بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

PASKİRİN, KÎ Çİ DİXWEZE?


Gelek zemane li Tirakya, Antolîya û Kurdistana Bakur li ser referandumekê tete axaftin. Hukumeta Erdoğan dixweze 12 Îlonê 2010, zededetirîn dengan bigire û çend gorînen piçuk di Desturnama Tirkîyayêda (Hinek dibejin Makzagona Tirkîya) karbîne. Dema mîrov pêşnîyrên ku ten xwestin dixwîne, tiştekî şaş nabîne. Mafê sendîqayêtîyê bona kermendên dewletê, rabuna paraztina genaral û leşkerên ku 12 Îlon 1980, bi cuntayekê hatibun ser dara Tirkîya, zarokanra maf û paraztin û daxwezîya çend gorînên pozîtîf yên din. Qe tu mîrovperwerek nikare li ber van daxwezîyan bisekine û wanra beje na.. Daxawa li vir tiştek tê bîrkirin; dema roj derdikeve hemuyan ronahî dike, dema baran dibarî li ser hemûyan da dibarî, dema erd dilerze erda hemuyan dilerze, dema kizîngên niftê yên BP yê di nava okyanusêda diteqin û nift di nava okyanusêda bel dike okyanusa hemu mîrovan jahrî dibe. Li seranserî dinyayê hemu gorînên pozîtif bona mîrovetîyê başin, hemu yên xirab zerarên mezin digehîjînin mîrovetîyê. Alîyê reformandaji ew rasteyetî wusaye. Eger Li Tirkîyê hinek reformên pozîtîf pêk tên, ew tişteki ne xirabe. Li vir rengê pişikê ewqas mihîm nîne, pişik dikare mişkan bibigire an na, ew mihîme. Sedansed kesek nikare bizane dilê Erdoğan û hevalên wî da çi heye û ew diwarojda çi bikin? Bi farazî û xeyalan kesek nikare bete mehqumkirin. Mirov dikara tenya li ser rasteyetîya naha biaxife, naha çi tê kirin, ew gorin nanên kê run bikin û kera bibin jahr?

Bona referandumê sê peran xwe daye dîyarkirin. Perê yekhem bona referandumêye, partîya Erdoğan AKP û mîroverperên ku li Kurdistana Bakur, Anatolîyayê û Trakyayê bona pozîtîfîzmene dixwezin 12 Îlonê 2010, bibên erê. Bi erê gotina xwe dixwezin peşîya reformên din vebikin, dara Sektora Kemalê Selanîki sistbikin. Bi erê gotina wan çend didanê leşkerên Tirkîyayê ji bilivin.

Perê dudîya; pererekî nijadperezte, partî grup û kesên ku dijî pozîtîvîzmene û li ber referandumê derdikevin di nava vî perîdane. Ew perê na ye. Partîyên nijadperez yên wekû CHP, MHP û yên “çep” yê din di nava vî perîda cîhyê xwe girtine, bi qweta xwe ya dawîyê, dixwezin Sektora Kemalê Selanîki bibarêzin jîyana Komara Tirkiya yê direj bikin. Bi vê referandumê çep û rastên Tirkîyayê xwe rind paskirin, ruyê xwe bê perde dan nîşan, mîrovetî carek din dibînî ku; ew hemu yekin û bona paraztina Sektora Kemalê Selanîkî, bi rih, xwîn û can amadene.

Perê sisîya perê boykoteye û navê Kurda derketîye. Bo Kurda pewîste em li ser vî perî bisekinin. Ew per bi navê BDP pêşketîye. BDP bi gor zagonên Dewleta Tirkîyayê hatîye damezrandin û di nava Parlemena Tirkîyayê da xwedî grupe. Kontrola BDP di destê Partîya Kemalîstên Kurdistanê daye. Di paş partîya BDP da em bixwezin an nexwezin, nezîka deh mîlyon Kurdên aktîv hene. Mîlyonan Kurdan bona diwaroja Kurdistanê xwe bi vê partîyêra girêdane, aktîvin û her roj nava çalekîyandanê. Plan ewe ku bi hostatî enerjîya Kuran bete girtin, Kurd bê taqet bimînin û dîsa li ber dewleta dagirker ya Tirk melis bibin. Bi vê partîyê plan ewe ku; Kurd ji dewletbune bene durxistin û nava çarçova Tirkîyêda bene zîndankirin. BDP ji nava xwe da du pere: yeku bi dil û can rastî bo Kurdistanê dixwezin tiştekî bikin û yên ku bi sîyaset deq û dolap Kurda her roj zedetirîn Tirkîyayê va dizeliqînin.

