Skip to main content

Daxuyanî: Wêjeya kurdî îsal bi xurtî beşdarî pêşangeha pirtûkan a navneteweyî dibe

Hêvî Group bi vê beyannamê dide zanîn ku bi hevkariya Hawar.Net û heftenama kurdî Rûdawê, îsal bi cihê xwe yê taybet pişkdarî di pêşangeha pirtûkan a navneteweyî ya Frankfurtê de dike. Berhevkarên koma navborî dê di hemû 5 rojên pêşangehê de amade bin da ku wêjeya kurdî pêşkêşî mêvanan bikin.

Endamê berhevkaran mebesta wan wisa derdibire: „Armanca me ew e ku em wêjehez û weşanxaneyên kurdî bigihînin hevdu. Ji ber hindê me çendîn weşanxane vexwandin da ku bên û li vê derê xwe û berhemên xwe bi xelkî binasînin.“ Di her du rojên dawiya heftê de jî bernameyeke taybet li benda mêvanan e: Roja şembiyê (15.10.) bername di demjimêr 12‘ê de bi hevpeyvîneka digel heftenama Rûdawê tê destpêkirin û di pey re di demjimêr 1‘ê de nivîskar Firat Cewerî berhema xwe ya nû bi beşdaran dide nasîn. Di dûv re jî Firat Cewerî dê hazir be ji bo pirsyarên beşdaran. Roja yekşembê (16.10) nivîskar Helîm Yûsif bernamê di demjimêr 12ê de didê destpêkirin û ji mêvanan re ji berhemên xwe çend beşên hilbijartî dixwîne. Piştî hindê, di demjimêr 1‘ê de dê hevpeyvîneka bi stranbêj Nizametîn Arîç re bê encamdan. Di dawîya bernameyê de jî nivîskar Jan Dost cend beşên berhêmên xwe pêşkeşî mêhvan dike.

Ji bo pirsyarên we, agahî û pêzanînên zêdetir, hûn dikarin bi rêka: [email protected] peywendiyê digel Hêvî Groupê danin.

Dema pêşangehê : 12.10.2011 heta 16.10.2011
Cihê Hevi Group û Hawer Net:
HOL Û BÎNA: 5.1 / BEŞ: A
Hejmara Cih: 947
5.1 / A 947
Hêvî Group - Kurdewari & KurdFM
HKMG (Hawar Kurdistan Media Group)
Rûdaw

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.