بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

REWSA NIHA YA TELEVÎZYONVANÎYA KURDÎ Û BENDEWARÎ

Li cihanê cara ewil wesanên televîzyonê di sala 1925 ê de li Londra de dest pêkir.PiStî vê dîrokê yekem wesana televizyonê ya dirust di sala 1936ê de bi navberîya BCC dîsa li Londrayê pêkhat.Li DYA jî yekem kompanyaya televîyonê NBC(National Broadcasting Company).Pistî serê Cihanê ya II. Teleciyon bi lezekî mezin di nav jiyana civakî de cihê xwe girt. Bi pêsketina teknolojî re televizyon jî ji nav peresendinek mezin de derbas bû û li hemû Cihanê bi milyonan kes ji xwe re girêda.Televizyon dahênanek wisa bû ku bi rastî jî bandora xwe li ser hemû warên jiyanê heta ser polîtîkayên dewletan,hest û jiyanê mirovan û ser îdeolojîyan jî kir.Niha di cihanê de bi hezaran satalaytî,herêmî,ser înternetê televizyon heye û ji alîyên bandorî(di her warî de),aborî,civakî û sektorî de hezekê pirr mezine.Ji malekê bicuk bigrin heta bi telefonên mobîl ev amûra ku yek ji nûvedana sedsala dawîn tê hesibandin tê temase kirin.

Netewa Kurd cihê xwe bi nasnameya xwe di televîzyonê de gelek dereng dît.Lê televîzyonvanîya satalaytî ya Kurdî ne ewqas dereng destpêkir.Ji ber ku ciranên Kurdan wek- Ereban di sala 1993an de,Tirkan jî 1992 an cara yekem xwedî televîzyonên navnetewî-satalaytî bûn.Bo netewa Kurd vê dîrok 1994 e.

Bi destpêkirina wesanên herêmî a televîzyonên PDK û YNK 1991an ji vir ve nêzî 15 sal derbas bû.Di 15 salan de televîzyonvanîya Kurdî gelek pêsket.XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK wesan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî wesan dikir.MED TV di sala 1994an de dest bi wesanê kir û di sala 1999an de hate girtin.Pistî girtina MED TV, MEDYA TV dest bi wesanê kir.MEDYA TV jî di sala 2003an de hate girtin.Di heman salan de(1997-1998) Kurdistan TV û Kurdsat TV jî bi sêwaya satalaytî dest bi wesanê kirin.Televîzyona fermî ya Îranê Sahar TV jî her roj nêzî 6 katjimêr Kurdî wesan dike ev bo Tirkîye û Surîye mînakeke base.Televîzyona fermî ya Tirkîye TRT jî 2004an de di hefteyê de katjimêrek dest bi wesanê Kurdî(Kurmancî-Dimilî) kir.Bi xebat û hewildanên kurdan û bi alîkariya Ewrûpiyan di qanûna wesanî ya Tirkiyeyê de derbendek vebû. Sembolîk be jî dewlet di radiyo û televizyona xwe de mecbûr ma ku dest bi wesana Kurdî(kurmancî-zazakî) bike.

Herî dawîn sala 2005an de ji Kurdistana Azad televîzyoneke bi navê ZAGROS TV û avayekî satalaytî(Zagros TV bo demekê tenê wesana xwe ya bejayî dike) û bi weşana bejayî dest bi wesanê kir.Her wiha li Ewrûpayê televîzyoneke Kurdî bi navê ROJAVA TV di 11 Adara 2005an de dest bi wesanê satalaytî kir.Kurd edî delfet û hesanîyên teknolojî jî hêdî hêdî bi kar tîne.Mînaka dawîn a vê yekê ev bû ku di sala 2004an yekem televizyona înternetîya Kurdî bi navê KNN TV(Kurdistan News Network) dest bi wesanê kir.Li ser internetê wesan erzan be jî,bêqelîteyî û ji ber hin sedemên din,wesanên ku ser înternetê tên kirin zêde bal naksîne. Li ser înternetê herî dawîn di Sibata 2005an de bi navê ÊZÎDÎ TV ku ji layê Kurdên Ezîdî ve hat avakirin,dest bi wesanê kir.ÊZÎDÎ TV 24 katjimêr wesan dike.

