Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 22 January 2009

[size=x-large][b][center]Sê rûyên cuda li Bakur[/size]
[size=large]Hilbijartin û asoyên siyasî li bakura Kurdistan - nihrînek ji derveyî welat de[/b][/size]

[img]http://de.geocities.com/abd.osman/OcalanZanaRojn-SeRu-AO1.jpg[/img][/ce…]

Partiyên Bakur xwe ji bo hilbijartinên nawçeyî yên di va Adarê 2009an de amadedikin. Vê carê dixwazin pêşkarên xwe bi hev re birêkxînin, da ku ji bo hilbijêr û mirovên deverên xwe nûnertiyekî nûwe, zane û xizmetdêr daxînîn bijarteyên wîlayetên bakura Kurdistanê tev cihên din jî di Komara Turkiyayê de. Derfet û rewşa giştî bo hilbijartinên va salê û belkîm pê re ji bo guhartinên mezintir jî ji yên berê aşkeretir û baştir in, çonkê şert û mercên ku pê re û tê de gel li Bakur bi nişkayan û xiyanetan, bi tirskariyan û kuştinan ji aliya «Cumhuriyeta Turkiyê» ya fermî û veşartî ve bihên çewsandin û mehvkirin, îro û pê de zehîf bûne, kem dibin û belkîm jî nema li Turkiyê careke din bi hew hêrsa xwe ya naskirî vegerin. Dijminên kurdan yên li welat, li Rojhilata Navînê û li tevahiya cîhanê îro lawaz û ji hev sist bûne, kîn û neyartiyan wan li hember kurdan hatine guhartin. Bexta kurdan ya siyasî di nav araban, turkan û farisan de dê vê carê ji berê pirrtir bi pileya pêzanîn û rastiya biryar û xebatên wan ve girêdayî bin - li Bakur ji ya li Başur zêde tir!

Li Başur jî di dawiya va mehê de hilbijartinên deveriyê hene, yên zor giring in û wên rûpeleke nû li pêş qedera kurdên Îraqê vebikin. Zelalkirina hejmarên niştîvanên wîlayetên Iraqê li gor cih, ziman û ol dê vê carê giring be û encaman bide. Bê piştivanî û desttêdayiya yekserî ya Amerîkayê PDK (Mesud Marzani) û YNK (Jalal Talabani) nema dikanin devera Kurdistana Başur nû ve binexşînin û fermî bidin naskirin – ne li Îraqê, ne li deverê û ne jî li cîhanê! Yanê bê Kerkuk, Federetiyê û Dewleta Kurdî stêrka van her du hevalên G. W. Bush dên dîsan bikevin; hilbijartinên Îraqê û siyaseta B. H. Obama dên va yekê derxînin holê. Tundiya N. al-Malikî û veqetîna çiwar partiyên başur ji hukumeta Arbîlê di vir de pêşnîşanek bûn. Hilbijartinên navçeyî yên li Îraqê ji bo Demoqratiya hemû Îraqiyan ne – PDK û YNK li gor piyasên Amerîkayê li paş Bush û bo xatirê Kerkukê ne têr demoqratî ne!

Demoqratiya li ba partiyên Bakur weke DTP li gor Amerîka û Europayê baştir e, çonkê siyaseta vana û jihuyan li Turkiyeyê ji binî ve dihê guhartin û bi rastî jî medeniyeta li Bakur ji ya li Basur kûrtir e û pêşketîtir dibe. Rêxistina NATO naka tirskarên xwe yên veşartî li Turkiyê weke Ergenekon, Jitim û Susurlukê dihavêje ser çopê, ceng û şerên xwe yên kuştinê û gemarkariyê li Bakur dirawestîne, besdike, çeteyên xwe radestî, baxşîşî hukumeta AKP dike. Turkên cehşetî û hovîtî di xizmeta NATO (Jihu, Amerika û Europa) de li Bakur dikirin, îro xwe bi xwe dicerisînin û têne kuştin. Amerîka û Jihuyan nema dikanin dibar, fend û fêlên xwe li Turkiyê û Kurdistanê weke berê birêvebibin. Di lawazbûna van de deriyê azadî û demoqratiyê bo kurdên bakur firehtir vedibe. TRT 6 ya kurdî gavekî giring e. Çeledî û serhişkiya PKK li dij wê ne rast e û cihê gumanê ye. Gotinên tûj û birrînkirî ji aliyên PKK û dostên wê ve li dij xebat û karmendên TRT 6 gelekî nexweş, dînikî û bê fedî bûne. PKK û PDK (Mesud Barzani) hin caran belakêş in. Dema R. T. Erdogan (AKP) gefên alçaq û dijmantiyê dihavêjtin kurdan, bersiv û helwestên PKK rast bûn. Lê wexta AKP destpêkir, siyasetekî rast bo kurdan bicihbihêne, PKK ji nemandina xwe veciniqî û hêriş bir ser „Kurdên Cehş“: Erdogan kirin Saddam - çon Mustafa Barzani li dij „Peymana Adarê 1970“ derket, Abdullah Öcalan tev Murad Karayilan jî li dij „Kurdên Dewletê“ derketin - eva jî yan şaşîtiyeke mezin e yan jî diyardike, çon PKK û PDK hin caran xayîn û tembelên gelên xwe ne!

