بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nav, buyer, jimar û di jîyanê da çend bîranîn – 2

III

Di sala 1970 hatibum Stembole li gel hevalan ez digerîyam, katek hat em bi hevra birçî bun, restorant û lokantan gerîn, me restorantik dozît, ne zede baha bu nejî zede erzan, mîrov dikare beje gor kîsê me bu. Restorant du qatî bu jêr firin hebu jor jî salonek mezin, jêr dipatin, xwerin amadedikirin û servîsî qatê jor dikirin. Dema em çun jor bohnek xweş ya laxmacunan bîvila mera çu, av deve me ket. Em derdora xwe nerîn, nîvî zedetirîn mişterîyan laxmacun û dew berun. Me ji xwera cîhyekî li ber pencerê dît, Behra Stembole me didît. Çend deqîkakn li peyî runiştina me garson hat, me duazde lib laxmacun dew, salate pîvaza hurkirî ya sor û caferî (baxdenoz) xwest. Garson lîsta xwe nîvîsî çu. Em birçî bun û çavên me rîya laxmacunan da bun. Garsonan bona mişterîyê din servîs dikirin, garsonê me alîyê din servîs dikir û nedihat lay me, deh, panzdeh, sî deqîke derbazbun garson nehat lay me, me hedî hedî edî birçîbuna xwe bîrdikir, hevalekî gote rabin biçin, yekî gote heta me li vir laxmacun nexarin em ji vir neçun, hevalê din henekê xwe kirin û gote bawerim navê garsonê me Durmuş e (Sekînîye / Rawestîye). Di vî katî da katê jêr dengê nanpêjî bilind bu: “Brayê Durmuş te duazde lib laxmacun xwesti bun?”. Me zanî ku; navê garsonê me rastî jî Durmuş buye. Me bi hevra destpêkî kenanê kir, em dikenîyan deng bilind dikenîyan, mişterîyê derdora me li me, dinerîn û nedizanîyan em bona çi dikenîn, heta katekî navê “Durmuş” bu nehînîya me, edî ew nav bona me bibu parola, “Brayê Durmuş te duazde lib laxmacun xwesti bun?”.

IV

Teqrîben 36 salan şunda min jî xalên xwe xalek dît. Lay me ne tenê brayên dayîkêra xalo tete gotin. Hemu xismên dayîkî yên mêr, hemu cîranên wê yên mêr, hemu merên eşîra wê xalone. Min xalê xwe cara dawîyê 36 salan berîpêş li Stembolê ditîbu. Di wî zemanîda berika xalôyê min her tim vala bu, vê cara xalê min berik tijî hate lay min, ez halê wî gelek kefxweş bum. Me halê hev pirsî, nîvî zedetirîn xism û dostên me goç kirîbun. Xalo Silê Mirtê çi dike, Xweda rahma xwe lê bike mir, Eyşana Elî hîna dîjî? Ne Xwedê ew deh salan berî pêş çu. Temir axa hîna ser axa xwe yê? Ne Xwedê ew jî gîhîşt Rahma Xwedê. Xalê min yê mezin çi dike, rewşa wî çawaye, naha çend nebîyên wî hene? Xalê min bedêng ket, min pirsa brayê wî yê mezin (gewre) kirîbu. Ez tirsîyam û min nava xweda fikirî kû; wî jî goç kirîyê. Xalê min brayê xwe yê mezin gelek hezdikir, qedir û qîmeta wî zehf digirt.

Brazî tu dizanî min çiqas buka xwe ya gewre hezdikir, cîhyê dayîka min bu, pey goçkirina dayîka min wê barê mala me girtibu ser pişta xwe, bê wê tu karekî mala me rêva nediçu, ew bibu serstara mala me. Neh salbun min ew nedîtîbu, heyşt mehan berîpêş ji minra xeber hat ku; ew jî çuye ser heqîya xwe, dema ew hilanîn ez çum gorîstanê, min xwest je xatirê dawîyê bixwezim. Cara dawîyê neh salan şunda min brayê xwe yê gewre li wê derê dît, me wer bin simbêleva nîvdevî slav da hev. Neh salbun tu peyvedîyêk me ji hevra nemabu. Naha te ji min pirsî min jî tera got.

