بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çima Aşîtî Pêk Nayê ? II | İsmail Beşikçi

Sedemeke girîng yê pêknehatina aşîtiyê li Tirkiyeyê, helwesta dewletên Rojava û DYAyê ye. Dewletên Rojava, dewletên endamê Konseya Ewropayê, dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê, DYA, her dem tekoşîna Kurdan bi têgîna “terorê” nirxandine, di tênegihîştina tekoşîna azadiya kurdan, tekoşîna heq-hiqûqê de herdem israr kirine bi vê rê li hember azadiya kurdan rawestine. Piştevaniyek bêsînor dane terora dewletên ku xwestine zordarî li kurdan bikin.

Rojava, alîkariyeke bêsînor dane terora dewletê ku li hember kurdan dihat bilindkirin. Rojava, bi çapemeniya xwe, bi zanîngehên xwe, bi saziyên xwe î hiqûq û darazê, bi rêxistinên xwe î sivîl î civakî alîkarî dane terora dewletê. Dewletan, bi rêya saziyên navnetewî î wek Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û peymanên du alî piştevaniya tezên rêveberiya tirkan a dijî kurdan û terora dewletê kirine. Rayedarên tirkan bi alîkarî û ecibandina Rojava terora dewletê û tezên xwe î li dij kurdan pêşve birine.

Terora Dewletê

Di şerê dawîn î nêzî 30 salî de, bi hezaran gund hatine şewwitandin-hilweşandin, bi milyonan mirovên kurd ji cih û warên xwe hatine derxistin. Çavkaniyên bingehîn î debarê hatine hilweşandin, daristan, rez û bexçe hatine şewitandin. Malbatên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin li derdorên bajarên mezin di nava jiyaneke jar de hewl didin li ser piyan bimînin. Li gundê wan, axa wan, ava wan heye. Rezê wan, bexçê wan hene. Nikarin hilînin, deynin. Ji navê hatine derxistin. Ji wan deran hatine derxistin. Li berbajaran di jiyaneke jar de ne… Ev, helbet pirseke civakiya pir girîng e.

Bi hezaran kuştinên ku bi navê “kiryar nediyar” tên binav kirin hene. Bi awakî zelal derketiye holê ku canî/fa’ilê van kuştinan dewlet e.

Bi nêzî du hezaran kurd hene ku ji malên wan, ji karên wan, ji kolanên wan hatine revandin, bi êşkencê hatine tunekirin, kuştin û carekî din tu agahî ji wan nehatiye girtin. Malbatên kurd cesedê kuştiyên xwe jî nedîne. Ne gorek ne hestiyekî wan li holê heye.

Ji sê hezarî zêde bûyerên ku hatine revandin, bi êşkencê hatine kuştin, piştê demekî li binê piran, li kêleka rêyan, li qûntarên çiyan, li devê geliyan cesed hatine dîtin, yanî qenebe malbat gihîştine hestî û cihê gorên wan.

Dewlet, li hember kurdê ku jê re dibêje“hemwelatiyê min”, “birayê min” çawa karibiye cînayetên ew qas giran bike? Tê zanîn ku tu bûyer nehatiye darizandin, bi hinek tekoşînan hin dozên ku hatine vekirin jî bi awakî dosye hatine bin cilkirin.

Em 9ê Mijdara 2005an bînin bîra xwe. Di wê rojê de du pêwirdarên JÎTEMê, li Şemzînanê, bombe avêtibûn Kitêbxana Ûmûdê. Bombe teqiyabû,kitêbxane şewitîbû, li wê derê gel bi dest kesên bombe avêtibûn girtin. Pêwirdarek din yê JÎTEMê ku nrdixwast tîmên taybet, wezîfedarên JÎTEMê werin girtin, girseya gel gulebaran kiribû, di vê gulebaranê de ji girseyê yekî jiyana xwe ji dest dabû.

Kesên ku hatibûn girtin qereqol wan bir û di derê paşîn re serbest berda. Bi tekoşîna kurdan bûyer çû dadgehê û kiryar hatin girtin. Serfermandarê leşkerî yê wê serdemê Orgeneral Yaşar Buyukanit ji bo kesên ku bombe avêtibûn Kitêbxana Ûmûdê, pêgirtiyên JÎTEMê ku ji aliyê gel ve hatibûn girtin tiştên wek ku “ ez wan nas dikim ew zarokên baş in divê neyên girtin” gotibû. Di wê demê de, di çapemeniyê de li ser gotina “zarokên baş” gelek şîrove hatibûn kirin.
Hat dîtin ku li hember vê bûyerê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, DYA, tu bertek nîşan nedan.Ev li ser sûc girtina geşkirina terora dewletê bû, bi hindikî ne bû sedema şermezarkirinê jî.

