بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Bîşar Norşîn on 22 January 2015

Dagirkerên Tirk bi daf û torên nû tên ser gelê me, pewîste em pilanên wan serîda bizanin û wan deşîfre bikin. Li Kurdistan pêrê komprador yê şerîatê û yê faşîzmê nava Kurdan da weku meşeyekê têtin karanîn. Wan pêy komkujîya Parîsê li dijî redeksîyona Charlie Hebdo li Betlîsê bajarê Tatvanê li ser panoya Şaraederîya Tatvanê pişgirîya kuştdarên Rojnemavan û Hunermendên Firansî kirin, Braderên Kuaşî weku mêrxas dan dîyarkirin. Bi van gotinan: “Silav ji braderên Kuaşî yên ku Resulê Xwuda ji xwera Pêşvigar dîtinê. Xwuda pêrgînîya şahdeta wan bike.Dema hun lê didin demokrasîyê, dema em tola xwe digrin terorîzme.” sempatîya xwe bi wan ra anîn serê zman. Naha jî li bajarê Bîngol û Ahmedê du tene xwepêşandan rêxistin, dengbilind bi duruşmeyên faşîzan sempatî û pişgirîya xwe bi komkijîya Parîsê va carek din anîn serê zman. MÎT a Tirkîya bi pîlên xwe yên Kurdistan ew du xwepêşandan rêxist, xwest ku; bi van xwepêşandanan gelê Kurd bike binê tohmetik mezin. Hinek Kurdên oldar daxawa carek din dagirkerên Tirk ra bun alif û di van xwepêşandananda amade bun.

Dagirkerên Tirk bi beramberîya şerê Kobanêra li bajarên Kurdistana Bakur 6-8 Cotmeh 2014, şerêkî qîrêj darxistin, di vî şerîda 40 zedetirîn mîrov hatin kuştin (Daxawa ew jimar dur ra derket 50), şer wusa hate rexistin ku çawa pêşkevtîxwezên Kurd, mîroven older yên kewneperest ku; pişgirîya DAÎŞ ê û Dewleta Tirk dikin bikujin. Gel van kuştinan dukkan hatin tar û mar kirin, gelê Kurd zerarik mezin dît. Yên dihatin kuştin Kurd bun, dukanên ku dihatin şelandin û tarûmarkirin dukanên Kurdan bun, erdnîgarîya Kurdistan dihat jarîkirin, nava Koma Kurdan da tovên dijminatîyê dihatin ajotin. MÎT a Tirkîya ew hemu çalekîyên xwe bi navê Kurdan rêxist, “Kurdên peşkevtîxwez, Kurdên kewneperest dikuştin, anji Kurdên bi xwedî ol û bawerî, Kurdên `bê Xwuda’ dikuştin!” Ew lîhistik naha bajarê Cîzrê berdewame, li vir dagirker dixwezin agirekî mezin berdin koma Kurdan, MÎT a Tirkîya li Cîzre bi hostatî nakagokî û pozberîyan tizdike, yêk jî olparastên Kurd, yêk ji qaşografî bi azadîxwezên Kurd dikuje. Berku Kurd bi hevkevin û hevûdu bikujin. Ew pîlên qîrêj yên nava Kurdan ku, bi navê “azadixwez û olparazîyê” dimeşin; peyayên dagirkerên Tirkin. Dagirker dixwezin Kurdan bi her aliva bi xwera girê bidin û wan berlepî bikin. Dixwezin Kurd nuva hevcetîya dadigeh, polîs û leşkerên wan bidozin û bona heqgeranê serî li wan din. Alîyê din va; bi şerekî navxoyî, dixwezin Kurd berê xwe bidin koçberî û çîya, ango ew şaristanîyê durbikevin û axa Kurdistan bost û bost, nuva bê Kurd bikeve destên wan. Pilanên ku wan li Şingalê û Kobanê bi alîkarîya DAÎŞ ê rêxistin bi şiklekî din dixwezin naha Cîzrê rêvabibin.

Gor planên Komara Tirk, pewîst bu DAÎŞ ê, di demk kwirt da, Efrînê, Kobanê, Cîzra Binê Xetê û Şingalê kontrol bigirta destên xwe û berê xwe bida Hewler û Silemanîyê. Wan dixwest Hukumata Herema Kurdistanê û Gelê Kurd yê vê navçeyê bi qulmên DAÎŞ ê binalê û bê xwe bavêje bextê Komara Tirk, ber ku ew carek din, tu cara dewletbunê negirin serê zmanê xwe. Wan xwest ku;ji 1992 virda Kurdan çi avakirîyê carek din bête ruxandin.

