بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

TENGASÎYA KEMALÎSTAN

Sektora Kemalê Selanîkî ji damezrandina Komara Tirkîya heta îro hebuna xwe li ser pozberîyên dewletên xwirt ava kir. Berku wan ji berata Împaratoriyâ Osmanî hesên mezin dan dewletên weku Fransa û Îngilîzîstanê ew alîyê wan va zu hatin nasîn. Kurdan dema Împaratorîya Osmanî dihat ruxandin li ser axa xwe dijî dewletên dagirker ala azadîyê hildidan û sultaya wan red dikirin, di rasteyetîyêda yen kû dijî “heft duwelan” şer dikirin Bizutneweya Kurdan bu. Li Bakur dijî Urizîstanê, li Başur dijî Fransa û Îngilîzîstanê şerekî tîn dihat rêxistin. Kemalîstan Kurd ixbar dikirin û digotin: “ew dijî we û dijî me di nava şerekî dijwar danê him bibin bela serê we him jî bibin bela serê me”. Bi Peymana Lozanê û naskirina Komara Tirkîya; Kemalîstan dostanîya xwe li gel Îngiliz û Fransizan perçîn dikirin. Heta tesdîqkirina Peymana Lozanê, Kemalîstan li gel Bizitneweya Rêxistî ya Kurd peyvendîyên xwe berdewam dikirin, wan dema karê xwe paş xist dev ji yarmetîya Şex Mehmudê Berzencîl berdan, heza piçuk ya Tirkan di bin seroketiya Alî Şefîk di 22 Nisan 1923 da ji Rewanduzê dan rakişandin. Li vir min dixwezim bala we bikşînim li ser buyerek dîrokî, di mabeyna rakişandina heza piçuk ya Tirkan ji Revanduzê û bangkirina damezrandina Komara Tirkîya rojek heye. Ew di 22 Nîsanê 1923 ji Rewanduzê rakişîyanê, di 23 Nîsanê 1923 da Komara xwe îlan kirine. Dema Komara Tirkîya dihat bangkirin, hezên Îngilîzîstanê li gel Erebên İraqê diji Dara Kurd ya Silemanî rêdiketin, Dar û Împaratorîya Şex Mehmudê Berzencîl alîyê wan va nedihat naskirin. Berî dammezrandina Komara Tirkîyayê, Îngilîzîstanê, Qiralî û Dara Şex Mehmudê Berzencîl naskiribu, Şex û Mezinên Ereba jî îxtirama wî digirtin. Dema ew li gel Kemalîstan yêk bun, bun goga agir û hatin li ser Kurdistan, balafirên Îngilîzîstanê agir li ser bajarên Kurdistana Bakur berdan jêrê, taybetî peytexta Kurda Silemanî dihat bombekirin, di van erişan da yekhemcar çekên kîmyavî jî hatin karanîn, nîvî zedetirîn Silemanî hatê hilşandin, Şex Mehmud Berzencîl mecbur ma ji Silemanî derket, berê xwe da Rojhilatî Kurdistan, wî li vir dît ku Dewleta Îranî jî li gel Komara Tirk û İraqê buye hevkar.

