Ana içeriğe atla
Submitted by Rohat Alakom on 27 April 2010

Kurdê ku herî zêde ermenî ji mirinê, ji xezeb û qirê xelas kirine, bi dîtina min begê began, Muhtila Beg e. Di dawiya sedsala 19 û di destpêka sedsala 20an de bi saya Muhtila Begê, bi hezaran ermenî ji mirinê filitîne.

Muhtila Beg bi cil û bergên kurdî li Moksê

Begê began

Muhtila Beg

Kurdê ku herî zêde ermenî ji mirinê, ji xezeb û qirê xelas kirine, bi dîtina min begê began, Muhtila Beg e.[1] Di dawiya sedsala 19 û di destpêka sedsala 20an de bi saya Muhtila Begê, bi hezaran ermenî ji mirinê filitîne. Angorî çavkaniyekê Muhtila Begê qasî 4 459 ermenî parastine û ji zilmê xelas kirine.[2] Ev reqema, reqemeke gelek giring e, em nikarin bidin alîkî. Muhtila Beg di nav mercên gelek dijwar û di rewşeke gelek krtîk, nazenîn de, bêyî ku cudatiya dîn û neteweyan bike, li dijî daxwaz û emrên hêzên resmî derketiye, hemû telûke û rîsk dane ber çavan, wek emê li jêr jî bibînin pêşengiya tevger û operasyoneke xelaskirina bi hezaran mirovan kiriye. Ev curetê (cesaret) wî gelek hêjayî nirxandinê ye û di warê xwe de li Kurdistanê mînakeke yekane ye. Muhtila Beg bi van kirinên xwe, bi kirinên mezin ve em li vir bi rehetî dikarin bêjin ku wek “Kurdê ku herî zêde ermenî xelas kirine“ derbasî dîrokê bûye.

Piştî mirinê be jî komên ermenî û kurdan, rêxistinên mafên mirovî divê Muhtila Begê xelat bikin û wî bi bîr bînin. Gelek caran kesên wek Muhtila Begê ku bi kirin û gotinên xwe ve ji mirovahiyê re xizmet kirine, bûne mînakên rengîn, piştî mirina xwe di dîrokê de hatine rûmet kirin û xelat kirin. Ji vê şêweyê bîranîna piştî mirinê re gelek caran di zimanên ewrûpî îfadeya “piştî mirinê“ (postum) tê bi kar anîn. Eger wiha nebe dîrok nikare xwe bighîne nifşên nû û kêrî tiştekî bê. Divê em dîrokê kêrdar bikin. Kêrdarkirina dîrokê yek ji wan mijarên herî giring e ku îro di nav dîrokzanan de tê niqaş kirin û ji aliyê hêz û komên mirovhez de tê rojanekirin û dibe mijara perwerdeyê. Divê ev begê kurd, begê began, Muhtila Begê Moksî, terfî bike yan jî divê kom û hêzên mafên mirovî terfiya wî bilind bikin û wî bikin abîdeyeke mirovheziyê. Çawa em dibînin îro li cîhanê gelek kesên ku wek Muhtila Begê mirov ji telûkan, tengasî, qeza û belayên mezin xelas kirine, wek leheng û qehreman hatine dîtinê. Gelo Muhtila Begê ku 4 459 ermenî ji mirinê xelas kirine, ne layiqî vê rûmetê ye û mirov gelo nikare vê rûmetê carke din şunda bide wî? Belê, Muhtila Beg wek xelaskar çawa di çavkaniyên vê nivîsê de jî derbas dibe, xwediyê gelek referensên dîrokî ne. Lê belê pir mixabin ku tu tanasib û nîspetek (proportion) di navbera mezinaya kirinên Muhtila Begê û mezinaya qiymetê ku heta niha - angorî kirinên wî - jê re hatiye nîşandayîn tuneye, divê ev bênîspetî bê guhartin.

