بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

NEXŞSTUNPARÊZÎ Û MÎROVETÎ

Jîyanêda du karên sext hene; yêk; bîhngirtina yêkheme, du; bi mêjuyê xwe mehlezekirine. Bîhngirtina yêkhem bi qajînekê destpêdike, dema zarok ji dayika dibê plasenta (hevalzarok) karê xwe diqedîne, ji sanîyekê kemtir katekêda mabeyna dil û pişikêda (kezewa spî) yêkser bi hevrakarkirinek destpêdike, yêkhemcar pişik bîhngirtina yêkhem tijî hewa dibe û ew hewa pifî derva dibe, bona zarok ew şokeke, ji ber vê şokê pizezk diqaje, ew qajîn nîşeta zindîbuneyê, dema pizezk naqaje alîkarên duxwezkanîyê bi tepukekê kwîna pizezkê dixînin, dixazin pizezk bi şoka tepukê biqaje û zindî be, dema pizezk bi şoka tepukê jî naqaje; dayîka zarok û hevkarên dixwezkanîyê dikevin nava xemnîyêk mezin, dîyarek ku; pizezk zindî nehatîye dinyayê, ji ber vê bîhngirtina yêkhem jîyanêda gîtekî dîrokîye; zindî bun an mirî bune.
Karê sext yê duem bi bi mejujê xwe mehlezekirine, ji roja dayîkbunê heta sêsalûnîva; zarok bi gavên mezin, bi şopat fêrdibe, bingehya zanînê, ferbuna zmanan dî vî katî da tête danîn, hun çi bidin zarok ew weku avkişokekê digire û dimije, di vê katêda zarok dikarê zmanên curebicur fêrbe. Dîtin, bîhistîn û bi destan li ser gerîn şiklekî didin perwerdebuna zarok. Bîranîn û destxistîyên vê katê her tim mîrovra dimînin, ew rind an xirab tu car pêsîra mîrov bernadin.
Dema mîrov mehleze dike, difikire û dikole rasteyetîyên nu didoze, nemehlezekirin û nekolin mîrov pêşva nabin, bîrûbawerîyek puç dest û peyan girêdide, xidamî, xulamî û qwîrbune bi xwera tîne. Daxawa îro mîlyonan mîrov serbixwe nafikirin û reya xwe nabînin, ew bîrûbawerîya xwe bi kesan ra tînin, carcara ew kes wan bona armancên bê mane didin bezdan, wan berdidinhevûdû, wan dişînin şer û agirê mala wan didin paçan, daxawa di dirokê da dunejî wusa bu îrojî wusaye. Brahîm Pîxamber virda di vê cîhetêda mîrovetî gelek pêşva neçu, îrojî bomtîya mîrovan berdewame, dema bomtî û hovitî li hev diqelibe tîpên balkêş derdikevn hole. Trajedîya herî mezin ewe ku; carcara mîrov bi çavên girtî pey kesan çûyînê xwe digehîjînin nexşstunparêzîyê. Nexşstunparêzî bi xwera sektora xwe jî derdixîne holê, hinek xwe di paş nexşstunanda vêdişêrin û li ser pişta gel direqisin, di rasteyetîyêda bîrûbawerîya wan hinekan jî nexşstunanra tune, berku ew jîyana xwe bi vî şiklî didomînin tu car dijî nexşstunan tîşetkî xirab nabêjin û dijdarîyekê jî nakin. Nexşstun ji wanra nan, av û hewaye...
Anatolîa ewe heftê salê komek xwînmêj, xwe bi Nexşstunên Kemalê Selanîkî dide jîyan, Sektora Papatîyê ya Romayê jîyana xwe seranserî dinyayê bi nexşstuna Îsa Pîxamber û Dayîka Wî Meryem Xanimê dide domandin. Li Hindîstanê Sektora Nexşstuna Buda mîlyonan mîrovan li pey xwe dibezîne. Yekitîya Sovyetê ya kewend, gelên Sovyetê li pey Nexşstunên Lenîn dihatin xapandin, di katî xwe da li Iraqê mîrov li herderê Nexşstunên Sadam Husenê Tîrkîtî dîdît, li Suryê mîrov kîjan alîva dizivirîya Nexşstunekî Hafiz Esad an jî resmekî wî didit. Li Albanyayê (Arnavutlukê) Nexşstunên Enver Xoce li her derê hatibun danîn. Îro jî mîrovetî li gelek welatan li pey nexşstunan tête bezdan.
