بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Şivan Perwer: Ez ne nexweş, wek pola me

Şivan Perwer xeberên rojnameya Akşamê ên ku goya ew ji dilê xwe nexweş e û hatiye rakirin nexweşxanê derew derxist. Şivan bi daxwiyaniyeka ragihandinê diyar kir ku ew li ser siheta xwe ye û karê xwe yê derxistina albumeka nuh berdewam dike. Daxwiyaniya Şivan Perwer wiha ye:

Ji hezkirî û xelkê me yê hêja û bi rumet re!

Çend agahiyên nerast û tevlihev di derheqê min de li van şapatên dawiyê, di medya de derhatine. Bi vî awayî ragihandinên di rojnamên Tirkî li ser nexwesiya dilê min ne rastin.

Dilê min xurt û bi hêz e. Tendurustiya min gellek baş e. Ez piştî demek direj albûmek bi rêk û pêk amade dikim. Ji bo albûma nû vê gavê li studiyoya xwe dixebitim da ku ta dawiya salê tevabikim. Bila dilê we rehet be. Guh nedin derewan û Eyub Bischoff jî bi tenê hevalek e, ne menejerê min e.

Ji bilî vê yekê, nuçeya li ser min ji bo lîstika di fîlmekî sînemayê de ku berî demekê derketibû jî ne rast e û bê haya min navê min hatiye bikaranîn.

Bi hêviya pêşerojêka ronak û xweş cejna Qurbanê ji hezkirî, gelê me û civata Îslamê re pîroz dikim. Hêvî dikim ev cejn bibe firsenda aştî û aramiyê.

Rêz û Aşitî

Şivan Perwer
Bonn, 05.11.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.