Xalo xêre? Ma li gel brayê gewre çawa elaqet nabe? Xalê min axek wer kişand ez mit û mat hiştim, min deng nekir, tu tiştek negot, min xwest ew bi xwe xwe berde û biaxife. Demekê em bêdeng ketin. Xalê min gote: Brazî neh salan berî pêş rojekê rojan brayê min zingilê mala me da û hatê hundir. Gote ez dixwezim tu jî weku mam bizanî brazîyê te ku li danîşgah dixwîne ewe çend salin eşiqê qîzekê buye, îsal danîşgahyê diqedîne, dixweze em biçin keçikê vêra bixwezin. Min jî lê gorand û got dema ew wusa dixweze ser çava, Xweda bike miradê wan cîh bê.

Min go bra mala bavê qizikê dure an nezîk, kîjan taxa Stembolê dijî? Brayê min gote Elî mala bavê keçikê ne li Stembolêye, de û bavên wê li bajarê Bolu yê dijin. Pewîst bu em biçuna mala bavê keçikê. Me wanra xeber rêkir rojek birrî û gel xism, nas û dostan bîstûyêk arabe rêketin, me berê xwê da Bajarê Boluyê.

Brazî Xweda bikira ez neçuma, bla çokên min bişkîyana ez neçuma.......

Bo çi Xalo? Xweda neke!

Ezê serê te neêşînîm kwirt bibirim. Em heta Bolûyê çunê, le wê derê me adres pirsî, nav çîya, banî û dolanra em derbazbun, derdora me darûberbun, cîhyekî gelek xweş bu, me me mala bavê keçikê dît. Me baver dikir ku em biçin gundekî, wusa nebu, ew dera jî gundekî mezintir bu, weku bajarekî piçuk dîyar dikir, bawerim nahîyê bu. Bavê keçikê pîçek bi bervime hatibu, wan bawernekiribun ku emê bîstûyek arabe bên, dîsajî hazirîyêk mezin kiribun. Deme em gîhîştin mala wan em mêr girtin odeyek mezin jînên me jî girtin odeyek din, dîyarbu ku layî wan cîvata jîn û mêra cuda bu, min xwe xwera gotê ew jî wusana, tera çi! Îxtîramame gelek girtin, dema em odêda cîhyekî danîşîn min pîçek serê xwe zivirand û derdora xwe nêrîm, brazî ezê çi bibînîm resima wî rezîlî dîwerda dardabu, gelek jî mezin bu, dîyarbukû ew jî, ji wan bun û pey wî diçun, dinya serê min tarî bu, min tiştek negot cemaat mezin bu û em carekê hatibun.

Xalo bibore min tam fahmnekir tu behsa kîjan rezîlî dikey?

Brazî ma li Tirkîyayê çend rezîlê mezin hebun, ma te çiqas zu bîrkir?

Navê Xwedê Xalo min tu tiştek bîrnekirîyê.

Na Xizir dikey, Tirkîyayê neman rezîl?!

Na Tirkîya her tim warê rezîlan nebu?

Xalo resimê Demîrel dardabu?

Na brazî na, resimê nijadpereztê quçik ya Türkeş di dîwerda dardabu. Min di zikê xweda dijî braziyê xwe yê akademîker, devê xwe bê sînor vekir, ezê êdî rewan diçum, min xwe xwera digot kwirê kerê ma dinyayê keç neman tu me tînî li ber lingên malbendik wusa û keçekê xwera didê xwestin?!

