بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nav, buyer, jimar û di jîyanê da çend bîranîn - 3

Yên ku cîvatêta danîşîbun nefesa xwe girtin, edî kesekî peyvek dernediket, cîvat bêdeng ketîbu. Min hedî hedî destpêkî xeberdana xwe kir, caracara min temaşeyî ruyê brayê xwe, carcara temaşeyî ruyê bavê keçikê dikir, halê herduyan jî nema bu, çavên min li ser xortên cîvatê digerîyan, edî civat ketibu bin “kontrola min”. Min gotê dema Komara Tirkîya tête, damezrandin, butçeyek mezin tunebuye, butçeya yêkhem alîkarîya Kurdên Emrîkayê, ya Mislimanên Hindistanê û Pereyê Dîyap Axayê Desimî hatîye berhevkirin, dura bona jîyana Komara Tirkîyayê bacên giran hatine danîn. Bona pez û dewar, heta bona mirîşkan bacên giran hatine girtin. Di bin Dara Îsmet Înönü xelk di bin bacên giranda dinalîya, dema zat û qwît dihat rakirin, tehsîldar, haris û jendirme dihatin ser bederan, para devletî li wê derê dipîvîyan û digirtin, mal hebun di baharê da bê zat û qwit diman, ango bê nan diman, dema malekê nidikarîya baca xwe bide, dihatin senî, mencal, ferê û folên wan yên paxirî dibirin. Dewletê dest dida ser wan. Min dema wusa got hinek kalên cîvatê dengê xwe bilind kirin û gotên Alî Beg rast dibejî, lay mejî wusa bu.. Bona heywanên mezin bacên giran hebun, van bacanra digotin “Qamçur Vergîsî.” “Qamçur Vergîsî” mezin piçuk bona hemu heywanan hebu. Ew bona hemu gundiyan tirs û xofek mezin bu. Cacara Tehsîldarên Qamçurê xafilda bê xeberdan dihatin nava gundan û hemu heywan hundirda digirtin û dihemcirîyan, carcara li çîya û zonan davitin ser kerîyê pêz û naxirê û li wê dihemcirîyan, şivan mecbur dikirin ku xwedanên van kerîyan bêjê. Dema şivanan înformasyon nedidan ew gel pêz û dêwêr digirtin, pez û dewar bona bacê navê dewletê dihat firotin, şivan jî dihat sicinkirin. Jîyana di wê katê da wusa bu. Dîsa hinek kalemêran dengê xwe bilindkirin û gotin: rastê rewş wusa bu. Gundîyên ku di bin bacêda dernediketin mecburbun belaş bona çekirina reyan bixebitin. Gelek rêyên hesinî bi vî şiklî li ser pişta gundîyan hatin çekirin. Gundî mehan alîyê dewletê va dihatin dîlkirin û ew mecbur bun ku; bona dewletê weku xulam bixebitin.

Mintiqa mejî jîyana gundîyan piranî li ser xwedîkirina pez û dewaran bu. Her malek xwedî kerrîyên mezin bu. Gunde me jî salê çend cara nesîba xwe ji tehsîldarên Qamçurê digirt. Gelek baş bîramidayê dema xebera hatina tehsîldar û jendirman dihat, gundîyan bona paraztina xwe tedbîr digirtin. Piranîya pêz û dêwer di nava çîyan di şikevtên mezinda dihat veşartin, heta çuyîna wan jî mintiqe qe tu pez û dewarek nedihat derxistin. Gundîyan tenya bona kontrolê çend pez derwa dihiştin, jimara wan jimarek sembolîk bu, yên ku sê hespên xwe hebunm yêk dihiştin, yên xwedî sedûpencî, pencsed pez bun, şunva panzdeh bîst pez dihiştin. Mabeyna dewlet û gundîyên navçeya me li ser vê cîhetê pevçûn û berhevdanek mezin hebu. Carcara mabeyna gundî, tehsîldar û jendirmanda şer jî derdiket, mîrov dihatin kuştin. Pez û dewar hebuna gundîyan bu, dewletê dihat asan dest dida ser wan, gundî dîn dibun, digotin yêk-du buya me kefxweşî bidaya. Mixabin alîyê bacgirtinê va Dewleta Komara Tirk weku Dewleta Osmanî bu, ew jî bê merhemat û bê însaf bun. Li ser xeberdana min zexta brayêmin û ya bavê keçikê dîyarbu kû derdiket jor, wan jî bê pirs gwih didan min. Xeberdanê gelek bala xortan kişandibu. Di vî katî da min çend cara dilê xweda dayîka anî bîra xwe jê wê borîn xwest. Min xwe avit bextê wê û xeberdana xwe berdewamkir.