Xelaskarê ermeniyên bêgune

Çawa me di destpêka vê nivîsê de jî dîyar kir, di salên 1895 û 1915an de Muhtila Begê angorî lêkoler û dîrokzanan qasî 4459 ermenî parastine û ji van herdu komkujiyan xelas kirine. Muhtila Beg, çawa kurdên Serhedê dibêjin, di nav van bîst salan de bûye “mirovê rojên oxirmê giran“. Wek mînak Orbeli dîyar dike ku di sala 1895an de dema hêzên leşkerî yên osmanî avîtine ser gundê Vozim (Ozim, Ûzim), Muhtila Begê şêniyê gund ji destê wan xwinxwaran xelas kiriye.[3] Dema di sala 1915an de komkujiya li dijî ermeniyan dest pê kiriye, bi hezaran ermenî ji aliyê Muhtila Begê ve tên xelaskirin. Gazaryan Garegin ku bi xwe ji Moksê ye, di bîranînên xwe de bi hûralî ser hewldayînên Muhtila Begê disekine. Dema vê komkujiyê li Moksê dest pê kiriye Gazaryan Garegin deh salî bûye. Muhtila Begê hemû ermeniyên salbuhirî şandine nav mêşe û şkeftan, zarokên ermenî di malên kurdan de veşartine. Gazaryan Garegin dibêje ku wî, xwe li Moksê di mala kurdekî de, di mala “Apê Misto“ de veşartiye.[4] Karlanê Çaçan di lêkolîna xwe de her wisa jî cîh dide bîranînên hin kesên ku ji Moksê û bajarên derdora Moksê koçberî Sovyetê kirine. Yek ji wan bineciyên bajarê Hîzanê, Nûrî Hîzanî ye ku di bîranînên xwe de Muhtila Begê wiha dide nasandin:

“75 gund di bin destê Murtila Begê de hebûn, çi li wan gundan de biqewimiya, pêra-pêra digihîşte Murtila Begê û badilhewa nîne ku cimaetê digot “Sed çav û sed guhê Murtila Begê hene“ û îlahî eger kurdek xatirê ermeniyan keta, ji destê Murtila Begê xelas nedibû“[5]

Muhtila Begê ne tenê bi mafên ermeniyan, karûbarên civakî û bi parastina mafên mirovî ve mijûl bûye, ew her wisa jî bûye parêzgerekî heywanan:

“Tiştekê girîngtirîn heye ku, Muhtila Begê mafê heywanatê jî parastiye. Tê gotin di wextê Muhtila Begê de hin wextên demsalan, keriyên pezkoviyan ji bilindahiya çiyayan berjêr dibûn, dihatin li nik bajêr dadiketin devê Çemê Mezin, wan ava xwe vedixwar û cardin berjorê zozanan dibûn. Li ser emrê Mîr, kesekê nedişêya tifengekê lê berde, nêçîrekê bike, ziyanekê bigihîne wan heywanên kovî. Ji ber wê çendê Mîr parêzgerê mafê heywanatê jî bû. Mixabin îro, tu li çiyayê Miksê ji wan heywanan kitekê naşê bibînî, hemû qeliyan û çûn“.[6]

Ji der Orbeli, yek ji wan kesên ku çûye Moksê, li wir Muhtila Beg dîtiye û sûretekî wî kişandiye, rohilatnasê alman Carl Friedrich Lehmann-Haupt e (1861-1934). Ew, di lêkolîneke xwe de di derbarê vî begê kurd de tiştine balkêş dibêje: “Dema li Wanê xebera destpêkirna komkujiyê dighêje wî, ew bi lez û bez bi 150 rûbleyî hespekî distîne, şev û roj ji ser pişta vî hespî peya nabe, hespî bi halê kuştinê dajo û tê pêşî li vê komkujiyê digre“. Lehmann-Hauptê ku vê kirina Muhtila Begê wek bûyereke mezin û dilşad dide nasîn, paşê gotinên xwe wiha berdewam dike: “Piştî demeke kurt ji me re nesîb bû ku me ev eyloyê (qertel) rûspî di nav kurdan de nas kir“. [7] Cîgirê balyozê rûs S. Olferev ku li bajarê Wanê dima, bi Muhtila Begê re têkiliyên wî hebûn, gelek caran hev didîtin, wî di derbarê kesayetiya Muhtila Begê û dostaniya kurd-ermeniyan de wiha gotiye:

“Murtila Beg merîkî lapten başqe ye. Merîyên nolanî wî yê merîfet, rehm û aqil tune ye. Wî bi zimanê ermenî gelek baş xeber dida, bi hub û hezkirineke mezin ve berbirî ermeniyan dibû. Wextê di qezaya Wanê de dest bi qirkirina ermeniyan bû, ewî hemû mecal dane sazkirinê bona ermenî ji wê qirkirinê xelas bibin. Di herêma wî de tu ermenîyekî zîyan nekişand“.[8]

Wisa tê xuyan ku mirovhezî di xwîna Muhtila Begê de hebûye. Ji aliyê din wî rastiyek jî dîtiye û dîyar kiriye. Angorî wî eger mirov baş perwerde nebe, ew dikare ji heywanan jî xirabtir bibe, di dawiyê de dikare bibe cenewar. Ez bawer dikim ku mezinahiya Muhtila Begê di nav van gotinên wî yên giring de veşartiye: “Gur li cîhekî mîyekê digre û têr dibe, lê belê mirov bêyî ku hewcedariya wî hebe dikare tevaya cihanê bişewitîne“. [9] Wî, ev gotin berî sedsalî li ser erdê Moksê ji dostê xwe Orbeli re gotine. Gelek caran xêrnexwazên gelê kurd dibêjin ku kurdan gelek ermenî kuştine, dixwazin bi van gotinên berovajî ve kurdan sûcdar nîşan bidin. Lê belê ev hemû çalakî û kirinên Muhtila Begê van dîtinên şaş, derew derdixe. Muhtila Beg çawa di vê nivîsê de jî xuya dibe li dijî vê propagandayê wek abîdeyekê derbasî dîrokê bûye.