Wek mînak di dema ku gerîlayên kurd hêrîşê qereqolekî bikin, ji bo şermezarkirinê dewletên Ewropayî, DYA, ku bi hev re dikevin pêşbaziyê, li hember terora dewletê bêdeng dimînin, tevî ku terora dewletê li ser kar hatiye girtin jî..

Dewletên endamê Konseya Ewropayê, endamê Yekîtiya Ewropayê, DYA, li ser xwestina Tirkiyeyê, kurdan herdem bi têgîna “terorê” dinirxînin. Dema ku pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê tên rojevê, herdem pirsgirêk û pêvajoyan bi têgîna “terorê” girtina dest esas e. Ev jî, rewşeke balkêş e. Feyde di bihevregirtina dest ya pêvajo û nirxandinên ku wek fi’lî tên jiyîn de heye.

Wek mînak, em rojên Newrozê, Diyarbekirê bînin bîra xwe. Jin-mêr, zarok-marok, xort-kal bi sedhazaran mirov dicivin. Newrozê pîroz dikin: Çawa girseyeke wiha mezin wek “çalakiyek terorxwaz” dikare bê nirxandin? Çalakiyeke ku zarok, jin, kal, xort beşdar bin stranan bêjin, govend bigerînin çawa dikare di nava têgînên “terorê” de bê nirxandin?

Tevî ku di heman rojan de li bajar û navçeyên wek Wan, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Bedlîs, Çewlîk, Mûş, Qers, Agirî, Şirnax, Gewer, Nisêbîn, Qoser, Melegir, Patnos, Bazîd, koçê û Dîgorê jin-mêr, zarok, xort-kal bi dehhezaran kurd dîsa newrozê pîroz dikin. Pêvajoyeke wiha bi kelecan çawa dikare bi têgînên “terorê” bê nirxandin? Tê zanîn ku Newroza Kurdan û Nevrûza dewletê cejnên cuda cuda ne.

Dewletên Rojava, danasîna “terorê” wek Tirkiyeyê, wek daxwaza Tirkiyeyê têdigihîjin. Dewlet jî, bo ku mafên kurdan nasneke, bo ku mafê wan î ku ji kurdbûna wan tê, ji civatbûna wan, ji netewebûna wan tê nasneke, ji tekoşîna wan re bi gotina “terorê”hewl dide ku raya giştiya navnetewî li hember kurdan bi rêxistin bike. Dewlet, hukûmet, di vê mijarê de, derfetên xwe î aborî wek mînak îhaleyên mezin jî bikar tîne û dewletan dikşîne aliyê xwe, dîtinên xwe bi wan dide qebûlkirin.

Lê rastî ew e ku “teror” ne çalakiyeke ku bi girseyî têtekirin. Li jor, me mînaka bombekirina kitêbxana Ûmûdê ya li Şemzînanê dabû. Ev bi temamî çalakiyeke “terorê” ye. Ev operaasyoneke bo tirsandin tepisandin û sarkirina girseya kurdan e. “Teror” çalakiyeke ku bi du-sê kesan dikare bê kirin. Ev du-sê kesên ku bi alikarî û piştevaniya dewletê tên bi rêxistin dikarin çalakiyên mezintir pêk bînin. Herwiha JÎTEM, Tîmên Taybet, bi alîkariyek mezin î dewletê, rojek li Colemêrgê, roja din li Diyarbekirê, çend roj şûnda wek mînak li Stenbolê dikare operasyonan bike. Navê viya terora dewletê ye. Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê bi çavgirtina xwe ya ji terora dewletê re; lê ji organîzekirina xwepêşandan û pîrozkirinên girseyî î ku ji aliyê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê(PAD), PKKê ve re“terorîst” dibêjin ev têgihîştineke balkêş e.

Ev dijîtiya Rojava li hember Kurdan, alîkariya terora dewletê ji kûderê tê? Ev jî rewşeke ku divê bi diyardeyên dîrokî bête lêkolînkirin.

