بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Xwelî li Serê Rî-Rusipîyên Kurda

Çend meh berê min u heval Mirza li Mparc ê bi hevra kahve wedixwar. Wek caran, me li ser rewşa Kurdistan sohbet dikir.Di wê demêda nasek hewalê Mirza derbas bu u heval Mirza gazi nasê xwe kir u me bi hev da nasandan. Nave vî Kemal, xwedanê restaurant u xelkê İslahiye, bi eslê xwe Kurd le bi zikrê xwe Tirk bu. Em ketin sohbetek dur u kûr. Pêstî demek kûrt, ez ji sohbeta wan wekîşîyam. Lê car u bar min guh dida xweberdanên wan. Bi rasti pir aciz dibum lê ji bo li gel heval Mirza u hevale vî Kemal şer nekim min xwe mijulû telefon u xwendinê kir.

Pistê, Kemalê İslahiye ku bi esl u feslê xwe Kurd bi zikre xwo Tirk bu çu, heval Mirza li min zivirî u got ‘’ Em bi sohbeta te têr nebun’’ Bi rasti dema ku min sohbeta wan guhdari dikir, min bi zorê xwe digirt, zikê min pir diêsîya. Ev segbavê Kemal bes nebîye Tirk, bîye kuçikekî har u parastvanê TSK u devlata kura dagirker a Tirka. Bi çavek biçuk u nizm li Kurdên Başur u serkirdên van dinihart. Wan vek mirovên vandal u mirovên bê çand u keltur dihesiband. Sohbeta wan a bi Kemalciğim- Mirzaciğim bi davi hat xatir ji hev xwestin. ‘’ Kemalciğim bi re ket. tabloyek hat ber çavê min. Niha di şuna Kemal da Kurdek welatparezek an Kurdek hêjarbuna, ji alîyê heval Mirza ewê bigota “tê li vî ‘’ segbav an kerkurê kerê’’ binihre.

Ez vê mijarê deynîm alîyek werim ser mijara xwe a li ser Rî an Rusipîyên Kurda. Dema ku mirov li Bakurê Kurdistan li rewş u helwesten Ru-Risipîyên Kurda dinihere mirov mat u şaş dimine. Piranîya Ri-Ru sipîyen Bakure Kurdistan ne bi tene Ruyê dijminên gelê Kurd xweş dike, belki gelê Kurd li hember dijminê Kurd rureş, tawanbar u sucdar jî dikin. Yek ji van minakan Rehmetiye A. Melik Firate ku hemu jiyana xwe ji bo hizmeta Tirka xerc kir u bi wek tawanbarên Mezinên, Mehmet Ağar u Orgeneral Doğan Güreş re hevalti kir li Meclisa Tirkan. Yên wek remetîyê A.Melik Firat zanibun kû wan sucdar-tawanbaran kû destên wan bi xwîna Kurda sor bîye çawa li yek rêzek rudinistên u hevdu hemiz dikirin! Çend sal beriya kû rehmet bike hat nav reza welatparêzîyê! u ji aliye welatpareza hat pakijkirin hizmeta wi a ku ji bo dewleta tirk hat jibirkirin.

Bi rastî Jîyana A. Melik Firat u helwesten siyasetmedar, Rewşenbiren Kurd trajedîye! Ev trajedi bes bi tenê ne trajedîya wane belki trajediya jiyana gele Kurd, xebat u diroka vî ye. Ev Trajedîye, ji ber ku kirdarên dewleta Tirk an jenosid u zulm u katliama dewleta Tirk kû li dijî gele Kurd u welate vî Kurdistan bi kar hanîye bi deste Ru-Ri sipiyen Kurd u siyasetmedar u rewşenbirên vî ve tê pakijkirin. Biryar u planên dewleten dagirker ji perçekirina Kurdistan ji aliye Ri-Ru sipiye Kurda tê pejirandin.

Yek ji wan berêz Naci Kutlay’ e. Ev bîr u bawerî ne bi tenê ji alîye Berêz Naci Kutlay tê parastin miroven wek hemşahriye min Dr. Tarik Ziya Ekinci jî ev di nav ev kanalê da ye. Ev kanale kû xwîna keç u xortên Kurdistan diherikîne asê devleta Tirk adirgekerê xwîn mij.

