Skip to main content

HEDÎSEYÊN AKTUEL | Îsmaîl BEŞÎKCÎ

Li Rojavayê Kurdistanê hedîseyên mehek dawî ye pêk tên, ji nêzîk ve raman û tevgera Îslamî eleqedar dikin. Rêxistina Îslamîya bi navê “Dewleta Îslamîya Iraqê û Bîlad el Şam/El Nûsra” dixebite ku dewleta Îslamê avabike. Ji bo vê Rojavayê Kurdistanê hilbijartîye. Difikire ku dewleta Îslamê li Rojavayê Kurdistanê avabike. Ger ji El Nûsrayê re Dewletek Îslamî lazim e, çima li welatê xwe çênake û dixebite ku li Kurdistanê çêbike ev mijareke balkêş e.
Pir zelal e ku El Nûsra ji alîyê Tirkiyeyê ve tê destekkirin. Li Tirkiyeyê, dewlet û hikûmet, ji el Nusrayê re bi awayê madî û manewî pir alîkar dibin. Endam û micahîdên El Nusrayê ku ji Afganistan, Çeçenistan, Tûnûs û hwd. tên di ser Tirkiyeyê re derbasê Sûriyeyê, Herêma Kurdistanê dibin.
Di şerê El Nûsra ya ku di bin sîwana El Qaîdeyê de ye, bi kurdan re pêwendîya herî girîng desteka madî û manewî ya Tirkiyeyê ye. Yê ku El Nûsrayê xwedî çek dike jî Tirkiye ye. Ev rewşek e ku bi polîtîkaya dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê ya Sûriye, ya Rojavayê Kurdistanê re ji nêz ve pêwendîdar e. Ev polîtîka yek parçe ye. Bingeha vê polîtîkayê, li ser hedefa rejîma Beşar Esed hilweşandinê lê di vê pêvajoyê de bi destê kurdan re jî tu tişt neberdanê hatiye avakirin. Di nivîsên Huseyin Turhallîyê ku di mijara Rojavayê Kurdistanê de analîzên pir bi rûmet dike de ev pir vekirî tê dîtin. (www.kurdistan-post.eu ) Di dema ku dewlet-hikûmet, li Rojavayê Kurdistaê polîtîkayek wiha dimeşîne de, gelo li Tirkiyeyê pêvajoya aştîyê dikare bi pêşkeve? Gelo di rewşa ku hikûmet bi vî awayî destek bide El Qaîdeya li hember kurdan wehşetê dike de li holê aştî dimîne? Piştgirîyek wiha ji El Nusraya girêdayê bi El Qaîdeyê ve re, nayê maneya şerê PKK û dewletê li Sûriyeyê, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê didome?
Dewletên wekTirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter hewl didin ku Artêşa Azad a Sûriyeyê xwedî çek bikin. Çekdarkirina AASê, çekdarkirina el Qaîdeyê, çekdarkirina el Nûsrayê ye jî jiber ku ev rêxistin di nava AASê de xwedî cihên girîng in.
Bi awakî vekirî tê dîtin ku li Rojavayê Kurdistanê, El Qaîde, El Nûsraya ku li hember kurdan şerekî hov dimeşîne her cure hêmanên mirovî û exlaqî tune dihesibînin. Benzîn bi ser şervanên kurd ku dîl girtine direşînin, wan zindî dişewitînin, di nava nalînên kesên dikizirin de bang dikin, dibêjin “Ellahû Ekber, Ellahû Ekber…” Zarokên ku dîl digirin, derdixin ser avahîyên bilind. Li ser sifîrnekan bi zincîran stûyê wan bi hev ve girêdidin, wan ber bi xwarê daldiqînin. Li hember perpitandin, feryad û fîxana zarokên dixeniqin bi gotina “Ellahû Ekber, Ellahû Ekber…” çalakîya xwe pîroz dikin… Di televizyon û înternetan de dîmenên wiha şopandin mimkin e. Qetlî’amên bi vî awayî li devera Helebê, bi taybetî liTil Eran û Til Hesilê bi awakî zêde pêk hatine.
