Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 July 2009

Name Ji bo serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bi rêz Mam Celal Telebanî

Ji bo serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK)

Bi rêz Mam Celal Telebanî

Oldenburg

Bi rêz serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan,

bi xemgîniyeke mezin em agehdariya bipêşvebirin û guhertinên rewşa niha bi sebara hilbijartin û dengdana ku dê ji bo parlamêntê Kurdistanê çê bibin. Li gorî lîstên navan bitenê ji yek mirovî Kurdên Êzîdî re hêvî heye, ku were hilbijartinê û ciyê xwe li parlemênt bigre – niha sê mirovên Kurdên Êzîdî di parlamênt de niwêner in. Li vir em dibînin, ku neheqiyeke mezin li Êzdiyan dibe û mafê wan tê xwarin. Ji bo parastina berjewendiyên Êzdiyan pêwist e ev mercê bingehîn, ku şeş mirov ji wan ji bo parlamêntê nû werin hilbijartin û bibine niwêner, pêk were. Ew jî li gorî hejmara wan ya di nava gel de. Di vê dema ku peydabûna sedema zordestiyeke teybet di derheqa Êzîdiyan de zêde heye kêmkirina hejmara niwênerên wan ji bo Parlemêntê Herêmê gaveke bi hêla paşveçûnê ve ye û ne li gorî dêmoqrasiya we ya hêne ciwan e û dê rewşê dijwartir bike. Em ji we hêvî dikin, ku hûn vê newekheviyê rawestînin û bandoriyê erênî lê bikin.

Li gel silavên hêja û germ

Telim Tolan Süleyman Kaya

Serokatiya Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmaniya

Vorstand: Telim Tolan (Vorsitzender), Süleyman Kaya (stv. Vorsitzender), Orhan Onat (Generalsekretär), Güler Tuku (Frauen), Kazim Oba (Finanzen), Murad Mahdo, Semseddin Tunc, Osman Güden, Selim Temin, Bozo Agirman, Hatun Kizilyel, Genco Mezkal

Name di formata PDF

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.