بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

2. Kongreya Koçberiyê ya Kurdî li Berlînê - Nasnekirina nasnameya kurdî pirsgirêkek mezin e

Berlîn (Rûdaw) - Biserperiştiya NAVENDê (Navend ji bo Lêkolînên Kurdî li Bonnê), roja 21ê Îlonê 2011, 2. kongreya migrasyonê ya kurdî li bajarê Berlînê li dar ket.
Derdorê 100 pispor, siyasetvan, rojnamevan û mêvan di kongreya yek rojî de amade bûn. Di bin navê “Întegrasyon bi rêya Qebûlkirin û Tevlîkirinê“ de, meseleya întegrayonê û pirsgirêkên Kurdên Almanyayê hatin nîqaşkirin û çendîn semîner hatin dayîn. Di kongreyê de Serokê Daîreya Koçberî û Penaberan a Almanya (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge) Dr. Manfred Schmidt jî amade bû, herwiha Wezîra Dewletê ji bo Koçberî û Penaberan, Prof. Dr. Maria Böhmer jî piştgiriya kongreyê dikir. Encamek kongreyê ew bû ku nasnekirina Kurdan ji aliyê Hikûmeta Almanyayê weke gelekî serbixwe pirsgirêkek mezin e û dibe sedema gelek pirsgirêkên di nav Kurdên Almanyayê de. Prof. Dr. Ursula Boos-Nünnig jî bal kişand ser nebûna lêkolînên zanistî derbarê Kurdan de û pêwîstiya bi lêkolînên zanistî derbarê Kurdan de anî ziman, bi taybetî di warê
pedagojîk de û li ser ciwan û zarokên Kurdan de.
Li gor beşdarvanek din ya kongreyê Dr. Daniel Müller jî, wêneyekî neyênî yê Kurdan di medya almanî de serdest e. Doktorantê zanîngeha Siegenê Mustafa Doymuş jî teza Dr. Müller piştrast kir û anî ziman ku Kurd di medya û zanistê de ji miletên Ereb, Tirk û Fars nayên cudakirin û li gor welatên ku ji wan tên, li ser gelê wî welatî tên hesibandin û ev jî pirsgirêkan bi xwe re tînê, bo mînak di lêkolînên zanistî de ku li ser bingehên şaş tên amade kirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.