بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Endam bo

13 ساڵ mehan
Di roja 13.5.1955'an de li Qebaqoma Kaxizmanê (qezayeke bajarê Qersê) ji dayik bûye. Dibistana pêşîn, navîn û lîse li wir xelas kir. Paşê wi li Ankarê, li serbajarê Tirkiyê xwendina bilind qedand (1974-1978). Du salan 1979-1980î li Bulgarîstanê û di salên 1980-1982an de li Almanyayê ma, li bajarê Frankfurtê. Di sala 1983ê de koçberî Swêdê kir. Ji wê demê heta niha li Stockholmê dijî. Qasî 15 pirtûkên Rohat Alakom bi zimanê kurdî, tirkî û swêdî li ser dîrok û wêje hatine weşandin. Pirtûka wî ya yekem bi zimanê swêdî bi navê "Di Hezar Salan de Pêwendiyên Swêdiyan û Kurdan" derketiye. Hin lêkolînên wî bi zimanê erebî, fransî, îngilîzî û zimanên mayî der çûne. Berhem Dused saliya Kurdnasiyê, (1987) Di Edebiyata Tirkî ya Nûjen de Tema Kurdan, (1989) Di Çavkaniyên Swêdî de Motîfên Kurdî, (1991) Serpêhatiya Jibîrkirinê: Seîdê Kurdî, (1991) Di Berhemên Yaşar Kemal de Tema Kurdan, (1992) Jana Ziya Gökalp a mezin: Kurd, (1992) Di Folklora Kurdî de Serdestîyeke Jinan, (1994) Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd, (1995) Kurdên Îstenbola Kevn, (1998) Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê, (1998) General Şerîf Paşa, (1998) Pêwendiyên Swêdiyan û Kurdan dı Nav Hezar Salan De, (2000) Kurdên Anatoliya Navîn, (2003) Arîstokratên Kurd: Torin, (2004) Kurdên Swêdê, (2006) Kurd-Çil Sal li Swêdê, (2007) Ronahiya Dîrokê, (2008) Kars kürtleri (Kurdên Qersê), Avesta (2009) Mirovê herî kal li cîhanê; Zaro Axa , (2009) Çar pirtûkên Rohat Alakom li Kurdistana Başûr hatin weşandin: Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (Bi zimanê erebî, werger: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Kawa, 2000). Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (Bi zaravê soranî, werger: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Aras, 2000). Şerîf Paşa (Bi zimanê erebî, werger: Şikur Mistefa, Weşanxaneya Spîrêz, 2004). Kurdên Îstenbola Kevn (Bi zaravê soranî, werger: Ahmad Taqana, Weşanxaneya Mukrîyanî, 2005)

Author Post

WELATÊ SERHEDÊ - “daîm berfe qet ranabe” (1)

Destpêk

15 Avr 2012
Kurdê ku herî zêde ermenî xelas kirine!

Kurdê ku herî zêde ermenî ji mirinê, ji xezeb û qirê xelas kirine, bi dîtina min begê began, Muhtila Beg e.

27 Avr 2010