Ana içeriğe atla

Bangewazî ji bo hilbijartina namzetên Kurd

Em, weke kesê ji kevnoşopiyên siyasî yên cur becûr tên û hîn jî dîtinên siyasî û felsefî yên cuda diparêzin, bangewaziya li jêr hatî nivîsîn îmze dikin.

Wek tê zanîn li Elmanya dora 1 milyon Kurd dijîn. Ji wan dora 1/3 li eyaleta NRW niştecih dibin. Civaka Kurdan ku rehên xwe kûr li Elmanya berdane, xwe wek beşekî ji komelgeha Almanî dibîne û her weha wê wek wargeh û mala xwe dihesibîne.
Lewre bi qasî beşdarbûna Kurdan a aktîv di komelgeha Almanî de, hewqasî polîtîka vî welatî jî bandoreke aktîv û dîrekt li wan dike, ku aktîv beşdarî wê û her weha prosesa duristkirina biryara siyasî, bibin. Em, wek beşekî ji gelê kurd, ku heta aneha li welatê xwe di bin gefan de, ji hêla rêjîmên desthilatdarve tê asîmîlekirin, binpêkirin û her wisa qedaxekirinê, giringî û nirxekî mezin didin xweragirtin, zindîkirin, pêşdebirin û nûjenkirina çand û zimanê xwe. Li ser vî esasî, em li vî welatê ku wek welatê xwe dihesibînin, wateyeke mezin didin her beşdarbûneke siyasî di prosesa duristkirina biryaran de.
Hilbijartinên pêşwext, yên ku dê di 13. Gulana 2012an li pêş me de, li eyaleta NRW werin lidarxistin, ji bo civaka vê deverê bi giştî û a Kurd bi taybetî, ciyê giringî û pûtepêkirine mezin in. Di rewşeke weha de, gava em li lîsteyên namzetên partiyan dinerin, dikarin bêguman têderbixin ku „PARTIYA ÇEP“(DIE LINKE) çiqasî bi berpirsyarî mafên gelê kurd ê bindest li ber çavan girtiye.
Rastiya ku ALI ATALAN di rêza 8an û HAMIDE AKBAYIR di rêza 11an de, di lîsteya çepan (DI E LINKE) de cih girtine, me li ber berpirsyariyeke mezin datîne, ku em bi moraleke mezintir hemû şêyan û derfetên xwe bi kar bînin, daku dengê xwe bidin partiya DIE LINKE.
Tê zanin ku ev herdu Namzetên Kurd, yên li jor binavkirî, çi li vir li hundir, çi jî li derve, her tim ji bo azadî û mafên gelê Kurd tevdigerin.
Günay Aslan, Helim Yusiv, Mehmet Bayrak, Metin Incesu, Dr. Zerdesht Haco, Mehmet Tanriverdi, Hosheng Broka, Yüksel Koc, Pir Xidir Suleman, Newaf Xelil Hido Babe Shech, Peshimam Hizni Deniz, Hüseyin Narli, Hassan Irandost, Ali Jefer, Xanima Selwa Hesen, Mervan Osman, Rezan Demir, Bilal Hesen, Dr. Mohammad Zeno, Nazir Palo

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.