Ana içeriğe atla

Kek Paloyî, Ew tıştên ku tu tînî ziman,hemu rast in.Têde derew tunne, bila dilê te rehet be.Çima ku ew numuneyên ku te bi nav kirîye dema zaroktîya min de dihat gotin.Rast e. Lê tıştek heye ku dibe mirov ji bîra neke, ew jî buyar û sîyaset e.Komkujîya Filan ne ji sîyaseta kurdan tê.Kurdan jî ji erişên Fila zerar dîtîye û dîsa bi destên Kurdan jî hatine kuştin.Li gundê me jî herweha bi destên Fila gelek camer hatine kuştin û dîsa bi navê Meco gundîyek me gelek file kuştîye. Ehmedê Kudê (Ahmed beg Cibrî)li gunde me jîyaye di wî demê de.Pirsgrek ne eve.Pirsgrek ewe ku herdu alîya jî ji hev gelek kuştî dane lê li Xinusê File zede nehatine kuştın.Dı 29 de Ardesir Muradyan dı tevgera Agirî de cîh digre.Em dikarin gelek numuneyên wîsa jî nişan bidin. Li Dersimê pozê yek Fileyek xwîn nebuye.Hetanê Ermenîstanê dibin teslîm dikin û vedigerin. Nemir Barzani ser xwazîya Papazyan bi komek peşmergeve te arîkariya wana bike. Keko can, Sîyaseta Alayin hemîdîya ew bu ku bi van hêza dîjî Kurdan û Uris û Filan bi kar bêt. Dibe ku em vîya bînin ziman. PevçUna herdu alîya jî raste.Sîyaseta Roma Reş te me kurda jî ji hev kuşt hım li ser olê û him jî wek eşir. Rast ê bi strana dîrok nayê nîşandın lê stran buyaran jî car he ye tîne ziman. Kek Palo'yî, Meseleya xal û xwarzî ne ji bo te bu.Ma tu jî dizanî kê ji xwere xal dozkirî ye. Ya min ew bu ku zimanê tirka heta ku ji destê te tê bi kar neyne.Tu jî kurdî dikarî bi kar bînî Ezdî jî.Lê we xwîna xwe kirîye holê hun bi tirkî zedetir dinivisî nin.Min jî dest bi tirkî kir û mala xwe şewitand. Ez jî dibejim ka werin em hedî bi hedî dest bi kurdî bikin.Bila kin be lê bi kurdî be. Dema te jî xweş gel silav û rêzên Kurdewarî. Mala te ava.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.