Min gotê; ji rojekê rojan xeberek ji gundîyê mera tê ku; tehsîldar û jendirme bavê jin ser gundê me. Gundî zuda çavhedarîyê dikin hemû pez û dewarên xwe dibin di nava çîyanda vêdişêrin. Di nava gunda tenya çend pez, dewar, kal û pîr dimînin. Kesek naxweze ruyê jendirme û tehsîldaran bibînî. Berku salên dapîramin gelek bunê û ew zuda sedî borîbuye û çavên wê nedîtine, dayîkamin li gel bavê min û gundîyê din nikarê derkevî çîyê ew şunva li ser mala me dimîne û xwedanîya dapîra min û çend pezûdewarên şunda hiştî dike.
Dâyîka min jinekî zef zîrek û spehî bu. Min jîyana xweda weku wê zîrek û spehî kem jin dîtin. Bejna xwe dirêj bu.Porê wê kej, çavên wê şîn bun û wekû ronahîya rojê dibirîqîyan. Wê neh zarok mezin kirin. Dema reva diçu erda di bin lingê we da dihêjîya, heta roja dawîyê weku şitilekî ma, xwernebu û bula wê derneket, di salên dawîyê da jî, ji spehîbuna xwe qe tu tiştek wanda nekir, derheqa rukenî, rindî û xerxwezîya wêda mintiqâ me hîna tête axaftin. Ezê serê we neêşînim, çawa hatibîyê gotin çend rojan şunda nezîka sî jendirme li gel tehsîldaran davêjin ser gundê me. Hemu gundîyan li ser bederik mezin bi zorê didin civandin. Dapîra min di nava balgîyên xwe da dimîne, berku çavên we neditînê û êdî wê nidikarîyê cîhyê xwe bilivî. Dema dayîka min ji diçe ser bêderê, bala qumandarê Tirk dikşîne, qumandarê Tirk dayîka min dike çavên xwe, dema hemcirandina pez û dewarê mayî û birrîna bacê xilas dibe, qumandar emrê belavbunê dide û çavekî jî çuyîna dayîka min dipey, ew li pey dayîka min dikevî, mala ma pîçek jorî gund bu, qumandar heta mala me pey dayîka min tê û dikevî hundirê mala me, eskerê xwe ra jî emrê kontrol û paraztina malê dide, esker nakevin hundir, derva disekinin, qumandar Tirk hundirê mala meda dayîka min digre, mixabin bi zorê derdikevî ser dayîka min û wê dikevî, berkû dayîka min berxwe dide, ew gelek jî dayîka min dide, çend cîhyan da bedena wê rêş dike dike baxa selê. Li pey vê lêketina zorakî, dayîka min duhalî dimîne, bavê min derheqa vê buyerê da xeberdar nabe, ew bi duhalîbuna dayîka min gelek kefxweş dibe, berku hevîya zarokekî dimîne, dayîka min jî xwe fedî dike çend cara dixweze xwe bikuje, sernakeve dura brayê min mezin tê dinyayê, bavê brayê min qumandarê Tirk ê. Ji ber vê ew rast dibe ew bi xwe Tirk e, sedarsed Tirk e, bila vî alîva qe tu şikek we nemîne. Ê min, her du alîyava jî ez Kurdim, ez kwirê bav û dayîka xwe me. Naha ez hevîdarim ku; we fahmkir çawa brayê min dibe Tirk ez xwe jî dibim Kurd.

Xwarzî min hîna peyvên xwe nuva xilaskiribun, brayê min yê mezin bi pişta destê xwe şemaqek li ser devê mida da, ji çavên min çîkên agir pekîyan, ezman li ser minda hatin, bruskan vejenî, ewr gurîyan, dura çavên min tarî bun û heşên min çun, min axaftina xwe xilas kirubu, peyama xwe dabu feqet şemaqa xwe ji xwerî bu. Min zor da xwe, xwe şidkir û quweta dawîyê ez rayî ser çokên xwe bum. Hinenk ber min digerîyan pîlen min digirtin, digotin: Alî Beg, bi kerema xwe danişe, ramebe, min bi zorê xwe destên wan rizgarkir û xwe avit nava araba xwe, edî ez nesekînîyam min gaz da araba xwe, heş û aqil serê min nemabun, min emrê xwe da qe tu şemaqek wusa nexweribu, dema heş û aqil hate serê min, min dît ku bajarê Anqarayê ra sî kîlometir mayê, min teze zanîya ku ez ketime reyek ters, ez şunva zivirîm û min bera xwe da bajarê Stembolê, nuva ketim reya rast. Li ser ve buyerê edî tu peyvendîyêk min li gel brayê min yê mezin û malbenda wî nema, je ber vê ewqas sal şunda me li goristanê hevdît û bin simêlêva nîvdevî slav da hev.

xwarzî naha te fahmkir li gel brayê gewre çawa elaqet nabe?!

Dumayîk heye

Bîşar Norşî

03.01.2012

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.