Berkû li Başurî Kurdistan serbixweyetî dihat serê zman, berku kata yekitîya Başûr û Rojava Kurdistan xwe dida dîyarkirin, ew bi du pilanan rêketin, pilana yêkhem; dîrek li hemberî Kurdistan derxistina DAÎŞ ê bu, pilana duem; dîrek di nava Kurdanda hate karanîn, ew avakirina “Kantonan” bu. Çanî medya Tirkan di sala 1988 bi hatina Kurdên Başur ra nedigot hatina Kurdan, digot: “Gelê Pêşmergê ji ber zilma Saddam revîye û hatîyee Tirkîyayê”. Wan bi vî şiklî li ser gilovera me Gelekî nû dozitîbun; “Gelê Pêşmerge”.

Dema Kurdan li Efrîn, Kobanê û Cîzra Binê Xetê destpêkî berxwedanê dikirin, wan behsa “Rojava” dikirin, çan “Rojava” li ser gilovera welatekî nu be. Ma kesekî nedipirsîya û nedigot; va “Rrojava” ku dere? Rojava,Rojava kîjan welatîyê?!

Bala we dikşînim “Şorişa Rojava”! Bila ew berxwedane bi navê Kurd û Kurdistan nehatina nasîn, bila çi navî dihat nasîn, bila batana nasîn! Perê komprador yê faşîst, bi alîkiva bi tekoşîna Jınxwes û Merxawesên Kurd yên Binê Xetê hêzdibu, alîyê din va, wan bi hostatî nedihişt ku; gelê Kurdistana Rojava û Başur her alîva nezîkîhevbibin û bihevrabiqelibin. Wan nedihişt ku Ala Kurdistan, li Rojava Kurdistan jî bi azad bakeve. Li hemberî Ala Netewî ya Kurdan (Ku; yekhemcar ew al alîyê Xoybun ê va hatibu karanîn) wan alek din derdixistin holê û wan ew al bi zorê didan destên Kurdan û bi vî avayî wan nedixwest ku; netewa Kud bibe yêk û pey yêk armancê biçe.

Bi serkevtina DAÎŞ ê, dagirkerên Tirk dixwestin ku Kurdên Rojava û Başurî Kurdistan şikestik mezin bixwin, balam kirasê ku wan Kurdan ra durî bu, ji Kurdan ra nebu, Kurdan ew kiras dirandin û avitin. Li vir ne bivîla Kurdan, bivîla dagirkerên Tirk û hempayên wan şikî, bîvilan wan bi erdê va çu..... Canik û Camêrên Kurd bun sîmbola mîrovetîyê, carek din gelên cîhanê dîtun kû; Kurd kînê û ew çi dixwezin?

Dagirkerên Tirk bi kirinên DAÎŞ ê serneketin, tenê wan nava Koma Kurdan da çend birîn vekirin, xwîna Koma Kurdan dan filitandin, naha ew pilanek din pêşva tên: ew dixwezin bi destên kompradorên faşîst yên Kurd li Şingalê gengaşîyekê peydabikin, şerê Gerîlayên Kurd û Pêşmergan derxinin, Kurdan bi hevra bidin şerkirin û dura jî li ser laşê wan bireqisin. Ji ber vê ew nahava piropaganda avakirina “Kantona Şingalê” dikin. Qaşografî wan çend rojan berîpêş cîvîna yêkhem ya sazkirina “Kantona Şingalê” rêvabirin.

Partîyên Başurî Kurdistan û Hukumeta Herema Kurdistan ê, dijî vê civînê nerînê xwe bi tundî anîn serê zman. Daxawa li vir wan alîkiva pençira dîtina xwe piçuk kirin û xwe dan fetisandin, bun pararêzkarê Desturnama Dewleta Iraq ê û Zagonên Iraq ê. Alîyê din va, wan carek din bîrkir ku; perê sîyasî yê kompradorên faşîstên Kurd ne tenê Başurî Kurdistan, li seranserî Kurdistan beleya serê gelê Kurd e. Li ser vê bingehyê nakogokî çine:

1-DAÎŞ bi alîyê Komara Tirk va hate mezinkirin, alîkarî û lojîstîka herî mezin Komara Tirk da wan, ji seranserî dinyayê hemû serserî û supintîyên “Îslamê” li ser Tirkîyê va, bi alîkarîya Komara Tirkîya yê derbazî Surîyê û Iraq ê bun. Di vê cîhetêda gelek dokument derketine hole. Dema hinek sîyasetmedarên Kurd yên Kurdistana Başur dibêjin “Ez bawer nakim ku; Komara Tirkîya alîkarîya DAÎŞ bike!”, mîrov disekine û ji xwe dipirse ew gotin tên çi maneyê? Birmekin gotinek kewnar heye, tête gotin ku; “Li ber rasteyetîyê dest û peyên Xwuda jî têtin girêdan.”