Di sala 1924 da Hêzên Komara Tirk li ber Hêzên Qomîta Azadîyê di bin serdarîya Şex Saîd diketin tengasîyêk mezin, demek kwirt da Kurdan duazde bajarên Kurd digirtin bin kontrola xwe û dara xwe bangdikirin, dora girtina Ahmedê hatibu, dema bona girtina bajarê Ahmedê niqirek mabu Kemalîstan ji Dewleta Fransayê alîkarî dixwestin, wanra digotin eger hun naxwezin Ahmed bikevî destê Kurda mera xeta reya hesin vekin, ku; em bikaribin lêşkerê xwe paşva bigînin Ahmedê û ber Kurdan bigirin. Hezên Kurd hemu rê girtibun bin kontrola xwe bê alîkarîya Fransizan Ahmed jî demek kwirta biketa destên Kurdan. Xeta rêya Hesin di bin kontrola Fransizanda bu, berku wan li Riha û Dîlokê ji Kurdan şikestik mezin xweribun bi dil alîkarîya Kemalîstan kirin u reya hesin ji wan ra vekirin. Bi vî şiklî Kemalîstan bi demek kwirta hezaran leşkerên xwe bi çekên giran gîhandin Ahmedê û paşva avitin ser Ahmedê, Kurdan guman nekiribun ku; Fransiz ji Kemalîstan ra reya hesin vebikin, bi vî şiklî Ahmed rizgar nebu û hêzên Kurd ku bona girtina Meletîyê hatibun amadekirin şunva rakişîyan. Kemalîst li gel Îngilîz û Fransizan sedarsed bibun îtîfaq. Kemalîstan nokerîya xwe heta salên dawîyê Kurdan ra kirin mal, nokerîya ku wan bi xwe kiribu, avitin ser Kurdan û bona silsileyên nu propaganda “nokerîya” Şex Saidê Pîran û hevalên wî kirin, digotin Îngilîzan Şex Saîd û hevalên wî rêxistine. Dura Îsmetê Kerr (Înönü) bîranînên xwe weku du pirtukan dida çapkirin û digot: “di deste meda derheqa gotina li baş Tevgera Şex Said da Îngilîz hebun; tu dokumentek tune(!)”. Dîyar bu ku Kemalîstan nokeri û eleqetên xwe bi Îngilîzan ra, bi vî şiklî dabun veşartin û sîlsîleyên nû bi vî şiklî dabun xwepandin. Hîna jî li Trakya, Anatolîa û Kurdistana Bakur gelek kes bawer dikin ku; Tevgera Kemalîstan dijî împeryalîzmê buye. Ew nizanin ku Kemalîst bi planên sermayêk xwirt alîkarîya Împaratorîya Înglizî, Komara Fransayê û Vatîkanê hatine ser darê û “Komara Tirkîyayê” alîyê wan qwetanva hatîya avakirine. Li vir tete bîrkirin ku; yenkû dijî împeryalîzmê bi dil şerkirine Kurd bune û Tevgera Kurdan buye. Komarra Tirkîya bi destên van qwetan hate avakirin, bona diwaroj planen wan hebun, wan bi vî şiklî ji Kurdan tola xwe jî digirtin. Yen ku ber wan girtibun û şikestik mezin wan xistibun Kurd bun, Kurdan ji wan ra derê Bihiştê girtî bu(!).