Ev têgihîştineke Îslamî ya çawa ye? Fehimkirina wê pir zor e. Bertek nedana cîhana Îslamê, cîhana Rojava li hember hovîtîyeke wiha bes bertek nîşandana Rûsyayê, Rûsyaya piştgira Sûrîyeyê li hember vê hovîtîyê alîyek girîngê vê pêvajoyê ye ku divê li serê bê rawestin.Domkirina vana hemû di seranserê meha Remazanê de, di rojên cejnê de jî domkirina wan aqilê meriv dide rawestandin. Dema meriv behsa zîhnîyeta Îslamê, ramana Îslamê dike, sûd di bibîranîna kitêba Fehmî Şînnavîyî ya bi navê “Kurdên Sêwîyê Ummeta Îslamê” de jî heye. (Wer. Recep Perçin, Weşana Şûra, Stenbol 1997)
Pîrozbahîya cejnê ya Îbrahîm Sedîyanîyî jî bimane ye.îbrahîm Sedîyanî, pîştî pîrozkirina cejna Ummeta Îslamê, dibêje “…ez destê mezinan yê bixwîn, çavê piçûkan yê mirî radimîsim.” (www.ufkumuz.com/yazar 7 Tebax 2013) Ez vîya wek rexneyek radîkal li hember raman û çalakîya gelemperîya Îslamî dibînim. Bêguman Îslama rast ev nîn e.
We’izdan û fitwa derxistina meleyên El Qaîdeyê, el Nûsrayê di mizgeftan de, bi awayê “Jin, zarok, malê kurdan helal e…” ji bala meriv nareve.
Di nivîsa Fehîm Taştekînî ya bi navê “Nevîyên Şamîlî Rêya xwe Şaşkirin: Rêwîtîya Cîhanîya Cîhadê” (www.kudistan-post. eu 8.8. 2013) de hatîye nivîsîn ku milîtanên Dewleta Îslamîya Iraq-Şamê (DÎIŞ), kargeh û nexweşxaneyên bidest dixin talan dikin, naxebitînin, nikarin bixebitînin, hin cîhazên pir bihayê vana dibinTirkiyeyê, pir erzan difiroşin. Wek mînak cîhazek nexweşxaneyê ku bi sed hezar dolarî ye bi pênc hezar dolarî firotine...
Bo grûpeke wiha hov piştgirîya Tirkiyeyê ya madî û manewî, biçekkirina vê grûpê, rewşeke dervayê aqil nîn e? Ma ev rewş ji alîyê kesên xwedî aqil ve dikare bê qebûl kirin? Ev hemû nîşan didin ku li hember kurdan, li hember xwe bisazkirina kurdan rawestina Tirkiyeyê çiqasî biha li serê dibe mal. Dîyar e ku ev helwesta Tirkiyeyê dê gelek xerabîyan bîne serê wê. Divê hêrîşa Balyozxaneya tirk ya li Somalîyê ku ji alîyê grûpeke El Qaîdeyî ve pêk hatibû, di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Hebûna hin kurdên ku ji Bakurê Kurdistanê çûne, di nava El Nûsra de hatîye tesbît kirin. Ev jî dide nimandin ku hin kurd çi qasî bêaqil, bêîz’an, bêîdrak in. Teşwîqkirina van pêwendîyan ji alîyê zîhnîyeta Îslamîya gelemperî ve, divê bibe mijareke ku pêwîste li serê bê rawestin. Bêguman Îslamîyeta rastîn ev nîn e.
Îro grûpên Îslamîst, wek mînak di mijara karîkatura Mihemed Pêxember de qîyamet radikin. Di vê mijarê de ji Endonezyayê heta Fasê hemû alema Îslamê radibin ser pîyan. Ev tevger û protesto bi mehan diajon. Lê wek mînak, ji xwe teqandina Sunîyek di nava kesên ku li ser nimêjê ne li mizgefteke Şî’î, ji mirina 60-70 kesî, ji birîndarîya bi sedan kesî, roja li pey an çend roj paşê jî bi ketina Şî’îyek ya mizgefta Sunîyan operasyonek heman awayî pêk anînî re tu tişt nayê gotin. Li hember van pêvajoyan bertekek nayê nîşandan. An dema ku Rojavayîyek dibêje, “Çima di xelatên Nobelê de navek Misilmanan nayê xwendin?” hinek ji Misilmanan qîyamet radikin lê li hember hovîtîyên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên dengê xwe nakin. Ji vê hovîtîyê re çav û guhê xwe digrin, devê xwe venakin.
