Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 10 April 2010

Min xwest bêjim hîmên bingehîn ên neteweyekê ne tenê nîjad û xwîn in, ziman û nirxên hevpar in. Bi nêrîna min mirov bi kîjan zimanê berheman bide, dibe malê wê. Kurdek ji ber çi sedemê dibe bila bibe, heger bi Rûsî berhem da, Rûs e. Bi Almanî be Alman, bi Romî (Tirk) be Rom (Tirk) e. Erê dizanim dê gelek kes biqehirin, xwe li min sor bikin.

[b]Nasnameya neteweyî ne tenê bi xwînê ye[/b]

Wekî we pêderxist, min negot "nivîskarên Kurd" lê min got "nivîskarên ji bo Kurdan dinivîsînin". Dema mirov ji diya xwe dibe, tê jiyanê, rastî rewşeke amade tê. Dê-bav kivşe ne, rewsa aborî û azadiyê kivşe ye. Mirov heya bi per-baskan dikeve nikare vê rewşê biguherîne. Ya girîng jî hîmên nasname û kesayetiya xwe jî di wê rewşê de digire.

Kurdbûn, Almanbûn an Tirkbûn ne tenê ji genetîkê ye. Hemî Alman bi eslê xwe ne Alman an German in. 45% ji gelheya Almanyayê ji Keltan e. Kelt jî ji Asyayê çûne Ewropa, bicihbûne. Herwiha tenê 25% ji Almanan ji berên Germanî ne. 10% ji Almanan ji Cihûyan in. Li rûyê erdê ti qewmek saf nîne. Hin ji qewman kêm tevlî yên din bûne (bo mînak Rûs, gelê Sam, Gallî, Kurd ûed), hin jî gelek (bo mînak Tirk, Ereb ûêd).

Li Tirkiyeyê tenê 3% kes Tirkên xas in, ji Asya Navîn hatine. Pirraniya xelkên Tirkiyeyê ji qewmên din in û ji ber ku Tirkan serokatiya Îslamê bidestxistibûn, di bin giraniya wan de heliyane. Van salên dawiyê ku zanîstiya genetîkê gelek bipêşketiye, Tirkan bi xwe lêkolîn kirin û dîtin ku ew derewên heya niha kiribûn êdî bi kêrî tiştekê nayên. Anatoliya li ser koka xwe dijî. Tirk hatine, bi şûrê Îslamê ziman û olên xelkê guhertine lê ji her qewmê gelên Anatoliya û Kurdistanê li cihê xwe mane.

[b]Ev e tabloya genetîk a Tirkên Tirkiyeyê[/b]

Hin zanîngehên Tirkiyeyê bi tevî Zanîngeha Stanfordê li ser koka Tirkan lêkolîneke berfireh dikin. Xebata xwe bi navê "Profîla genetîk a Anatoliyayê" binav dikin û diweşînin.

- Ji Tirkan 33.8%, gena J dihewînin (ango gena Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn û qismek ji bakurê Deryaya Naverast)

- 24% gena R dihewînin (ango yek ji genên Ewropayê, pirraniya Kurdan jî ji heman genê ne)

- 11.4% gena E (dîsa Afrîka, Başûrê Ewropa)

- 11% gena G (Qefqas, Bakurê Îranê û qismeke Îranî)

- 5.2% gena I (ango Bakur û Rojhilatê Ewropa)

- 4.2% gena L (xelkên Hindistanê, li Tirkiyeyê Qereçî heliyane, bûne Tirk, hejmara wan kêm nîşan didin)

- 3.9% gena N (Sîbîrya û Fînlanda)

- 3.0% genên C, Q, O (genên Asya Navîn, ango Tirkên xas)

- 2.5% gena K (Pakîstanî)

- 1% gena A (Afrîkaya Navend, ango mirovên çermeres)

Komên mirovan ji roja li parzemîna Afrîka peyda bûne heya îro koçber in. Komên qels di nav cand û desthilatdariyên xurtan de heliyane. Roj hatiye xurt îcar bûne qels an xurt ketine bin bandora xurtiran. Şarezayiyên mirovahiyê geh li vir geh li wir vedane. Şarezayiya Kurdistan û Mezopotamyayê dora xwe kiriye, çilmisiye, rê daye ku şarezayiya Egîptê (Misir) kulîlk vede. Wê jî dora xwe daye Greka Antîk (Yewnanistan). Îro jî Ewropa û Bakurê Amerîkayê pêşengiyê dikin.