Muhtila Beg û heyeta birêvebiriyê li Moksê

Çend rûpel ji jîyana Muhtila Begê

Muhtila Begê Moksî yek ji wan kesayetiyên kurd e ku hatiye ji bîr kirin. Heta niha di derbarê jîyana Muhtila Begê de xebateke bîyografîk yan jî portreyeke fireh nehatiye kirin. Lê belê di hin çavkaniyên ku li Europayê û li Sovyetê weşiyane, bi kurtî be jî qala Muhtila Begê dikin. Ew, ji qezaya bajarê Wanê ya bi navê Moks bûye. Navê Muhtila Begê di hin çavkaniyan de gelek ji hev cihê hatiye nivîsîn, wek Mirtile, Mihtila, Mutialla, Murtulla, Muhtila.[10] Rohilatnasê alman Carl Friedrich Lehmann-Haupt ku Muhtila Beg dîtiye, di noteke xwe de dîyar dike ku Muhtila Begê her wisa jî bi navê “Lutfî Beg“ dihate navandin.[11] Navê bajarê Moksê jî wek navê Muhtila Begê gelek caran cuda-cuda hatiye nîşan dayîn (Mog, Mogkh, bi tirki: Muks, Müküs). Qezaya Moksê ku bi bajarê Wanê ve girêdayî ye navendeke gelek kevn e, di rojavaya başûra Wanê de cîh girtiye. Gelek gerok, lêkoler û kesên mayîn berî sedsalan çûne Moksê. Dîrokzanê kurd Karlanê Çaçan (Karlênê Çaçanî) di xebateke xwe de angorî çavkaniyên rûs û ermenî li ser mijara Muhtila Begê hin zanyarî û agahiyan kêrdar pêşkêş dike:

“Murtila Begê Moksê heft sala li bajarê Stenbolê di dibistana hucirê de xwendiye û xelas kiriye. Ewî gelek baş zimanê tirkî û farisî zanibû. Di paşwextiyê de ji xwe re dersdarekî digre, hînî xwendin û nivîsara ermenî dibe. Ewî rind haj ji jîyan û edebîyata ewrûpî hebû. Ji sala 1878an heta kutasiya jîyana xwe midirê qezaya Moksê bû û timê hewl dida ku ermenî û kurd bi hevra di nav aşitiyê de bijîn, pizmamtiya wan diha û diha mehkem bibe“.[12]

Muhtila Beg kurê Evdal Begê bûye û navê kalkê wî lê kirine. Angorî çavkaniyekê Waliyê bajarê Wanê demekê li dora sala 1912an xwestiye Muhtila Begê bike qaymeqaymê devera Nordûzê û xelateke osmanî bidin wî. Lê belê wî, ev pêşneyar qebûl nekiriye û bi kubarî pirsa nexweşbûna xwe pêşta kişandiye. Muhtila Begê demekê xwestiye dev ji karê resmî berde.[13]

Yek ji wan kesên ku bala me kişandiye ser Muhtila Begê, lêkoler Sînan Hakan e ku ev çend sal in bi dîroka herêma xwe, bi dîroka Moksê ve mijûl e, çend lêkolînên balkêş bi tirkî û kurdî weşandin.[14] Di pirtûka xwe ya pêşîn de nivîskar bi kurtî be jî li ser kesayetiya Muhtila Begê ya karîzmatîk disekine. Sînan Hakan di cîhekî vê xebata xwe de dibêje ku Muhtila Begê di salên 1920-ê de demekê li devera Westanê jî qaymeqaymtî kiriye û gelek caran karên xwe li gundê Pşîvangê meşandine. Sînan Hakan di eynî çavkaniyê de her wisa jî dîyar dike ku piştî mirina Muhtila Begê, di nav Malbata Eyubxan Begê de dubendî û dijberiyên mezin peyda bûne, gelek kesên hêja jîyanên xwe winda kirine. Angorî Sînan Hakan, Muhtila Begê di sala 1922an de vefat kiriye û ew tucar nezewiciye.[15] Di nav Malbata Eyubxan Begê de Xan Mehmûd û Muhtila Beg du kesên herî karîzmatîk dikarin bên hesibîn.[16] Xan Mehmûd angorî rojnameyeke swêdî paşayê osmanî gelek tirsandibû û her çiqas topên paşa hebûne jî wî cesaret nekiriye derkeve derva. Rojname radigihîne ku hemû xerc û xereca Ermenîstan û Kurdistana dorberê Wanê ku berê diçû kasaya (xezîneya) paşayê osmanî, niha hemû ev hatina ji vî mîrê kurd ê hêzdar re diçe.[17]