Li Rojavayê Kurdistanê cihekî kurdan ê girîng heye. Kurdan, ne li ba rejîmê ne jî li ba Artêşa Azad a Sûriyeyê cih girtine. Di pêvajoya şerê di navbera Rejîmê û AASê de, li Rojavayê Kurdistanê kurdan hewl didan xwe bi rêxistin kin. Rêveberîya Beşar Esed, di asteke dîyar a şeran de, ji Rojavayê Kurdistanê piranîya leşkerên xwe vekişandîye. Rojavayê Kurdistanê, êdî, ketîye destê kurdan, destê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD) a ku rêxistineke girîng a kurdan e. Ev jî rewşek e ku liTirkiyeyê, dewlet û hikûmetê pir nerihet dike. Bi sazîbûna kurdan li herêmên xwe, li Kurdistanê hikûmetê pir nerihet dike. Dema ku kurd di rêya azadîyê de bi pêş dikevin, dema di vê rê de di nava hereketên nû de bin, tê gotin “em destûr nadin ku di civata me de bêaramî çêbe.” Dema ku kurd, li Rojavayê Kurdistanê rêveberîyên xweser çêdikin, tê gotin “li sînorê xwe em dê destûr nedin ‘çêbû û çû’yan.”
Ev hemû, bi taybetîya bingehîn a pirsa kurd, Kurdistanê ve girêdayî ne. Esasê pirsê li ser xesba mafê serbixwe dewlet avakirina kurdan e, di 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de, kurd û Kurdistan tê dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Di 1920an de, operasyona herî kûr û mayînde ku dewletên emperyal li Rojhilata Navîn pêk anîne ev e. Bi di serî de bûna Brîtanya Mezin û Fransa, dinyaya Rojava vê operasyonê li Kurdistanê pêk anîye. Di vê operasyona kûr de rêveberîyên tirk ereb û Faris yên li herêmê bi hêzên emperyal re di nava hevkarî û tifaqê de ne. Di1920an de, li Rojhilata navîn ereb jî dabeşbûne. Lê ereb, wek dewletên cudayên mandat, keyatî, mîrektî dabeşbûne. Îro ji Kendava Besrayê heta Fasê 22 dewletên ereb hene. Bi tevî Filistîna ku dê di nêz de ava bibe ev hejmar dê bibe 23ê.
Tê zanîn ku ev li hev çêkirin bo kurdan statuyek nayîne. Wek di1920an de, di nîzama Cemîyeta Miletan de, di1945an de, di nîzama Neteweyên Yekbûyî de jî ji kurd, Kurdistanê re statuyek, nasnameyek nehatîye dayîn. Bêstatuya ku 1920an de hatibû avakirin wek xwe hatîye parastin. Dewletên wek Tirliye, Îran Iraq, Sûriyeyê, dewletên ku hewl didan nîzam bidin dinyayê wek DYA, Yekîtîya Sovyetan, Îngilistan, Fransa xîret kirine ku vê bêstatutîyê biparêzin. Lê di heqîqet de piştî Şerê Duyem î Cîhanî, di rûyê sîyasîyê dinyayê de guherînên pir mezin pêk hatine. Lê li Kurdistanê jî tu tişt neguherîye.
Lê di1990an de, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan rewşê dest bi geherînê kiriye. Li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê, avabûna Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê pêşketineke pir girîng e. Ev, bêguman statuyek e. Piştî vê pêşketinê, êdî li parçeyên din jî, kurdan bêstatu hiştin, dê ne mimkin be. Nîzama Cemîyeta Miletan a ku kurd û Kurdistanê mehkûmê bêstatutîyê kiriye êdî hatîye parçekrin. Mijareke girîng a ku dê di Kongreya Navnetewîya Kurd a ku tê payîn dê di rojên 24-26ê Tebaxa 2013an de, li Hewlêrê bicive de bête axavtin ev e. Dibe ku di vê mijarê de konsesusek pêk neyê, lê, axaftin û nîqaşkirina vê mijarê girîng e. Pêk hatina Kongreya kurd a navnetewî jî girîng e.