Binêrin îro Kurdistan jî, Misir jî, Yewnanistan jî ne serkêşên cîhanê ne. Heya bigire Kurdistan xizan, paşdemayî û wêran maye. Rojek were wekî çawa niha Ewropa û DYA pêşengiyê dikin, cografyayên din bikin. Ji niha ve zanist dibêjin 30-40 sal şûnde Çîn û Hindistan dibin dewlemendên cîhanê. Wekî pêşiyan gotine "Dor bi dor e, ne bi zor e". Roj were dê Kurdistan dîsa rola xwe bilîze.

Min çima ewçend dirêj kir? Ez çima ji babetê dûr ketim? Min xwest bêjim hîmên bingehîn ên neteweyekê ne tenê nîjad û xwîn in, ziman û nirxên hevpar in. Bi nêrîna min mirov bi kîjan zimanê bijî dibe malê wê. Kurdek ji ber çi sedemê dibe bila bibe, heger bi Rûsî jiyana xwe bidomîne ew Rûs e. Bi Almanî bijî Alman, bi Romî (Tirk) bijî Rom (Tirk) e. Erê dizanim dê gelek kes biqehirin, xwe li min sor bikin.

Em Kurd in, lewra 40 hezar salên mirovahiyê yê dawî, em kirine Kurd. Di bin roja pîroz de çendîn ba, bager û tofan li me dane.. Dem hatiye bûne xurt û zordar (Mîttanî), dem hatiye bûne împeryalîstên dema xwe (Med), dem hatiye wekî ev sed salên dawiyê ne, bûne bindestên xelkê. Em her Kurd mane. Hin ji berên Kurdan assîmîle bûne heliyane. Bûne Tirk, Ereb, Ermenî, Asûr ûed. Hin ji komên Tirk, Ereb, Ermenî, Asûr ûêd. bûne Kurd. Wiha ye çerxa felekê.

[b]Kurd bi ziman û welatê xwe yên bav-kalan (dê-dapîran) hene.[/b]

Kurdî û Kurdistan movikên Kurdbûnê ne, bêî wan Kurdbûn nîne, nabe. Erê, îro Kurd bindest in. Welatê wan hatiye dagirkirin. Şerê azadî û serxwebûnê bidawî nebûye. Dagirkeran zimanê Kurdan qedexe kirine, nehiştine pê perwerde bibe. Helbet em behsa Başûrê Kurdistanê nakin. Li wir Kurd çê-xirab azad in. Nivşên Kurd assîmîle bûne û dibin. Wiha be dê bi taybetî li Bakur Kurdî nemîne.

Hûn ê bêjin "ma te dît, rewş ev e û ev jî ne sûcê me ye". Rast e, sucê min û we nîne. Bindestî ev e, pişavtin ev e, mirina Kurd û Kurdî ev e. Pêşengên vê rewşê dagirkerên Kurdistanê û sazûmaniya bêdadî ya cîhanê ne.

Her kes karê xwe dike. Dewleta Tirk karê xwe dike. DYA, karê xwe dike. Ewropa, Rûsya, Japan, Çîn ûêd. hemî karê xwe dikin. Cîhan li ser berjewendiyê hatiye avabûn. Sifreya guran e. Kê bû mih û berx, wê dixwin.

Em çi bikin? Bigirîn? Li hêviya Godot bimînin? Helbet na. Têkoşîn divê û Kurd jî bi tevî hemî şaşiyan viya dikin. Carcaran bipêş dikevin, nêzîkê azadiyê dibin. Carcaran jî têkçû û şerpeze dibin. Heya niha wisa bû. Lê di her mercê de, bi her awayê Kurd li ser axa xwe diman, bi Kurdî diaxivîn.

Di serhildanan de bav-kalên me virde-wêde diçûn. Li Botanê şer heba diçûn Serhedê, li Behdîdan heba dîçûn Botan. Li hemberê zordariyê xwe wisa diparastin. Lê îro ne wisa ye. Tênê di van 30 salên dawiyê de 5 milyon Kurd ji Kurdistanê hatine derxistin. 5 hezar gund hatine tunekirin. Herwiha Tirkî ketiya gundan jî. Sivanên serê ciyan êdî bi Tirkî diaxivin. Jinên Kurd ji TVên Romê fêrî Tirkî dibin.