Di edebîyata kurdî de îmaja Muhtila Begê

Kesayetî û camêrtiya Muhtila Begê her wisa jî bala hin nivîskarên kurd kişandiye û Muhtila Beg ji berhemên xwe re kirine mijareke edebî. Nado Maxmûdov di kurteçîrokeke xwe ya bi navê Sîyarê Hespê Boz de qala welatparêzê ermenî Andranik Ozanyan kiriye. Di vê berhema dokumenter de her wisa jî portreke Muhtila Begê ya dîrokî heye. Gundîyekî ermenî ji Moksê ku êdî kal bûye, li vir nîşan dide ku Muhtila Begê gelek ermenî ji zext û zordestiya osmaniyan xelas kirine. Li jêr me beşa pêşîn ya vê serpêhatiyê ji tîpên krîlî guharte tîpên latînî û zimanê serpêhatiyê hinekî sade kir ku xwendevan naveroka vê berhemê baştir têbighên:

“Wê demê gundîyekî por-gulî spîkirî ku ji Ermenîstana Tirkiyê koçber bibû, ji nav civatê pêşta hat, kumê xwe derxist, hêvî kir ku serleşker destûrê bide du giliyan bêje. Sîyarê Hespê Boz jê re got:“Bêje!

“Ez ji dinya zilmê û qetlê, ji Ermenîstanê hatime, gundî destpêkir. Ez him şedê tiştên baş im û him jî tiştên xirab. Ez ji qeza welatê Moksê me, di qeza me de him ermenî û him jî kurd hebûn ku ligel hev bi tevayî diman û çi ji destê wan dihat alîkarî didane hevdu. Mîrê kurd yê navdar Murtule Bag serkarî li qeza me dikir. Dibe te navê wî bîhisti be. Ew jî mirovekî wek te civathez û heqdar bû. Eger ermeniyên qeza Moksê ji zilmê xelas bûne, bi saya serê Murtule Beg bû. Dema fermana siltan ya veşartî di derbarî komkujiya ermeniyan de hate stendinê, li Wanê dizîka ve civata qaymeqaman, beg û paşan pêk hat. Murtule Beg jî tevî wê dibû. Di civînê de, wê fermanê dixwînin û dispêrine beşdaran ku dema vedigerin cîhê xwe, dest bi komkujiya ermeniyan bikin. Murtule Beg şev ji Wanê dertê, digihêje Moksê, gazî serekeşîrên qeza xwe ya kurd dike, wan tîne bal xwe û di derbarê fermana siltan de tiştan dibêje wan. Ew, ji serekeşîrên xwe dixwaze her tiştî bikin bona mûk ji serê ermeniyên qeza Moksê kêm nebe. Beşdar hemû ji Murtule Begê re qayîl dibin, xêncî birayê wî yê piçûk, Nureddîn Beg ku alîgirê fermana siltan ya nemirovî bû. Murtule Begê birayê xwe yê qure-qutam girt. Beg ne tenê xweyitî li ermeniyên qeza me kir, lê wusa jî gelek malbatên ermeniyan ku ji aliyê Bagêşê, Bitlîs û Wanê revî bûn. Wî ewqas wext ermenî xweyî kirin hetanî ku rûs gîhiştin Bitlîsê. Her tenê paşî vê yekê ew dûr ket, çû, gava hemû ermenî teslîmî rûsan kirin. Ay begê me begekî çiqasî ermenîhez, camêr bû, gundî gotina xwe xelas kir“.[18]

Nivîskarekî mayîn ê Sovyeta kevn, Eliyê Evdilrehman berî mirina li ser mijara Muhtila Begê kar dikir û dixwest ku li ser jîyan û kesayetiya wî romanekê binivîse. Di hevpeyvîneke ligel wî de, ew wiha dibêje: “Bilî vê, ez niha dîsa li ser romana Murtela Beg dixebitim, çawa tê zanîn ew xweşmêrê navça Muksê bû“.[19] Piştî mirina wî, ew destnivîsên wî çawa bûn, em pê nizanin. Eliyê Evdilrehman bi xwe kurdekî ji devera Wanê bû, di sala 1926an de ligel hin kurdên din derbasî aliyê Sovyetê dibin û heta mirinê jîyana xwe li wir derbas dike. Eliyê Evdilrehman wek romannivîsekî kurd tê nasîn, bi navê Gundê Mêrxasa û Şer Çîya de du roman weşandine. Di romana dawî de ew, Serhildana Agiriyê vedibêje. Muhtila Beg her wisa jî bûye mijara helbestan. Yek ji wan helbestvanên kurd, Fêrîkê Ûsif wiha dibêje:

Em gerek hê li Pertev Beg dagerin

Mem û Zîna horî-melek dagerin

Ahmedê wek şems û werşeq dagerin

Li Meleyê zimanzîrek dagerin.