Li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurd, Kurdistan helbet tev yek e. Lê, Rejîma Baasê, di 1960an de, ji bo xerakirina binyata nifûsa Kurdistanê, li seranserê sînorê Tirkiyeyê, jibo pêk anîna kemberek ereban, li hin cihan, kurd sirgûn kirin, li cihê kurdan ereb bi cih kirin. Til Ebyada di navbera Cizîre û Kobanîyê de herêmeke wiha ye. Li virê kurd û ereb bi hev re dijîn. Di navbera Kobanî û Efrînê de jî herêmeke wiha heye. Ev herêm Ezaz e. Rejîma Baasê, di 1960an de, ji van her du herêman bi sirgûnkirina kurdan bi bal çola ereban ve û bi bicihkirina bedewîyên ereban li van herêman xwestîye binyata nifûsa Kurdistanê xerabike. Di serdema(1966-1970) Serokkomarîya Nûredîn el Atasî (1929-1992) de, ev sirgûn bi lez domandine. Di serdema(1971-2000) Hafiz Esedê (1929-2000) ku di1970yan de bi darbeyek hatîye serî de jî ev polîtîka hatine meşandin. Tê zanîn ku Hafiz Esed bi darbeyek leşkerî Nurettin el Atasî ji ser kar avêtîye û hatîye cihê wî. Ev jî polîtîkayek wek ya rejîma (1968-2006) Sedam Husên, Partîya Baas a Iraqê ku kurdên herêma Kerkûkê sirgûnê çola ereban dikir, bedewîyên ereban li herêma Kerkûkê bicih dikirin e. Benda 140 a Destûra îroyîna Iraqê li ser van mijaran e. Divê ku kurd hewl bidin da her sê herêmên kurd Cizîre, Kobanî û Efrînê jî bikin yek. Dicle Amed, di nivîsa xwe ya bi navê “Rojavayê Kurdistanê çi ye, çi nîn e, li wirê çi dibin?” (www.gelawej, 8.8.2013) de dinivîse ku bi tevî hemû astengkirinan Rojavayê Kurdistanê roj bi roj ber bi xwesertîyê ve diçe.
Tirkiye, heta 5-6 salan berê, Başûrê Kurdistanê, Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê nasnedikir. Bi demê re xetên sor ji holê rabûn. Piştî vê astê, dê mecbûr bibin Rojavayê Kurdistanê jî binasin. Dibe ku bo Tirkiyeyê vexwendina Salih Muslimê lîderê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bibe destpêkeke wiha. Di vê mijarê de hevdîtina Salih Muslim bi MÎTê re na, rasterast bi hikûmetê re girîng e. Rexnekirina hikûmetê di mijara piştgirîya el Nusrayê de jî girîng e.
Mijareke balkêş a dî jî girtîbûna deriyên sînoran li Rojavayê Kurdistanê ye. Rewşa derîyên Tirkiyeyê ku ji El Nusrayê re vekirî ne ji kurdan re girtî ne rewşek e ku tê famkirin. Lê girtina derîyên sînora ji alîyê Rêveberîya Herêmîya Kurdistan ve pir çewt e. Di vê mijarê de daxuyaniyên PYDê, rêxistinên piştgirên PYDê û yên Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê li hev nakin. Divê Rêveberîya Herêmîya Kurdistanê di nava helwestekî wisa de be ku nakokî li holê nehêle.
Helwesta PYDê ya ku tekoşînê bi serê xwe tenê bimeşîne, destûrnedana wê bo grûpên kurd yên ku dixwazin beşdarê tekoşînê bibin jî çewt e. Ev jî sînorgirtinek e. Bi rastî, divê kurd di van demên krîtîk de tewîz bidin hev. Te’wêzên ku kurd bidin hev di encamê de rewşeke ku dê kurdan mezin bike diafirîne. Di rewşên berevajî de, kurd mecbûr dibin ku te’wîz bidin hêzên dijmin. Ev jî dibe sedemê rewşeke ku him kurdan piçûk bike him jî tehqîr bike. Ji van hêlan ve wek ku Dursun Ali Kuçuk jî dibêje, divê di vê pêvajoya tekoşînê de jî hevkarî hebe. Nivîsa wî ya bi navê “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê du mijarên bingehîn pêk tîne. Gelo çi ne?” (www.kurdistan-post. eu 10 Tebax 2013) girîng e. Aktuelkirina Desteya Bilind a Kurd û Peymana Hewlêrê girîng in.
