بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hevpeyvîn ligel birêz Şefîk Pêşeng li ser bûyerên Iraqê û Kurdistana Başûr

Aso Zagrosi: Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-’Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?

Şefîk Pêşeng: Bêguman dîrok car caran bûye şahidê komployan jî lê ez bi xwe di pirs û pirsgirêkên civakî, millî û olî de ji komployê bêtir, bi fakt û şert û mercan bawer dikim. Dema li deverekê, li welatekî şert û mercên midaxaleyeke subjektîf hebe, wê helbet hinek midaxale bikin. Fakt nîşan didin ku li Iraqê -lê li Sûriyeyê jî- arîşeyeke mezhebî heye. Li herdu welatan Sunne hene û ji nametên desthilatdariyê bêpar in. Bi taybet li Iraqê û piştî hilweşandina rejîma Seddam, Şîayan dest bi siyaseteke tolhildanê û guhertina demografiya hin deverên tevîhev kirin. Di hedefa vê siyaset û stratejiya Şîayan de Erebên Sunne hebûn. Bi dehhezaran Sunne ji kar û erkên xwe hatin bidûrxistin, hatin kuştin, hatin girtin, rûmetşikandî bûn. Fakt û şert û mercên em behsa wan dikin, ev in.

DAIŞ, bêguman midaxaleyeke subjektîf e, lê zemîn wê xwedî dike.

Aso Zagrosi: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?

Şefîk Pêşeng: Heke birêvebirya Kurdistana federe bi haziriyên DAIŞê hesiya be – ku pê hesiya ye- ne mumkin e ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û Bexda jî bi vê yekê nehesiya bin. Ev ji salekê zêdetir e ji xwe çekdarên DAIŞê ler tixûbên Iraqê û Sûriyeyê diçûn dihatin û çalak bûn. Bi baweriya min yek ji sebebê paşgohkirina hişyariya birêveberiya Kurdistana federe, dikare şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê be. Yeka din jî bi hêza xwe baweriya zêde ya Malikî û Şîa be. Malikî her ku diçû weke dîktatorekî tev digeriya û yek ji xusûsiyetên dîktatoran yê hevbeş jî ev e ku tu hêzê di ser xwe re nabînin. Baweriya min ev e ku çavsoriya Malikî ya li hemberî Kurdistana federe jî ji vî sebebî ye.

Aso Zagrosi: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?

Şefîk Pêşeng: Di vî sed salî de dinya pir guherî, di dinyaê de du şerên mezin çêbûn, dînamîkên Rojhilata Navîn hugerîn, pêwendî û têkiliyên navnetewî bi karekter û xusûsiyetên nû têne meşandin. Ya herî gîrîng lihevhatina pozisyona dînamîkên miletê kurd û hêzên di siyaseta dinyayê de taînker in, hêdî hêdî tê dîtin. Miletê kurd îro bi enerjî û baweriyeke nedîtî li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mafên xwe têdikoşe. Li Başûrê welatê me vîvdewlet e, li Kurdistana Sûryeyê rewşeke defacto û ji bo bidestxitina mafên netwî musaîd heye. Li Bakur bêstatû lê desthilatdarê herêmî ye. Bi taybetî li Kurdistana federe tecrubeyeke dewlemend dicive ser hev. Di denklema Iraqê de heta di ya seranserê Rojhilata Navîn de, Kurd bi hêza xwe gihaştine wê astê ku her kes û her hêz mecbûr e, hisabê wan bike. Li aliyê dinê qenaeta dinyayê derheqê Kurdan de her diçe pozîtîf dibe. Hijmara kes û hêzên qebûl dikin ku dîrokê li miletê Kurd neheqî kiriye, her diçe zêde dibe.