[b]Xema kê ye?[/b]

Tenê dîsa em Kurd dikarin birînên xwe bikewînin. Tenê em dikarin xwedî li ziman, welat û nasnameya xwe derkevin. Ev jî bi xebatê, berxwedanê dibe. Xema partiyên Bakur ba dê heya niha tistekê bikirina. Kovar û kovarokên li biyanistanê têra jiyanê nakin. Problem jî ji vir e. Xema pirraniya pêşeng, partî û ronakbîran nîne ku Kurdî dimire. Ji wan re bes kariyer, nav û xelatên ronakbîriyê bes in.

[b]Nivîskarên esil-Kurd û mejî-Tirk[/b]

Heger nivîskarek Kurdesil bi Tirkî biaxive, bi Tirkî bijî, bi Tirkî binivîsîne, çi xêra wê ji me re heye? Yaşar Kemal, Suzan Samanci ûêw. dibe ku ji dê-bavek Kurd peyda bûbin, dibe ku li Kurdistanê mezin bûbin, ew hemî aîdê Tirkî û wêjeya Tirkan e. Heger dilê xwe negirin ez ê bibêjim hemî jî Tirk in, ne Kurd in. Ji xwe gelek caran wan Tirkbûna xwe jî anînê ziman. Werin em êdî li kewandina birîna xwe bigerin. Tiştên ku ne aîdê organîzmaya me ne, bavêjin, bila ziyanê nedin me. Hûn jî dizanin ku van nivîskarên Kurdesil roleke mezin di Tirkîzekirina Kurdan de lîstine û hêj jî dilîzin.

[b]Nivîskarên dil-Kurd û ziman-Tirk[/b]

Pirraniya nivîskarên Kurd ên Bakur di vê grûbê de ne. Siyasetmedar in çenên wan gelek xurt in. Mirov tî dibin avê dîsa tî vedigerînin. Bi Kurdî kêm dizanin an naxwazin bi Kurdî binivîsînin. Yekê ji wan re gotiye "Tirkî zimanê (heşa) Xwedê ye, kê bi Kurdî bijî dê here dojehê". Ew di kûrahiya kesayetiya xwe de mazoşîst in. Tirkan mezin xwe biçûk dibînin.

Bixwazin di nava mehek-du mehan de kêmasiyên xwe yên Kurdî derdibin û ciwan ciwan Kurdî dinivîsînin. Lê tiştekê di ruhê wan de heye destûrê nade. Pêpelûkek heye tên-diherin nikarin ji wê derbas bin. Helbet bi van kesan re nexweşiyên civakî û derûniyê hene. Ne ew viya tînin ser xwe, ne jî gelê me ewçend guh dide hûrkolînê.

Heger dilê xwe negirin ez ê bêjim ev kesana ji bo Tirkî fêr bibin di zaroktiyê de gelek lêdan xwarine, hatine şermezarkirin. Heqaret li kesayetiya wan hatiye kirin. Wisa motîve bûne ku bibin Tirkek xas. Mazoşîzmê rehên xwe berfireh kiriye, kûr cih girtiye.

Van kesan piştî bi Kurdbûna xwe hesiyan, dest bi Kurdperweriyê kirin jî xwe di nava rêxistinên Tirkziman de dîtin. Di wan rêxistinan de her tişt bi Tirkî bû û kesê ji viya fedî jî nedikir. Roj hat van kesan xwestin bala xwe berdin Kurdî, girêyên di zaroktiyê de di kesayetiya wan de reh vedane, dest neda, nehîşt. Diviyabû ev kesana yan bihatibana tedawîkirin an jî gel bi stûyê vana bigirta bihejanda ku li xwe varqilin, gavan bavêjin. Guhertijna tevgerên kesayetiyê ne wekî guhertina partiyan e.

Derman heye. Lê divê nexweş ji bo saxbûnê wê şirûba tehl (ango xwerexnekirin û hewla serdestkirina Kurdî di jiyanê de) vexwin. Hejmara van nivîskarên Tirkziman bi hezaran e. Di rojnameyan, kovaran, foran, malperan de ew li qora jor in. Mirina zimanê Kurdî nabînin, naxwazin bibînin.

[b]Hin taybetmendiyên reaksiyonên nivîskarên Kurd ên Tirkofon (Tirkziman)[/b]

- Xwe ji vê babetê dûr digirin an henekên xwe dikin. Hûn wan rexne bikin, bi zanebûn bersivê nadin. Van rexneyan îzole dikin. Di rojnameyan, kovaran, malperan ûêd. de cih nadin gotûbêjên wiha. Ango gel ji rastiyan dûr digirin. Lewra gel bi qelsî û nexweşiyên wan bizanibe, kariyer namîne. Kariyer nebe jî ew dikevin depresyonê û nikarin wekî Kurdek ji rêzê bijîn. Divê him diz bin, hez rezvan bin, him bacgir, him pisporê dimsê (mot), him şerabxwir bin. Kariyerîzm nexweşiyeke sereke ya nivîskarên Tirkofon in.

