Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 17 January 2009

Roj baş xalê minê bi rûmet Berwarto û brayê hêja Dîyar Aydinî;
sed hezar caran spas ji bo dilsozîya te û yên wek te yên welatbarêzên bi rûmet.
Xalê minê hêja, ez tu car ji we û mala me (Foruma Kurdistan) veneqetiya bûm. Lê çi mixabin ez bêdeng bûm. Yekcaran bêdengî ji başe. Yekcaran mirov divê bi hizr û ramanên xwe tenê bimînin û bixwebixwe mijûl bibin qenctire. Mirov kane pirtir zelal û freh bifikire. Lê ez tu car ji we û mala me (Foruma Kurdistan) veneqetîya bûm.
Hêvidarim em hemî welatparêzan hewl bidin hev û mala xwe (Foruma Kurdistan) ji hinek şêlkotîyan û xêrnexwazan paqiş bikin. Hinek şêlkotî û xêrnexwazan naxwazin welatparêz û qedroyên bi rûmet bigihêjin cemhev û bi rêk û şopên welatparêzîya Kurdewarî pirsgirêk û nakokîyên ku neokemalistên rûreş berdane bedena me çareser bikin û ji nav me biderînin.
Ez di wê bîr û bawerîyêde me ku hemî welatparêzên bi rûmet hewl bidin emê kanibin xêrnexwazîya wan rûreşên neokemalistan û dijminên Kurd û Kurdewarîyê di zikê wan de biteqînin !
Li gel rêz û slavên Kurdewarî
Bimînin di xêr û xweşîyêde.
Ihsan KINIK

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.