Heke li vir mijar û pirs çi kirina Kurdên Başûr be, ez bi xwe refleks û dîsiplîna birêveberiya Kurdistanê pozîtîf dibînim. Hêzên peşmerge di şev û rojekê de hemû deverên ku Kurdistanî bûn û lê bi Kurdistana federe ve negirêdayî bûn, xist bin kontrolê. Erda Kurdistanê du qat mezin bû, nifûsa Kurdistanê du qat zêde bû, aboriya wê belkî sê qat mezin bû. Ev yek nîşan dide ku him birêvebiriya Kurdistan û him jî hêzên wê yên eskerî ji rewşeke wisa re amade bûn. Û divê em jibîr nekin ev rewş di demeke ku serokê Kurdistanê li dervayî welêt bû û Kurdistan bê hukumet bû, rû da.

Aso Zagrosi: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?

Şefîk Pêşeng: Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê/DYA di gelek rûdanên girîng de, Obama ji xeta Komariyan bidûr ket. Obama ji şeracizbûna Amerîkiyan di xebatên hilbijartinê de weke qozekî bikar anî û piştî hate hilbijartin jî hemû encamên xirab yên şer xiste stûyê Komariyan.

Li jor hate behskirin ku Malikî roj bi roj ji destûra Iraqê û rastiya Iraqê bidûr ket û weke dîktatorerkî tev geriya. Hemû derfet û nametên desthilatdariyê xiste xizmete zûmreyeke nêzî xwe û Şîayan. Rejîma ku hêdî hedî bû rejîma Şîa li hemberî Sunneyan terora dewletî, wan ji îmkanên dewletê bêparhiştinê û li hemberî Kurdan blokekirina bicîhanîna madeya 140ê û nedana pereyên para kurd û Kurdistanê, weke şantajekê bikar anî.

Her kes di wê qenaetê de ye ku rewşa nû ji bo Kurdan derfeteke dîrokî ye. Bêguman ev îddîa rast e. Wêneyê ez dibînim ev e: Kurdên Başûr ji rewşê haydar bûn û ji rewşê re jî bi hazirî bûn. Di nava krîzê de hukumeta xwe ava kirin û peyamên em xwedî îrade ne, dan hemû cîhanê. Lê ji encamên vê rewşê re çiqas amade ne, em ê bibînin.

Ev şerê îro li Iraqê tê meşandin ji aliyê her kesî ve weke şerekî mezhebî tê binavkirin. Rastî jî ev e. Di nava vî şerî de kevne Beesî û eşîrên Sunne hebin jî, ji aliyê hizrî, şêweya rêxsitinî û stratejiya şer DAIŞê mohra xwe li vî şerî xistiye. Li aliyê dinê qerargeha navendî ya vî şerî li Erebîstan Siûdî ye û di eslê xwe de ev şer bi awayekî şerî Erebîstan Siûdî, welatên xelîcê û Îranê ye.

Kurd wê li gorî faktan û ya muhîm li gorî berjewendiyên xwe tev bigerin. Ez bi xwe helwesta heta niha rast dibînim. Pirs ev e; Wê Kurd li gorî çi di vî şerî de bibin alî? Hukumeta Malikî meşrûiyeta xwe weneda kiriye. Tê qebûlkirin ku êdî Iraq ji hev hilweşiyaye û ne dewleteke yekgirtî ye. Sebebên hiqûqî ku Kurd bi Şîa re tifaq bikin, ji holê radibin. Li aliyê dinê Sunne belkî ne hemû Sunne, lê DAIŞ erda Kurdistanê jî ji xwe re dike armanc. Kes nikare texmîn bike ku ew zora Şîa bibin ew ê li ku bisekinin. Jiber van sebeban, helwesta birêveberiya Kurdistanê bi min rast tê. Rastiyeke dinê jî heye ku bi îstiqrar meşandina vê siyasetê ne tenê di destê Kurdan de ye, aliyek jî dikare Kurdan mecbûrî şer bike.

Aso Zagrosi: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?