- Bersivên wan ên klasîk hene: "Biratiya gelan", "em ne nîjadperest in", "bêî dewletê ziman nikare berxwe bide", "roja Kurdistan ava bû, dê Kurdî bigihê felatê", "çi bikim zimanê min ê sereke Tirkî ye" hwd. Hin caran bersivên gelek xerîb jî didin. Yekî nivîsî bû: "Heger ez bi Kurdî binivîsînim, dê bi xwe re bikevim nakokiyê. Lewra xelkên bêjin heya niha çima bi Kurdî nenivîsiye". De werin safî bikin. Ev nivîskar xwedî gelek pirtûkên Tirkî ye û li pişta Kurdan xweş siwar bûye. Ev kesana rola xwe ya di assîmîlekirina Kurdan de nabînin.

[b]Nivîskarên Kurdmejî û Kurdziman[/b]

Mixabin hejmara wan li Bakur gelek kêm e. Ji bo Kurdî li berxwe didin. Barê giran ketiye ser milên wan. Ji aliyekê ve dagirker, neyar û sazûmaniya assîmîlasyonê, ji aliyekê ve rêxistinên Kurd ên Tirkziman ku qîmetê nadin zimanê Kurdî..

Bo mînak heger bixwazin li gundekê kursa zimanê Kurdî bidin, divê destûrê ji wan rêxistinan bixwazin Heger destûrê bidin jî te terorîze dikin. Divê tu pesnê wan bidî, herî meşên wan, tevlî çalakiyên partiyên wan bibî. Te wisa kir jî îcar Dewleta Romê rika xwe berdide te, te wekî mîlîtanekê didarizîne.

[b]Êrîşên bi dehan nivîskaran li nirxên Kurdan. Kurdo haydarê mala xwe be, dîsa hatin![/b]

Van demên dawiyê gelek nivîskar û siyasetmedarên Kurd, karên xwe hiştine, li pûçderxistina nirx, bawerî, çand û dab-nêrîtên Kurd digerin. Yek dibêje "Newroz ne ya Kurdan e, Kurdan ew diziye", yek dibêje "Mem û Zîn derew e. Memê Alan mirovekî qehbebav ê Tirk bûye", yek dibêje "Êzîdî ne Kurd in, bi eslê xwe Ereb in", yek dibêje "Zerdeştê Kal Tirk e", yek dibêje "Zaza ne Kurd in, Tirk in", yek dibêje "Medî ne Kurdbûne", yek dibêje "Şêx Seîd peyayê Îngîlîzan bûye", yek dibêje "Mele Mistefa Barzanî Cihû ye, Barzanî hemî Cihû ne", yek dibêje "Seyîd Riza xwestiye alîkariya Şêx Seîd bike lê wî nepejirandiye", yek dibêje "Seyîd Riza Şêx Seîd vexwendiye mala xwe wî gotiye ez xwarina Elewiyan naxwim" hwd.

Ez dikarim lînkên hemiyan bidim û hûn jî dizanin. Îcar beriya ku mirov ji babetekê axivî, çêtir e mirov derbareyê de kêm-zêde xwedî agahî be. Mixabin ê me ne wisa ye. Kes nabêje ma gelo çi bûye, çi qewimiye? Çima çar alî êrîş tînin ser mezinên Kurdan û nirxên wan ên neteweyî..

Di civata Kurd de gelek edetên baş hene ku em rojbiroj wan winda dikin. Bo mînak di civata Kurd de, temendirêj li serê dîwanê, qora jor rûdinên, qîmetê dibînin. Lê heger zanist, dengbêj an mêvanek were civatê, bêî şêwirkirin civat wan jî dide qora jor. Hiyerarşî heye. Çêtir e mirov ji bo qîmetê bibîne û li qora jor be, têgihîştî be. Yan cemaet cara duyemîn cih nade.