Xxx
Mijareke dî ya pir aktuel jî biryarên ku di doza Ergenekonê de hatine dayîn in. Tewanbar, bi amadekarî û sêwirandina darbeyê li hember hikûmeta meşrû hatine darizandin. Bi sezayên hepsa miebed a giran, hepsa miebed, hepsa giran û hepisê hatine mehkûm kirin. Piraniya generalan bi sezayên miebed hepisê û miebed hepisa girankirî re rû bi rû man. Bi van angaştan ji 276 kesan 255 kes hatin mehkûm kirin.
Ev, di jiyana sîyasî ya tirkan de dîyardeyek e ku cara pêşîn e pêk tê. Heta hikûmeta AKPê, di vê mijarê de lêpirsînek, darizandinek pêk nehatibû. Li hember derbeyên 27ê Gulana 1960an, 12ê Adara 1971ê, 12ê Îlona 1980yan, 28ê Sibata 1997an lêpirsîn pêk nehatibû. Ji vê hêlê ve doza Ergenekonê di jiyana sîyasî ya tirkan de, asteka pir girîng e. Asteka pir girîng a di paşavêtina wesayeta leşkerî de, di pêşvebirina demokrasî, nirxên demokratîk de ye.
Piçûkkirin û li hember derketina pêvajoya doza Ergenekonê, bi gotina “di dema ku wesayeta leşkerî tê paşvexistin, wesayeta sivîl tê bohêzkirin”, çewt e, bimane nîn e. Îro hikûmet jî serokwezîr jî bi têgehên zanistê, sîyasetê dikarin bêne rexnekirin. Helbet dîsa divê sezayên cur bi cur ku ji hin nivîskaran re, ji xebatkarên çapemenîyê re tên dayîn bibin mijara rexneyê. Divê hikûmet, serokwezîr ji van hêlan ve bêne rexne kirin. Lê, di serdemên derbeyên leşkerî de ji hikûmet û serokwezîr re pir piçûk hinek van rexneyan kirin jî, mimkin nîn e.
Pirsgirêkên bingehîn î binyatî yên Tirkiyeyê wek pirsa Kurd/Kurdistanê, pirsa Ermenan, pirsa Qizilbaş/Elewîyan e. Di van mijaran de, wek mînak li gor 6-7 salan berê, pirtir fireh axaftin, gengeşe dikarin bêne kirin, lêgerîn, lêkolîn dikarin bêne nivîsandin, weşandin. Di serdemên leşkerî de kirina vana mimkin nîn bû. Tevger û piçûkxistinên ku di medyaya civakî de roj bi roj belavdibin divê wek azadîya derbirînê bêne nirxandin.
Bêguman derbeya leşkerî tewaneke pir mezin e. Çunku derbe, jiber tunebûna rexneya azad, rê li ber gendelîyê, xapandinê, bertîlan û tewanên civakîyên dî vedike. Nivîsa Prof. Dr. Bekir Berat Ozipekî ya bi navê “Hûn Berpirsîyarê Sazîya nîn in, yê Gel in.”(Star, 8ê Tebaxa 2013an) ji vê hêlê ve nivîsek girîng e.
Bi tevî vana hemîyan, sûd di balkişandina mijarek dîtir de jî heye. Di civakê de jî organên ku firaqên bi hev ve ya di fizîkê de bibîr tînin hene. Eger hûn di mjara doza Ergenekonê de bi îsrar bin, eger lêpirsînên di vê mijarê de bi îsrar bidomînin, hûn dê di nava pêvajoya ji holê rakirina sedemên bingehînên ku Ergenekonê afirandine jî de bin. Lê hikûmet di vê mijarê de tu tiştek nake. Ev, dibe sedemê kêm, çewt xebata organên bi hev ve yê civatê û kaos afirandinê.
Di serê sedemên bingehînên ku Ergenekonê afirandine de pirsa kurd û Kurdistanê heye. Bo ku vê pirsê bi çewsandinê, bi zorê ji holê rakirinê, pêwîstî bi organên wiha hatîye dîtin. Rêxistina Ergenekonê ya ku li bajarên kurdan çalakîyan dimeşîne JÎTEM e. Cînayetên ku jê re“bikerê wê nedîyar” dihatin gotinê, wendakirinên bi zorê, şewitandin û hilweşandina gundan, şewitandina daristanan, texrîbkirina çavkanîyên bingehînên debarê, bi deh hezaran malbatên kurdan ji cih û warên wan koçberkirin, ji alîyê JÎTEMê ve hatine pêk anîn.
