Skip to main content

Çend Xeletî, li ser, Hilbijartinên Bashurê Kurdistan

Cîhê dilxweshîye kû Hilbijartinên Bashurê Kurdistan bê arîshe u bê nakokî bi davî hat. Banga berêz Serokê Herêma Kurdistan di cîh dabu. Serokê herêma Kurdistan daxwaz li hemu alîyan kir kû encamên hilbijartinan bipejrînên. Ev gavek pozîtî bu. Demê hilbijartin bi davî hat, hemu layan bi daxuyanîyên xwe, encamên hilbijartinan pejirandin u rêz li îradeya gel girtin. Lê mafên xwe yên desturî jî bikarhanîn ji bo 222 cih ( belkî zêde jî bibe) kû bi îddîya sextekarî bîye, îtîraz kirin. Ji piranîya wan li ser hilbijartinên Hewlêr u duhok bu.

Li ser ser encamên hilbijartinan ragihandinên beshdarbuyan, nuçên berwajî belavkirin. Serokê desteya hilbijartinên herêma Kurdistan jî daxuyanîyek da u got: “ew nuçeyên li ser hilbijartinan tên belav kirin dUrên ji rastîyên ne rastên. Ewê encamên hilbijartinan 26.09 werên ragihandin.” Niha ji ber pirsgirêkan u iddîa sextekarî, ragihandina encamên hilbijartinan hat pashvexistin.

Hinek ragihandin u rojnameyên electronik: serkevtina PDK heta % 52 derxistên.

Kî, li hilbijartinan bi serket u kî biserneket-serkevtî nebu. Mirov kare bêje kû Goran u PDK serketên. YNK jî shikest xwar u binket. Hemu kes li çavrê bun kû YNK li hilbijartinan da bisernakeve. li shkestina YNK” da pir eger hene. Lê egerên tên ber çava: Nexweshketine Mam Celal u rewsha politbûro ya YNK u tesîra Nawshirvan Mistefa. Van xale tesîrên mezin li encamên dengên YNK kir. Niha YNK li rêza 3. daye.

Têshtê balkesh li ba min, lêkolîn u shîroveyên li ragihandinên li Bakurê Kurdistan li ser hilbijartinan bu. Shîroveyên, pêsh hilbijartina u pash hilbijartina, ji rastî gelek durbun. Eda u shirovên wan, eda shîrovên, wek propaxandayê, ragihandinê PKK bun. Bi hîç shîweyek nêzîkê rastî yê, nebun. Dive, mirov, jî alîyek hêz bike, dilê vi, ji ra bixwaze u pishgirîya vî bike. mînak, min dixwest, opozisyon serbikeve u deshilat were guhertin, rastîya rewsha Bashurê Kurdistan ji wan bihtir dizanim, le min bê vîjdanî nekir. Min ne got; hilbijartinên Bashurê Kurdistan; hilbijartinên Kurdistanî u ne Kurdistanîyane.

Lê wan xwest xwendevanên Bakurê Kurdistan, têxên bin bandora, nuçe u agahdarîyên xelet u çewt! Xwestên bidin nîshandan kû bi tenê PDK, Kurdistanîye u yên din dijî berjewendîyê Kurdistanên u pashkoy dewletên dagirkerên. Lê ji bîrkirin kû dan u standinên PDK u Tirqîye di astê herî xweshdaye. Li hemu varê da li gel Tirqîye bazirganî dikin u pishgirî dikin AKP” yê u pishtgirîya Imralî u MÎT” e dikin. Kû hevdîtênên, MIT u Ôcalan ji bo xerakirina mala Kurda ye!

îddîa yên din jî ne rastên, kû PDK zemîn ji serxwebuna Kurdistan xwesh dike. Kî serbikeve bila serbikeve; Rewsha Bashurê Kurdistan u rewsha Kerkuk u rewsha du herêmî ya Kurdistan li ber çava ye. Dewletbun u xebat ji bo Serxwebuna Kurdistan bi devkî nabe, îcreat u pratîk lazime. Mixabin ji sala 2013 heta niha, li Bashurê Kurdistan sherê ji bo pere li gel Baxda hatîye kirin, yek miskalekî vî jî, ji bo doza Kerkuk u Musil natîye kirin.

Têshtên li Bakurê Kurdistan li ser berjevendîyê PDK tên nivisandin u gotar u nivisandinê dijî Gorran , pir durên, ji rastîyan. Demê min van nivisandina dixwend; nivisandin u gotarên, alîgêr u nivîsarên PKK dihat bîra min, kû digotên em bitenê Kurdistanî u xeta rastên, yên din nokerên dagirkerên Tirkane, ne shoreshger u ne welatparêzên.....!

Layangirên PDK jî bi vî sheklê, dur ji rastîyê, nuçe li ser bashurê Kurdistan, belav dikin u gotar dinivisînên.

li Bashur:
PDK xeta Kurdistanî
Xeta xîyanetê jî, Gorran u yên din...!

Li Bakur :
Xeta Kurdistanî PKK
Xeta xîyanetê: Kawa-Rizgarî-Psk-Yekbun..u hwd.

Divên çima xebat u sherê Kurdistanî ya, ji bo Shoresh u serxwebuna Kurdistan sernakeve....

Ez jî, ji we dipirsim?

Çima serbikeve heta rewsha me, ev be, da kû em dîlê dîla bin.

Rojhat Badikî

24.09.13

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.