Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 19 June 2008

Bijî Tîpên me yên Netewî... W X Q

Yekî ku vê sernivîsê bixwîne dikane pir bi hêsanî vê pirsê bike: Heyran, îcar tîpên (herf) me yên netewî çi ne, ma ne du kom tîpên me, du awayên elfabeya me hene; Erebî û Latînî.

Belê rast e me her du kom jî bi awakî li Kurdî anîn û du elfabe pêk anîn; elfabeya me ya bi tîpên Erebî û elfabeya me ya bi tîpên Latînî.

Lê Erebî li alîkî, di nav elfabeya me ya Latînî de çend tîp hene ku bi taybetî bûne kelemên çavên dijmin. Gotin. ne wan tîpan bi kar bînin, ne jî wan dengan!
Êê, hema ne tiştek be jî di navên me de ew deng/tîp hene. Gotin, wê gavê ew navên we yên ku wan tîpan dihewînin jî li zarokên xwe nekin; ew jî qedexe ne.

Aha ji wir û pey ve, navên me yên netewî û tîpên me yên netewî yên taybetî çêbûn:
W X Q an jî Welat, Xebat, Xezal û hwd,

Wan got qedexe,

http://www.hurriyet.com.tr/_np/2163/5822163.jpg

Wek mînak, zarokekî Kurd ê 7 salî bi navê Welat ji balafirxaneyê bi şûn ve şandin Almanyayê, çima ku navê wî ’Welat' e û tê de tîpa W heye.

http://www.librenews.eu/watermark/other.php?img=20080618130315welatkimli...

Îcar ev çi ne, kî ne? Welleh ’kî' bûna wan em gişt dizanin, lê li ser ’çi' bûna wan sergêjîyek heye. Hinek ji me ji wan re dibêjin birayên me. Erê welleh, ne karê aqila ye, lê rast e. Ji wan re dibêjin birayên me. Yên mayî jî hezar sifetan li wan dikin, yek jî ne ji xêrê ye.

Lê ji sifetan jî bêtir, yekî ku bixwaze navê te jî, tîpên te jî, dengên te jî tune bike, ka çi yê te dihêle ku pê re biratîyê bike? Ji yên wisa re meriv dibêje çi gelo?

Ma qey mîrata peyva ’dijmin' tenê ji bo Kurd li dijî Kurd derbas dibe? Ka binêrin peyva 'dijmin' ji çi pêk hatiye: dij + min. Ango yê li dijî min.

De kî li dijî te ye, wî bike dijminê xwe heyran, wê gavê tesbîtkirina dost û xwişk û birayan hêsantir dibe.

Va ye ew birayên hinek Kurdên me ji bo van qedexeyan wisa şîroveyan dikin:

Yilmaz kenan: Tek dik, tek devlet .....geriside kardesimizdir tabiiki....

Özer METEHAN: DÜŞÜNCE VE İCRAAT HARİKA, ASKERİMİZ BAŞIMIZIN TACI...

Akin Begen: bravo. yıllardır aynı şeyin mücadelesini veriyoruz. tebrikler genelkurmay...

Ango Erkanîya Giştî (Genel Kurmay) pîroz dikin; dibêjin fikir û pratîkeke hêja ye; serokerkanî taca serê me ye; yek dewlet, yek ziman ên din dîsa jî birayên me ne helbet...

Lê xem nake, çawa be ji me jî qet nebe hinek hene ku dibêjin,
Bijî tîpên me yên netewî; W X Q
Û hîn jî navên Welat, Xebat û hwd li zarokên xwe dikin.

Lê ji wê jî girîngtir ev nîşana hêvîyê ye, anku wê rojekê Kurdistan bibe dewlet, zarokên me yê wê gavê herin welêt, nuha Tirkîye nehêle jî bila nehêle.
Lewra;
Bijî tîpên me yên netewî; W X Q!!!

Mancel

GUNAY ASLANIN BU GUNKU YAZISINI OKUDUM.AKILLI DUSMAN ARANIYOR DIYE YAZMIS.COK DOGRU SUYLEMIS. hakikaten dusmanimiz olan turkler kadar akilsiz bir dusman yer yuzunde bulunmaz. gunay aslan akili dusman ariyor.biz garibanlarda bu forumlarda yazdfigimizdan bu yana bu kufurbaz dusmanlar yerine.kufursuz dusman ariyoruz. umarim bu istegim bu forumlarda yazanlarinda istegidir. saygilar

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.