Li paş salên 1930 govenda wan nijadpereztên Alaman û Îtalyan ra destpêk dikir. Dema li Alamanya Hîtler dihat ser darê ew pê kefxweş dibun û wî ra dibun hevkar. Wan ji pozberîyên mabeyna Alamanya Hîtler û Deweleta Yektîya Sovyetê gelek baş îtifade dikirin. Di şerê alemê yê duemînda het sê roja berî dawîhatina şer alîkarîya Hitler kirin. Berku li paşdawîhatina şer kesek pesîra wan negirê; wan sê rojan berî dawîhatina şer dara Hîtler ra şer îlan kirin, bi vî şiklî xwe berpirsîyartîya karên qîrêj rizgar kirin. Stalîn sonda wan xweri bu û firsendekê digerîya, wî dixwest Leşkerê Sor daxîne heta Behra Spî, berku nava Tengasîyêda Komara Tirkîya bê layan nemabu û dijî Sovyetê alîkarîya Dara Hîtler kiribu. Dema NATO dihat avakirin, Komara Tirkîya solixek mezin dikişand û demek kwirt da, 18 Sibat 1952 da dibu endamê NATO yê. Wan jîyana xwe heta belevabuna Dewleta Yekitî ya Sovyetê li ser pozberîyên mabeyna Pakta Varşovayê û Nato yê avakirin. Taybeti bi tirs û xofa komunîzmê Dewletên Yekitîya Emrîkayê û dewletên endam yê Nato yê dankirin, leşkerê xwe li ser pişta wan xwirt kirin. Wê rewşe heta belavbuna Pakta Varşovayê û Dewletên Yekitîya Sovyetê berdewamkir. Dema ew belav bun qimeta Komara Tirkîyayê di borsêda ket, rexpeta wan nema. Komara Tirkîya xwest bi planên nu jîyana xwe dur û dirêj bidomîne, alîkîva wan xwest bibin axayê dewletên “Tirk” yên Sovyeta kewnd û li ser pişta wan bingehya Împaratorîya Turanî ava bikin, vê planê sernegirt, alîyê din va, wan xwest bibin serkirdeyatîya Dewletên Îslam li dinyâyê, berku ew baş dihatin naskirin û ruyê wan alîyê Îslamîyetê va rureş bu ew plana van ji gor daxwezîya wan rêva nemeşîya. Eger min bê pirskirin; ez dibejim îro Komara Tirk li panavê maye, Dewletên Yekitîya Emrîka wan dixweze ser pişta xwe bavêje jerê û wan bike endamê Yekitîya Ewropa, Yekitiya Ewropa qet tu car ji dil va endametîya wan nexwest û nexwest jî wan weku Emerîkayê hilde ser pişta xwe. Li vir Sektora Kemalê Selanîkî dilerze, ew ditirsin ku; bi endametîya Yekitîya Ewropa hemu selayêt û mafên wan ji destên wan biçin, nanê wan hur be. Ji ber vê ew berî hemuyan dijî vê endametîyê ne, ew dixwezin li ser pişta Emrîka bimînin. Bi Kwirti ew ji dilva naxwezin bibin endamê Yekitîya Ewropa, Yekitîya Ewropa ji dilva naxwezî ew bibin endamê vê yekitîyê. Berku li dinyayê sîstema du blokîyê nemayê; Komara Tirkîya nikarî zede ji pozberîyên navnetewî îstîfade bike. Dema li paş şerê alemê yê yekhem xetên sînoran nuva dihatin kişandin û Kurdistan nuva parva dibu, daxwezî û planên Yekitîya Dewletên Emrîkayê zede li ber çavan nedihatin girtin ji ber vê Emrîka îro zede wan sînoran razî nine, ew dixwezin li ser daxwezî û xeyalên xwe yên diwaroj Rojhilata Navarest, Nîvgirava Ereban, Misir û dewletên Magrebî nuva dîzayn bikin. Komara Tirkîya di nava van hazirîyanda dixweze bibe hevkar û karvanê Emerîkayê.Yekitîya Dewletên Emerîkayê baş dizanî ku; dilê wanda mezinbunî heye, xweseritî, xwepesandî û sergedeyetî heye, ji ber vê ew çavhederîya ji dest bernadin û naxwezin tiştên ku şerê dijî İraqê da hatibu serê wan, carek din bê serê wan. Di vî şerîda Komara Tirkîya ew xwepandin û de fakto li gel İraqê dijî Emrîkayê ketin sengerekî. Dema Emerîka ser ket, wan çokên xwe xistin û deng bilind qîrîyan: “doste me yê stratejik çu, ji destên me filitî”.... Bawerim Emrîka li ser kuştina her leşkerê Emrîkî, reqisandina sîyasetmedar û rojnemavanên Tirk bîrnakê, dema mecalik peyda bibe ewê pesîra wanda bigirin(!).

Sektora Kemale Selanîkî bi dengdana dawîyê xwest dara Komara Tirkîya dîsa sedarsed bigirî bin kontrola xwe, leşker, kuştdar û mîrovxwerên xwe yên girtî azad bike. Ber vê di nava hemu partîyan da kadroyên xwe nuva organîze kirin, serokê CHP Denîz Baykal şunva kişandin, Kemalê Serîvarik (hun bêjin Kêmalê Türkmen anjî Kemal Kiliçdaroglu” ani kirin serokê CHP, wan xwest “sosîal demokratîya wî, Alewîtîya wî, ji Dersimê buna wî” gelê pêşkevtîxwez asan bixapînin û dengdanêda CHP bikin partîya yekhem, bi deşîfrekirina jîyana hinek kadroyên MHP wan xwestin berê CHP vebikin. “Mixabin” wê plana sernegirt. Di dengdanê da CHP binket, bîvila wan bu gîsin. Berku ew dengdanêda serneketin, xwestin bi nesondxwerina mebusên xwe di nava parlementoyêda tejxalekê derxînin û AKP bikşînin ser xeta Kemalîstan û girtîyên xwe bidin berdan. Demek kwirtda ew plana wan ya dudîya jî nemeşîya, mecbur man weku pişika stuxwer çun sonda parlemenîyê deng bilind xwerin. Întîxebatê da serneketin, di parlementoyê tejxale derxistinê jî serneketin, dîsa ber wan regayek vekirî ma: li Kurdistan kuştina leşkerên Tirk, pifkirina agirê netewetî û nijadpereztîyê. Wusa dîyare ku ew bona tarteleyên nu li diji Kurdan xwe amadê dikin. Kadroyên wan di nava hemu partîyên Tirkîya û Partîya Kurdan BDP da aktîvin, her çikas ew carcara dijîhev diaxifin ava wan dawîyê da digehîje hev û diheriqe ser golekê. Ew bi hevra bona parazitan Komara Tirkîya, sînorên wê yê misakî mîllî kar dikin.

