بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Endam bo

13 ساڵ mehan
Kurtejînenîgariya Dilawerê ZENGÎ: *Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Qeyser de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe ji gundê xwe derkikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimre. Lawên wî (Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed) meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin. *Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînema Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê. *Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir.Lê xwe ji xwendina pertûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir . *Di sala 1977an de û li Amûdê bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, di wê salê de dest bi nivîsandina helbestanê dike. *Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) akameke (bandûreke) pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Gelek cefakêşî û dijwarî ji bo wî, di vê riyê de, jî kişandiye. *Bandûra Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê bavê kal) pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina Kurdî dike. *Du salan li gundê (Girê Sor) mamosteyî dike. *Di sala 1980an de ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zangoya Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî karê xwe dikeve. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike. *Di warê ramyariyê de jî keda wî gelek heye. *Di sala 1987an de Rewşen Bedirxan nas dike. *Piştgiriya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pertûkên wê û yên malbata wê de kir. (bîranînên Salih Bedirxan. Name bo Mustefa Kemal paşa. Mîr Bedirxan. Û....hwd) *Di sala 1991ê de piştî serîhildana Kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî girêdide. *Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dike. *Ji bilî nivîsandin, lêkolîn û helbestan, karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandiye û dinivisîne ji wan: (Gelawêj), (Gurzek gul), (Pirs), (el-Hîwar), (Newroz), (Hêvî, Parîs), (Kurmancî, Parîs) (Armanc, Siwêd), (Medya guneş, Istenbûl), (Xebat,Erbîl), (Metîn,Dihok), (Birayetî, Dihok), (el-Itîhad,Silêmani-yê), (Mîdya, Erbîl), (Gulan, Erbîl) û (Serxwebûn, Erbîl) (Rojda,Libnan) (Jîn,Sûriya) (Zevî, Sûriya)...h.d. *Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên Erebî wergerandiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye ji wan: (Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî), (Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan)... li dora (200) pertûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûriyê daye weşandin. *Di sala 1985an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: (Royar, Rodî, Ronî û Rewan). *Di sala1999 an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname) werdigre. *Di 12/7/2000 de,li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî dike. *Di sala 2004an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danyêl Metran. * Di sala 2008an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil.   Berhemên Dilawerê ZENGÎ yên çapkirî ev in: *Dîwana (Pêdarî) helbest1985. *Gramêra ziman-Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko-wergerandin-1990.(bi arîkariya hin mamosteyan). *Ji mesela Kurdistanê-Celadet Bedirxan-wergerandin-1990. *Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî(Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan1991. * Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li xelkî tehlê li min şirînê)- wergerandina tîpan1991. *Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E.S.Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ. *Alîkariya Rewşen Bedirxan kir di weşandina hin pertûkan de, ji wan: -Bîranînên min -Salih Bedirxan-. -Name bo Mistefa kemal paşa. (Celadet Bedirxan). -Bîranînên jinekê (perçê didiwan). *Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn-ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin.1997. *Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî. *Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998. *Stran, berf û baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan. *Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.1998. *Berî heyv hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî.Nivîsandina Dilawerê Zengî- Ji weşanên Mîdiya-Erbîl.2001. *Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî).çapxana Aras, Hewlêr 2001. *Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001.Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. * Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. *Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. *Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî.-veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. *Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana komal, Istenbol-2004. *Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005. * Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Istanbol,weşanxaneya Pêrî, 2005. * وثن للعشق dîwanek ji helbestan- wegerandina:Şêx Tewfîqê Huseynî ye. Weşandina Dar Kîwan e-Şam-2005. *Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral. 2006. *Serpêhatiyên Kurdan-Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxaneya Emîral.2009. *Muxtaran (Lîqaat we Hîwarat), Dilawerê Zengî, Perçê 1+2, Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009. *Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009. *Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.

Author Post

Noşe noşîn

Noşe noşîn cama ji dest,
Muxbeçînê meyfiroş
Şahî linik te dilber bî,
Meyxurînê mey me noş
Her bi navê nazenîn vexw,
Nebî sawîr ber te goş

25 Gul 2011
Celebên Tirî

Dilawerê ZENGÎ

Beqerî: Hûr e, rengê wî şîn e, zer e, zereşîn e.
Bilbizêkî: Liba wî weke nasirî ye, zer û dirêj e.
Berîsanî:
Binê tat:

16 Gul 2011
Min şop ajot..

Dilawerê ZENGÎ

05 Gul 2011
Bîranîna Seydayê Cegerxwîn

Dilawerê ZENGÎ

22 Ada 2011
Bîranîna Seydayê Tîrêj

Dilawerê ZENGÎ

Tîrêj bixwe tu tîrêj î
Tu roniya gelawêj î
Tu lemser û sitêra ban
Şeveq li ezmanê welat

22 Ada 2011
Sorgul

Dilo rabe çi mizgînî!
Mi bihîst ma tu nebînî?!
Ne sawêr e, ma tu dînî?!
Gula li baxa sorgul e,
Gulê tenê rengê xwînê
Ji nav gulan xwînşêrînê

14 Reş 2011
Ji şebnema bîranînê.. Helbestvanê gewre Yûsuf Berazî (Bêbuhar) (1931-2009)

Dilawerê ZENGÎ

13 Rêb 2011
Hêviya min

Dilawerê ZENGÎ

Hêviya xewn û xeyala
Asoya her bîr û bala
Sawêra çavê metala
Hêviya min Hêviya min

22 Berf 2010
“Ne dikin û ne dihêlin em bikin” ?!

Dilawerê ZENGÎ

14 Berf 2010
Destnivîsa mele Xelefê Bafî

Ev nivîsa min ne lêkolîn û ne gotar e.

14 Ser 2010