بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ala kesk, sorûzer, Nura Xweda li Ser

hezaran sal virda,
him pêça
him baket
car bu tewn, car bu şar,
car bu bewrer car bu qolan,
car bu xalîçe car bu cacim
sumêr û subar,
xaldî û xwerî
med û hetît
êşiqê wê bun
dema tarî cirîya
pêşta hat
keti Kurdistan
bi tîrêjên xwe
em xemilandin
bu alek kesk, sorûzer
Nura Xweda xwe da ser
rabin, şabin
bigirin û
hildin jor

zer roje
sor eşqe
kesk zindîbun, spî pakbune
him serê xetê him binê xetê
him erdê him ezmanan
tîrêjên Nurê
bi ala kesk sorûzer
gihiştine destên we
zu bigirin û
hilden jor

kela Ahmede û
bircên wê
sed salan virda hevîya wêne
Şexê Şexan Saîdê mezin,
serdarê bê tirs Xalid Begê Cibrî
bînin bîra xwe û
ala kesk sorûzer
nura Xweda li ser
hilden jor

hildin jor ezîzan
gotara serdarê Komara me bînin bîra xwe û
hildin jor
çi gotu bu Pêşava:
tu îro li vir sibe seranserî Kurdistan bakevî
ew kat naha hatîyê
werin Mehabadê
wê paşila xwe derxînin û
bê tirs hildin jor

qîzika Kirmanc
veyvika Dersimî
ra urze
seweta xatirê Bavê Merdan
Pîrê Pîran
Seyîd Rizoyê nemir
weku dismala
veyvê to bije
ala kesk surûzer
nura Heq li ser
berzke

xalet, metê, pilkî min
metirs du gavan pêşta were
ew al weku şara serê te
dîyarîya bav û kal
rumeta koma meye
bê tirs bigre destê xwe û
hilde jor

xalo tu çi li wê bêdeng sekînî,
ma wexta rawestaneyê
ka were lay me
qîret ke
ala kesk, sorûzer
nura Xweda li ser
bigire destên xwe û
merxwesî
hilde jor.

xwerzî, brazî,
kurmam, kurmet,
pisxaltî, jinbra
ka hun jî werin
ew govend govenda hezar salane,
ala kesk, sorûzer,
nura Xweda li ser
bigirin destên xwe û bi hevra
veşînin
baxînin
rakin û
hildin jor

domanên şîrîn
mindalên hêja
zarokên çavhedar
roj roja weyê,
cejn cejna we
ewe mizgîna hezar salî gîhişt destên we
ala kesk, sorûzer,
nurek Xweda ya weku we li ser
bigirin destên xwe û
hildin jor

omeda Mihammed Mistefa,
ya Îsa û ya Musa
ji Pîxamberê Nurê virda
bu berçema Xwedanas,
Xêrxwez û Merdanan,
ma hun çi sekinîne
ala kesk, sor û zer
Nura Xweda
hezaran sal virda li ser
bigirin detên xwe
yêkbin
bona aşitî,
bratî û serfirazîyê
hildin jor

Necoyê mezin,
Xeyrî û Ferhad,
Şêr û Pilingên Kurdistan soz dan û gotin
Em ji nava we bin,
Alîşêr û Ferît bi dengê tembura xwe
ezmanan kwin bikin,
deng û qîrîna wan weku mizgîn bigehîje komên serê sterkan
ala kesk surûzer
nura Xweda li ser
hildin jor

Husenê Mezgirtî
Buka Kurdistan Necla
li gel Kulîlka Newrozê Husenê Şen
sergovendîne
Mamê Rîşa û Fuat Sultanî
slav rekirinê
serê govendê bernedin
bla erd û ezman bin lingên weda bilerze
dinya bizene hun kîne û çine
bi eşqa xwe,
evîna xwe,
bi dengê xwe yî xweş bistirên,
ala kesk û sorûzer
Nura Xweda li ser
bigirin destên xwe û
hildin jor.

Qîzîka Laçîni
Kwirikê Gencê
ka li wê çavan xwe meqirpîkînin
meşa Barzanîyê nemir
bînin bîra xwe,
ma Agrîyê hindik baketîbu
Îhsanê bejn tenik
serdarê serdaran
hevîya we ye
werin vî alî
ala kesk, sorûzer
Nura Xweda li ser
bigirin destên xwe û
hildin jor

hildin jor
heta Kurdistan Serbixwe,Azad û Yêk be

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.