Ana içeriğe atla

“Polîtîka me ya Derve ya bi Nirxan ve Girêdayî…” | Îsmaîl BEŞÎKCÎ

Hikûmeta Partîya Edalet û Geşedanê(PEG), angaşt dike ku di bûyerên Sûrîyeyê yên ji Adara 2011an vir ve ye didomin, di pêvajoya darbeya leşkerîya ku di Tîrmeha 2013an de li Misrê pêk hatibû de polîtîkayek derve ya girêdayê bi nirxan ve dimeşîne. PEG, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, li hember darbeya leşkerîya ku di 3yê Tîrmeha 2013an de, li Misrê pêk hatibû, ji wezîfe dûrxistin û girtina serokkomarê bijartî Muhammed Mûrsî, qedexekirin û girtina Rêxistina Birayên Misilman, desteserkirin û bi pirsîyarîyê re rû bi rû mana endamên wê, bi awayek mezin derdikeve. Dibêje ku li hember darbeyên leşkerî derketin nirxeke gerdûnî ye. DYAyê, YEyê bo ku li hember darbeya leşkerî dernakevin, rexnedike.
Dibêje ku li Surîyeyê rêveberîya Beşar Esed, li gelê xwe zilim dike, dibêje ku divê li hember vê zilmê gelê sivîl bête parastin. Dibêje ku li gelê Sûrîyeyê, yên ku ji zilmê revîyane xwedî derdikeve. Çi serokwezîr Erdogan, çi jî hikûmet be, dîyar dikin ku li hember zilmê rawestin, hewldanên parastina mafê gelê mezlûmê sivîl jî nirxeke gerdûnî ye. Bi vê minasebetê, îdîa dikin ku polîtîkaya derve ya hikûmeta PEGê bi nirxên gerdûnî ve girêdayî ye.
Qada esasî ya ku dê durûtîya van îdîayên serokwezîr û hikûmetê derxe holê kêşeya Kurd/Kürdistanê ye. Helwesta serokwezîr, hikûmetê li hember kurd û Kurdistanê çawa ye? Rastîya van îdîayan di vê qadê de derdikeve holê.
Esasê polîtîkaya serokwezîr, hikûmetê ya di heqê Sûriyeyê de, bûyerên Kurd/Kurdistanê dîyar dikin. Esasê vê polîtîkayê jî ji hilweşandina rêveberîya Beşar Esedî lê di vê pêvajoyê de nebidestxistina tu mafekî bo kurdan pêk tê.
Hikûmet dibêje ku ez alîkarê gelê Sûriyeyê me, piştevaniya mafên wan î bingehîn dikim, li hember zilmêrabûn, nirxeke gerdûnî ye. Serokwezîr, wezîrê derve Ahmet Davutoglu her dem vê dîtinê tînin ziman. Lê tiştên di mijara maf û hiqûqên kurdan de pêk tên qet ne wiha ne. Hikûmet, bo ku mafên bingehîn î kurdan li Rojavayê Kurdistanê asteng bike, alîkarîyek mezin dide rêxistnên terorê ku zilmê bipêşdixin. Ev alîkarî di qadên madî û manewî de didome.
Du bingehên polîtîkaya Tirkiyeyê ya di heqê Sûriyeyê de hene. Yek, dixwaze rejîma Beşar Esedî li Sûriyeyê hilweşe. Bi tevî ku Tirkiye dixwaze Beşar Esed ji desthilatdarîyê bi dûr keve jî dixwaze rejîma Baas jî bidome. Rejîma Baas jî bo azadîyên takekesî tê maneya zilmek giran. Du, dixwaze di vê pêvajoyê de kurd nebin xwedî heq û hiqûq, di vê mijarê de tiştek bidest nexin.
Tirkiye, bo hilweşandina rejîma Beşar Esedî bi Erebistana Siûdî û Qeterê re di nava hewldaneke mezin de ye. Bo xwedîçekkirina hêzên mixalif xîretek mezin nîşan dide. Yek ji grûpên mixalefetê jî rêxistina El Nûsra ya girêdayê bi El Qaîdeyê ve ye. Rêxistina Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê jî di nava van grûpan de cih digire. Tirkiye dixebite ku vana birêxistin bike, li Rojavayê Kurdistanê, li hember kurdan bicih bike. Bo wan sînor her dem vekirî ye. Lê bo kurdên ku dixebitin alîkarîya însanî bigihînin Rojavayê Kurdistanê, sînor her dem girtî têne hiştin. Mijara ku bi rik vê dewletê li Kurdistanê ji alîyê Rêxistina Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê ve bête avakirin, mijareke balkêş e.
