بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kerkûk: Jimara qurbaniyên bûyera trafîkê gehişte 26 kesan

Rûdaw.net - Kerkûk: Rêveberê Fermangeha Tendirûstî ya Kerkûkê Dr. Sidîq Heme Resûl, ragehand ku di bûyera trafîkê de ya li ser rêya Kerkûk-Dûbizê 26 kesan jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar in.

Derbarê bûyerê de Rêveberê Fermangeha Tendirûstî Dr. Sidîq Heme Resûl agahî dan Rûdawê û got: ‘’Vê sibê li ser rêya Kerkûk-Dûbizê minîbûsek û otomobîleke Mazda lihev ketin û di encam de 26 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.’’

Îro destê sibehê minîbûseke Nîsan 30 neferî ku ji Bexda ber bi Dihokê dihat li nêzîkê gundê Bacwan ser rêya Kerkûk-Dûbizê ligel otomobîleke Mazda lihev ketin û di encam de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û di nav wan de jin û zarok jî hene.

Li gor agahiyên peyamnêrê me li cihê bûyerê, tekelekî otomobîla Mazda teqiye û bûye sedem li minîbûsa 30 neferî bide, minîbûsê jî çend bîdonên benzînê danîbûn ser bagacê dema agir bi benzînê ketiye, bîdon teqiyane û piraniya kesên di nav minîbûsê de jî jiyana xwe ji dest dane.

Kesên di nav minîbûsê de hemû hevwelatiyên sivîl bûn û dixwestin bo seyranê ber bi Dihokê herin, kesên di nav Mazdayê de jî cilên pêşmerge li wan bûye û diçûn ser karê xwe, lê dema bûyer qewimiye şofêrê wan jiyana xwe ji dest dide û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.