Sê rûyên Bakur dêmek îro hene û dên di hilbijartinên 2009 de derkevin meydanê: Yek rû ya „Kurdên Dewletê“ yan jî bo îro „Kurdên AKP“ ye. Xista vana di nav şêniya kurdên Bakur û Turkiyê de ya tevî mezin e, di hilbijartinên dawî de ji nîvî wîda tir yanê li dorî 65% bûye. „Kurdên Dewletê“ ji gelek demên zû de û li hemû beşên Kurdistanê û cîhanê hebûn û hene. Vana şer nakin, dixwazin çê xerab di heyiyê de bijîn. Eger hevna bi xwevekirina AKP û TC li ser ziman û çanda kurdan qayiltir bibin, wên dîsan AKP hilbibjêrin. Pirsa kurdan wê di sînorên îro de gerek bi demoqratî, dadwerî û azadiyê çareserbibe. „Kurdên Dewletê“ dên hevjiyanê li gel neteweyên din û wekheviya hemû welatiyên TC ji diruşmên Barzanî û Öcalan nizîktir binasin û bibijêrin.

Rûyê duwem ya DTP ye. Partiya Cihvata Demoqratîk li ser bingeha Partiya Gelê Demoqratîk (DEP, HEP, HADEP, DEHAP) û di serî de bi piştîvaniya PKK ya ji Şamê ve damezirî ye. Îro DTP partiyeke kurdî, rewa, mezin û naskirî ye, di parlamana TC û rêveberiyên gelek bajar û gundên Bakurê de beşdar e û siyaseta wê di nav du hêlan de tê kêşandin: Tersî (PKK) û nermî (Türk-Zana). DTP berve serxwebûneke kurdî û deverî ve dixebite û dixwaze di hilbijartinên Adarê de hemû wîlayetên Bakur bistîne û pê re bi hejmareke mezintir di parlamana TC de keve. DTP xwe ne ji PKK û ne jî ji „Kurdên Dewletê“ ya „Demoqratîk“ venaqetîne. Şansa DTP ta dawiya 2008 mastir dibû, lê wê bi du pêvejoyan îro teng û piçok bibe: Siyaseta nû ya AKP di warê zimanê kurdî de û givaştin, tengandin û pîskirina PKK li Europayê. Ka ma partiyên kurdî yên din weke HAK-PAR yan KADEP li Bakur çih bikanibin di van hilbijartinan de bidestxînin, vaya ne diyar e, lê aşkere ye, hew komikan hemû li dij PKK ne. Bi tenê eger DTP bikanibe PKK û (hemû) partiyên kurdî yên din ta 29.03.2009 bi dû xwe xîne – vaya jî pirr dijwar e -, wê hilbijartinê li gor armanca xwe qezenc bike.

Rûyê sêyem li Bakurê yê PKK, Apoçiyan e. Beşek piçok lê giring e. PKK-îyan bi berxwedana çekdariyê û serxwebûnê behwer û xebatkar in û bi serokê xwe ve yê zîndankirî, Abdullah Öcalan, girêdayî nin. PKK û Apo di derfetekî ters (Şerê teybetî yê NATO li dij Kurdan) de peydabûne û wisa mane. Europa, Amerîka û Jihuyan nikanîn PKK û Öcalan li gor têlên xwe li dij Turkan bikarbihanîna. Bi ketina Amerikayê di Îraqê de Jihuyan û Turkan li dij hev derketin. Turkên AKP çeteyên NATO givaştin, risawandin û hilweşandin û bi va yekê PKK bê hempêşe hêştin. Lewma Jihu û Filleyên NATO destdirêjî DTP dikin. Kurdên AKP dor li PKK pêçandine: Öcalan û PKK ne serxwebûnê, ne dewletekî kurdî, ne xwedmuxtariyê, ne „sosyalîzmê“ ne jî „milletçiyê“, bi tenê „cumhuriyeta demoqratîk“ (ya Atatürk!), caran jî aştiyê û „azadiya jinan“ dehwetdikin. Di hilbijartinên Adarê de cihê PKK lewma tune ye, nema ye!

„Kurdên Dewletê“ şandeyê TRT 6 baş bikardihênin, „hezkirinê“ di nav gel de belavdikin û wên li Bakur û tevahiya Turkiyê gavên mezintir jî bo mafên kurdan bihavêjin. Ergenekonê dixwast R. T. Erdogan bikuşta û AKP têkbidaya, lê naha ewa bi xwe têkdiçe; NATO, EU, USA û Israyîl jî bêdengî lêsêrdikin. Ka em bibêjin, ji va yekê PKK û „serok Apo“ dûr bûn û ne gunehkar in, lê dîsan û mixabin PKK ne bi carekê pejirî ye, hema hemû aliyan (Europa, Amerika, Rojhilata Navînê, UNO, ... ûhp.) li dij wê ne. PKK her tim qaçaq e û bi xwe re gel jî kiriye qaçaqçî. DTP jî bi wê re wisa dibe - ta kengî vayê hebe? Mustafa Barzanî çih biserxist, Abdullah Öcalan çih bidestxist - ji billî malwêranî, hejarî û hên bi ser de jî tewana xiyanetê kurdan tiştekî din nedîtin! PKK û DTP wên bi xêrtir bin, eger nakokiyan û dijmantiyan di nav mirovên xwe de li Bakur û li dervehî wê jî neçînin, di „hilbijartinên demoqratî“ de bi asayî tevlêbin û pê re bi beşa xwe razîbin!

© Abdallah Osman, weşanvanek ji kurdên Suriyayê li Berlînê, di 20.01.2009 de.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.