بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li herêma Wanê erdhejîyek e bi 7.2 cêbu - Gelek mirî hene

Rudaw.net - Wan: Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, da zanîn ku heta niha derbarê mirin û birîndaran de tui agahî negihiştiye destê wan, lê li bajar panîkek mezin heye û ji ber vê yekê trafîk xetimiye. Şaredarê Erdîşê jî diyar kir ku li gelek mirî û birîndar hene.
Şaredarê Bajarê Wanê Bekîr Kaya, derbarê erdheja ku li Wanê pêla wê 6.6 pêk hat de diyar kir ku erdhejek mezin pêk hat. Kaya, anî ziman ku dema erdhej pêk hat li derve bûn û ber erdhejê telefon qut bûn û panîkek mezin pêk hat û wiha got: "Heta niha hin mînareyên mizgeftan xerabûne û hin avahî hilweşiyane. Ji ber panîkê rê hatine girtin. Heta niha derbarê mirin û birîndaran de agahî nehatine. Di hin avahiyan de xisar çêbûne. Ji ber panîkê trafîk xetimiye.
Kaya, xwest ku xwînsar tev bigerin. Kaya, da zanîn ku ji ber pirsgirêka ragihadinê heye zêde xwe negîhandine gundan û derbarê mirin û birîndaran de heta niha agahî negihiştiye destê wan.
Şaredarê Erdîşê, gelek mirî hene
Şaredarê navçeya Erdîşa Wanê Zulfîkar Arapoglu, diyar kir ku ji ber erdhejê gelek mal û avahî xera bûne, gelek mîrî û birîndar hene.
Şaredarê navçeya Erdîşa Wanê Zulfîkar Arapoglu, bi rêya telefonê beşdarî kanala NTV'ê bû û derbarê erdheja ku navenda wê li Wanê pêk hat de agahî da. Arapoglu, anî ziman ku navçeya Erdîşê gelek mal û avahî xera bûne û gelek mirî û birîndar çêbûne. Arapoglu, anî ziman ku derbarê hêjmara birîndar û miriyan de zêde agahiya wan tune, lê gelek kes di bin avahiyên ku xera bûne de mane. Arapoglu, da zanîn ku pirsgirêka ragihandinê jî heye û zêde agahîyê ji derdorê nagirin. Arapoglu, bi rêya telefonê alîkarî ji rayedaran xwest û xwest rayedar bi lezgîn çadiran ji wan re bişînin. Hate zanîn ku li gelek gundan jî xanî hilweşiyane.




http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/9808.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.