Li welatên din mirov gava pîr dibe, behtir muhafazakar u radikal dibe ji bo gel u welatê xwe le hezar mixabin li welate me u di nav Ri-Ru sipiye me da ev bi bilakis davîya jiyana xwe ji bo xizmeta dewleta dagirker bi serva dibin. Demê Rî-Ru sipîyên me derdikevên ser şaşa tv Tirka an hevpeyvîn bi rojnamegerên Tirk ra hevpeyvîn çêbikin, bes bi sernavê xwe neaxifên, wek kû me hemu gelê Kurd wekaleta xwe daye wan bi ser navê hemu gele Kurd diaxifên. Te dibeji qey, hemu Kurd wekaleta hemu destê deste wan daye.

Berêz Naci Kutlay di hevpeyvinek da kû li gel Rojname ya ‘’ Taraf ‘’ bi Xatun rojnamevan Neşe Duzel ra kirîye bi rasti es şermezar bum. Berez Naci Kutlay li gel pirsyara ‘’ Bugün bütün Kürtleri ayni bayrak altında toplayacak bir girişim var mi’’ ?
Bersiv : Hayır yok. Kürtlerin bir kısmı, Suriye’ de büyüdü ve orada şekillendi. Bir kısmı Irak-ulus-devletini kabullenmedi ve hep onunla mücadele etti. Türkiyedekiler çok partili hayata girdiler, diğer Kürtlere göre daha demokratik oldular. İrandakilerse apayrı bir medeniyette yaşadılar. Şimdi bu insanları nasıl biraraya getireceksiniz? İsteseniz de olmaz.’’

Ey Hawar!

Di Kurdi da uşeyeki heye ku uşeya xerifandin ne. Em ve uşeyê ji bo berez Naci Kutlay bi karneynin, ji bo çi u ji bo kî van uşeya bikarbinin! Bi rastî Berez Naci Kutlay Xerifîye. Ne bi tenê berêz Kutlay; li gel evqasa ketlîam u qirkirina gelê Kurd ji alîyê devleta dagirker a Tirka hên Rî-Ru spîyê Kurda wek kû ti tistek nebîye xwe dihavêjin ber nigên xwîmêjan! Xweska, ez wek teyrak baz li we hevpeyvne da amade bibuma u min jê pirsyar bikirna ‘’ Berêz Naci Kutlay, sala 1991-92 te bira te! an sala 2003 te bira te! Ji bo çi ji xeynê, her çar perçeyen Kurdistan, li Ermenistan, Li Evrupa, Li Kazakistan, Turkistan, Rusiya, Japonya, Afrika, Amerika...bi kurti li çar alîyên cîhanê hemu Kurd bi yek coş u rihek peşwazîya sala 1991-92 u 2003 u niha ji pêswazîya Başure Rojavay Kurdistan dike!

Gelo armanca dewletên Tirk- Ereb u Parseka çibu! Gelo ev gotinên kû tê dikî armanca dewletên dagirkeran nebu? Welatê Kurda bikên çar perçe u gelê Kurd ji hev durbixên.

Li alîyek din dibêjî ‘’Aslında çoğunluk eşit vatandaşlık istiyor. Eşit vatandaşlığın da ancak özerklikle gelebileceğini düşünüyor’’ Wekhevi u hükme-zati ( otonami) çawa pirsgirika Kurd u Kurdistan çareser dike ez nizanim! Carek wekhevi u hükme zatî du uşeyên pir li dij hev u pejirandina plan . Bi rasti uşeya ‘’hawlatiyen wekhevi’’ ji aliye siyasetmedaren Kurd u rewşendurên Tirk, wek kemînek, li dijî gelê Kurdistan bikartînên.

Ez fahm nakim çawa wekhevi di welate tirkîye da kû wateya Tirkiye, welate Tirkane, ew pirsgireka Kurd ewê çawa were çareserkirin u wekheviya Tirk u Kurda were damezrandin! Tirkîye welatê Tirkaye u ez ji te berêzî dipirsim ka welatê me Kurdistan! Emê welatê xwe Kurdistan bikin qurbana welatê Tirkan u di bin sîya dar u rehmeta wan da bijîn!

Gelo ev xerifandin nebe çîye?

Tiştek seyr u semere; Te çav li plan u jenosida dewleten dagirker bigri, peymana Qesra- Şirin u Lausanne bipejirinî, welatek bi nave Kurdistan inkar biki u li welate Tirkan da bivî ‘’ hawlatîyek Yeksan’’!

A eve derdê Kurd

Dar ji koka xweda dirize!

Rojhat Badikî
01-10-2012. Suisse

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.