Em hê gerek Murtula Beg dagerin,

Bizanibin çî ye hub, helalî û comerdî...[20]

Dema gilî ji dostaniya di navbera kurd û ermeniyan de vedibe gelek caran navê Muhtila Begê derbas dibe û ew wek “mirovê rojên oxirmê giran“ tê nasandin.

Rohilatnas û kurdnasê navdar Orbeli, dostê Muhtila Begê

Rasthatineke dîrokî: Muhtila Beg û Orbeli (1911-1912)

Ji der Orbeli, hin kesên din jî di salên kevn de çûne Moksê, wek mînak botanîstê awûsturyayî Karl Georg Theodor Kotschy[21] û rohilatnasê alman C. F. Lehmann-Haupt.[22] Yek ji wan kesên ku Muhtila Beg ji nêz ve nas kiriye, di salên 1911-1912an de du caran bi mehan bûye mêvanê Muhtila Begê, dîrokzanê navdar Orbeli ye (1881-1961). Lêkolerekî bi navê K.N. Yuzbaşyan ku li ser jîyana Orbeli yek ji wan bîyografiyên herî fireh nivisiye, di vê xebata xwe de her wisa cîh dide wê dema ku Orbeli di sala 1911an di mala Muhtila Begê bûye mêvan. Yuzbaşyan di cîhekî vê pirtûka xwe de gotiye ku “Murtulla Begê tesîreke gelekî mezin li ser zanyarê genc hîşt“. Paşê Yuzbaşyan cîh dide nameyeke ku Orbeli ji Moksê ji malbata xwe re şandiye:

“Ez di mala mudir de dijîm ku begekî kurda ye, ew beg yek ji wan kêm kesan e ku di dema qirkirinê de ermenî parastine. Min degme (kêm) kalmêrekî usayî bedew û xwînşirîn dîtiye. Lê ya sereke ew e ku ew gelek maqûl e, ew ji wê demê, ji Wanê wêdetir neçûye, Ew, gelek ji min hez dike“. [23]

Orbeli piştî ku ji Moksê vedigere, di warê pêştabirina kurdnasiyê de gelek karên hêja û kêrdar kirine. Kurdnasan qiymeteka mezin dane Orbeli.[24] Beşeke mezin a çavkaniyên ku Orbeli nivîsîne yan jî li ser wî hatine nivîsîn gelek caran qala van hersê mijaran dikin: a) Bajarê Moksê, çand, ziman û folklora deverê, b) Kesayetiya Muhtila Begê, c) Dostanetiya kurd-ermeniyan. Orbeli yek ji wan kesên pêşîn ku cara yekem di derbarê dîrok, civat û zimanê qezaya Moksê de hûr bûye, lêkolîn kirine û çend berhem pêşkêşî lêkoleren kiriye. Pirtûka wî ya pêşîn lêkolîna wî ya bi navê Folklor û Deba Moksê ye.[25] Orbeli dema di destpêka sedsala bîstan de çûye Moksê, her wisa jî ziman û folklora kurmancî ya vê deverê bala wî kişandiye û angorî zaniyari û malzemeyê wan salan û angorî dîyalekta Moksê ev ferhenga amade kiriye. Ev xebata wî ya duwem jî bi navê Ferhenga Kurdî û Rusî ye ku di sala 2002an de li Erîvanê hatiye weşandin.[26]

Bergê Ferhenga Kurdî-Rûsî ya Orbeli

ku angorî materyalên dîyalekta Moksê amade kiriye

Çawa em ji dokumentekê fêr dibin Orbeli hê di sala 1915an de li ser vê ferhengê karên xwe kûr kiriye û xwestiye vê xebata xwe ji bo çapê amade bike. [27] Lê mixabin piştî gelek salan şunda ev ferheng hatiye weşandin. Ji aliyê din ev ferhenga di warê lexikografî de ferhenga kurdî a yekem ku angorî devoka herêmekê hatiye amade kirin.

