Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 26 June 2008

[img]http://images.sportsline.com/u/photos/soccer/img10877543.jpg[/img]

Mala Xwedê sed caran ava be, sed şabaş jê re. Em vê gavê ji we xelas bûn.

De herin, hela binêrin bê çawa ye, tîmên din ji we xweştir dilîstin, lê we carê bi siûd û tesadufan di deqîqên, heta sanîyên dawî de, bi awakî maç didizîn.
Kesekî tiştek ji we û fûtbola we fahm nedikir. Lê me Kurdan û wekî din hindikahîyên netewî yên mexdûrên we baş didît û fahm dikir ku çawa pêla şovenîzm û faşîzma netewa we radibû.

De herin, îcar we çi anî serê tîmên din, vê carê Almanan eynî tişt anî serê we; qet xweş nelîstin, lê di deqîqa dawîyê de maç ji we dizîn û em ji we û vê pêla fûtbola we ya ku nijadperestîya we hildigirt, bi ser serê me de bilind dikir, xelas bûn.

De herin, ne oxir be ji we re, oxira we hebe jî ne ya xêrê be, dijminên hebûna me.
Ev gog e, lawê min, girover e, carekê jî bila di deqîqa dawî de bi we nekene.
Vê carê ne gog, lê bahoza nijadperestîya zarokên Kemal ji dîreg vegerîya
Bi hêvîya ku rojekê jî ji dîregê miletên rasteqîn ên Kurdistan, Anatolya û Trakyayê vegere.

De paş stûyê xwe bixwirînin, li paş xwe nenêrin û herin, bicehimin...
Sporê ji sporvanan re bihêlin da ku em jî bi kêfxweşî û bê fikarên nijadperestîyê temaşe bikin...

De biqeşitin, ew xwîna di damarên we de ku we digot qaşo “bi esil/asîl“ e, vê carê “qudreta ku hun mutacê wê bûn“ neda we, ne wisa?
Xem nexwin, esilê wê xerab e ji bo wê...

De herin, bicehimin, em çend maçên mayî bi kêfxweşî û bi aştî ji xwe re temaşe bikin.

Mancel

Dema te xweş kek mancel, İşev lı qehweyek tırka mın temaşeya Tırk û Elemana kir. Elemanýan li paş ustîyê Tirka xist û Tirk ji cehinimîn û çûn.Li wederê wek min temeşewan hebun.Murîdên evdilkemal jî hebun û gelek li berxwe diketin.Ya herî mezin ew bu ku berxwekevtina Evdilkemalcîyan. Ez kêfxweşım û işev bi dilek xweş razım. De noş û can keko.

Yahoo ji züva dile gele me xwesnebubu, le birasti bi ve skore geleki em kefxwesbun. Biji Almanya,herdu time nijadperst fasist li hember hewdu bun,le disa ji geleki bas cebu go xwediye ala bi xwin bindest ketin u sere xwe wek benamusa ji saha tope tavandin u we vegerin walate go ne walate wana. Ev ala bi xiwin hedi em na xwazin di nava aleyen pesketida bibinin. Ji berku tiroka ev maca bi serketina tahma finale hic ji nedima, Le ev geleki bas cebu. Hevidarim go di wan salen dawida tima KÜRDISTAN ji were merhalaka wilo,ewa hedi ji bo gele kürd ne xewna ev rastiyeka.Seroke spore e Kürdistane ji FIFA-UEFA ra nivisandinak siyand u xwest ku tima KÜrdistane ji weka timen Tirk u Israil tevlu Fedarasyone Avrupaye bibin. Insallah ev daxwazi di demek nezda we were pejirandin ji hela Avrupava. Edi mafe gele Kürd,zaroken Kürd ji heya wek gele cihane time xwe li sahaya bi-binin. Silav u serkeftin ji mo teva

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.