Erê Nasname platformeke azad e. Her kes bêguman dikare nêrînên xwe bîne ziman û mafê birêz Cemil Gundogan e jî. Bi qasî ez dizanim Gundogan demekê dirêj li zîndanan maye û ji Apoyiyan re xebitiye. Di rojname û TVên PKKê de peywirdarî kiriye. Nasîna min ev e. Bi qasî min ji nivîsarên wî pêderxistiye, di nava cemaeta xwezayî ya Kurd de nejiyaye, temenê wî pirranî di nava rêxistinên dema real-sosyalîzmê de avabûbûn de, boriye. Herwiha nêrînên wî jî ji wan para xwe girtine û hin caran wî xistiye nava şaşiyan.

Di Nasnameyê de wan rojan li ser Newrozê gotarekê nivîsî û got "Newroz ne ya Kurdan e". Ev bû sedem ku vê sohbetê bi we xwendevanên xwe re bikim. Bila kekê Gundogan tiştekê neyîne ser dilê xwe. Tenê ji bo wî nîne gotinên min.

[b]Şaşiyên nivîsara Cemil Gundogan[/b]

1) Newroz ne metayek (bo mînak das, kevir, bêr ûêd) e ku bê parvekirin. Newroz kevneşopî û cejnek e, bi taybetî bi têkoşîna sal-deman ve ji bo Kurdan êdî bûye nirxeke neteweyî.

2) Kurd jî wekî Fars, Belûc, Gilak, Mazenderan ûêd. saxek ji cîhana Îraniyan in. Îran ne tenê Fars e. Îran an Aryan navê cîhana hevpar a gelên Aryayê ye. Mirov nikare dewlemendî û rengên wê tasnîf bike, bêje bo mînak "Ristemê Zal ê Kurdan e, Kawa yê Gilakiyan, Zerdeşt ê Mazenderanan e".

Lewra gelek dijwar e û mentiqeke şaş e. Heya niha ji ber ku sedsalek zêdetir e desthilatdariyeke Kurdan nîne, Farsan ji xwe re wekî Tirkan dîrokeke fermî çêkirine û Kurdan bi xwe jî li ser xwe xebat nekirine. Tenê bi xebatên Ewropayiyan mane.

3) Gundogan jiyan û gundê xwe bingeh girtiye gotiye "li gundê me Newroz nedihate zanîn, me ji xwe re Newroz ji ber xwe çêkir". Çavkanî nedaye.

Evan şaşiyan gotinên mirov ji qonaxa zanistiyê dadixînin jêr, baweriya mirov kêm, hezkiriyên mirov gumanbar dikin. Gundogan dema ji dayîka xwe bûbû Newroz qedexe bû. Bi taybetî li herêma wî komkujî û sirgûnên mezin pêkhatibûn. Helbet pênehestina wî gengaz e.

Hawar a Bedirxan behsa Newrozê dike ku hêj Gundogan ji diya xwe nebûbû. Osman Sebrî di sala 1924ê de li ser Newrozê nivîsiye. Gorî Gundogan ew hemî derewan dikin. Baş e. Şêx Nehrî, Nalî, gerremanên (seyah) rojavayî yên 1800ê, Koyî, Melayê Cizîrî hemî behsa pîrozkirinên Newrozê kirine. Gorî Gundogan ew hemî derewan dikin. Nabe. Yek radibe bi mirov dikene.

Min got birêz Gundogan ne tenê babet e. Van demên dawiyê hin kes bi navê "nivîskarê Kurd" wekî qimilan ketine nav nirx û baweriyên Kurdan.

Nivîskarno xelkê bi xwe nedin kenandin. Xwe nexin şûna dadgeran, kesê ev selahiyet nedaye we û ya rastî mirov bêî ku zanîngeha dadweriyê bidawî bike ji xwe nikare bibe mirovê hiqûqê jî.

Nivîskarno hûn van nivîsên xwe bi Tirkî dinivîsînin û Kurdperweriyê dikin. Serî de vê kirasê bêyom ê nakokiyan ji xwe derînin. Ev bi tena serê xwe baweriya we kêm dike. Yekê bêje "hela carê bi Kurdî binivîsînin, paşê wê mafê di xwe de bibînin ku li ser Kurdologiyê biaxivin". Dibêjin jî.

Nivîskarno bi qasî ku hûn mîrkutan li stûna Kurdewariyê didin, ma hinekê jî li stûnên xelkê bidin. Ji xwe re babetên nû yên hewîniyê bibînin.

Nivîskarno Newroza we ya derbasbûyî pîroz be, em hez ji we dikin. Hûn in dîsa nivîskarên me, hûn in dilnerm, hûn in rehîm, hûn in birayên me.

4ê avrêlê 2010

[email protected]

Êlxan Penaber

(Nasname)

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.