Şefîk Pêşeng: Bêguman şer li ber deriyê me ye. Kurd niha di pozisyona paraztina xaka xwe de ne. Jiber vê yekê jî pozisyona wan meşrû tê dîtin. Li aliyê dinê tirsa damezrandina dewleteke îslamî-selafîst, DYA-yê û hemû dewlet û hêzên Rojavayî dixe metirsyan û ev yek jî pozisyona Kurdan bi hêz dike. Derfeta em bikaribin neyt û stratejiya DAIŞê li hemberî Kurdistanê bi zelalî fêm bikin, mixabin nîne. Birêvebiriya Kurdistanê bi nebeşdarbûna şer li aliyê hukumeta Bexdayê xêreke mezin li DAIŞ û Sunneyan dike, li ew dîrayeta bikaribe vê yekê fêm bike li ba DAIŞê heye, tune ye nizanim. Ez werê difikirim ku çewa paraztina xaka welat erka hêzên peşmerge be, werê jî paraztina Kurdistanê ji şer, erka birêveberiya siyasî ye. Bivê nevê Kurd û Erebên Sunne cîranê hev in û ev cîrantî dawiya vî şerî çi dibe bira bibe, wê dom bike. Ev hisab divê bê kirin. Erê pozisyona niha rast e, lê şert li ser Kurdan ferz dike ku ji îhtimala şer re amade bin. Û ne tenê ji şerê DAIŞê re, ihtimala ku sibê Şîa jî şerê Kurdan bikin ne kêm e.

Aso Zagrosi: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?

Şefîk Pêşeng: Diyar e ku Amerîkiyan hê hêviya xwe ji Iraqeke yekgirtî nebirî ye. Ji bo kontrola çavkaniyên enerjiyê be jî, wê DYA hewl bide ku pêşî li hilweşandina Iraqê bigre. Lê di heman demê de Amerîkî jî dizanin ku ev yek bi Malikî nabe. Gotina Malikî ne li Iraqê ne li dervayî Iraqê pênc pere nake. Ne hukumet û Malikî, rêberê olî Alî Sîstanî Şîayan motîve dike, ne ordiya Iraqê, hin esker û milîsên Şîa li hemberî DAIŞê şer dikin. Di nava hewldanên Amerîkiyan de bêguman wê îqnakirina Kurdan jî hebe. Hetta bi ya min ji DYA-yê bêtir wê Îran zextan li ser Kurdan bike ku bi Şîa re tifaqê bikin. Tesîra Îranê ya li ser hin hêzên kurd jî vê rîskê mezin dike. Pozisyona birêveberiya Başûr ev e ku wê hêzên peşmerge ji Kerkûk û deverên weke deverên biîhtilaf dihatin binavkirin, derneyin. Ev tê vê maneyê ku ew dever wê êdî bi ser herêma Kurdistanê ve bin. Kurdên Başûr di vê mijarê de xwedî konsept in ew dizanin ku bicîhanîn û mîsogeriya maddeya 140ê ji bo wan pirseke heyatî ye. Piştî nexşeya Kurdistanê kemilî, yekîtiya Iraqê ne barê stûyê Kurda ye û divê Kurd vê yekê ji xwe re nekin armanc.

Aso Zagrosi: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?

Şefîk Pêşeng:A rastî ez nizanim bê hê deverên ku weke xaka Kurdistanê têne qebûlkirin û ne ketibin bin kontrola hêzên peşmerge hene yan na. Lê daxuyaniyên wan di vê îstîqametê de ne ku hemû dever ketine bin kontrola wan.

Aso Zagrosi: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?

