بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Di topbarana Îranê de dû kesên sivîl hatin kuştin

Xinêre: Di encama topbaranên artêşa Îranê yên dijî Herêma Kurdistanê, li zozanên Mêrga Mîra ya Kêlaşînê 2 kesên sivîl jiyana ji xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên ku ANF ji herêmê wergirtine, artêşa Îranê duh êvarê demjimêr 19.00 û heta 00.00 herêmên Xinêre û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya topbaran kiriye. Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de li zozanên Mêrga Mîra ya Kêla Şîn a ser bi Xinêreyê 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Artêşa Îranê duh êvarê ji saet 19.00an heta 00.00an bi katoş û hewanan Lolan, Kêla Şîn, Deravê yên Xinêre û Xakûrkê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 kesên sivîl ku navê wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku zozaniyên li herêmê ji ber topbarana Îranê asê mane û nikarin ji cihê xwe derbikevin. Herwiha artêşa Îranê li hemberî wesayîtên sivîlan bi hewan û katûşan sûîqest dike. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûne û topbarana li ser herêmê berdewam dike.

Hêjmara sivîlên birîndar gehişte 10 kesan

Bi vî awayî ji destpêka êrişa Îranê ango ji 16ê tîrmehê heta niha, bi giştî 10 kesên sivîl birîndar bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye. Artêşa Îranê di demjimêr 02.30-03.30 ên roja Pênçşem û Înê de gundên Sûnê û Sîrawê topbaran kiribû. Di encam de jî 4 gundî birîndar biribûn. Li gor agahiyan kesên bi navê Yakuf Aziz (29) û Îbrahim Abdullah (33) du ji van kesan in. Kesên birîndar li Qeladizê tên dermankirin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/8133.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.