Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 2 August 2009

Newsweek / Herêma Kurdistan – Di hevpeyvînekê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bo Govara Newsweek ragehand ku hilbijartinên vê carê bo xelkên Herêma Kurdistanê re serkeftinek bû û got: ’'Hebûna opozîsyonê li Kurdistanê diyardeyeke baş e û em pêşwaziyê lê dikin.''

Ji sala 2003an ve Kurdên Iraqê hevpeymanekî ji dil ên Amerîka bûn, lê belê ji wextê Kurdan desthilata xwe li wan deverên tejî petrol berfireh kiriye û tekez dikin Bajarê Kerkûkê ku nakokî li ser heye yê wan e, berî referandum li wî bajarî bê kirin, rewşa wan li gel hikûmeta navendî û Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî ber bi xerabî diçe. Li gel wêya opozîsyonê astekî baş pêşan da, hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dîsan wek serokê herêmê hat hilbijartin, çend rojan piştî hilbijartinê, peyamnêrê Govara Newsweek hevpeyvînek li gel Barzanî kir û eva jêrê jî teksta hevpeyvînê ye:

Lary Kaplo

Newsweek: Pêwist e xelk çawa hilbijartina rave bike?

Mesud Barzanî: Ji xelkê Herêma Kurdistanê re ev serkeftinek bû. Dema rabirdû ku pêrgî jinavbirinê hatine, niha gihane qonaxekê azad in kêfa xelkê ji kê re were deng bidin wî.

Newsweek: Hûn çawa berê xwe didin serhildana opozisyona nû?

Mesud Barzan: Pêşwaziyê lê dikim, opozisyonê wek diyardeyeke tendirust dibînim.

Newsweek: Hûn çi dibêjin derbarê wan axaftinên ku dibên gendelî zêde ye û demoqrasî jî wek pêwist tune?

Mesud Barzanî: Emê yekser lijneyeke lêkolînê li ser gendeliyê pêk bînin û her kesek çi dozên wî/wê hebûn, yan her belgeyeke wan hebû, em dixwazin pêşkêşî wê lijneyê bike.

Newsweek: Cara yekê ev çend meh e, doh hûn û Malikî bi hev re axifîn, gelo peywendiyên we ber bi başî ve diçin?

Mesud Barzanî: Serokwezîr Malikî bi min re ket peywendiyê û pîrozbahî li min kir, ev pêngaveke baş bû, em di wê baweriyê de ne ev dibe şikandina buzê.

Newsweek: Di vê dawiyê de we çend daxwiyaniyên hişk derbarê peywendiyên we yên bi Bexdayê re dane.

Mesud Barzanî: Daxwiyaniyên min xelet hatine wergerandin. Di rastî de helwêstê min ji roja yekem ve nehatiye guhertin. Min tu daxwaziyên zêde ji bo gelê xwe nekirine ku ji çarçoveya destûrê derkeve. Herdem min tekez kiriye ku berevaniyê li mafên gelê xwe dikim û çeka di destê me de heye jî tenê destûr e.

Newsweek: Heta çi astekî hûn beramber vekişîna hêzên Amerîka nîgeran in?

Mesud Barzanî: Di vê dema ku di destê me de ye, divê em hemû pirsgirêkên Iraqê çareser bikin, ya herî girîng di vir de helwêstê siyasî yê Amerîka ye ne ku jimara serbazên wê. Gelo Amerîka Iraqê bicîh dihêle û rê dide rewş têk here, yan bi awayekî vedikişin ku aramiyê li pey xwe bicîh bihêlin?.

Newsweek: Peywendiyên we li gel Tirkiyê baştir bûne ku li pêşiya armancên Kurd wek asteng tê dîtin?

Mesud Barzanî: Pêşketineke berçav çêbûye, em pêşwaziya wan pêşketinan dikin û hewl didin ew pêşketin berdewam be.

Newsweek: Baş e derbarê girêdana we ya hûn rê nedin PKKê ji Kurdistana Iraqê êrîş bikin ser Tirkiyê?

Mesud Barzanî: Me rê nedaye PKKê ji vir êrîş bike. Derbarê PKKê de hinekî zêdegavî tê kirin. Ew deverên lê ne navçeyên çiyayî û dijwar in û dikevin navbera sînorên Îran, Iraq û Tirkiyê de, ji her hêzekê re pir zehmet e wan navçeyan kontrol bike.

Newsweek: Dibe Tirkiye bibe hevpeymanê we ger vekişîna hêzên Amerîka baş birêve neçû?

Mesud Barzanî: Tirkiye dikare rolekî pozîtîf bibîne li hemû Iraqê. Ger ew amade ne wî rolî bibînin, em jî amade ne, lê belê em desttêwerdana karûbarê navxwe qebul nakin.

Newsweek: Neteweyên Yekgirtî daxwaza lihevhatineke nerm û maqul dikin ji bo Kerkûkê, hûn piştgiriya wê proseyê dikin?

Mesud Barzanî: Bersiva min pir kurt e, bi maddeyeke destûrî nexşeya çareseriyê ji Kerkûk û navçeyên din re jî hatiye danîn ku nakokî li ser wan heye, her alternatîfeke din meselê aloz dike.

Newsweek: Baş e ger xelkên din ew çareserî qebul nekirin?

Mesud Barzanî: Wê demê mafên Kurd tên binpêkirin û mafê me ye jî berevaniyê li xwe bikin bi wan şêwazên liber destê me ne.

Newsweek: Lê belê ger mebesta te şerkirin e, jimara we kêm e.

Mesud Barzanî: Jimareya zêde nayê wê wateyê ku ew herdem serkeftinê bidest tînin. Tenê di sindoqên dengdanê de ew yasa heye ku piranî serkeftinê bidest tîne.

Çavkanî: Govara Newsweek a Amerîkî / 01.08.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.