Cemiyeta Miletan-Netewên Yekbûyî

Em salên 1920an, serdema Cemiyeta Miletan bînin bîra xwe. Kurdistan û Kurd, di salên 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de hatiye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Rewş ew e ku Cemiyeta Miletan(Cemîyetê Eqwam) ew rêxistin bû ku piştî Şerê Cîhanî Yekem di Konferansa ku li Parisê civîyabû de biryar dabû da netewe bê şer dahatûya xwe diyar bikin û nakokiyên nav xwe çareser bikin. Serokê DYAyê Woodrow Wilson jî di prensîba 12. a “14 Prensîban” de heman rêbazî diparast. Rêveberên Yekîtiya Sovyetan jî herî pir li ser maf diyartkirina dahatûya netewan bi destê wan diaxivîn. Kurd û Kurdistan di rewşek wiha de, di rewşeke ku pêwendiyên wiha serdest bûn de hat dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Berpirsiyariya dewletên emperyal î serdemê Brîtanya Mezin û Frensayê di vê mijarê de pir mezin e.Brîtanya Mezin û Frensa, vê pêvajoyê bi hevkariya bi rêveberiyênTirk, ‘Ereb û Farsî î li Rojhilatanavîn re pêk anîn. Di vê mijarê de destûrsendina rêveberên Yekîtiya Sovyetan jî girîng bû.

Divê neyê jibîrkirin ku di wê serdemê de kurd di tekoşînê de bûn,li Başûrê Kurdîstanê Şêx Mehmûdê Brzencî bi gotina “Ez qralê Kurdîstanê me” ji bo kurd û Kurdistanê tekoşîn dikir.

Lê di vê serdemê de Kurd û Kurdistanê tu statuyek bi dest nexist. Kurdistaneke serbixwe li aliyek, damezrandina Kurdistaneke mêtingehî jî nehat heşê wan. Wek mînak manda(mêtingeh)yên Irak, Urdun, Filistîn bi Brîtanyaya Mezin ve, Sûriye, Lubnan jî bi Frensa ve hatin girêdan, lê avakirina mêtingehekî bi navê Kurdistan jî nehat heşê wan. Divê ev, di nava pêvajoyên ku piştî şerê Cîhaniyê Yekem hatin jiyîn de bê nirxandin. Ev pirsgirêkek girîng e divê bê lêkolînkirin ku çima Kurdistaneke mêtingeh jî nehat avakirin. Divê ji vî alî ve Konferansa Parisê û cemiyeta Miletan bêne lêkolînkirin.

Tevî hemî vanan, Cemiyeta Miletan aşîtiya navnetewî ya ku dihat xwestin nikaribû sazbike. Li hember derketina Şerê Cîhanî î Duyem nikaribû bibe asteng. Şerê Cîhanî î Duyem, ji yê yekem bêtir berfireh bû û bi şewat bû. Kurd di Şerê Cîhanî î Duyem de jî li ser piyan bûn. Pêvajoya Komara Kurd a Mehabadê di vê serdemê de hat jiyîn.

Di dawiya Şerê Cîhanî î Duyem de jî, dîsa pêwistiya bi rêxistinekî, ji bo sazkirin û geşedankirina aşîtiya navnetewî, ji bo çareserkirina nakokiyan bi riyên aşîtî, hate zimên. Ji bo dewletên serkeftî ev pirseke pir girîng bû. Bi vî awayî di sala 1945an de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat damezrandin.

Ev mijar pir girîng e. piştî şerê Cîhanî î Duyem, li ser rûyê dunya guherînên siyasî î pir mezin pêk hatin. Gengaz e mirov van guherînan li her derê dunyayê bibîne. Wekmînak, li Afrîkayê berî Şerê Cîhanî î Duyem bes du dewletên serbixwe hebûn. Habeşîstan û Lîberya..Îro ev hejmar gihaştiye 57an. Afrîka ji serî heta dawiyê, ji başûr ta bakur, ji rojava ta rojhilat mêtingeh bû. Afrîka, di sala 1885an de, ji aliyê dewletên emperyal û kolonyal ve bi peymanek hatibû parvekirin. Ev kolonî di dawiya salên 1950yan de gihîştin serxwebûna xwe. Di salên 1960an de hejmara mêtingehên ku gihîştin serxwebûna xwe pir zêde bû… Lê, li Kurdistanê tu tişt ne guherî. Di salên 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, statuya ku hatibû damezrandin hat domandin. Ev statuya ku diyarbû tu tişt nedabû Kurdan, kurd û Kurdistanê dabeş, parçe û parvekiribû bû. Divê lêkolîna vê polîtîkaya dij kurdan girîng be.

Netewên Yekbûyî, di 1945an de, ji bo aramiya dahatûya netewan hatiye damezrandin. Lê, mafê kurdan li berçav negirtin, bi rêbazên bingehîn î Netewên Yekbûyî re, bi giyanê Netewên Yekbûyî re li hev nake.

