بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

SERDAR ÇI ZINDÎ BIN ÇI MIRÎ BIN HER TIM SERDAR DIMÎNÎN BERKU EW BAZA AZADÎYÊNE, SERDARÊN KAWA ÎROJÎ STERKA RONAHÎYA KURDISTANIN

12 Çileya Pêşin 1980, bi destên Fermandarîya Giştî a Leşkerên Tirkîya û nokerên wan, bi çavdamilandina Baasîyên Surîyê dijî serdarên Tevgera KAWA komkujîyek namerd hate darxistin. Di vê komkujîyêda Serdarên KAWA; Necla Baksî, Mehmet Emîn Mutlu, Hüseyîn Arslan, ji alîgar û endamên KAWA; Müslüm Yıldız, Mehmet Emin Dursun, Hasan Akbaba Ramazan Kabraş (Songür), Hanife Ramazan, Emine Ramazan, Abdulkerin Ramazan, Şükrü Ramazan, Azad Ramazan, Xweşnav Ramazan, ji Gwilên Kurdistanê Kawa Kerim, A. Ferat Kerim hatin kuştin. Gelê Kurd iro jî ew komkujî bîrnekirîyê, heta Kurdistan yêk û serbixwe be doza wan bête ajotin û ew her tim bêtin bîranîn.

Hezaran sal pêşta ji fîozofê mezin Konfîçus pirsîbun û gotubun; zanaya mezin, bona pakrêxistin û rêvabirina darek sîyasî û yekitîûserfirazîya gel tu ji ku derê destpê bikî, tu çi bikî? Bersiva wî wusa dibu: ezê bi zman destpê bikim, zman pêşva bimim, bi zmanekî serketî ezê bikaribim hemû astengê gelê Welatê Çînê berteraf bikim. Bona serketina Welatê Çînê; wî xwestibu bi zman destpê bike. Erê, wî derman di zmanda dîtîbu.

Eger îro ji min bête pirsîn, bêtê gotin ku; ji bona serbixweyetî û yekitîya Kurdistan tu ji ku va destpê bikî: bersiva min bê şik wusa dibe: ezê bi Kurdî (hemu zaravan) destpê bikim û tenya li ser yêk xalekê yekitîya gelê Kurdistan avabikim. Ew xal: Yekitî û Serbixweyetîya Kurdistanêye. Pevîste hemu Kurdên bi ruhmet li ser vê nirxê nezikîhev bibin û bihevra bimêşin. Tu tiştek tenya bi reş û spî nikare bête salixdan, berku gelek rengê curebicur yê din jî hene. Daxwezî jî wusane, sîyaset jî wusaye. Dema qala Serbixweyetî anjî neberlepîyê dibe; ji mera tenya regayek dimînê;yekitîya welat û her alîva serbixweyetî. Pevîste hemû perên sîyasî yên curebicur li ser xalekê hevkarî û hevraçuna xwe avabikin. Tenya yêk xal dikare hemu gelê Kudistan yêk bike; daxweziya serbixweyetî û yekitîyê, hemu daxwezîyên din puçin, xapandinin û bê mane bezdanin.

Di vê katê da pevîstê mêjuyê Kurdan ji alên biyanî bêtin rizgarkirin, yên ku; ji Ala Kurdistan weku qartîpozekî direvin nikarin bona vî gelî tiştekî bikin, pevîste şîar: li gel Ala Kurdistan; yêk, yêk, yêk; Kurd yêk, Kurdistan yêk ...... be.Bona Kurdên oldar dikarê ew şîar wusa jî be: yêk, yêk, yêk; Xwuda yêk, Kurd yêk, Kurdistan yêk! Herdu şîar jî di vê katê da rastin.

Tevgerên Kurdistan dikarin pir dengî û pir rengî bin, feqet pevîste li ser xala yekitî û serbixweyetîyê yêkbin, mabeyna wan da tu ferqek tunebe. Pevîste li ser vê xalê tu perekî sîyasî yê Kurdistan pevçuna rastbun anjî nerastbune nede. Her kî ku; bi dilva pey vê daxwezîyêye; ew yêk ji meye, yên kû ne li pey ve dexwezîyêne; daxawa ne ji mene, va nê vê maneye ku; em dijdarî û dijminatîya wan bikin, tenya ji wan dur bisekinin bese... Bi Kurdî ez bawerim em ji wan gelek durkevin! Dijdarî û dijminatî mîrov jî rîya mîrovetîyê derdixînî, çare û derman ji wan dursekinînê, ew wî alî em vî alî...Bîrmekin, bihişt û doj jî du cîhyên cudanê. Berlepî û neberlepî jî cudaye.
Em bixwezin an nexwezin, rasteyetî ewe ku; bawerîya Serdarên Tevgera KAWA; îro seranserî Kurdîstan buyê bawerîya mîlyonan, naha pevîste gelê Kurd ji Urmîyê heta Sêwazê, ji Qersê heta Îlam gava duem bavêjî.

Bê tirs bi Kurdî û Ala Kurdistan......

Yêk, yêk, yêk; Xwuda yêk, Kurd yêk, Kurdistan yêk!

Bîşar Norşîn
12.12.2013

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.