بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Daxuyani / Nizamettin Ariҫ

ji bo hunermendên gelê min

Hunermendên qedirbilind, xwîşk û birayên min; tekoşîna gelê me a ji bo rizgariyê îro di merheleke gelek dijwar da derbas dibe.

Şoreşên li welatên Ereban êdî gihîştiye Sûriyê û Kurdistana Rojava jî. Herҫiqas hêviyên min gelek xurt bin jî, dîsa jî ez bê endîşe nînim. Gelê me ê li Kurdistana Sûriyê ji bo tekoşîna me her dem alîkariyên gelek xurt pêşkêş kiriye. Dema ez jî ji welatê xwe hatim bi dûrxistin min xwe spart Kurdistana Sûriyê. Min bi xwe jî dît ku Kurdên Sûriyê alîkariya hemû Kurdên ji parҫeyên Kurdistanê dikirin, nedixwarin bi me didan xwarinê û bi dil û can beşdarî doza me a netewî dibûn. Lê belê em nikarin bibêjin ku Kurdên ji perҫeyên din jî îro, di vê roja wan a teng û dijwar de bi heman hesasiyetê alikariya Kurdistana Sûriyê dikin.

Îro li Sûriyê trajediyeka gelek mezin di rojevê de ye. Desthilata Baasê her roj bi zêdetir xwînrijandina gelê Sûriyê ve hovîtiya xwe carek din dîyar dike. Di demek nêzîk de ev rewşê bê guhartin, Beşar Esad û desthilata Baasê wê ji Sûriyê bê dûrxistin. Gelo em Kurdê di vê rewşguhartinê de bikaribin kîjan maf û berjewendiyan bidestxin? Ev pirs ji bo hemû Kurdan pirseke gelek girîng e.

Helwesta siyaseta Kurdên Kurdistana Tirkiyê û Iraqê li hemberî rewşa birayên me ên li Sûriyê gelek tevlihev û bi xembar e û ji bo doza me a netewî jî bifikar e.

Gelek pêwiste, ku em hunermendên Kurd bêî ku li benda helwesta siyasetmedaran bimînin, bilez ҫalakiyan amade bikin. Divê Kurdistana Sûriyê biserkeve; ji bo vê jî pêwist e ku em bi hevra kar û xebatan bikin. Têkҫûneka Kurdistana Sûriyê wê bibe têkҫûna me hemûyan!

Divê em komponîst, bestekar, stranbêj, sazbend, helbestvan, nivîskar, derhêner, wênekêş û lîstikvan di derbarê doza me a netewî de bibin xwedan hesasiyeteke kûr, bi ramaneke netewî berheman amade bikin, projeyan pêşdebibin û bi berpirsiyarî di nav gelê xwe de cihê xwe ê layîq bigirin.

Warin, em bi hevra piştgiriya tevgera giranbuha a Kurdistana Sûriyê ya ku bi rêberiya ciwanên Kurd de dimeşe bikin.

Warin, em ji bo ciwanên xwe û azadiya xwe stranan amade bikin.

Warin, em ji bo pêşdaҫûyîn û berfirehkirina ҫand û hunereke netewî gavan bavêjin

Ez bang li hemû xwîşk û birayên xwe ên hunermed dikim, ku em bi tevayî bi projeyên hunerî ên Kurdistanî û azad dengê xwe bilind kin.

Bi hêviya bersîv û pêşniyariyên we
li gel silavên rêzdarî û biratiyê

Nizamettin Ariҫ
19.8.2011 Almanya
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.