بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by rd on 15 March 2012

Ez dixazim bi gotara Nureddin Yekta 24. slavegera komkujiya helepce bînim bîranîn:

Komkujiya Helebçê şermezar dikim!

Em îro gihîştin salvegera komkujiya bajarê Helebçê ku wek rûpelek reş, bûyerek bextireş di dîroka Gelê Kurd de cihê xwe girtiye. Seddamê xwînmij, qatilê mirovatiyê di 16/18.03.1988’an de, bi çek û sîlehên kîmyavî ku ji dostê xwe yê wê demê Emerîka û ji alîkarên xwe yên Ewropa kirîbû, komkujiyek liser Gelê me pêkanî. Di encama qetlîamê de 5000 (pênc hezar) kurd ku pirraya wan ji jin û zarokan pêkdihat, hatin kuştin û derdorê 6000 hezar kurd jî seqet man. Jiber vê komkujiya ne mirovane û zilma Seddam, bised hezaran Kurd terka warên xwe kirin, biserê rêya ketin, berê xwe dan Tirkiyê û Îranê. Bi hezaran Kurd di vê rê de, jiber nexweşî û bêçaretiyê jiyana xwe jidest dan!

Pirr mixabin ku alema mirovatiyê, yanî hemî cîhan, Ewropa, Asya, Afrîka, Emerîka û hemî dewletên nexwe îslamî sirf temaşe kirin, bêdeng man, mirovatiya xwe jibîr kirin! Gelê kurd liser erdê xwe jî, di statûya penaberan (multeciyan)de nahat qebûl kirin! Di Kurdistan’a Tirkiyê û ya Îranê de, di kampên dor têlkirî wek zîndanên nîvvekirî hatin civandin. Birçî man, tî man, bê îlac, bê derman man!

Ev bûyera, mirov dikarê bêje bûyera qirkirina Gelê Kurd bû ji hêla sîstema barbar, faşîst, nijadperest ya Seddam ve. Armanc; tunekirina milletê me bû, ku va pênc hezar sal e, liser vî erdî dijî. Dema ev bûyer qewimî, Emerîka, Ewropa û hemî dewletên nexwe îslamiyên kodik, (qudix) bêdeng man. Hinek ji sazî û rêxistinên nexwe mislimanan jiber vê bûyerê Seddam pîroz kirin, wek el-fetha Yaser Arafat! Hinek ji dewletên rojava tew înkara bikaranîna çekên kîmyaviyên ku li Helepçê hatibûn bikar anîn dikirin. Wê çawa qebûl bikirina an ê’tiraf bikirina? Lewra evan çek û sîlehan, wan dabû Seddam! Seddam jî çekên xwe liser Kurda diceribandin! Kurd bitenê bûn, Kurd bêkes bûn, dewleta Kurda tunebû, perên Kurda tunebû ku di şûna Seddam û hevalbên wî de, ji wan çek û sîlehan bistînin! Xwedî derketina li Gelê Kurd, xisar dida berjewendiyên wan yên maddî!

Çi qiymetek hebû bo wan ku Kurd têne kuştin! Lewra emperyalîst û dîktatorên cîhanê û hevalbendên xwe, yek armancek wan heye: “Dom kirina polîtika xwe ya mêtinkar, xwirt kirina ekonomiya xwe, ekonomiya cîhanê û dewletên din bikin bin bandora xwe.” Evan dewletana vî dixwestin û dixwazin. Boy vê ye ku, li cîhanê komkujî çêdibin an hinek bûyerên din diqewimin ji wan re ewqas ferq nake, bes bila berjewendiyên wan xisarê nebîne!… Bi vê minasebetê jî komkujiya Kurdan ji wan re bifêde bû, lewra wê dî şûna çekên ku Seddam liser Kurda bikar anîbû, wê hinekên din bifrotina wî, ji wan re derîyê bazarê vedibû!.. Çi ecêb e ku, du sal şûnve eyni ew Seddamê qatil îja jî çû Quweyt işxal kir. Lê vê carê ji berjewendiyên mêtinkaran re çewt hat. Hêla wan ya mirovî di cî de werimî, rabûn ser xwe, gotin; “waaa! Dibe gelo? Qey mirovatî ji cîhanê rabûye? Dibe ku dewletek bikeve sînorê dewletek din.!”

Çûn Seddam ji Quweytê derxistin. Di halê ku bi qasî ji hezarî yeka komkujiya Kurdan kes jî ji Quweytê nahatibû kuştin! Helbet nedihat omid kirin ku bi qasi li Quweytê xwedî derketin, ewqas jî li Kurda xwedî derketina. Lewra ew bûn ku wan Kurdistanê parçe kirin, ekonomiya me, kultura me, mafên civakî hemî talan kirin, bi cîranên me yên tirk, ereb û farisan re rûniştin û axa me lihev parve kirin! Dibe wan vê jibîr jî kiribin, lê Gelê Kurd dagirkerên xwe û hevalbendên wan, alîkarên wan, kesên tiliya wan di kuştin û talankirina kurdan de heye, tu demî jibîr nake!Gelê Kurd bi komkujî û qetlîama naqede, ji cîhanê li ser axa xwe tune nabe! Vêya êdî hemî cîhanê, dagirkerên Kurdistanê û qatilên wek Seddam baş fêm kirine. Va çend qirn e ku bitev dostên xwe yên emperyalîst vê ceribandin. Êdî li hember serhildanên Kurda neçar mane ku bûyerên wiha ne mirovane bikar tînin û bi awakî pirr wehşî û barbar diser Gelê me de tên!..
Ta emperyalîst li cîhanê bijîn, wê kes an milletên bindest û mezlûm jî hebin. Helebçe di dîroka komkujiya cîhanê de, ne herêma yekemin e û ne jî ya dawîyê ye! Helbet ta qatil û zalim hebîn wê qetlîam jî çêbin, lewra va rengê mirovatiya emperyalîst û hevalbendên wan e! Lê gerek ev jî neyê jibîr kirin ku “Gelek herêmên hatine komkujî kirin îro gihîştine azadiya xwe û di şûna bomban de ew herêmana bi gulên sor xemilîne.” Helebçe jî yek ji wan herêma ye. “18 sal berê dixwestin Helepçê ji ernigariya cihanê rakin lê îro Ala Rengîn li ser axê bilind e û liba dikeve.” Em hêvîdar in ku herkesek ji vê dersekê bigre. Dibe ku Gelê Kurd hatibe kuştin û hatibe pelçiqandin lê Kurd tu demî nabe esîrê kesî û koletiyê ji qebûl nekiriye û nake!… Bi vê minasebetê em salvegera komkujiya Helebçê, di şexsê Seddam û hevalên wî de, li hemî sax û miriyên dagirker û qatilan şermezar dikin. Komkujiya wan tu fêda neda wan, Gelê me liser piya ye, wê rojekê liser erdê xwe yê dagerkerî di bê şibhe wê bighîje azadiya xwe! Gelê me vê baweriya xwe tu wext wenda nekiriye û wenda nake!.
http://www.mnyekta.com/
M.Nureddin

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.