Ana içeriğe atla

Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”(1)

Aso Zagrosî

Îro ez hez dikim li ser rewşenbîr, zana, zimannas, civaknas û olnasê Kurd şêhîd Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê binivîsim.

Ez nizanim çawa li ser vî zanyarê Kurd binivîsim.

Di derheqa jiyana wî û serborîya vî de em qet tiştekî nizanin.

Lê li ser keda wî û berhemên wî de em gellek tiştan dizanin.

Piranîya Kurdan û bi taybetî jî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, Aleksander Jaba, J. De Morgan û B. Nikitin û berhemên wan ên li ser Kurd û Kurdistanê dinasin. Heke Kurdên me li ser hemû berhemên wan agahdar nebin jî, dizanin wan li ser Kurdan hinek lekolîn kirine. A. Jaba û B. Nikitin du sefîrên Rusyayê bûn. A. Jaba li Erzurumê, B. Nikitin jî li Urmîyê kardikir. Ji bo ku herdu jî balyozê Rusyayê bûn wekî “Kurdnasên Rusî” tên nasîn. Lê herdu jî Rus nînin, Polonî ne. J. De Morgan jî xelkê Fransayê ye.

Kurdên bi şiklek an şiklekî din van hersê Kurdnasan nasdikin. Lê li ser peywendîyên wan Kurdan gellek agahdar nînin. Ew berhemên ku Aleksander Jaba çapkir û weşandin, piranîya wan berhemên keda Mele Mehmudê Beyazîdî bû. Bê Mele Mehmudê Beyazîdî A. Jaba nedikarî bû di derheqa Kurdan de ewqas belgê û pirtuk kombikira… Tê gotin ku Mela Mehmudê Beyazîdî bi destê xwe 57 pirtuk an nivîsî û an berhevkir. Ez naxwazim dûr û dirêj li ser vî zanayê Kurd rawestim. Ji ber ku min berê gotarek dûr û dirêj li ser jiyana wî û berhemên wî nivîsîye.( Heke hûn dixwazin li ser Mele Mehmudê Beyazîdî hinek agahdarî kombikin, dikarin di arşîva Newroz.Com de wê gotarê bibînin û bixwinin)

Zanayê Frensî J. De Morgan di dawîya sed sala 19´an pirtukek li ser ziman û zaravên Kurdî nivîsî ye.(Etudes Linguistiques- Dialectes Kurdes, Lanque et dialectes du Nord de la Perse) Sed heyf û mixabin heta niha pirtuka navbirî wekî hezaran belgeyên li ser Kurdan nehatîye wergerandin.
J. De Morgan wê dema diçe ji bo devera Mukrîyan li Rojhilatê Kurdistanê, li wê derê zana û pisporekî Kurd nasdike. Navê wî zanayê Kurd Seyfeddînxan Serdar e.. Seyfeddînxan Serdar jî Mele Mehmudê Beyazîdîyê J. De Morgan bû.

J. De Morgan wisa behsa Seyfeddînxan Serdar dike:

Di vê dawîyê de wê dema ez çûm Mukrîyanê min hemû belge û dokumentên di derheqa zimên de ji Seyfeddînxan Serdar wergirt. Seyfeddînxan Serdar mirovek bû di hemû Kurdistanê de li ser biha û giranî û nirxên lekolînên wisa agahdar bû. Seyfeddînxan Serdar wê demê parêzgarê Mehabadê bû. Mehabad bajêreke ji alîyê bav û bapîrên wî ve hatibû rêvebirin. Seyfeddînxan Serdar, bingeha Zimanê Frensî, zimanê Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Farsî û Zimanê Kurdî dizanî.. Em dikarin bi asanî fembikin, agahdarîyên kesekî wisa şareza çiqas binirxin”(Pirtuka navbirî, rupela 17)
J. De Morgan beramberî Seyfeddînxan Serdar xwe deyndar dibîne.(Ezê di gotarek din de li ser vî zanayê Kurd rawestim)

Ji bo Aleksander Jaba û J. De Morgan , Mele Mehmudê Beyazîdî û Seyfeddînxan Serdar çi bû, ji bo B. Nikitin jî Mele Saîd an Qazîyê Kurdistanê jî her ew bû.. Wê dema mirov pirtûk û gotarên B. Nikitin ên li ser Kurdan dixwine, dewra Mele Saîd bi şiklekî eşkere û dîyar tê berçavan.. Sed heyf û mixabin ji bilî gotara birêz Yaşar Abdulselamoglu, ku bi navê “Mele Seîd” di Tirmeha sala 1988 de di kovara Armancê de hatibû weşandin, tiştek li ser vî zanayê Kurd nehatiye nivîsandin. (ez dixwazim li vir spasîya Kek Yaşar bikim, ku gotara xwe ji min re şand) Hinek kesên nezan û neyarên Kurd wek Riza Zelyut Mele Saîd û Mele Saîdê Kurdî(Nursî) jî tev li hev dikin û wisa dinivîsin: “1915-1918 arasında Rusya'nın Urmiye Konsolosu olarak görev yapan Bazil Nikitin de Kürtler arasında dolaşmış; hatta Molla Said dediği Said-i Nursi ile görüşmüştür. Nikitin; Said-i Nursi'nin Rusların Doğu'dan çekilmesinin Kürtler için kötü sonuçlar yarattığını söylediğini aktarmıştır.”( http://www.turktoresi.com/viewtopic.php?f=51&t=3223 )

Kesê ku li gel B. Nikitin qisekiribû, Mele Saîdê Kurdî nebû, Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê bû. B. Nikitin di gotarek xwe de li ser helwestê Mele Saîd beramberî Rusan jî radiweste.. Ez niha nikarim li ser nezanîya xwefiroşên wekî Zelyut rawestim û diçim yekser li nav babetê.

B. Nikitin di sala 1923 de beşdarî li “Kongreya Navnetewî a Dîroka Olan” dike û gotarek bi nave “Mijarên Olî di Nivîsarên Kurdî de” pêşkêş dike. B. Nikitin gotara xwe li ser gotin û nivîsînên Mele saîd avadike û ûsa behsa Mele Saîd dike:

“Nivîsarên ku di koleksîyona min de hene, berhemên dersên zimanê Kurdî ne li Urmîyê.(1916-1917). Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê, xelkê navenda bajêroka Şemzînan, ê Nehrîyê bû ji wîlayeta Musil. Nehrî wek Navçîya jî tê nasîn. Mele Saîd wê demê wek sedan malbatên Kurd ên Turkîyê li ber êrîşên artêşa Rusyayê ên di havîna sala 1916 de li ser Musilê revîyabû û hatibû Urmîyê.

Ez û Mele Saîd rêkketin ku ji bo her dersek Kurdî , Mele Saîd bi destxetê xwe babeta dersê binivîse(rupelek). Mele Saîd nivîsara xwe bi dengê bilind dixwend û werdigerand. Ez qet tev li bijartina babeta Mamoste xwe nedibûm. Mele Saîd çi dixwast û baş didît ew dinîvîsî. Ji ber vê yekê ye, ku di koleksîyona min de li ser mijarên cûr bi cûr destxetên rasteqîn ên Kurdî hene………”

Dom dike

Aso Zagrosî

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.