Netewên Yekbûyî, navê wê li ser e rêxistineke ku mafên netewan, berjewendiyên netewan biparêze. Lê herdem, mafê dewletan, berjewendiyên dewletan diparêze. Di nava Rojhilatanavîn de, Kurd û Kurdistan bê ku ji wî bê pirsîn welatê wî gelê wî hatiye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin… Netewên Yekbûyî her gav mafên, berjewendiyên dewletên ku bi hevkarî kurdan bindest kirine parast. Lê her dem mafê kurdan li ber çav negirt kurdan kir qurbana maf û berjewendiyên van dewletan.

Peymana Lozanê ya ku bi karên Rojhilatanêzîk re pêwendîdar, mijara bingehîn a pêvajoya vê peymanê Kurd û Kurdîstan bû. Lê di vê konferansa ku di derbarê kurd û kurdistanê de biryaran dida de Kurd tune bûn. Kurd bo konferansê nehatibûn vexwendin. Girîngtir jî, daxwazên kurdan nedigihîştin damezrînerên Cemiyeta Miletan paşê jî qet nedigihîşt damezrînerên Netewên Yekbûyî. Damezrînerên herdû rêxistinan jî bo ku kurdan guhdarî nekin di nava hewldanên mezin de bûn.

Cemiyeta Miletan tu demek, kurdan, daxwazên kurdan negirt ber çavan. Her dem berjewendiyên Britanyaya Mezin û Frensayê li ber çavan girt. Britanyaya Mezin, piştî Şerê Cîhanî î Duyem, mafên xwe yên li ser Kurdistanê da Irakê, Frensa mafên xwe î li ser Kurdistanê da destê koloniya xwe Sûriyeyê. Ev, wek dewrkirina mafê mîrasê ku di hiqûqa taybet de heye bû.

Konseya Ewropayê-Yekîtiya Ewropayê

Saziyên wek Konseya ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, ew sazî ne ku ji bo demokrasî kok bigre geşedan bibe hatine fikirîn û ketine jiyanê. Îro jî ewleyiya demokrasî û azadiyê ne. Lê, polîtîkayên ku li hember kurd û Kurdistanê dihatin bikaranîn ji sedî sed berevajî nirxên bingehîn yên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê bûn.

Îro nufûs(serjimêr)a kurdan ya li Rojhilatanavîn ji 40 milyonan zêdetir e. Lê, divê saziyên wek Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Netewên Yekbûyê li ser ne xwedîbûna statuyeke siyasiya piçûçik di pêwendiyên navnetewî de ji bo kurdên 40 milyonî bifikirin.

Di Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî de, dewletên xwedî nifûsên 30-40 hezarî jî hene. Di Yekîtiya Ewropayê ya 27 endamî de, dewletên ku nifûsa wan di biniya milyonekî de ne jî hene. Tevî ku ev heqîqet li holê ne, bêstatubûna 40 milyon kurdên li Rojhilatanavîn dijîn dikare bê qebûlkirin? Vêdera vekiriye ku, nayê gotin bila mafê dewletbûna vanan ji destê wan bê sendin, tenê, li ser çima ev maf ji kurdan re rewa nayê dîtin tê rawestin. Li Başûrê Kurdîstanê, Rêveberiya Herêmiya Kurdîstanê ku piştî 2003yan avabûye mijareke cuda ye. Divê cuda bête nirxandin.

Di Yekîtiya Ewropayê ya xwedî 27 endamî de, bes, sifûsa Almanya, Frensa, Brîtanya, Îtalya û Îspanyayê ji nifûsa kurdên ku li Rojhilatanavîn dijîn zêdetir e. Nifûsa 21 dewletên din î endamê YEyê ji nifûsa kurdên li Rojhilatanavîn pir pir kêmtir e.

Meziniya hin welatên wan dewletên ku li jorê behsa wan hate kirin jî bi qasî bajerokekî Kurdîstanê jî tune ye.

Ji derveyê vana tev, tê dîtin ku piraniya van dewletan bê tu bedelek dayînê gihîştine statuya dewletê. Kurd û Kurdîstanê jî di tekoşîna xwe ya azadiyê ku 200 sal e didome de bi milyonan mirovên xwe wenda kirine.Hêna, nexwedîbûna statiuyek cidî ku ji aliyê civata navnetewî ve hatibe qebûlkirin û nirxandina tekoşîna wan a hebûn û azadiyê wek “terorê” rewşeke balkêş e.