2-Bi li ser dîmenherikanên Televîzyonên Kurdên Rojava, her roj tête gotin û piropaganda kirin ku; Komra Tirk alîkarîya DAÎŞ ê dike, pêxasên “Îslamê” ji seranserî cîhanê li ser Tirkîya yê va derbazî Surîyê û Iraq ê dibin. Wan bi xwe gelek film dokument bi reya gelampêrîra parva kirin. Ruyê DAÎŞ ê û Komara Tirk paskirin, perdeya ber ruyên wan cirandin û ew dan nasandin. Dema di rasteyetîyê da ji wusaye; mîrov dikarê li ser heqîyê ji wan bibirse û bersivekê ji wan bixwaze, ew mirovê ku; hun weku “serok” pey diçin bona çi û bi navê kê ji dagirkerên Tirk ra her roj danustandinan çêdike û raya xwe bi Ala Tirkîyê ra, sînorên dewleta wan ra, desturname û parlementoya wan ra tînê serê zman. Ma va çi reweşe? Biryara xwe bidin, Komara Tirk ji wera doste an dijmin?!

Tu heqe kesekî tune ku; gelê Kurd bi vî şiklî manupule bike, diwarojda pesîra we bigirin û ji we bipirsin, we bona çi we em xapandin?

3-Eyalet,Kontan, Cîhên Otonom seranserî dinyayê xwedî dîrokekê ne, ji Yekitîya Sovyeta kewnd bigirin, heta Komara Fedaral ya Elmanya, heta Yektîya Ewropa, ji Kantonên Îsvîçrê bigirin heta Yekitîya Dewletên Emrîka; ma qe tu cîhekî dinyayê bê welatekî azad ew Kanton, Cîhyên Otonom an jî yekitîya hinek dewleten federal , jîyane? Bê Azadbun, Yêkitî û Serbixweyetîya Kurdistan, Kanton di vê katê da çawa bijin??! Hun qeletyên (mexsereyên) xwe ji gelê Kurd ra dikin, an ji Gelê Kurd dixwezin hinekanra bikin alif!

4-Îro de facto dewleta Surîyê û Iraqê nemane. Peymana ku 16 Gulan 1916 Mark Sykes bi navê Îngilîzîstanê û Françoîs Georges Picot bi navê Fransayê amadekiribun û bona parvakirina Rojhilata Navarast dabun îmzakirin, îro hatîyê cirandin. Îro paraztina sînorên van dewletan bona me exmaxîyek mezine, li Rojhilata navarest bi tunebuna van sînoran pewîste gelê Kurd ji hemuyan zêdetirîn şahbibe. Yen ku derheqa azadîya gelê Kurd da diaxifin û van sînorana diparêzin, bi zanîn an jî bê zanîn di nava paradoksek mezin da pejikan davêjin!

5-Li Kudistana Başur li pey 23 sala hina li ser Yekitîya Hezên Pêşmergeyan mineqaşekirin tohmetik mezine, tu berjewendîyek gelê Kurd nav da nîne. Bê guman; eger hînek hîna li ber Yekitîya Hezên Pêşmergeyan astengan derdixîn û naxwazin temamîya Hezên Peşmergeyan bikeva bin kontrola Wezerata Hukumeta Herema Kurdistanê, ew li ser rêyek ne rastin û berjewendîyên Gelê Kurd naparêzin. Îro bona paraztina Kurdistan xwîna Pêşmerge dirije, ew bona welatekî azad û serfiraz cangorî dibin, ne bona “Welatê Gendalîyê”, ne bona berjewendîyên partîyên sîyasî û hinek kesayetên serdest. Ji ber vê neyêk kirina Hezên Pêşmergeyan bona Hukumata Herema Kurdistanê û Partîyên Sîyasî yên Kurdistana Başur nakogîyek mezine. Li vir bi yêk kirina Hezên Pêşmergeyan berê Koma Kurdan bi bihiştêva tête dayîn, bi neyêk kirina Hezên Pêşmergeyan berê Koma Kurdan bi dojê ve tête dayin.

6-Têmamîya dagirkerên Kurdistan, naxwezin Kurd xwedî heq bin, ji ber vê, ew her alî va bi daf û torên xwe yê nu, di ser meda tên.

Dijî wan min jî dibêjim mebin alif, bê tirs û bê dest lerzan serbixweyetî!

Bîşar Norşîn

18.01.2015

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.