بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bang Jı Raya Giştire! / QOMÎTA DİJÎ PEYMANA LOZANÊ

BANG JI RAYA GİŞTÎ RE!

Nêzik bunîya “24 a Tîrmehe ke nu de, em wek gel hêj jî encamên pir giran dijîn û pir bedêlan dane dîyare hêj jî em dê bidin. “Peymana Lozan ya parvekirina Emperyalîst” me bîrve nekirîye û em dê bîrve nekin.

Tu jî bîrve neke!..

Pêymana Lozanê, peymana dabeş kirin û parve kirina Kurdistanêye, herweha avakirina dewletên dagirkeran qu welatê me dagir û tevlîkirinê ye, peymana kebul kirin û pecirandina sînorên sîyasî û danasîna navneteweyî ye. Bi qurtî “Taya dardakirinê” qu di hustîya gel û netewa me bi xwe ye.

Peymana Lozanê; Piroje ya Emperyalîzmê qu di rojhilata navîn de avakirina dewletên hevkar û dagirkeran ya sunî ye.

Rojhilata navîn de, ji bo Kemalîstan, Baasîyan û rejîma Mollan 24 ê Tîrmeh ya 1923 peymana Lozanê wek fermana “seneda tapo” ya dagirkirdinê ye , “talan” kirina xêr û berên welatê me ye, em vê peymanê kebul jî nakin, nas jî nakin.

Welatên metîngeh li hêleke, netewên qu bi hevre dijîn an jî mintikayên piçuk ên muxtarî bun dewletên serbixwe, “biryarkeran” bêyî me, ser navê me “konfederalîzma ekolojîk” , “konfederalîzma demokratîk” qu çîye kes nizane, beramberê tu statuyê nabe, an jî “netewa demokratîk” , “muxtarîya demokratîk” wek boyax kirina sîstem û statukove, xebata nûjen kirina peymana Lozanê dike.

88 sale qu netewa Kurd dijî “Lozana yekem” berxwedide, bêguman bi boyaxkirin û sepandina “Lozana duyem” re jî emê dij derkevin û qebul nekin.
Çawa qu me Lozana yekem qebul ne kiriye, Lozana duyem jî em dê qebul û nas nekin .

Tu jî qebul neke!..

Peymana Lozanê parvekirina Emperyalîst qu “seneda tapo” ya welatême û wek tayê dardakirinê qu di hustîyê netewa mede ye, ji bo qêrîn û red kirina vê peymanê..

Wek netewan qu xwedî mafên xwe dinyayêde dijîn û bikar tînin, em jî bi daxwaza mafê çarenusîya xwe biqêrîn.

Tarîxa qu fermana me hatîye îmzabuye, 24 Tîrmeh 2011 Roja şemî seet: 13:00 ê de, cîhê îmze ber Kesra UŞÎ emdê bicivin.

Tu jî beşdar be!..

Em hêz û dengê xwe bînin ba hev û xurttir biqêrin.. PEYMANA LOZANÊ RE NA!..

QOMÎTA DİJÎ PEYMANA LOZANÊ

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.