بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(2)

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(2)
Hîkayeta Sûto û Tato

Aso Zagrosi

Xulase Sûto qebûl kir û leşkerê xo paşve bir. Zabitî gellek pare ji Sûto wergirt û minetekî mezin jî dana ser Sûto, ku “min şûle te sanayî çêkir….” Û gote Tato jî “ Selaha hale te eweye tu mal û eyal û xizmêt xo hemîyan neqil keye merkezê qeza Amêdîyê, xeber bideye wîlayeta û babî Alî li Stenbolê û mexdurîyet û mezlumîyeta xo bo hemi meqamêt lazime ber wechê teqsîl û beyan bikî, belkû hukumet te muhafiza biket. Eger ne tu neşêy xo ji zulma axayêt Horamaryan hifiz bikî û em hemi dê bo te şahîdîyê didin”

Xulase Tato jî qaneh û memnun kir û mala wî û mirovêt wî hemi digel xo birine Amêdîyê û gellek pare ji Tato qezenc kir. Çûnkû li nav Kurdan meselekî meşhur heye: Romî xertelin xoşîya wan ew e keleş mişe bibin. Wextê Tato bi mirovêt xo ve çû Amêdîyê, cîyê Rêkanî bê xudan ma. Şêx Mehemedê Siddiq jî qertelekî mezin bû. Cîyê Rêkanî jî keleşekî gellek xweş û qelew bû. Temeha cenabê Şêx gellek xalb bû. Fikra xo kir, ko bi terzekî sanahî cîyê Rêkanî bibite bin destê xo. Kaxezek mehremane digel du û sê mirovêt muhteber û zana û çend pare bo Qaymeqamê Amêdîyê hinart, ku “ez xwahiş dikem tu weto çêkey Tato muhtacî min bêt, bihête êre. Ez digel wî biaxivim û şûla wî ezê bidime çêkirin. Tu şûla wî li wê derê pîçek texîr bike”.
Wextê ku xeberê Şêx gehîşte Qaymeqamî gellek keyfxoş bû, muafiqê mexsuda Şêx emel kir, gote Tato: “ Rêkekî qaîmtir û bi sanahîtir min bo te milaheze kirîye. Eger çi lêre jî şûla te mumkîn dibêt, ema wîlayeta Musulê şûlan pîçek texîr dike heta netîce derdikevêt, mirov gellek aciz dibêt. Wîlayeta Wanê zûtir îcrahatan dikin û wîlayeta Wanê her çi heye di destê Şêx Mehemmedê Siddiq da ye. Ew her çi hez biket, diket.
Ez dibêjim eger tu û brayêt xo û çend muhteberêt eşîreta Rêkanî biçine Nehrîyê lalê Şêx Mehemed Sedîq şûla hingo dê zûtir çî bît. Û hem eşîretî û hem hukumetî zatê Şêx şirîk û piştiwan bît bo hingo, çêtire û pişta Sûto dê şikêt.”
Xulase Tato razî kir û ji Qaymeqam memnûn bû, ku rêkeke ho nîşa wî da. Tato ligel bra û muhtebaran hate Nehrê. Nêçîrê Şêx hate dawa wî. Wextê Tato hate lalê Şêx Mehemed Sedîq gellek îhtîrama wî girt û memnûn kir. Şêx ji Pawîyan ezman lustr bû. Bi terzekî dilê Tato razî kir. Gote Tato: “ Cîyê Qesra Rezge bifroşe min. Ez dê Qesrê temam qirab kim. Carekî dî ji nû dê mezintir û qaîmtir çêkim. Û bîst xulamêt xo dê danîme lalî te û sed tifing martini û suzenî didime dest mirowêt te. Û ji terefê hukumetê jî emirekî xususî bo mihafiza te dê deme tehsil kirin. Bi bedel wêhî mezinên Rêkanî deh yêka hasilata xo her sal bidine min”.
Tato got: “her emrê Şêx bi fermot, min qebule”
Xulase weto mihamela xo girêdan û Tato xelat kir û Sureçawuş digel bîst xulamêt bijare digel Tato hinartine nav Rêkanîyan û Qesra Rezge ji bin xirab kirin. Hosta hinartin destpêkirin bi çîkirina Qesrê. Tebeqêt binî nêzîkî temambûnê bûn. Sûto milaheze kir, eger Qesra Rezge bi wî terzî temam bibît û destê Şêxî bikevite nav Rêkanî, hinge Quweta Tato dêgehete dereceyekê, êdî neşêt beramberîya wî biket. Paşî bo axayêt Horamarî tengaweyekê mezin dê peyda bît. Çunkû rêka karwanê Horamarîyan bo layê Musulê, Akrê û Amêdîyê li nav Rêkanî diçît. Sûto hemî Doskanî û Horamarî gazî kirin û gote wan: “ Hung dizanin Tatoyê Rêkanî çawa dujminê meye”
“Belê axa çak dizanin”
Got : “Hung dizanin Şêx Mehemed Sedîq çawa xurt û tehemekare”.
Gotin: “Belê axa”
Got: “Hung dizanin eger Qesra Rezge li ser wî esasî temam bibît û Şêx digel Tato mutefiq bibît cîyê Doskanî û Horamarî dekewite miheserê. Em hinge lazime bibine cûyêt Tato, eger na najîn”
Hemîyan pêkve gotin: “ Belê axa dizanin weye û zêdetire”
Sûto gote millet xo: “ Bes madem hung wane hemîyan tesdîq dikin, hung bo çi tedbîra girtina pêşîya wane nakin.? Noke em di mabeyna mirinê û jînê da ne û mirin nêzîktire. Bes yan hung tedbîrê bikin û ez dê tabîhî fikra hingo bim, yan ez bikim hungo muafiqî gotina min emel bikin”
Hemîyan gotin: “ Heta wucuda zatê axa hazire , kes ji me xwudan rêy nîne. Her rêyekî axa bi fermot, wezîfa me îtahate”
Sûto got: “Madem ku hung ho mutîh bin, qerar bît, ez û wucuda xo feday mesleheta hale hingo bikem.”
Ewlen got: “ Ey millet hung dizanin eger ez tenazul bo Şêx Mehemed Sedîq bikem, feqet gundekî hingo bideme wî ew dê gellek ji min memnun bît û îhtîrama min gellek dê ji îhtîrama Tato zêdetir bît”
Hemîyan gotin: “Bawer dikin waye wekî axa difermot.”
Sûto got: “ Bes herçi bikem bo xatirê hingo ye, bo xo nîne. Fikra min noke eweye hucum bikene Rezge Sureçawuş û xulamêt Şêxî bikujin û nehêlin Qesra Rezge temam bikin. Hung çawa minasib dizanin?”
Domdike.
Aso Zagrosi

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.