Dema wenekî wusa li seranserî dinyayê xwe dide dîyarkirin mirov dikeve nava bêzarîyek mezin, mîrov dîbîne ku; şorişa Brahîm Pîxamber hîna neçuye serî û mîrovetî hîna nava nezanî u xizanîyêda pejikan davêje.
Heftekî li paş kirasgorîna Nelson Mandela li bajarê Pretorîayê, bi bilindîya neh metroyî Nexşstunekî Wî hate danîn. Tirsa min ewe ku; demek kwirt da seranserî Afrîka Başur Nexşstunên Nelson Mandela bêtin dayîn û sektorek dizan ya nû xwe li paş van Nexşstunên Mandela da vêşêre û bibe bela serê gelên Afrîka Başur.
Ma welatên din jî wusa dêstpê nekiri bu?! Kwirtdemek pêş li welatê Ukrayîna gel li dijî dara sîyasî rabubu, ew rabun îrojî berdewame, ji van serhildanan dîmenekî balkeş rojnamayên dinyayê belavkirin; di dîmenêda Nexşstuna Vîladîmîr Îlîç Lenîn hatibu gêrkirin û balyozan dihat parçekirin, mîrov dikare li ser heqî û neheqîya vê buyerê bifikire, jihevderxistinin kwîr rasteyetîya welatê Ukrîyîna eleg û bêjing bike.
Dema min ew dîmen dît, min bi xwe xwera gote: eger Lenîn jî naha zindî buya; wî gel gelê Ukrayîna hemû Nexşstunên Lenîn parçe bikira. Li Gurcîstanê dara sîyasî ya peryoda rabirdî Nexşstunên Stalîn li meydanan dabu rakirin, piranîya gelê Gurcîstanê berkû Stalîn wekû Mêrxwesekî netewî didîtin, Nexşstunên Stalîn xwedî derketin û birin di baxçeyên xwe da danîn, dara sîyasî ya vê peryodê dema ew sempatîya dît, di meha Çihleya Paşin ya 2013 gelek cîhya Nexşstunên Stalîn nûva danî.
Dema 9 Nîsan 2003 Nexşstuna Sadam Husenê Tîrkîtî bi alîyê leşkerên Emrîkî li Bexdayê dihat gêrkirin, dîrokêda rupelek dihat girtin û rupelekî nu vedibu. Li dinyayê nexşstuna ya herî mezin ya Îsa Pîxamber li Polonyayê bajarê Swîebodzînê ye, 36 metro bilindîya xwe heyê, alîyê mezinîyê va li pey vê nexşstunê ya welatê Bolîvîyayê bajarê Coxabambayê tê, ew nexşstun 34 metro bilinde, nexşstuna Rio de Jenerio ya Îsa Pîxamber30 metro bilindîya xwe heye, berku ew li ser pozekî (tumekî) hatîye danîn wekû Nexşstuna Îsa Pîxamber ya herî mezin li dinyayê tête nasîn. Mîrov dikare mînakan zêde bike, li welatê Çînê nexşstunên Mao Tse Tung li Koreya Bakur yên Kîm Îl Sung îro wan welatan “dixemilînîn”.
