16.3.1988 5000 Şehîd û 20 000 Hezar Birîndar

16.03.2011 · 1 views

16 Adar 1988 di banga sibêde ewrên reş û tarî hêdî hêdî xwe berdan jêr. Bihar bu. Kurdan destbi amadekariyên Cejna Gelê Kurd, Cejna Newrozê dikrin. Weko herdem û her gav zarok û kurên gelê me, bixwe di kolanên bajarê xwede, li Helepçe yarî dikrin û hîç li benda „ pêşî demhijmêrekê dê çi encam bide nedizanîn“ tinê yarîkirin û lehiztinbu“. hebu.

Hêdî hêhî ewrên tarî, reş û dijwar li derdora Bajarê Helepçe dorpêçkirin. Rejîma , faşîst û talanker bi bimbeyên kimyawî jehra dijê mirovatiyê dijê insanyetê, ew çekên dinav dewletîde dilxwede hatibun xedexekirin liser Bajarê Helepçe barandin.

Di demekî kurtde, Helepce bo qêriya dayîp û baban û zarae zara nalîn û kalina zarokan. Taviyên çekên kimyawî Helepçe dorpêçkirin û di demekî kurtde ji zêdeyê 5000 runişvanên bajarê Helepçe hatin şehîd kirin. Ji 20.000 kesan zêdetir jî bi Kimyawî hatin birîndarkrin.

Piştî Hiroşîma û Nagazakî Helepçe kete ser rupelên gelkuştinê de di rupelên dîrokêde.
Belê dijminê gelê Kurd ji xwînê têrnabit û hêjî liser wê zihniyeta paşmayî,dirinde berdewamin. Kurd vê jibîrnakin. Enfala Kurdistan 182 hezar,8000 Barzanî, 7000 hezar Kurdên Feylî liser rûpelên diroka dinyayêde cihbuye.
Silav bo we şehîdên Helepce, Barzanî U Enfal û Feylî!

Rûreş bin her dijminê Kurd û Kurdistan!

Ax dayê, wax dayê dema zaro te bicil kirim

Jibo Soreş xwedî kirim,

kuştin bi kimyawî,

Jibîr nekin Kurdewarî

Îsmaîl Girikî
16.3.2011

Related

Comments (0)

No comments yet — be the first.