بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rojên Ziman û Wêjeya Kurdî - Di sedsala 21'ê de Ziman û Wêjeya Kurdî

Her ziman bi xwe ji dîroka milletan cuda tev bigerre jî bi kesên ku bi wî zimanî dipeyivin ve dijî. Zimanê kurdî, îroj zimanekî weha ye ku li gellek welatên ji hevdu gellekî cuda tê axavtin û pêşketin û bikaranîna wî jî li gora wan welatan diguhere. Ev guherîn û cudahîyên ku di navbera beş an jî welatên ku kurdî lê zimanekî zindî ye de tên dîtin, bêguman ji ber gellek sedeman peyda dibin ku rewşa wan welatan ya siyasî û civakî di nava van sedeman de ya herî giring e.

 

Bivê nevê, li her warê ku lê tê axavtin, zimanê kurdî ji xwe re dîrokeke taybetî ava kiriye û zarava û devok bi awayekî gellekî zelal jîndar in ku ev rewş ji bo lêkolînerên zimannasî û wêjeyê warekî gellekî dewlemend dide peydakirin.

Digel vê dîroka xwe ya taybetî jî, zimanê kurdî yê bu bi milyonan însan pê dipeyivin, wêjeyek ava kiriye û ji Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî û Nalî heta bi Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun û Goran û Hejar Mukriyanî, bingehê wêjeyeke xurt daniye û îroj li ser wî bingehî milkekî dewlemend tê avakirin.

 

Di demeke weha de ku qiymetê zimanê kurdî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bilindtir dibe, nîqaş û çalakîyên di warê Kurdolojiyê de, çi semîner çi konferans, zêdetir dibin û kurdî teva wêjeya xwe êdî ji malan derdikeve û bi awayekî serbest di warê îdarî û akademîk de jî tê bikaranîn. Lê belê, weke ku tê zanîn, li Rûsyayê, li Ewropayê û li hin welatên Rojhilata Navîn, ziman û wêjeya kurdî berê jî bûne cihê lêkolînên giranbiha, digel ku van demên dawîn êdî behsa wê dibe ku li Turkiyeyê jî ev lêkolîn bi rêya zanîngehan ve werin kirin.

 

Lê gelo ev bingehê ku em behsa wî dikin çawa hat danîn, li ser wê milkekî çawa tê avakirin?

 

Rewşa ziman û wêjeya kurdî îroj çi ye?

 

Li gora lêkolîneran çi taybetmendîyên wêjeya kurdî hene ?

 

Zanîngeha Hekkarîyê bi van pirs û pirsgirêkan, rojên 16, 17 û 18'ê tîrmeha 2010'an, konferanseke mezin ya sê rojan li dar dixe û bi vê armancê, lêkolîner, akademîsyen û nivîskaran li Culemêrgê dicivîne.

 

Me hewil da ku ji her welatê ku kurdî lê dijî mêvanek hebe û ji her warên lêkolînên li ser ziman û wêjeya kurdî jî lêkolîner hebin.

 

Navê konferansa me Di Sedsala 21'ê Ziman û Wêjeya Kurdî ye û zimanê konferansê bi tenê kurdî ye.

Culemêrg warê mîran, dengbêjan û dewlemendîyeke zimanî û wêjeyî ya ecêb e.

 

Em li hêvîyê ne ku hemû miraqdarên ziman û wêjeyê, xwendekar, lêkolîner, nivîskar û heyranên zimanê kurdî werin Culemêrgê.

 

Prof. Dr. Ibrahim Belenli

Serokê Zanîngeha Hekkariyê

 

Davetli Listesi (15-18 Temmuz 2010)

1- Yrd. Doç. Selim Temo Ergül-Mardin Artuklu Üniversitesi öğretim üyesi, şair ve yazar.

2-Prof.Dr. Kadri Yıldırım-Mardin Artuklu Ünv. Yaşayan Diller Enstitüsü Müdürü

3-Yrd. Doç İbrahim Seydo Aydoğan-INALCO Ünv.Doğu Dilleri ve Medeniyetleri Milli Enstitüsü

4-Sami Tan –İstanbul Kürt Enstitüsü Başkanı-Dil Bilimci

5-Süleyman Çevik-Nûbihar Dergisi Genel Yayın Yönetmeni

6-Yrd. Doç. Hashem Ahmadzadeh-Exeter Ünv.

7-Yrd. Doç.Farhad Shakely-UPSALA Ünv.

8- Doctorant .Ergin Opengin-Sorbonne Ünv.

9-Jalile Jalil-Araştırmacı/Kürt Araştırma Akademisi Başkanı(Viyana)

10-Ehmedi Huseyni-Şair

11-Lorin Doğan-Yazar

12-Reşo Zilan-Paris Kürt Enstitüsü Kurmanci Grubu Başkanı

13-Yrd.Doç.Ferhad Pirbal-Hewler Güzel Sanatlar Colleji

14-Yrd.Doç.Halkawt Hakeem-INALCO Ünv.Doğu Dilleri ve Medeniyetleri Milli Enstitüsü Kürt Dili bölüm Başkanı

15-Müeyyed Tayyib-Şair/Yazar

16-Eskere Böyik-Araştırmacı /Yazar

17- Yrd.Doç.Bave Naze-Duhok Ünv

18-Roşan Lezgin-Yazar/Çevirmen

19-Doktorant Yılmaz Özdil-Sorbonne Ünv./Sinemacı

20-Yrd.Doç.Behroz Shucai-Duhok Ünv.

21-Ahmet Aras-Araştırmacı /Yazar

22-M.Xalid Saduni- Araştırmacı /Yazar

23-Ewdila Peşew-Şair

24-Kejo Bajar-Araştırmacı/Yazar

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.