Sektora Kemalê Selanîkî bi alîkarîya Fişok û layangirên wî di nava Kurdanda aktîvin, bi hostatî Bizutneweya Azadîxwezên Kurdan nava gola Tirkîya da tête xendiqandin, her roj alîyê nonerên wan va tête gotin ku; tu problemek Kurdan sînorê Tirkîyayê ra, ala Tirkîyâyê ra tune, Kurd serbixweyetîyê û dewletbune naxwezin, Kurd dixwezin ku nava çarçova Tirkîyayêda biminîn, falan û bevan...... Sektora Kemalê Selanîkî dixwezê Kurdan bê armanc bide bezdan, enerjîya wan xilas bike û carek din stuyê wan sarbe. Naha wan bi Xweseritîya Demoqratîk bang kirin. Bê guman di nava dewletekêda dema heqê netewekî bi makezagonê tên garantîkirin, gavekî mezin têtê avitin, otonomî an federasyon jî gavên mezinin, mafê kanton bunê ji mafekî pêşkevtîyê, di dîroka Anatolîyada dewletên axî hebun, ew tenya li ser axa bajerekî dewletbun û xwe diparaztin gor wî zemanî ew jî pêşkevtî bun. Tirsa min ya herî mezin ewe ku bangkirîna “Xweserîtîya Demokratîk” alîyê BDP parçekî stratejîya Sektora Kemalê Selanîkîye, wan dervayî welat bi navê Kurdan Parlementoya Sirgunêjî bangkiribun, dura çi hat serê ve parlementoyê hun hemî bi hevra dizanin(!).

Di rojên bermeda Sektora Kemalê Selanîkî berku tengasîyêdayê destpêkî terorek mezin bikê, carcara bi navê Kurdan leşker û sîvîlên xwe bide kuştin carcara jî bi qweta dewletê şerkarên azadîyê û Kurdên sîvîl bide kuştin. Struktura Komara Tirkîyayê bona xwe serrastkirinê îcazê nade, strukturên wê hişk hatinê avakirin, bona reformên rastî û xwe nuda avakirînê hemu rega li xwe girtine, ew nikarin xwer bin, ewê bişkên û bimirin. Bizutneweya Axadîxwezên Kurdistan, rewşa dinyayê ya nu, nemana du blokê mezin li ser dinyayê, rewşa Yekitîya Ewropa û Yekitîya Dewletên Emrîka bona jîyana Sektorê Kemalê Selanîkî îcaze nade. Ji ber vê serhevbinhevbunên mezin li ber koma Kurdan disekinin. Pewîstê Kurd di nava BDP da bi zmanê xwe, folklora xwe, aborîya xwe, bi reng û ala Kurdistan derdora Kemalîsten navxwe bigirin û wan bê mecal bêlin. Xwestina mafê carênus (xwenasî), xwestinekî zede nînê. Di dengdana dawîyê da Kurd li Bakur serketin naha pewîstê hemu Kemalîstan ji ser pişta xwe bavên û meşa xwe bona serbixweyetîyê bê rawestan berdewam bikin. Ji Kurdanra demokrasî, şerîat û mafên dewletik dagirker nabin derman. Derman gav bi gav avakirina mala xwe û dewleta xwe ye. Dema hemu, netewe, kom, el û ezbet ji dewletbune durketin, em jî durkevin, kesek eşiqê dewletê nîne. Dema hemu netewe, kom el û ezbetên dinyayê xwedî dewletin, Kurd jî mecburin xwedî dewlet bin. Rewşa îro ya dinyayê dewletbune bona Kurdan ferz dike......

Bîşar Norşîn
29.07.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.