Li gor qen’eta min, grûpa Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê ji alîyê Tirkiyeyê ve hatîye birêxistin. Ev grûp dixwaze dewleta xwe li Kurdistanê avabike. Jê re alîkarîya Tirkiyeyê ya madî û manewî heye. Ev grûpên girêdayê El Qaîdeyê, wek mînak, El Nûsra, li hember kurdên sivîl bi awakî mezin binpêkirina mafê merivan pêk tînin. Hin ji van grûpên bi El Qaîdeyê ve girêdayî, fetwayên wek “Jin, zarokên kurdan helal in” derdixin. Gelê sivîl dîl digirin, serê hinan jêdikin. Ev dîyarde ne ku têgihîştina hikûmetê ya “polîtîka me ya derva bi nixan ve girêda ye” ji binî ve pûç dikin. Hikûmet, Serokwezîr, jiber ku piştî bûyerên Sûriye û Misirê her gav bela xwe di dewletên Rojava dide bitenê maye. Ji vîya re jî “tenêtîya birûmet”, “tenêtîya me ya birûmet” dibêje. Dîyar e hikûmetek ku alîkarîya El Nûsrayê bike, wan biçek bike dê li Rojavayê bitenê bimîne.
Di vê pêvajoyê de, divê li ser têgihîştina terorê ya Tirkiyeyê û dewletên Rojavayî jî bê rawestin. Tirkiye PKKê wek “rêxistina terorê” dinirxîne. Dema dewletên Rojavayî jî dibêjin teror, ev awa wek awayê ku Tirkiye têdigihîje tê famkirin. Tirkiye, bo ku PKKê wek “rêxistina terorê” bide qebûlkirin her awa hêzên xwe î diplomatîk, ekonomîk pêşkêş dike.
Rêxistinên wek El Nûsra, El Qaîde jî rêxistinên terorê ne. Dewletên Rojacayî jî van rêxistinan wek rêxistinên terorê dinirxînin. Tirkiye, ji rêxistinên wek El Nûsra, El Qaîde re alîkariyên pir mezin î madî û manewî dike. Dîyar e ku van alîkarîya bo li hember kurdan, li Kurdistanê şer bikin dike. Di encamê de Tirkiye, ji terorê re bi awayek mezin piştgirî dike.
Li Kurdistanê yanî li Rojavayê Kurdistanê yê ku bi rêxistina terorê ya wek El Nûsra re şer dike jî PYD ye. Ev jî pêvajoyek balkêş e. Dewletên Rojavayî, saziyên navnetewî vê pêvajoyê çawa binirxînin pêwendîyên wisa ne ku divê bi baldarî bêne şopandin. Di pêvajoyek wiha de, çawa dikare ji nirxên gerdûnî bête behskirin?
xxx
Di kêşeya kurd/Kurdistanê de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dewama polîtîkaya wê ya hundir e. Hikûmet, li hundir, li ser kurdan wek sîstematik polîtîkaya zilmê dimeşîne. Mafên kurdan ên xwezayî yanî mafên ji kurdbûna wan, mafên ji netew kurdbûna wan tên bi zilmeke pir mezin re rû bi rû ne. Mafeke wek bi zimanê dayîkê perwerde hêjî ji wan re nayê dayîn. Tirkiye, li dinyayê ji dewletên nadîrên ku vî heqî nadin e. Digel ku dewletên wek Komara Îslamî ya Îranê, Federasyona Rûsyayê, Komara Gel a Çînê, Hindistan, Afrîkaya Başûrî, Azerbegan, Kazakistan, Ûkrayna, Slovakya, Brezilya, Kolombiya, Gurcistan, Malezyayê vî heqî dane, hêjî Tirkiye vî heqî nade. Dewletên Yekîtîya Ewropayê ya xwedî 28 endamî, Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî, çend dewletên wek Tirkiyeyê ne tê de, hemûyan vî heqî dane. Tirkiye bo binpêkirin, paşvexistina vê daxwaza kurdan jî di nava hewldaneke mezin de ye.
