Birano!
Ji We Tevan Rica û Tikayê Dikim!
Ji vir û pê ve ne kevin guftûgoyên bi Evdoperestên Turkofon re!
Ev parçeyek ji pîlanên dewletê ye, ku kurd bi vî hespê Trûva\'yê re serê xwe vala kin!!
Ji vir û pê ve bikevin nav raman û hizirên kûr û dûr (!!!!) ku em çawa ji ber lîstinên vî negbetî xelkê xwe yê nehaydar hişyar bikin!!!!????
Em çawa haya xelkê pê bixin ku Evdo hespê neyara ye!!
Evdo ji bo tirka dibeze! Ne ji bo kurda!!!
Xelkê me guneh e, bêxwedî ye, bêsewad û bê serî ye.
ORDIYA RANTÇIYÊN TURKOFON tevî dewletê vî gel û vî welatî xwarin. Hestî jî ne ma!
Di ser de jî pêşeroj û ayendeyê vî milletî hat firotin!
Ne tenê evroj, sibe jî hat xistin di bin îpotek\'ê de!!
Xwedê giravî ew kurdîtî û kurdayetiya ku ew dikin tev QELP e, sexte û derew e.
Xelkê me bi KURDÎTIYEK QELP dixapînin.
Loma dewlet rê dide ev cûre kurdîtî belav bibe!
Ma we qet dîtiye ku tirk rê bide kurdîtiya rastî belav bibe.
Di rastiyê de ev \'kurdîtiya\' wan TURKIYELILÎK e ta jî TURKLEŞMEK e di encamê de.
Heger bi rastî kurdîtiyê dikin bila bibêjin KURDISTAN û KURDISTANÎBÛN.
Ji ber ku kurdîtiya ji KURDISTANÎBÛNÊ vala ye ew ne kurdîtiya rast e.
LOMA MİN KURDÎTÎ NAVÊ!!!
MIN KURDISTANÎBÛN DİVÊ!
Ji roja (1994) ku Ocelan got EM QET Û BILLEH JI TIRKAN VE NA QETIN, wê rojê me ew kî ye fam kir. Mxabin hinek dereng bû, lê vegerîna ji zererê her dem kar e.
Birayê We
Rustemê KURDISTANÎ