Civîna ewil a danasîna Waqfa Îsmaîl Beşîkçî di 15'ê Çirîyapaşin a 2012'an
de bi tevî beşdarîya we li Swêdê hate lidarxistin. Li gor bawerîya wan
endamên Desteya Rêveberîyê ku wek wezîfedar tev li civînê bûbûn, civîn bi
awayekî berhemdar û bi asoyeke fireh derbas bûye.
Me dizanî ku hevalên me yên li Swêdê û sazîyên wekî we dê bi
dilgermî nêzikî Waqfa me bibin û him ji hêla ramyarî ve him jî ji hêla
maddî ve piştgirîya me bikin. Ji ber vê yekê em bi ser navê waqfê spasîya
we dikin.
Em ji bo wan hevalên ku di civînê de rexne û pêşnîyarên xwe
gotine spas dikin. Lewre em bi her rexne û pêşnîyarên ku ji bo pêşketina
weqfê tên kirin, kêfxweş dibin. Ew ê hêz bidine me û me motîve bikin.
Danîna Navenda Dokumentasyonê ji bo me pir girîng e. Di vê
mijarê de me ji hevalên xwe yên pispor agahîyên teorîk stendin. Her wisa
hevalên me yên ku hatin Swêdê li Pirktûkxaneya Zanîngeha Stocholmê li ser
veguhastina pirtûk û belgeyan ji bo datayên dîjîtal, lêkolîn kirin û ji
rayedaran agahî stendin.
Piranîya hevalên ku tev li civînê bûbûn û hevalên ku nekarîne
tev li civînê bibin ragîhand ku ew dixwazin bi awayekî maddî piştgirîya
waqfê bikin. Waqfa me dê bi piştgirîya dilxwazên wekî we xebata xwe
bidomîne. Ji bo wan kesên ku dixwazin ji bo alîkarî pere bişînin yan jî bi
berdewamî pereyên mehane bişînin hesaba bankê li jêrê hatîye nivîsandin.
Em spasîya we dikin. Silav û
hurmet...
Bi ser navê Waqfa İsmaîl Beşîkçî
Cîgirê Serokê Desteya Rêveberîyê
Îbrahîm Gurbuz
*Konto / Hesaba Bankê:*
*Îsmaîl Beşîkçî Vakfı*
*US DOLARI BANKA HESABI *
*Garanti Bankası Galtasaray Şubesi*
*IBAN : TR82 0006 2000 0680 0009 0798 51*
*Hesap No: 68/9079851*
*TL BANKA HESABI *
*Garanti Bankası Galtasaray Şubesi*
*IBAN : TR08 0006 2000 0680 0006 2966 04*
*Hesap No: 68/6296604*
* *
*EURO BANKA HESABI *
*Garanti Bankası Galtasaray Şubesi*
*IBAN : TR12 0006 2000 0680 0009 0798 50*
*Hesap No: 68/9079850*