بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

PKK: 50 leşker hatine kuştin | Artêşa Tirk sînor derbas kir

Rûdaw.net - Colemêrg: Hat ragihandin ku şevê din li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî nokteyên polîs û leşkeran êrîş pêkhatine. Li gorî PKKê di şer de nêzîka 50 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Çapemeniya Tirk jî dibêje: “26 leşker hatine kuştin.”

Hate ragihandin şevê din li taxên Işikli, Keklikder û navenda navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî nokteyên polîs û leşkeran êrîşên çekdarî pêk hatin. Hate zanîn ku piştî êrîşan, pevçûn derketin û li gor PKKê di pevçûnan de nêzîka 50 leşker hatine kuştin. Li gor çapemeniya Tirkiyê jî 26 leşker hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne.

Berdevkê Hêzên Parastina Gel (HPG) Dozdar Hemo di daxûyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Di şer de herî kêm 50 leşkerên tirk hatine kuştin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/9721.html

Reuters: Artêşa Tirk sînor derbas kir: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/9722.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.