Baverim li welatekî Koma Dizan çiqas hêz û rêketî be, li wî welatî nexşstunanra ewqas hevcetî dibe, welat çiqas nezîkî pirrengî, pirdengî û azadîyê bê nexşstunanra ewqas hevcetî namîne. Dema nexşstuna kesekî bona bîranîna wî li cîhyekî tête danîn, mîrov dikarê vî karî anjî vê buyerê na çarçova hunermendîyêda bibîne. Dema nexşstunên kesekî li seranserî welatekî têtin danîn, ew kar, ew buyer edî nava çarçova hunermendîyêda namîne, mîrov li welatên demokratîk jî nexşstunên hinek kesên nav û deng dibîne, ber ku wan kesan di dîroka wan welatanda rêç şunda hiştine. Feqet li wan welatan nexşstunên tu kesekî li seranserî welat nehatine danîn. Ew ferqekî mezine, pewîste mîrov serîda bibîne û bizane. Pîxamber Brahîm Xelîl ku, Cihû û Ereb jî Wî wekû kalê xwe dibînin, yêk ji gelê Kurdistan bu, gor Êzdîya, Wî êzdayetî diparazt, di nava gelên cîranda nezanîn û xizanîyek mezin hebu, wan bîrubawerîya nexşstunan dianîn, ew bi xwe ra dikirin “Xuda”, zarokên xwe bi zindî binerddikirin, taybetî jî dotên xwe dikuştin, şerjêkirina pisan jî hebu. Brahîm Pîxamber sê şorişên mezin di nava wan gelên cîranda dardixistin: yêk; Wî şerjêkirin û kuştina zarokan qedaxe dikir û digote pis nikarin bêtin qurbankirin, keç nikarin bêtin kuştin, du; Wî hemu nexşstun parçedikirin û gelê cîranra regaya Xwedabawerîyê vedikir. Sê; gelê cîran fêrî erdçinînê dikir, komên Ereb yêkhemcar destpekî zevî ajotinê dikirin. Heta wê katê jîyana wan tenya li ser neçîr û goşt xwerinê buye. Rasteyetî ewe kû; cîhyê pisan qurbankirina beranan di katî Wî da buye panav, ew panav îro jî alîyê gelek gelên cîhanda tête berdewamkirin. Li vir min dixwezim çend agadarîya derheqa secera Brahîm Pîxamber da jî bidim, nava dayîka wî Uşah bu, derheqa bavê Wî da sê nav têtin gotin: Brahîm Xelîl, Azer û Tarû, hinek dirokvan dibêjin Azer hostayê nexşstunan buye û mamê Wî buye, pey mirina Tarû dayîka Wî Uşah ra zewicîye û berî vê zewacê Uşah bi Brahîm Pîxamber ra duhalî buye , ango Azer ne bavê Wî buye, bavê Wî “Taru” buye, hinek Şêxê Êzdîyan dibêjin navê bavê Wî jî Brahîm Xelîl buye, hinekdîrokvan dibêjin navê kalê Wî Seruk, navê kalêkalê Wî Pêleg buye.
Ew hemu navana îro ji di nava Kurdan da zindîne, hînek ji wan navan weku navê gund û çîyan heta îrojî mane.Eger bi kwirtî carek din bête gotin îro li seranserî dinyayê nexşstunparêzî berdewamê, daxawa şorişa Brahîm Pîxamber hîna neçuye serî, dema pirranîya mîrovetîyê bê tirs bi mêjuyê xwe mehlezekir û bi çavên girtî tu pey kesekî neçû zedetirîn nezikî Xeta Brahîm Pîxamber bibe, bi vî şiklîji cîvatekî azad, ya pirrengî û pirdengî avabibe. Bi çavên girtî li pey dînekî çuyîn û dîn bun mîrov ji Xweda durdixîne, Zanyarî û bi mêjuyê xwe mehlezekirin mîrov zêdetirîn nezikî Xweda dike. Ji ber vê pêwîste Koma Kurdan Nexşstunparêzîyê dur bisekine.
Bîrmekin; kalên me hezaran sal berîpêş dijî Nexşstunparêzîyê şoriş darxistine.
Bi diwarojek bê Nexşstunparêzî bimînin nav xweşîyêda.....
Bîşar Norşîn
28.12.2013

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.