Xortê male be rawestan ji mera çay û kahve servîs dikirin, îxtîram gelek bu, dura bavê keçikê hat lay brayê min yê gewrê danişî wan hedî hedî destpêkî avitina temela xinamîtîyê kirin, mejî gwih yê xwe dida wan, wan sohpeta xwe kwur kirin, gerîyan zivirîyan hatin li ser mesala Tirkbunê man. Bavê qîzikê digote em ela Oğuzanin li paş serketina Alparslan dijî Romen Dîyojen, em hatine Anatolîayê, rîçala me heta Asya Navîn diçe, em Tirkên pak yên rast û duristin, pîçek jî be, di meda puçbunek tune, îndîrek ji me dipirsî digotê hun kîne?

Brayê min destpêkî bersivdanê kir, digote em jî Tirkin. Gotina wî ez şaşbum, çanî bruskek min de, ruyê min bawerim sor bu. Brayê min ser dîrokê xeber da, bavê qîzikera gote îxtîmalê hun nizanîbin, ew elên Tirk ku li paş serketina Alparslan hatine Anatolîayê ji vir çune Asîya Navîn, ew zarokên Sumer û Hetîtatin, Hetît û Sumer Tirkên rêk û pêkbun, temela mîrovetîyê wan danî, dura hinek ji wan berên xwe da Asîyayê û çun li wê. Asîyayê dewletên mezin avakirin tesîra xwe heta ser Çîne birin, li wederê golek mezin hebu, terefa Xweda da ew gol zahbu elên Tirk bê av man, wan ji bav û kalên xwe bîhîstibu ku; ew ji ku hatinê, ji ber vê wan berê xwe carek din dane Anatolîayê û hatin vir. Brayê min bavê keçikêra digotê; ferqa me li gel we tenya di xalekêda heye: em weku Tirkên rast û dirust her tim li ser axa xwe mane, ne çune cîhyekî dind û şunva nezivirîne, berku hun çune û hatine, bê guman pîçekî jî gorîne, hun xelkê Çînê çune. Bavê keçikê li brayê min dizivirand û digotê na ezbenî Sumer û Hetît jî Asîya Navîn hatine vir, em giş xelkê Asya Navînîn, berku hun mêjda hatine vir we xwe gelek gorîyayê.

Sohpeta herduyan bi vî şiklî nezîka saetekê berdewam kir, min dît hedî hedî xarinê servîs dikin. Di nava vê saetêda ez lal bum min tu tiştek negot, xortên derdora me bi gwih fîtkirî gudahrîya bavê keçikê û brayê min yê gewre dikirin, berku min tu tiştek negotû bu û fikra xwe beyan nekirîbu, sekinandinamin bala wan kişandibu, şik anîbun ser min, wan fahmkirîbun ku tersîyêk heye. Kata ku brayê min û bavê keçikê pîçek sohpeta xwe sistkirin, cîwanan, bawerim wan jî li danîşgah dixwendin, ji min pirsîn, gotin Elî Beg hun çawa difikirin, nezerîya we çîyê?

Min ne axaftama baş dibu, feqet carê ji min pisrsî bun min xwe ranegirt û min bersiva wan da, min gote ezbenî ez bi xwe Kurdim, feqet brayê min Tirke, Tirkekî rêk û pekê, ew sedarsed Tirke, ango ew ji weye, ew hemu bi hevra man nava heyîrîyêda, li wê derê nezîka heftê heyştê kesî hebun, gwînê ruyê bavê kêçikê bu kirec. Hinekan gotin: Elî Beg biborin hun çawa dibin Kurd û brayê we dibe Tirk, hun henekê xwe li me dikin?

Min gotê na ezbenî, ez henekê xwe li we nakim rastî jî wusaye, brayê min Tirke feqet ez bi xwe Kurdim, ango ez xelkê Kurdistanim, daîk û bavê min jî Kurd bun, min heta panzdeh salîya xwe jî tu bejeyek Tirkî nedizanîya, ezê gelek dereng ferî zmanê Tirkî bum, ew rasteyetîye, ew heqîqate, bibexşin, eger hun bi kerema xwe destur bidin, ez dikarim li ser vê meselê kwirtî biaxifim û wera bêjim ew çawa buye. Çawa ez Kurdim û brayê min Tirke?!

Dumayîk heye

Bîşar Norşîn

01.01.2012

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.