بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

'Em topbarankirina navçeyên Kurdistanê ji aliyê Îranê ve şermezar dikin'

Hewlêr: Derbarê topbarankirina navçeyên ser sînor ên Kurdistanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih got: ''Em topbarankirina navçeyên sînor ên herêmê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî şermezar dikin ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna hevwelatiyên sivîl û koçberbûna wan.''

Serokwezîr Berhem Salih, tekez kir ku divê Komara Îslamî ya Îranê rêz li serweriya axa İraq û Herêma Kurdistanê bigre û ji bo yekalîkirina pirsgirêkan jî dest bi topbarankirina navçeyên ser sînor ên Kurdistanê neke ku dibe sedema şehîd û birîndarbûna hevwelatiyên sivîl û jiyana wan têk diçe.

Bi baweriya Dr. Berhem, pirsgirêkên ewlekariyê bi hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan, welatên cîran û dewleta İraqê de tên çareser kirin. Ev daxwiyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demekê de hat ku îro li bajarê Hewlêrê ligel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Debax û cîgirê wî civiya û peywendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê û topbarankirina navçeyên ser sînor gotûbêj kirin.

Di civînê de hat dûpatkirin ku peywendiya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de peywendiyeke dîrokî ye û ew welat di rojên dijwar ên xebata dijî dîktatoriyetê penageha tekoşer û lêqewmiyên xelkê Kurdistan û İraqê bûye û wiha hat gotin: ''Îro jî bi saya azadî û desthilata xwe bi xwe ya Kurdistanê peywendiyên siyasî, aborî û rewşenbîrî yên di navbera herdû aliyan de di astekî baş de ne û divê hewl bê dayîn ji bo herdû gelên cîhan zêdetir bi pêş bixin, loma ji dêlva tundûtîjî û topbarankirina navçeyên ser sînor, divê bi gotûbêj, jihev famkirin û hevahengiyê pirsgirêk bên çareser kirin.''

Di vê hevdîtinê de Berhem Salih, da zanîn ku Herêma Kurdistanê bi qanûnên navdewletî ve girêdayî ye, rê nade xelkê herêmê bo welatên cîran bên bikaranîn û tişta ji dest bê ew e rê li her hewldaneke wiha bê girtin. Dr. Berhem wiha axifî: ''Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor qanûnên navdewletî bi erkê xwe yê qanûnî radibe ji bo parastina ewlekariya navçeyê, ku karekî hevbeş e û pêwistî bi hevahengî û hevkariya piralî heye.''

Herwiha Serokwezîr, nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rasipard ku nîgeraniya Herêma Kurdistanê, hikûmet û xelkê wê bighîne berpirsên Komara îslamî ya Îranê û da zanîn ku berdewam di peywendiyê de dibin bo ragirtin û rawestandina topbarankirina navçeyên ser sînor ku bûye sedema zerareke zêde ya canî maddî û gelek daniştvanên gundên deverê jî koçber bûne.

Di beşekî din ê hevdîtinê de mijara berdana ava çemê Elwend bo bajarê Xaneqîn li gor qanûn û rêkeftinnameyan hat gotûbêjkirin, ku biryar e şendekî bajêr bo heman mebestê serdana Komara Îslamî ya Îranê bike. Hêjayê gotinê ye her di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, herdû parêzgarê Hewlêr û Silêmaniyê rasipardin ku bi awayekî meydanî rewş û pêdiviyên koçber û kesên li wan qewimiyê yên navçeyê bişopînin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/8163.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.