Lêkolera rûs Musaelian di nivîseke xwe da dîyar dike ku di arşîvan de teksteke Mem û Zînê heye ku Orbeli dema li Moksê bûye, bihîstiye û derbasî ser kaxiz kiriye.[28]

Bi kurtahî ev şemala ku berî sedsalan ji kesayetiya Muhtila Begê dipeke, her wisa jî çawa me li jor dît rûpelekî dîroka kurdî baş dibiriqîne. Moks ji bo Orbelî dibe dibistanek. Çawa tê xuyan bajarê Moksê tam berî sedsalan (1911) ji rohilatnas, armenolog û kurdnasê naskirî Orbeli re dergê xwe vekiriye, bi mehan kiriye mêvan, hildaye ser seran, ser çavan. Ew û Muhtila Beg dibin du dost û hevalên hev ên herî nêzîk. Mayîna Orbelî li Moksê heyraniya wî ya di derbarê çanda kurdî de zêdetir kiriye. Vê yekê li ser vekirina beşa kurdansiyê bandoreke mezin hîştiye. Deme ev beş di sala 1959an de vedibe, Orbelî dibe serekê wê. Ev yeka rûmeta kurdnasiyê li Yekitiya Sovyet gelek bilind dike û Orbelî alîkariyeke mezin dide pêşketina kurdnasiyê.

Ji aliyê din Muhtila Begê ku qiymeteka mezin daye mirovahiyê, bi hezaran ermenî ji komkujiyê xelas kirine, çawa me li jor jî behs kir dostayetiya herdu gelan (kurd-ermenî) kiriye abîdeyeke dîrokî. Navên Orbeli, Muhtila Begê, Moks, kurd û ermenî ev bi salan e her gazî hev dikin, hev bi bîr tînin. Ez bawer dikim ku navê Orbeli wek navê Muhtila Begê piştî salan jî ê di warê nivîsîna dîroka bajarê Moksê de wek du navên hêja û giranbiha bên bi bîr anîn. Muhtila Begê di salên dawî de ji sîyaset û kirinên dewleta osmanî wisa pir aciz bûye, êdî xwestiye wî welatî bihêle, herî salên xwe yên dawî li Tiflîsê li bal dostên xwe yên qedîmî Orbeli û Lalayans derbas bike.[29]

Muhtila Beg û pirsa xelasiya kurdan

Muhtila Beg bi pirsa xelaskirina ermenî nemaye, ew her wisa jî bi pêşeroja gelê xwe, bi pêşeroja kurdan ve jî mijûl bûye. Muhtila Beg xelasiya kurdan bi dîplomatê rûs re niqaş kiriye, bi rûsan re ketiye têkiliyan. Muhtila Beg, dîplomatê rûs S. Olferev ku di van salan de li Wanê dima, nas dikir, bi wî re pêwendiyên wî hebûn. Di çavkaniyekê de di derbarê rizgarbûn û azadiya kurdan de raman û baweriya Muhtila Begê jî cîh girtiye. Angorî Muhtila Begê wek hêzeke mezin tenê rûs dikarin li kurdan xweyî derkevin û wan xelas bikin.[30] Di van salên dijwar de Muhtila Begê her wisa jî gelek hewl daye û nehiştiye wekî çete, tûjo û ekstremîstên ermenî zirarê bidin kurdên bêgune, lê belê dîsa jî di nav wê xirecirê de xwîna gelek kurdan hatiye rijandin.[31]

Muhtila Beg dîrokê dinivîs(in)e!

Navê Muhtila Begê, ne tenê ji bo şêniyê Moksê û kurdan, bi baweriya min ev nava ji bo hemû mirovahiyê rûmet û serbilindîyeke mezin e. Dîroka bajarê Moksê ku gelek caran wek hêlîna ku çivîkên (çûk) Feqiyê Teyran lê daniye û welatê Xan Mehmûd ku serî lê hildaye, tên nasîn, çawa li jorê jî xuya dibe gelek rengîn e. Lê belê jîyana “Kurdê ku herî zêde ermenî xelas kirine“ vê dîrokê hin jî rengîntir dike. Ev wargeha hêlînan, vê carê ji ermeniyan re bûye star. Peyvên hêlîn û star ji bo maceraya çivîkan, koçberan, neçaran, kurdan, ermeniyan û hemû efrandeyên jîndar ku timê di rê de ne, du peyvên herî watedar û şirîn dikarin bên hesibîn. Mirov bi dilşahî, bi bextewarî dikare bêje ku Moks êdî wek hêlîn û stara ku teyran û ermeniyan lê daniye, derbasî dîrokê bûye. Belê, rast e navê Muhtila Beg ji aliyê me kurdan de gelek zû hatiye ji bîr kirin, lê belê çawa em li vir jî dibînin, ew dîrokê dinivîs(in)e!