Îro li dunyayê 208 dewlet hene. Ji vanan 192 jê endamê Netewên Yekbûyî ne jî. Nifûsa piraniya vanan nagihîje milyonekî. Bi dehan dewletên wiha endamên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê,Konferansa Îslamê, Yekîtiya Afrîkayê ne. Divê rewşa kurdan a dabeşkirî, parçekirî û parvekirî mayîn, tevî nifûsa xwe ya mezin bêstatu mayîn ji nêz ve Netewên Yekbûyî biramîne.

Dahatûya Kurdan

Li Rojhilatanavîn her kes çekdar e. Kurdên ku dijminên wan pir in, bêtir pêdiviya wan bi çekan heye. Di rewşa ku Tirkiye, Erebên Siûdî û Qatar, bi lez û gelek çekan didin muxalefeta Sûriyeyê, didin Artêşa Hur a Sûriyeyê de, ji Kurdan re, ji PKKê re, gotina “çekên xwe deynin” çewt e. Divê xwedî bûna Kurdan a maf û daxwazên wan girîng be. Ya rast ev e.

Helbet divê kurd Kurdistana serbixwe biparêzin. Lê îro bi kêmanî be jî divê federasyonê biparêzin. Divê hêzên gerîla jî wek hêza zabita, polîs û ewlekarî ya federasyonê bên ramîn.

Deynê Rojava ji kurdan re pir e

Dr. ‘Eli Şerî’etî, (1933-1977), di pirtûka xwe ya bi navê Medeniyet û Modernizm, (çapa 4. Weşanên Bîrê, Stenbol 1985) de, li ser rola penaberiya di nava parzemînan de, rola hereketên nifûsê di pêkhatina medeniyetê de radiweste. Dibêje ku medeniyeta Yunanê, bi çûna kurdan ji bakurê Mezopotamyayê bi bal Yunanistanê destpê kiriye. (r.57, r.63). Pêvajoyên ku Ksenefon bi “Bi Dehhezaran çûn û hatina Mezopotamyayê (B.Z. 400)”, “Sefera Mezopotamyayê ya Îskrnder(B.Z. 333-323)” binav dike, ew pêvajo ne ku divê bêne nirxandin.

Dîroknasê Yunan Plutarch (46-120) dibêje ku li Romayê, rastir li Îtalyayê, Spartakusê ku li hember koletiyê bi awakî hêzdar tevî bi dehhezaran koleyan bi qasî du salan (BZ. 73-71)tekoşîn daye, mîrzadekî MED e. (x)

(x) Nivîskarên wek Kamuran Melekendi û Aso Zagrosi, di nivîsên xwe î ku di www.newroz.comê de nivîsandine de behsa berhemeke dîroknasê Yunanî Plutarchî (P.Z. 46-120) dikin. Aso Zagrosî, di nivîsa xwe ya bi navê”Li Ser Gera Romayê û Med bûna Spartakusî”(2)de(newroz.com 22 Nîsan 2011) van dîtinên xwe tîne zimên. Hasan Yıldırım, di nivîsa xwe ya ku di heman malperî de hatiye weşandin de, bi referanskirina Kamuran Melekendî heman ramanan pêşkêş dike.(21 Hezîran 2006)

Li gor nivîskaran Plutarch, di berhema xwe ya bi navê “Jiyanên Hevrast” de, Med bûna Spartakusî(B.Z. 109-71)dinivîse. Lê, di wergerên Îngilîzî, Almanî, Frensizî yên ku ji berhema Plutarchî ya Yunaniya kevn hatine wergerandin de bo Spartakus,bi nivîsandina“momadek ku ji Trakyayê hatiye”, “ji barbarên Trakyayê”, “ji nîmûdeyan hatî” Medbûna, Kurdbûna Spartakusî veşartine. Ev bûyereke ku divê li ser çima tehrîfat di wergeran de pêk tên bi baldarî bê rawestin. Divê ev bibe şopeke girîng di rexnekirina Akademiya Rojava de. Li gor nivîskaran Plutarchî, di berhema xwe de behsa pêwendiyên Keya Kardoxî û Keyên Romayî dike. Crassusê ku tevgera Spartakusî têk dibe, di şerekî li Bakurê Kurdistanê, ku bi Partan re tê kirin de, hatiye kuştin jî dibêje.

Plutarch, di Jiyanên Hevrast de, di beşa ku jiyana Lucullusî digre dest de, behsa Kurdan, Kurdistan û Spartakusî dike.(Hakîmoglu Suleyman Ozcan, Dîroka Kurdan, ‘Eşîret û Raperînên wan, Mijdar 2011, r. 58-59) Werger ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin, [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.