بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Sosyalîstên Kurdan û Neteweperwerî.. Serdar Roşan

Xuyaye dê hîn gelek ev meseleya nasyonalîzmê bête minaqeşe kirin. Gotina neteweperwer di şûna nasyonalîzmê de bi kar tînim. Neteweperweriya serdest û bindest têgeheke ne di cîh de ye. Divê mirov bi giştî têgeha neteweperweriyê minaqeşe bike, fam bike, lê hûr bibe. Aya neteweperwerî çi ye? Bi kurtî serweriya civak û miletekî li ser welatê wî ye. Neteweperwerî îdeolojî ye, lê ne îdeolojîyeke sinifî ye. Bi armanc, naverok û tarîxa xwe hemî civakê, hemî sinifên wî hildigire nav xwe. Ji lewre pirî caran hemî sinif dikarin wê ji bo armanca xwe bi kar bînin, ango neteweperwerî dibe hevkarê serweran, bi siyaseta wan re li hev dike, ev ji bo siyaseta kurdan jî, tirkan jî, alman û rûsan jî welê ye.

Nîjadperestî, dagirkerî, şovenîzm, emperyalîzm, kolonyalîzm têgeh in û pirî caran siyaseta kes, partî û dewletên bi van karan ve mijûl dibin, wê siyasetê diyar dikin. Mirov nikare van têgehan di şûna neteweperweriyê de bi kar bîne an jî wan tevî neteweperweriyê bike. Îlem mirov hewce bibîne bi îdeolojîyeke din re bide ber hev, neteweperwerî herî zêde dişibe îdeolojiya dîn. Ji ber ku ev herdu îdeolojî, îdeolojîyên berfireh in, berê wan li bergeheke fireh yeke civakî ye, xîtabê sinifan nakin, xîtabê milet û civakan dikin.

Ronakbîrên kurdan van têgehan tevlî hev dikin, xasima kesên ku ji baskê çep tên, mirov gelek caran pêrgî gotinên weha tê ku dibêjin em ne neteweperwer in. Baş e, hûn ne neteweperwer in, hûn çima doza dewleteke milî dikin, çima doza welat, ziman û tiştên welê dikin? Ji ber ku neteweperwerî ji xwe ev e, ango doza dewleteke milî ye, doza welatekî azad e. An doza van tiştan nekin, an jî şermoke şermoke li çavên tirkan nenêrin û nebêjin em ne neteweperwer in...

Kurdên ku kemalîzmê diparêzin, qet nebe ew bi awayekî dirist dibêjin "em ne neteweperwer in, em doza dewleteke kurdî nakin." Durûtî ne hewce ye, her kurdê ku doza dewleteke kurdî bike, doza welatekî kurdî bike, ew kurd neteweperwer e.

Lê mixabin ji ber kompleksa nizanim çi, ronakbîr û siyasetmedarên kurdan li hember pirs û minaqeşeyên bi rojname û ronakbîrên tirkan re, xwe di ser hev de digivêşin û dibêjin em ne neteweperwer in. Hûn çima ne neteweperwer in? Derdê we çi ye ronakbîrên kurdan? Ma ronakbîr û siyasetmedarên tirkan yên ne neteweperwer hene? Ma gelo yek tenê tirkê ronakbîr heye ku li dijî hebûna dewleta tirkan be?

"Fedî kirin xusleteke şoreşger e", ev gotina Marx e, lê xuyaye ronakbîrên kurdan yên çep êdî fedî jî nakin, li hember tirkan, ronakbîrên wan dibin pepûk! Dilê mirov li hev dikeve!

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.