Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 November 2008

[size=x-large][color=#990000][b]Gulê Mehrûmê[/b][/color][/size]

[img]http://www.hinis.net/haber_imaj/Gule98.jpg[/img]

Gulê!
Mirovatî derewîn e
Serê xwe pê re ne êşîne
Tu ne xurt be, Tu qet nîn e
Tew Tu li paş xwe binere
Tu ni kare bimeyzîne
Li xwe binere Tu ahîn e
Li pêş xwe binere, belkî tu hêviyê biçîne

Gulê!
Tu ji ku hatiye?
Dîroka Te ne hevdû girtiye
Kevnê Te Ronî tê de tune ye
Kî hatiye û bêhna Te diziye
Gulê tu ji ku hatiye?
Em mirov in derewîn in
Hevdû dixapînin
Li gula xwe bi kîn in
Li hevber guldizan mirî nin
Em li xwe vedigerînin
Zanê perçê Kurdistanê em in
Û em jî ji hev re zikreş û bi kîn in

Gulê!
Rêberê Te tev derewîn in
Gulê rastiya Te li ku ye?
Berî vê demê sî hezar stirî di Te de çandin
Nîv milyon ji pelê Te weşandin
Pelên te yên mayî li bazarê rohilatê gerandin
Evîna di dilê bilbilê te de şikenandin
Hezvanên Te çep û rast li hev gerandin

Gulê!
Ma rengê Te ji ku hatiye?
Gulê pelê Te li ber ba dibin
Di sînoran re derbas dibin
Di nav pêlên deryayên ne nas de bi nav dibin
Û pelên Te yên rû spehî û sor
Di nav dest û nigên zinêkaran de berbat dibin

Gulê!
Li xwe bipirse Tu ji ku hatiye?
Avdizê Te eşkere sûnd dixwe
Dibêje ez ê Te tune bikim
Xêr û bêra Te talan bikim
Pelê Te ji hev tar û mar bikim
Ji ber navê Te, ez ê Te qaçax bikim

Gulê!
Ma qey navê Te çi ye?
Mafê mirovan derew e Gulê mehrûmê
A rast fen û bazar e Gulê rebenê
Bawer ne be va ye sed sal ev hal e
Stirî, pelixandin û kelem e Gulê bê kenê
Gulê ma kenê Te li ku ye?
Carekê bikene
Pêlan li xwe bicivîne
Bêhna xwe li xwe vegerîne
Ava xwe ji mêşên xwe re hilîne

Gulê!
Tê kengî bikene?

[b]Gula Amûdê Zana Xanê[/b]
[email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.