Li bakurê Kurdistanê hin televîzyonên cigayî hindik be jî bi zimanê Kurdî wesan dikin,piranî klipên Kurdî diwesînin.Niha televîzyonvanîya Kurdî de valahîyek mezin heye.Gel li benda televîzyonên nû de ye.Televîzyonên li Kurdistana Azad ku hejmarê wan nêzî 20 e û herêmî wesan dikin divê derbasî satalytê bibin.Bi vî avahî ewê valahîya hanê hinek be jî tije bibe.Televîzyonên Kurdî de ji ber rewsa wan a aborî û mîsyona wan a sîyasî profesyonel bûn ne pês da ye. Divê televizyonên gelê Kurd jî bi dehan be.Divê nûjen û bo muzîkê,belgefîlmê,çandê,dengubasê,teknolojîyê û hwd... li gor mijar û şaxan televîzyonên cewaz bêne ava kirin. Di serî de mijarên wek diplomasî, pêsxistina çand, huner, muzîk, ziman hwd... a Kurdî bibin hîmên bingehîn ên televizyonên Kurdî. Divê bi dehan televiyonên Kurdan bêne avakirin.Belam wek televizyonên Tirkan bêqelîte,tere tûre,bêrûkar û bo pêsketina civakê de bêbandor be, 50 heb televizyonên Kurdan jî hebin vala ye,hêç nebe baştir e.Asta wespa televizyonvaniya Kurdî divê li ber hemû mijaran be.Kurdistana Basur de bo pêsketine mediayaya Kurdî bingeh diruste. Li gel kêm bûna amûrên ragihandinê di serî de kêmbûna televîzyonên Kurdî û Medyaya Kurdî de kêmasîya din nebûna profesyonelbun e .Divê berî her tistî vê kese bê çareser kirin.

Kêseya Aborî û Bêreklamî

Ji ber ku reklam tuneye organên mediaya kurdî jî nikarin wesanê xwe bidomînin.Di serîde jî pêsketina televizyonvanîya Kurdî bi gisti hemû medyaya Kurdî girêdayê zêde bûna hatinîya reklaman e.Divê di serî de karsazên Kurd edî dev ji cebanîyê berdin û bo pêsxistina medyaya Kurdî pêseng bin.Organên medyaya Kurdî jî divê xwe bas îfade bikin.Divê bi avayekî hişparêz bê vegotin ku kar û qezancên sirket,dezgeh,karsazên Kurd û sirket û marqayên navneteweyî ewê di medyaya Kurdî de bi weşandina reklamên xwe zêdetir be.Girse û potansiyela bazirganî û xerîdarî li Kurdistanê gelek mezine..Bi riya reklaman ragihiştina vê potansiyelê li gel zêdebûna karên wan marqe û sîrketan her wiha pêsketin û gesedena medyaya Kurdî jî bi xwe re bîne.Her wiha reklamên ku ji layê dezgehên medyaya Kurdî tên amade kirin ger ji aliyên teknîk,vegotin,grafîk,musîk û hecedarîyên din de pêwîstîyên serdema me re bikaribe bersivek bide ewê hin zêdetir şirket,dezgeh,karsazên Kurd û sirket û marqayên navneteweyî bo wesandina reklamên xwe hin hêwer nêzik bin.Girîngîya reklamê divê hin zêdetir bê têgihîştin û vebêjin.Di serdema kapitalist de bi di qalibên teng de mayîn û bi ramanên kevn-îdolojî tevgerîn xetereke pirr mezine.

50 Mîlyon Kurd,5 Heb Televîzyona Satalaytî!

Niha bi Kurdistan TV ,KURDsat TV,Zagros TV,Rojava TV 4 televizyonê Kurdî ku bo berjewendiya gisti,netewî-stratejîk û pêsxistina çand,huner,muzîk,wêje,diplomasî û bi gistî bo berdawamî û pêsketina saristanîya Kurdî wesan dikin.Ji wana tenê Kurdistan TV û KURDsat TV 24 katjimêr wesan dikin.Ev her 2 televizyon jî ji hêla teknîk,dekor,grafik û naverok de nikarin bi %100 bersiv bidin.Bersiv bidin jî 2 televizyon bi avayekî xwezayî qîm nakin.Roj TV û Me TV jî ku bi zimanê Kurdî wesan dikin tenê bo “xweda“ kirina kesekî û Tirkîyeyî kirina Kurdan re xizmet dikin.Wesanên Roj TV û Me TV de ji xeynî propagandaya “Komara Demokratîk“ û “Civaka Ekolojîk“ tistek nîne.Ji wesandina bernameyên Tirkî yên çandî-hunerî-stran bigrin dijeyatî kirina Serxwebuna Kurdistan û pêsketinên li Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hiş ramanên gel û yekîtî û hişmendiya Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên Kurd heta xepandin û veşartina rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiştên vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina têkosîna serxwebûn û pêsketina Milletê Kurd) her wiha şaş qenalize kirina Gelê Kurd, ango her tistê ku dijî berjewendîya Kurdistanê di dema niha û dahatû de ye di wê 2 televizyonê de henin. Di nav wan xebatkarên televizyonan de dibe ku kesên bas an jî Kurdperwer hebin lê dîsa jî ev tist rastîyê naguhere.