Şefîk Pêşeng: Qenaeta ku dema îlankirina dewleteke serbixwe hatiye, zêde ye. Ev di nava Kurdan de jî, di nava rayagiştî yên welatên bi awayekî bi pirsa kurd û Kurdistanê ve têkildar in jî, tê minaqeşekirin. Ewropî jî vê meslê minaqeşe dikin û divê bê destnîşankirin ku di nava rayagiştî ya ewropî de qebûlek jî tê dîtin. Lê dîsa jî mesela îlankirina dewleteke serbixwe, meseleyeke gelekî hesas e. Di vî warî de şertê yekê hebûna îradeyeke siyasî ya hevbeş e. Ez bi xwe ne bawer im ku hemû hêzên Kurdistana Başûr di mesela serxwebûnê de zelal in. Lê îradeyeke hevbeş hebe jî bi serê xwe têr nake. Helwesta Tirkeyeyê, Îranê, Ereban, DYA-yê û hetta ya Yekîtiya Ewropayê girîng e. Werê diyar e ku ji bo îqnakirina hemû dewlet û hêzên wê di pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de xwedî pozisyon û gotin bin, wextek lazim e. Şerxwazî helbet ne tiştekî xweş e, lê wê mesele hinekî jî bi dirêjî, encam û hovîtiya vî şerî ve girêdayî be. Li gelek deveran jihevveqetandin piştî trajediyên mezin pêk tên. Ez wisa difikirim ku wê şerê navbera Şîa û Sunneyan sibêroja Kurdistanê jî taîn bike. Li Rojhilata Navîn zemîna siyasetê ne saxlem e. Dost û dijmin di şev û rojekê de dikarin cîh biguherin. Her çi tirs heye ku DYAyê û Îran Kurdan mecburî tifaqeke bi Şîa re bikin jî, tifaqeke weha wê di demeke dûr û dirêj de ne li xêra Kurdan be.

Aso Zagrosi: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?

Şefîk Pêşeng: Niha derket holê ku Xendeq ne jibo jihevveqetandina du parçeyên Kurdistanê dihatin kolandin. Lê rastiyek heye ku prosesa Kurdistana Başûr û ya Kurdistana Sûriyeyê ne wekî hev dimeşin. Ev yek ji bo her du parçeyan û bi temamî bo doza kurd, rewşeke negatîf e.

Niha li Kurdistana Sûriyeyê rewşeke defacto heye. Li hemberî Kurdan hêzeke, dîsiplîneke ku Kurd pê re rûnên û li ser siberoja Sûriyeyê û Kurdstanê mizakere bikin, nîne. Ev rewş dişibe rewşa Kurdistana Başûr ya navbera salên 1992-2005. Li Başûr Kurd bênav û bêstatû desthilatdarê beşek ji welatê xwe bûn. Îlankirina hukumeta Botan-Behdînanê û ya niha ne weka hev in. Hamleya PKKê raste rast li hemberî îlana hukumeta Başûr bû. PKK teretoryuma xwe ji Bakur heta Behdînanê fireh kiribû. Niha pirrayiya Kurdên Kurdsitana Sûriyeyê ji vê rewşa defacto re dibêje Kanton û Kantonê weke modelelekê qebûl dikin. Lê kanton ne alternatîfa statûya Başûr e. Gelek kes di wê qenaetê de ne ku ji bo Sûriyeyê jî sîstemeke federal mumkin e. Ez jî wisa difikirim. Lê di encamê de wê miletê me yê Kurdistana Sûriyeyê biryara xwe bide.

Aso Zagrosi: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn?

Şefîk Pêşeng: Werê dixuyê ku wê şer ne tercîha Kurdan be. Kurd dê ji bo parazatina welat û namûsa xwe şer bikin. Kurdên Başûr wê cara pêşî şer nekin. Helbet dê şerekî ku armanca wê hilweşandina Kurdistana federe be, refleksên Kurdan li her dera Kurd lê dijîn xurt bike. Lê ji şer bêtir di pêvajoya îlankirina dewleteke serbixwe de erk dikeve stûyê her Kurdekî. Bi taybetî Kurdên dîasporayê dikarin di vê pêvajoyê de roleke girîng bileyizin. Ji bo îlankirina dewleteke serbixwe şert û merc bi qasî tê xwestin kamil bûne nizanim, lê tu carî jî ewqas musaîd nebûne. Weke nakokiyekê dixuyê, lê Tirk dikarin beriya herkesî bi dewleteke serbixwe li Başûr, razî bibin. Mixabin hê DYA-yê û Rojavayî nabînin ku li Rojhilata Navîn miletê herî nêzî rûmet û sîtema wan Kurd in û berjewendiyên wan dighêjin hev.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.