Di vê rewşê de çawa dikare behsa polîtîkayek bi nirxan ve girêdayî bêtekirin? Dema hûn kurdan, kêşeya kurd-Kurdistanê tune bihesibînin, çawa dikarin vê têgihê bikar bînin? Cihê ceribandin û pîvana vê zihnîyetê kurd in, kêşeya kurd/Kurdistanê ye. Dema kêşeya kurd/Kurdistanê li ber çavan bête girtin, vekirî tête dîtin ku îdîayên han pûç dibin.
Zihnîyeta hikûmetê ya polîtîka derve ya nirxî, paşayê Tenzîmatê tîne bîra merivan. Di serdema Tenzîmatê de, wezîrê berpirsîyarê perwerdeyê wiha gotîye “ev dibistan nebin, ez ê çi xweş perwerdeyê bi rê ve bibim…”
Divê li Tirkiyeyê, ne behsa nirxan, behsa ramanên cot standartî, helwestên cot standartî bêtekirin. Raman, helwestên cot standartî, li her cihî, li her qadê xwe nîşandidin. Serokwezîrê ku bo mexdûrên derbeya li Misirê, bo zarokên li Filîstînê, bi zilma Îsraîlê re rû bi rû mane digirî, bo kurdên ku bi qetlî’am, jenosîdan re rû bi rû mane karibîye êşeke piçûk jî îfade bike?
Domandina zilma li kurdan, li zimanê kurdan, tê maneya domandina zilma li gelên ermenî, suryanî, laz, çerkez û hwd. zilma li bawerîyên wek Êzîdî , Alewî jî. Tekoşîna ku kurd, bo kurdî dimeşînin, bo van gelan jî îlham dide.
xxx
Bêguman lihemberdarbeyênleşkerîbûn, pir girîng e. Li Tirkiyeyê bo paşvexistina wesayeta leşkerî hewldan jî wisa… Lê dijîtîya derbeyên leşkerî, berî hertiştî dijîtîya destûra ku rejîma 12ê Îlonê pêk anîbû pêwîst dike. Destûra ku rejîma 12ê Îlonê çêkiribû jî hem ji alîyê hikûmetê ve, hem jî ji alîyê piranîya mixalefetê ve bi awayek mezin tê parastin. Li Meclîsa Tirkan, ji Partîya Aştî û Demokrasîyê pê ve hemû partî, naxwazin sê bendên pêşîn î destûra 12ê Îlonê bêne guhertin. Ev, tê maneya parastina destûra 12ê Îlonê, yanî destûra di pêvajoya darbeya leşkerî de hatîye çêkirin. Dijîtîya derbeyên leşkerî, parastina destûra 12ê Îlonê… Ev her du bi hev re di nakokîyê de ne.
Dijîtîya derbeyên leşkerî, guhertina mercên civakî û sîyasîyên ku bûne sedema derbeyên leşkerî jî pêwîst dike. Li Tirkiyeyê sedema herî girîng a derbeyên leşkerî kêşeya kurd/Kurdistanê ye. Tê dîtin ku Hikûmet, di têgihîştin û çareserkirina vê mijarê de gavên bi sihet jî navêje. Wek mînak, sazkirina komisyonên heqîqet û rûbirûkirinê pir girîng e. Divê ev komisyon bi awakî dînamîk bixebitin. Tê zanîn ku hikûmet xebatek wiha jî nake. Hêna jî di 253 gorên komî de, 3248 cenaze hene. Di vê rewşê de, bi çi rûyê ji polîtîkaya bi nirxan ve girêdayî behis tê kirin? (Komeleya Mafên Merivan Şaxê Diyarbekirê, Nexşeya Gorên Komî 14. 8. 2013)
Helbet amadekirina pakêta demokratîkbûnê girîng e. Lê berî her tiştî divê zîhnîyet demokratîk bibe. Eger di zîhnîyetê de ji alîyê guherînê, demokratîkbûnê ve guherînek cidî pêk neyê, ev pakêtên ha dê her dem wek rîyakarî bimînin.
Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.