] Fax: 0049 (0)441 4850557

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][b]* * *[/b][/center]

[b]KONFERANSA ŞÊX FEXRÊ ADÎYAN[/b]

Hîmdarê Dibistana Felsefe
Û Edeba Kurdî
Ji bo 15emîn salvegera damezirandina Mala
Êzîdiyan ya bajarê Oldênbûrgê (Elmanya)
konfêransa zanîstî bi têma: „Şêx Fexrê Adîyan
- hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî“
31.10–02.11.2008 tê organîzekirin.
31.10.2008
Mod Sadik Dizgûn
18.00 Hevdîtin
18.30 Qewlek ji qewlê Şêx Fexrê Adyan,
Qewlbêj Merwan.
18.50 Vekirina Konfêransê, 15 salya
damezirandina Mala Êzdiyan li bajarê
Oldênbûrgê û bixêrhatina mêvanan,
Têlîm Tolan, Serokê Mala Êzîdiyan
19.10 Şêx Fexrê Adiyan û edeba Ezdiyan ya
sedsalên 11-13 an, Dr. Eskerê Boyîk,
Serokê komîtêya rewşenbîrî ya MÊO
19.40 „Meshefa Reş“ bi zar li nav sîstêma
Qewl û beytên Êzdiyan da,
Prof. Dr. Celîlê Celîl.
20.10 Pirs û bersîv.
01.11.2008
Mod Şewqî Îsa , Ali Tuku
11.00 Peyva MÊO, Cîgirê Serok Şihap Dag.
11.10 Êzdî û çanda Kurdî: Pîr Xidir Silêman:
Parlamentarê KRG, Serokê Bingeha Laliş
11.30 Qewl û meneyên Êzdiyan û rola wan. Li
ser pirsa himberîhevkirina Êzdiyatyê,
Yarisan (Ehl-ê Heq) û Zerdeştiyê,
Dr. Xanna Omerxalî.
11.50 Şêx Fexirê Adiyan û hinek pirsên
dîrokî: Bavê Azad
12.10 Pirs û bersîv.
12.40 Navbirî.
13.00 Serdema Şêx Fexirê Adiyan: Awirek li
rewşa ramyarî û çandî li Rojhilata
Navîn û Cihanê, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan.
13.20 Berhemên Şêx Fexir û Şirovekirnek ji
Qewlê Texta wek mînak,
Resan Hesen Cindî (Duhok).
13.40 Melik Ferxeddînê Şemsanî, Hecî Elo
14.00 Pirs, bersîv, axaftin.
14.40 Xwerina nîvro.
16.00 Çewetya naskirina têkstên rast û durustên
dyaneta Êzdiyan,
Bedel Feqîr Hecî.
16.20 Şêx Fexrê Adiyan, jîyan û berhem,
Xêrî Bozanî (Duhok).
16.40 Şêx Fexrê Adiyan, Qewlên wî yên pîroz û
felsefa wî,
Şewqî Şemo Îssa.
17.00 Pirs û bersiv, axaftin.
17.40 Navbirî û şîv.
19.00 Bernema hunurî, çandî.
02.11.2008
Mod Dr. Xanna Omerxalî, Bedel Feqîr Hecî
11.00 Peyva MÊO, Kazim Oba
11.10 Şêx Fexir û berdewamiya rola ulmê wî li
nav Êzdiyatiyê de,
Îdo Babaşêx (Silêmanî)
11.30 Sofîzm û Şêx Fexrê Adiyan,
Kerîm Silêman (Duhok).
11.50 Înformasya derheqa gotarên wan
hevalan da yên berhemê xwe şandine lê
nikaribûnê beşdarî Konfêransê bibin,
Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Xanna Omerxalî,
Resen Hesen.
12.10 Pirs û bersîv, axaftin.
12.40 Navbirî.
Mod Dr. Eskerê Boyîk
13.00 Pîrozbahî û masaj ku şandine
konfêransêra, Sadîk Dizgûn.
14.10 Biryarên Konfêransê.
14.50 Qewlek ji qewlê Şêx Fexrê Adiyan,
Pîr Dîma.
15.00 Dadan.
Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan Oldenburg, Eidechsenstraße 19, 26133 Oldenburg, Fon: 0049 (0)441 4850555, www.yeziden.de,
[email protected], Fax: 0049 (0)441 4850557, Mitglied im Zentralrat der Yeziden in Deutschland, Endamê Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.