Di serê sedemên pir girîng ên derbeyên leşkerî yên ku liTirkiyeyê pêk tên de pirsa kurd û Kurdistanê tê. Ev jî rewşeke ku dê di nêz de bê famkirinê. Kesên ku li ser zanistên civakî dixebitin dê vê rewşê fam bikin. Sedemê bingehînê ku vê mijarê heta roja me nehatîye famkirin, qedexên li ser pirsa kurd û Kurdistanê ne. Sînorkirinên di mijara azadîya derbirînê de bi taybetî di vê qadê de bi tesîr bûn. Di roja me de êdî ev mijar, bi awayek rihettir, dikare bê axaftin û gengeşekirin.
Bi tevî vê, li ser van çalakîyên JÎTEMê lêpirsîn û doz nehatine rojevê. Tewanbar jiber teşebusa derbeyê ya li hember hikûmeta meşrû hatine mehkûm kirin. Lê dîyare ku hin ji van tewanbaran, di çarçoveya JÎTEMê de, li Kurdistanê, li hember kurdan tewanên pir mezin kirine. Di mijara kurd Kurdistanê de gavên cidî neavêtin, operasyonên JÎTEMê neanîna rojevê li ba meriv gumanan çêdike. Gelo ramanek, nîyetek, hesteke dewlet-hikûmetê wek her demê dîsa serî li JÎTEMê dayîn heye?
Mamoste Bekir Berat Ozipek, di nivîsa xwe ya ku me li jorê behs kir de, dinivîse ku li Diyarbekirê, dozên wek ya serbaz Cemal Temizoz hene lê kurd van dozan naşopînin. Lîsteya hin dozên li Diyarbekirê dide. Dibêje ku“kesên bo piştgirîya doza KCKê tên, bala xwe nadin doza Temizoz a li kêlekê…” Ji van dozan yek jî, doza Mûsa Anter a ku Orhan Mirogluyî bi hewldan û şadetîya xwe ya bi îsrar anîye rojevê ye.
Navenda Heqîqet, Edalet, Hafizayê, kitêbek bi navê “Heqîqeta ku Nayê Axaftin: Wendakirinên bi Zorê” weşand. Ev kitêba ku ji alîyê Ozgur Sevgi Oral, Ayhan Işik û Ozlem Kaya ve hatîye amadekirin di Hezîrana 2013an de hat weşandin. Di vê kitêbê de tê dîtin ku ji 12ê Îlona 1980yan heta 2000an, 1353 kes bi zorê hatine wendakirin. Li bajarên Diyarbekir, Şirnax, Mêrdîn, Îstanbûl, Hekarî, Dêrsim, Riha, Edene, Bedlîsê hejmara kesên ku bi zorê hatine wendakirin1353 ye. 33 kesên di 2000an de û 4 kesên ku dîroka wendabûna wan nayê zanîn jî di nava vê hejmarê de ne. (r. 22-23) Lîsteya wendayîyên ku Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizayê pişrast kirîye jî di kitêbê de cih digire. Ev jî wek 282 kesî ne. (r.84-94)
Bo tam deşîfrekirina dewleta kûr, bo ku di pirsa kurd û Kurdistanê de pêşketin pêk bê divê di heqê operasyonên wiha de jî lêpirsîn û doz bêne vekirin. Bi tevî ku piranîya kesên di van operasyonan de rol girtine jî têne zanîn.
Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizayê, di heman serdemî de, kitêbek dî jî weşandîye. Kitêba bi navê ‘Kesên bi Zorê Hatine Wendakirin û Helwesta Darazê” ji alîyê Prof.Dr. Gokçen Alpkaya, Av. İlkem Altintaş, Doç.Dr. Oznur Sevdiren, Av. Emel Akarturk Sevimliyê ve hatîye amadekirin.
Bo ku dewleta kûr baş bê lewazkirin û belavkirin, bo ku hiqûq û edalet di jiyanê de bête bicih kirin, bo di mijara kurd û Kurdistanê de gavên rastîn bêne avêtin divê li ser operasyonên JÎTEMê jî lêpirsîn û doz bêne vekirin.
Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.