Di vê gavê de bi lêz bo rizgar kirina Kurdistana Bakur ji vê rewsa kambax û bêbandor kirina politikayên xeter yên hin hezên “KURD“ --ku bi dagirkeran hevkari dikin û Tirkîyeyî ango Tirk kirina gelê Kurdistana Bakur hewl didin-- û pêkanîna hişmendiya netewî, damezirandina televizyoneke neteweyî pêwîste.Lê televizyonek wisa ne tenê bo Kurdistana Bakûr divê di serîde kêseyên Kurdistana Azad(wek meseleya Kerkûkê û hin kêseyên girîng) û bo hemû Kurdistanê bi her 2 zaravayên sereke(kurmanciya jor û jêr) wesan bike.Divê pêkhatina vê hewcedarîya girîng bi pelamareke(qampanyayeke) bê dest pêkirin.Bo vê pelamarê jî malperek divê were saz kirin û di vê malperê de bo pistgirîya vê telezîyonê xebatan bêne mesandin.Ango zûtirîn kat de divê di serîde bo avakarina televizyoneke netewî-Kurdperwer bo Kurdistana Bakur û bi gistî pêsxistina televizyonvanîya Kurdî bikevin liv û tevgerê.Televizyon di medya de amûrê herî girînge.Girîngîya ragihandin,teknolojî bi gistî medya bo kurdan li gel erke xwe ya danûstandinê vatinî ya pêsxistina hestên neteweyî û ber bi çûyîna azadî û di her qadê de pêsketina netewa Kurd jî dike.Divê her Kurdek bo damezirandina televizyonek(an jî televîzyonên) wisa çi ji destê wê tê bila bike. Pistre dibe ku pirr dereng be?

Hin Televîzyonên Kurdî yên niha (2005);

Navê Televîzyonê
Cih
Sêweya Wesan
Navnîsana Malper

KURDISTAN TV Ji Kurdistana Azad(Basur) 24 katjimêr wesan dike.
Satalyt-Netewî
www.kurdistan.tv

KURDSAT TV Ji Kurdistana Azad(Basur) 24 katjimêr wesan dike.
Satalyt-Netewî
www.kurdsat.tv

ZAGROS TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.(Niha bo demekê ser satalytê wesan nake)
Satalyt-Netewî

ROJAVA TV Ji ewrupa wesan dike.
Satalyt-Netewî
www.rojava.net

ME TV Ji ewrupa wesan dike.
Satalyt-Netewî
www.metv.dk

ROJ TV Ji ewrupa wesan dike.
Satalyt-Netewî
www.roj.tv

EZÎDÎ TV Li ser Înternetê 24 katjimêr weşan dike.
Înternet-Netewî
www.ezidi.ru

KNN TV Li ser Înternetê wesan dike.
Înternet-Netewî
www.knntv.net

SAHAR TV-BESA KURDÎ Ji Îranê wesan dike.Besa Kurdîya tv ya Komara Îranê ye.
Satalyt-Netewî
www.sahartv.com

GULAN TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
www.gulan-media.com

XAK TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
www.khaktv.com

KTV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.
Herêmî
www.ktv.cjb.net

PERWERDE TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
--

PUK TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
www.pukmedia.net

KCP TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
www.kurdistancp.org

PDK TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
--

KTV-DUHOK Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
--

U TV Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
--

T.GELÎ KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Basur) weşan dike.
Herêmî
--

S TV-KURDÎ Ji Kurdistana Azad(Basur) weşan dike.
Herêmî
--

TV KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Basur) wesan dike.
Herêmî
--

GUN TV Li Bakurê Kurdistanê(Amed) Weşan Dike
Herêmî
www.gunradyotv.com

TRT-BESA KURDÎ Ji Tirkîye wesan dike.Besa Kurdîya tv ya Komara Tirkîye ye.
Satalyt
www.trt.net

KURD TV-I Ji Kanada wesan dike.
Herêmî
www.kurdtv.com

KURD TV-II Televîzyona Kurdî li Danîmarka
Herêmî
www.kurdtv.dk

TV LI USA&CANADA

http://www.kurdistantv.net

Televîzyonên Cîgayî(Mehelî)

DUHOK TV
Li Kurdistana Azad(Duhok) Weşan dike.
www.ktvonline.com

KERKUK TV
Li Kurdistana Azad(Kerkuk) Weşan dike.

TV KURDISTAN
Li Kurdistana Rojhilat(Sîne) Wesan dike.

GUN TV
Li Kurdistana Bakur(Amed) Wesan dike.
www.guntvradyo.com

Bernameyên TV\\\'ên Kurdî

SABATÎ STRAN www.sabatistran.com

MERG Û ÇÎMEN www.mergucimen.tvk

JIVANA STRANAN http://jivanastran.ktvonline.com

SIMIRÊ TAVSORKE http://people.freenet.de/helbest/

Ez ,bi hêvîya dahatûyekê xwes û sad di Kurdistaneke serbixwe û azad de NEWROZa hemû Netewa Kurdistan pîroz dikim.Û bangê xebatê dikim da ku pîrozbahîya NEWROZê edî di Kurdistana Serbixwe de be.

Serhad B.RÊNAS

B.KURDISTANÊ-AMED [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.