Bi serketina boykota BDP li Kurdistana Bakur çi derkevî hole: perê ku bo Kurdistanêye dixweze bi boykote seranserî dinyayêra beje ku; li Kurdistana Bakur bingeya partîyên Tirk nemaye, temamîya Kurdistana Bakur ketîye bin kontrola Kurda, pewîste qweta Kurda li ber çava bete girtin û dewleta Tirk mecbure Kurda ra danişe. Perê ku bi deq û dolaba di nava Kurda da kar dike, pîle Partîya Kemalîstên Kurdistanêyê ew bi boykote dixwezin qweta xwe dîyar bikin û li ser gelê Kurdistana Bakur bînin şuxulandin, kesek xencî wan ew qas pîr û pak nîne, ew ava herqanin, bê xwelin û mîna weku şîrê spîne.

Di rasteyetîyê da boykotkirine BDP, boykotkirinek puçe, di nava Dewleta Tirkîyê û çarçova we da mayîn û boykot tezatek mezine. Qwetekî peşkevtixwez kû dixweze di nava Dewlete Tirkîyêda bijî, pewîste qet tu car peşîya reformên pozîtîf nesekîne, ber wan veke û tenê bona gorînen pozîtif pişgirîya wan reforman bike.
Boykot dema mîrov dewleta Tirk û dara we her awayî qebul nake û pey dara Kurdane, rast dibe. Seroketîya BDP bona dara Kurda nîne, ew hebuna Dewleta Tirk li Kurdistanê rast dibînin û dixwezin di bin bandura Dewleta Tirk da bijin. Bîrmekin aqildarên wan çawa Parlemena Kurda ya Sirgunê li Derwayî Welat bi runiştinekê da dan feşilandin, çawa navê Kurda li Dinyayê rezîl kirin. Ew aqildar îro boykotê dixwezin. Wan Parlemena Kurda ya Sirgunê li Derwayî Welat nedana feşilandin îro dikarîyan bejin em hebuna Dewleta Tirk li Kurdistanê qebul nakin, bandura wan naxwezin, tenya derheqa meda Parlemena me dikare biryar bide, pewîste Dewleta Tirk berpirsîyarên vê parlemenera danîşin û bona aşitîyekê gavên dîrokî bavêjin. Wan Kurd deq û dolaban xwepandin, dostên Kurdan xwepandin, wan mîrovetîya peşkevtîxwez xapandin. Ew aqildar îro Kurda bi boykote dixwepînin û şîwekî tuj erişê dibin ser Kurdên dilsoz, laf û gefên wan dixwin.

Ava Boykota BDP û ava hezên nijadperez yên Tirkîya digehîjin golekê. Ew gol, gola Sektora Kemalê Selanîkîye, di salên 1923 virda Kurda dixendiqine. Qe tu Kurdeki bi ruhmet pewîste bi yek dilopeke jî be, bi yek zereyeke jî be vê golê mezin û xurt neke. Bo Kurda pewîste ew gol bete zakirin, kî qwilekê vedikê û ava vê golê kem dike bo me başe, pewîste em ber wan negirin.

Ez çaresekirina problema Kurdistanê di nava zagonên Tirk da nabînim, nava Parlemena Tirkîyayê da nabînim, hebune wan li Kurdistanê bona me felaketik mezine. Boykot pewîste her alî va boykot be, ne bona xapandina Kurdan. Boykot û nava Tirkîyayê da jîyan xwestin tezatekî mezinin. Raste deng dengê boykote ye feqet hun bîna vê boykotêra çi bejin? Bînekî gemar, bînekî dagirkerîyê, bina xidamî û xulamîyê.

Fikra min ewe ku gorînên ku bi vê referandumê tên xwestin pozîtîfin. Kemasî û zedebuna wan tiştekî dinin. Pewîste Kurd ava Kemalîstan bi dilop û dilop, bi kefçî û kefçî, bi hesk û hesk, bi tanker û tanker kem bikin, mecal destê wan kevî ew qwilên mezin vebikin durajî benda wan biteqînin û wan bifetisînin. Serketina Kurda, binketina Sektora Kemalê Selanîkî va girdedayîye. Ji ber vê ez dibejim: di vê katêda boykot bona Kuda ne raste, luksekî mezine, pewîste bona referandumê erê bete gotin û bona Kurdistanekî serbixwe mêşa azadîye nete rawestan. Bîrmekin rindî û xirabî destê me daya, her gorînek pozitîf ji bo me jî rinde û bona Kurdistanekî serbixwe karê me asan dike.

Bîşar Norşîn

06.09.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.