__

[1] Gelek spas ji bo lêkolerê ji Moksê, Sînan Hakan ku ev nivîsa min bi baldariyeke mezin ve xwend û bi hin notên xwe ev teksta hin jî “moksêtir“ kir.

[2] Jacques Semelin, Claire Andrieu, Sarah Genburger, La résistance aux génocides: de la pluralité des actes de sauvetage, 2008, rûp.211.

[3] M.S. Lazerev, Pirsa Kurdan, wergêr: Têmûrê Xelîl, Weşanaên Roja Nû, 1999, rûp.406.

[4] Karlênê Çaçanî, rûp.22.

[5] Karlênê Çaçanî, rûp.21.

[6] Ji nameya Sînan Hakan ya bi terîxa 25/2 2010.

[7] C. F. Lehmann-Haupt, Armenien. Einst und Jetzt, vol.II, Berlin & Leipzig, 1926, rûp.87.

[8] Karlênê Çaçanî, rûp.23.

[9] Orbeli, Folklor i Bit Moksa, Moskva, 1982, rûp.49.

[10] Me ev nav di nav vê tekstê de wek Muhtila bi kar anîye, lê belê di jêneqilkirinan de wek xwe hîştiye, neguhartiye. Sînan Hakan di derbarê vê yekê de wiha dibêje: “Rastiya navê wî Muhtila Beg e, navê bapîrê wî jî Muhtila Beg bû. Devoka Kurdî “Mihtila“ tê gotin. Osmanî/Tirkîya wî Mûtîullah Bey'e. Çi awayê be ez nizanim belê Orbeli bi xeletahî bi “Murtilla“ nivîsiye û di nav Ermeniyan û Kurdên Jorîn wisa hatiye gotin, belê neraste“. (Ji nameya Sînan Hakan ya bi terîxa 25/2 2010).

[11] C. F. Lehmann-Haupt, Armenien. Einst und Jetzt, vol.II, Berlin & Leipzig, 1926, rûp.87.

[12] Karlênê Çaçanî, Pizmamtiya Cimeta Ermeniya û Kurda, Êrêvan, 1977, rûp.20-21. Hin çavkanî dibêjin ku Muhtila Beg di destpêka sedsala bîstan de, hin çavkanî jî dibêjin ku di sala 1902an de bûye midirê qezaya Moksê. Ev yeka û hin nezelalî û valahiyên din ku di bîyografiya Muhtila Begê de pêşda tên, divê zêde bên lêkolan. Di derbarê mayîna wî ya Stenbolê de Sînan Hakan wiha dibêje: “Muhtila Beg tu caran neçûye Stenbolê û li Stenbol perwerdehî nedîtiye. Ew gotin xelet e. Lê belê bavê wî Ebdal Beg digel birayên xwe sala 1849'ê li girava Rodosê hatibû sirgûn kirin. Paşê hatibû efû kirin û li Stenbolê Ordûya Hûmayûna Dersaadet Alaya Suwariya Sêyemîn de cih bibû, dora 1860'ê vegerîbû li Miksê û li Miks û Kavaşê qaymeqamtî kiribû. Tirkî zanîn hê ji dewra Xan Mehmûd pê ve rastiyeka wê malbatê bû“. (Ji nameya Sînan Hakan ya bi terîxa 25/2 2010).

[13] Karlênê Çaçanî, rûp.23.

[14] Sinan Hakan, Müküs Kürt Mirleri Tarihi ve Han Mahmud, Weşananên Pêri, 2002. Sinan Hakan, Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Direnişleri (1817-1867), Weşananên Doz, 2007. Sinan Hakan, Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê, Malpera Nefelê (7/4 2009).

[15] Sinan Hakan, Müküs Kürt Mirleri Tarihi ve Han Mahmud, Weşananên Pêri, 2002, rûp.135.

[16] Muhtila Beg neviyê Şêxî Begê ye, Şêxî Beg jî çawa tê zanîn birayê Xan Mehmûd bûye, herdu jî kurên Ebdî Begê ne û neviyên Eyubxan Begê ne. Navê malbata wan (Eyubxan Begê) ji navê bapîrê wan tê. Dema Şêxî Beg di sala 1821'ê de tê kuştin, birayê wî Xan Mehmûd dibe Mîrê Moksê. Gelek mirov û nevîçirkên vê malbatê niha li Wanê û deverên mayîn dijîn, wek mînak parlementera kurd Gulşen Orhan ji nevîçirka Şêxi Begê û lêkoler Sînan Hakan ji nevîçirkê Xan Mehmûd tên hesibîn.

[17] Orienten, Post- och inrikes tidningar, 20/7 1846.

