بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kurdên binxetê | Firat Cewerî

Bi taybetî jî li herêma Mêrdînê kes ji kurdên binxetê re nabêjin kurdên Sûriyê. Ew dibêjin kurdên binxetê. Ji ber ko di navbera kurdên Tirkiyê û Sûriyê de bi tenê sînorek hatiye kişandin û wî sînorî bendek xistiye navbera kurdên vî alî û wî aliyî.

Ji kurdên serê xetê, yanî kurdên Tirkiyê re dibêjin kurdên serxetê û ji ên binê xetê, yanî kurdên Sûriyê re jî dibêjin kurdên binxetê. Ev xeta ha, herçiqas ji bo destnîşankirina sînorên du welatan be jî, lê di eslê xwe de xencerek e ko dirêjî dilên kurdên serxet û binxetê bûye. Kurdên herdu aliyan ko piranî merivên hev in, ji hev hatine qutkirin. Bajarek bûye du şeq, bûye du bajar; gundek bûye du gund, zeviyek bûye du zevî; perçeyek li vî aliyî maye û perçeyek li aliyê din.

Ev sînorê ko bi mayinan hatiye raxistin, li hemberî kurdên herdu aliyan xefikeke jiyanê ye. Lê sînorê bi mayin jî nikarîbûye herdu aliyan ji hev veqetînin. Kurdên herdu aliyan xwe ji vî alî û ji wî aliyî li sînorên bi mayin xistine û xwe gihandine hev. Bi taybetî jî serxetiyên ko belayek bihata serî, riya rizgariya xwe di daketina binya xetê de didît.

Du hezkirên ko ji hev hez bikirana û ji ber astengiyên eşîrî û malbatî ko zewaca wan bêîmkan bûya, li benda şeveke reş radiwestiyan, bi destên hev digirtin, xwe li sînor dixistin û derbasî binxetê dibûn. Yekî mêrek bikuşta, an jî xwe ji mêrkujekî biprasata, derbasî binxetê dibû. Yekî siyasî bûya, nikarîbûya li serxetê bisitiriya, derbasî binxetê dibû û xwe diavêt bextê birayên xwe ên binxetê.

Binxet, an jî erda Sûriyê, hertim ji kurdan re mazûbantî kiriye. Yanî ne bi tenê erda kurdan, kurd li seranserî Sûriyê sitirîne. Ji bilî gora serdarê kurd Selaheddînê Eyubî ya li Şamê, bi taybetî jî piştî avakirina komara Tirkiyê û zêdebûna zilma li ser kurdan, arîstokrat û rewşenbîrên kurdan berê xwe dane Sûriyê.

Neviyê Mîr Bedir-Xan, Celadet Alî Bedir-Xan, piştî avakirina komara Tirkiyê nikarîbû ji Almanyaya ko xwendina xwe lê didomand vegeriya warê xwe, Stenbolê, piştî ko riya xwe bi Misrê dixe, ji wir jî derbasî Sûriyê dibe. Birayê wî Kamiran Bedir-Xan çû Sûriyê. Piştî têkçûna serîhildana Şêx Seîd malbata Haco Axayê hevêrkî ji herêma Torê derbasî binxetê bûn.

Dîsa di wan deman de doktorê ko hem li serxetê hem jî li binxetê ji ber xizmeta xwe navdar bûbû û heta dengbêjên herêmê jî avêtibûn ser, Doktor Nafiz, ji Madena Xarpêtê digel birayê xwe ê biçûk Nûredîn Zaza derbasî binxetê bûbûn. Osman Sebrî ji Semsûrê berê xwe dabû binxetê. Memduh Selîm Begê wanî, ê ko em wî ji kovara Jînê nas dikin û karakterekî sereke ê romana Mehmed Uzun, Siya Evînê ye, binxet bûbû. Îhsan Nûrî Paşa çûbû binxetê. Nûrî Dersîmî bazdabû binxetê.

Ji Dêrika Çiyayê Mazî Îlyas Efendî (Êlaso), Qedrî Can û Reşîdê Kurd riya azadiya xwe di derbasbûna binxetê de dîtibûn. Şaîrê me ê navdar Cegerxwîn ji aliyê Mêrdînê dageriyabû binxetê. Kovarên ko di edebiyata kurdî de stûnên qewîn in; Hawar û Ronahî deyndarên kurdên binxetê ne.

Ji mala Cemîl Paşa; Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa mecbûr mabûn ko mal û milkên xwe bihêlin û ji xezeba kemalîstan xwe bispêrin Sûriyê. Yek ji tevgerên kurdan ên herî girîng Xoybûn li binxetê rehên xwe berdabû.

Herweha xortên kurdan ên ko ji ber xezeba cûntayên salên heftêyan û bi taybetî jî cûntaya Kenan Evren bazdabûn, xwe avêtin bextê kurdên binxetê. Riya piraniya, heta mirov dikare bi hêsanî bibêje ku, riya hemû serokên kurdan bi binxetê ketiye, li wir bêhna xwe vedane, demekê karên xwe li wir dewam kirine û paşê li dinyayê belav bûne.

Bi kurtî, kurdên serxetê, hertim bi êş û elemên xwe, bi derd û kulên xwe, bêwext li deriyên birayên xwe ên binxetê dane û li wan bûne mêvan. Kurdên binxetê, bi hesreta warê bav û kalan, bi hezkirineke kûr deriyên xwe heta dawiyê ji kurdên serxetê re vekirine; ji ber wan serên xwe xistine belayê; pariyê nanê xwe bi wan re parve kirine û ew bi rojan, bi meh û salan xwedî kirine. Ji bilî wê, bi sedan û bi hezaran kurdên binxetê hem di ber kurdên başûr de xwe feda kirine, hem jî xwîna xwe di ber kurdên serxetê de rijandine.

Îro, dor dora kurdên binxetê ye. Ew îro li ser erda xwe, ji bo azadiya xwe dibin armanca gulleyên hovan û çavên xwe li alîkariya birayên xwe ên serxet û başûr digerînin. Ew dikin sazûmana dîktatorekî hilweşînin. Hilweşandina stûna wî dîktatorî wê bibe firsenda çikandina stûna azadiya kurdên binxetê.

Kurdên binxetê ew azadî heq kirine!

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.