Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 26 October 2008

Axêver: Celîlê Celîl, Eskerê Boyîk, Zorabê Bûdî Aloyan, Tosinê Reşîd, Xanna Omerxalî, Nûra Cewarî, Pîr Xidir Silêman, Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babaşêx...

DAWETNEMA JI BO KONFERANSÊ ŞÊX FEXRÊ ADIYAN

Ji bo derbasbûna 15 salan li ser demezirandina MALA ÊZÎDIYAN li bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) em konferanseka zanistî di bin Navê: “Şêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî“ de pêk tînin.

Armanca vê Konfiransê ew e, ku edeba berî nehsedsalan, ya ku ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên Êzdî ve, mîna Pîr Reşê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê al-Tewrî, Şêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Şeref û taca wan Şêx Fexrê Adiyan li Geliyê Lalişa Nûranî, bi kurmanciya resene xweş hatiye nûjenkirin û hûnandin, bi we hêjayan bidine naskirin. Ji ber ku heya niha kêm lêkolîn li ser vê mijarê hatiye kirin û ji ber giringiya wê ya dîrokî, em dixwazin balkêşiya lêkolînvan, zaniyar û dîroknasên Kurd û Ne-Kurd bînine ser.

Em ji gelê Kurd wisa bi hêvî ne, ku ew çawa li helbestvanên xwe yên gewre mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xweyî derdikeve wisa jî li Şêx Fexrê Adiyan û hevalbendên wî xweyî derbikeve.

Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd dused heya bi sêsedsalî bi pêş ve bibe û di nava edebyetzaneyên cihanê de cihekî layîq û bilind bigre.

Ew edeb, heykeleke ji edebiyeta cîhanê yê kevnar e, lê mixabin di bin kelefên nerastiyê, niheqiyê û înkarkirinê de maye veşartî. Ji me rewşenbîran tê xwestin, ku wê toz û dûxana ji ser bidine aliyekî, daku cîhan rastiya wê bibîne.

Semînarvan:

Prof. Dr. Celîlê Celîl (Aûstirya), Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Reşîd (Avistraliya), Dr. Xanna Omerxalî (Rûsiya), Dr. Nûra Cewarî (Avstraliya), nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Duhok, Herêma Kurdistanê), Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babaşêx (Silêmanî), Şewqî Şemo Îssa, Xêrî Bozanî (Duhok), Hecî Elo, Kerîm Silêman (Duhok), Resen Hesen Cindî (Duhok), Bavê Azad, Se'îdê Silo (Duhok), Kovan Xankî (Duhok)

Dem:

31. 10, seat 18.00 – 22.00

01.11.2008, seat 11.00 – 19.00

02.11.2008, seat 11.00 – 16.00

Cî:

Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan li Oldenburg

Eidechsenstraße 19

26133 Oldenburg

www.yeziden.de, [email protected] Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Fax: 0049 (0)441 4850557

Em we vexwendî vî Konferansî dikin:

„Şêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî"

Hûn dikarin daxwaza tevlîbûna xwe anjî pîrozbahî û masajên xwe bi rêya van faks û E-mailên jorî bişînin!

Komîta Amadekar, 10. 10. 2008

Yezidisches Forum e.V.
Mala Êzîdiyan Oldenburg
Eidechsenstraße 19
26133 Oldenburg

Mitglied im Zentralrat der Yeziden in Deutschland

www.yeziden.de
[email protected]

Ev navnîşana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Fon: 0049 (0)441 4850555
Fax: 0049 (0)441 4850557

Vorstand / Komiteya birêvebir: Telim Tolan, Sahap Dag, Mehmet Tekce,
Behiye Tolan, Hassan Khamo, Kazim Oba, Sonya Karaca, Huro Khodeda, Fauaz Oso

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.