[18] Nado Maxmûdov, Sîyarê Hespê Boz, Riya Teze, 24/2 1990. Angorî Sînan Hakan navê birayê Muhtila Begê yê piçûk, ne Nureddîn e, navê wî yê rast Nûrî Begê bûye.

[19] Têmûrê Xelîl, Eliyê Evdilrehman ki ye?, Roja Nû, nr 4/1984.

[20] Fêrîkê Ûsif, Berevoka Berhema II, Yêrêvan, 2008, rûp.131.

[21] Botanîstê awûsturayê Karl Georg Theodor Kotschy (1813-1866) di gera xwe ya sala 1859an de çûye Moksê. Li ser vê gera xwe ya duwem nivîseke dirêj nivîsiye û tê de qala Moksê jî dike. Wê demê birayê Xan Mehmûd, Derwêş Beg serekê Moksê bûye û Theodor Kotschy dibêje ku Xan Mehmûd vê gavê li Ruscukê cezayê xwe dikşîne. Bênêre: Dr. Theodor Kotschy's neue Reise nach Klein-Asien, Petermanns Geographische Mitteilungen, Volym 6,1860, rûp. 68-86.

[22] C. F. Lehmann-Haupt, Armenien. Einst und Jetzt, vol.II, Berlin & Leipzig, 1926, rûp.87.

[23] M.S. Lazerev, Pirsa Kurdan, wergervan: Têmûrê Xelîl, Weşanaên Roja Nû, 1999, rûp.406.

[24] Qanadê Kurdo, Akademîk Orbeli çawa kurdnas, Riya Teze, 26/7 1970.

[25] Orbelî, Folklor i Bit Moksa, Moskva, 1982.

[26] I. A. Orbeli, Kurdsko-ryssskiy slovar, Êrêvan, 2002.

[27] Wezîrê Eşo, Dokumêntêd arxîvêye teze derheqa akademîk H. A. Orbeli de, Riya Teze, 20/8 1980.

[28] Zhaklina Musaelian, Academician Iosif Orbeli and Kurdisch Classic Litterature, Acta Kurdica, vol.1, 1994, rûp.209.

[29] Karlênê Çaçanî, rûp.22-24.

[30] Karlênê Çaçanî, rûp.23.

[31] Di derbarê van zordestiyên li dijî kurdan de Sînan Hakan hin mînakan pêşkêş dike: “Li Miksê û li Kavaşê, Taşnaqan gelek Kurdên bêguneh qetil kirin. Ji malbata min jî kesê bêsebeb hatî kuştin pirr in. Malxala min ku neviyên Mîr Sêvdîn'ê birayê Xan Mehmûd bûn, li Kavaşê li Gundê Arpêtê cih bibûn. Îro, li Arpêtê goristana komkujiya bi destê Taşnaqan heye ku gelek kesên ji wê malbatê, bêgune, hin jin û zarok tê de radizên. Mihtila Begê ji wan re gazî şandibû ku bi demekê zû werin Miksê, lê belê hin ji wan bi gotinên gundiyên xwe yên Ermenî xapiyan. Ciranên wan yê Ermenî gotin : “Netirsin! çekê xwe teslîmê me kin, em nahêlin Taşnaq tiştekê xirab bînin serê we.“ Belê encam wisa nebû. Ew qirkirin bi destê Ermeniyên xwecihî ne, belê destê Taşnaqê bibû. Bapîrê min (Bavê dayika min) Xan Ebdal, dora deh saliya xwe, bibû şahidê wê qetilama li Arpêtê... Di aliyê din, malbata me (Mala Silêman Begê kurê Xan Mehmûd) dema gaziya Mîr giheştibû mala wan a li gundê Zerîkasê, mal hiştibûn û bilez xwe spartibûn li Miksê. Ji yek rojê, mirinê filitîbûn. Disa meha Gulanê piştî Kavaş ket, Mihtila Beg û gelê Miksî ji Miksê derketibûn, xwe spartibûn deverên ewledar. Wê navê re kesên ku xwe xelas nekirî ketibûn nav qetilama Taşnaqê. Xwîna Kurdan li Miksê jî gelekê rija bû. Heta sala dinê Ermeni vekêşabûn Westan û Wanê, Kavaş û Miks xalî mabû...“Kurte qisse; Muhtila Begê, bi salan xelkê Ermenî ji zilma Kurdên nezan û fermanên mirinê yên dewleta Osmanî parastin, belê bersîva Ermeniyan gelekê nexweş, bêrûmet, dilkuj, xirab û tûj bû... Mihtila Beg ev yek heq nekiribû... (Ji nameya Sînan Hakan ya bi terîxa 25/2 2010).

Ji Netkurd

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.